Wîkîpediya:Gotara hefteyê/Pêvek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Exquisite-kfind.png

Gotara hefteyê • Pêvek • Arşîv


201120122013201420152016
201720182019202020212022


Hefteya 48an, 2021 (UTC) – nûkirin

Gotarên hefteyan (Pêvek)
Hefte: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52


Gotarên pêvekê li vir biguhere

Hefte: 1

Bazîlîkaya Velehradê

Velehrad (bi kurdî tê wateya keleha mezin) navê gundekî li bajaroka Uherské Hradiště ye ku dikeve herêma Zlín a Çekyayê. Nifûsa wî 1.316 kes e û 6 km dûrî Uherské Hradiště ye. Di serdema împeratoriya Moravyaya Mezin de Velehrad navenda bajarê sereke yê Velîgradê bû. Ji bo xiristiyanan cihê herî pîroz ê li Çekyayê ye. Xiristiyan bazîlîkaya Kîrîl û Metodiyos weke cihekî hecê bi kar tînin. Lewma her sal 5ê tîrmehê mirov diçine vî gundî.

Li gorî baweriya gel Velehrad navenda (bêhtir...)

ArşîvGotara berê

Hefte: 2

Simko

Simkoyê Şikak an Smayîl Aẍayê Şikak an jî Simko (jdb. 1887 Kela Çariyê - m. 30ê hezîrana 1930an  Şino) serhildêr û rêberekî kurd ê ji êla şikakan bû. ‎ Smayîl Aẍayê Şikak, yê ku pirranî bi navê Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava ‎kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê ‎Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê ‎Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê ‎yekem nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê ji desthilatdariya dewleta Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê ‎meşand. Ev karê han (ku Simko dikarî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora ‎hev bicivîne), di serdemeke ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin ‎nîrê aẍatiyê de bû, pêkhat.

Piştî şoreşa Şêx Ubeydelayê Nehrî (sala 1880an), serhildana Smayîl Axayê Şikak di ‎rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê vê ‎şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya kurd wek neteweyekê, hinekî bişkivî û ‎hissên millî di nava kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn. (dûmahîk…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 3

Pêvajoya fotosentezê

Giyandarên ku xwediyê klorofîl in, bi bikaranîna enerjiya roniyê, pêkhatiyên lebatî (organîk) tînin holê. Ji vê bûyerê re jî fotosentez tê gotin. Giyandarên ku bi vê bûyerê adan pêktînin, ji wan re organîzmayên fotosentetîk tên gotin û piraniya vê komê jî ji plankton û riwekan pêk tên.

Organîzmayên fotosentetîk, bi alîkariya enerjiya roniyê enerjiyê depo dikin û karin pêkhatiyên lebatî çê bikin. Riwek jî wekî giyandarên din, enerjiyê ku ji bo jiyana xwe berdewam bikin, ji enerjiya kîmyasal a madeyên organîk peyde dikin. Ji bo vê jî ew bi bikaranîna karbondîoksît û roniya rojê, adanên xwe yên lebatî sentez dikin.Eger cihê ku riwek lê re ye, roniya rojê tune be, riwek nikarin fotosentez bikin. Ji ber vê yekê navê vê bûyerê wek fotosentez (photo synthesis) yanê bi riya roniyê sentezkirin, tê binavkirin. Her giyandarê ku li serzemîn^ê dijîn, enerjiyê ku ji bo çalakiyên metabolîzmayê pêwîst e, ji ser sê riyan ve peyde dikin. Fotosentez fealiyetekê gewiran (anabolîzma) e.

Pel, navenda hilberana adan a riwekan in. Li hundirê şaneyên ku pêlên riwekan pêk tînin,parçeyên ku wekî kloroplast tên binavkirin, hene. Di hundirê van kloroplastan de klorofîl hene. Erka klorofîlê jî girtina roniyê ye. Kloroplast wekî panelekê tîrêjên rojê tevî hev dike û wekî kolektor jî van tîrêjên rojê dadigerînê enerjiyê. Bi vê enerjiyê jî ew adan pêk tînin. Ev adanên ku hatine hilberandin, ji pelan ji beşên din ên riwekê yê ku divê bên xweyîkirin re, tên birin. Korbondîoksîtê ku ji hewayê tê girtin, bi bikaranîna enerjiya rojê ji devtî û karbonhîdratan re tê dagerandin. Oksîjenê ku piştî bikaranîna karbonê yê ku ji karbondîoksîtê (CO2) hatibûn girtin, li hewayê tê berdan. Heke riwek paşî hewcedarî pê enerjiyê bibin, van karbonhîdratan bi kar tînin. Giyandarên ku bi van riwekan xweyî dibin, hewcedariya xwe ya enerjiyê ji karbonhîdratên ku di riwekan de ne,  têrî pê dikin. Bi fotosentezê her sal nêzîkî 200-500 milyar ton CO2 dikeve veguheriyê. Ji ber vê yekê bi fotosentezê karbondîoksît û av dadigerin karbonhîdratan. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 4

Şûr

Şûr çekeke klasîk a ji lajwerdê yan jî ji madeyeke din e. Ji bo werzîşê û wekî aksesûar jî tê bikaranîn. Cureyeke kêrên dirêj û mezin e. Bi hezaran salan çekeke sereke bû, lê niha nayên bikaranîn. Şûr li piştê di nava kalanan de tên girêdan. Li navpiştê jî dihatiye girêdan.

Beriya beriyê li Mezopotamyayê (parek axa Kurdistanê jî dikeve vê herêmê) hatiye bikaranîn. Di zimanên hind û ewropayî de navê şûrê ji heman kokê tê yan heke cuda bin jî, ev cudatî ji cureyên şûran e. Bo mînak kurdî şûr, almanî Schwert (şvert), îngilîzî Sword hwd.

Şûrên kurdan gelek navdar bûn (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 5

Mozaîka herî navdar a Zeugmayê: "Keça qerecî"

Zeugma (bi yewnanî: Ζεύγμα, "bajarê pir") bajarekî kevnar ê helenî ye ku pistre ket destê împeratoriya Romayê. Li hemberî Zeugmayê, dîsa li ber çemê Ferêt bajarê din ê kevnar Seleukia Apamea an jî Seleukeia peyda bû. Zeugma li nêzika gundê Belkis li ber çiyayê Belkisê hatiye avakirin (ku nêzika navçeya Bêrecûkê ye) û îro dikeve nav sînorên navçeya Belqîz (Nizib) a parêzgeha Dîlok. Ji ber ku Zeugma û Seleukeia di dema rêya îpekê navendeke girîng a herêmê bû, her du herêm ji ber aboriya xûrt bû bajarekî vîlayên antîk ku bi gelek mozaîkên bêhempa xemilandî bû. Zeugma di çiriya pêşîn a sala 2000an de bi qedandina avakirina Bendava Bêrecûkê ji nû ve hate kisfkirin, lê pirraniya bajarê antîk kete bin avê.

Zeugma di 3'mîn sedsala berî zayînê ji aliyê Seleukos I Nikator (Seleukos yekê serfiraz) li ew dera ku yekemîn pira Ferêt avakiribû hate damezirandin. Bi derbasbûyîna demê ev bajar her ku çû pêşket û wergeriya yek ji navendên herî girîng ên aborî û rêvebiriyê. Di bajarê ku ji aliyê lejyona romayî dihate parastin de nêzî 70.000 rûniştvan dijiyan. (dûmahîk…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 6

Alaya keskesorê

Hevzayendîtî yan jî homoseksuelî tevgereke romantîk an jî nêzîkbûneke zayendî di navbera mirovên heman zayendê ne. Hevzayendî wekî berpêbûniyeke wisa tê pênaskirin: Çawaniya ku ew kesê/î ya bi piranî yan jî bi gişî bi riyên romantîzm an jî nêzîkbûna zayendî beraliyî kesên ku di heman zayendê ne dike. Di heman demê de van helwest an jî rewşa jî dihewîne: Endamên civaka ku bingehê xwe li ser van tevgeran pêk aniye yan jî kesên ku nasnameyeke têkiliyî van hestên xwe ava kirine. (dûmahîk…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 7

Mînakek ji mîmariya Şedadiyan; Mizgefta Menûçêhr.

Dewleta Şedadiyan, di sala 951ê miladî de bi destê Mihemedê kurê Şedad ve li (Başurê Qafkasya) hatiya sazkirin. Ev dewlet, yek ji dewletên Kurdan yên ku di dema Îslamiyetê de hatine sazkirin e. Bi rasti ev dewleta kurdî, gelek xurt û temen (umir) direj bûyê. Sinoren wê pir fireh bûye, hemu bi vê dewletê ve girêdayî bûne. Di wê demê de li başûr hikûmeta Merwaniyan, li rojhilat hikûmeta Hesnewiyan hebûye. Ev devlet ji aliye çardeh hikûmdarên Şedadî ve hatiye îdarekirin. Lê belê bi êrîşa hikûmdarê Selçuqî Melikşah ve di sala 1075an de dawî lê hatiye. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 8

Goran Mehmed Uzunê

Mehmed Uzun (jdb. 1ê kanûna paşîn a 1953an li Siwêrekê (Riha) – m. 11ê çiriya pêşîn a 2007an  li Amedê), nivîskarekî kurd bû.

Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Helbesteka wî ya dirêj bi navê Destana Egîdekî ji layê hunermend Ciwan Hacoyî ve hatiye strandin. Mehmet Uzun tenê bi kurdî nanivîse, gelek berhemên bi zimanên tirkî û swêdî jî nivîsîne.

Îro hinek kes wî wekî serkêşê romana kurdî ya modern dipejirînin, her çiqas ev cihê nîqaşê be jî, lê rastî ew e ko ew ji wan kesan e ko berhemên wî herî zêde dihên xwendin û hezkirin. Bi taybetî hêjayiya romana Siya evînê û Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê gelek berçavtir e. Ji xwe ev herdû berhem bo zimanên biyanî jî hatine wergerandin. Mehmed Uzun li sala 1953ê li gundê Siwêreka ser bi Rihayê hat dinyayê. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthelata tirkan ve hat zîndankirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, li havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.

Ew endamekî çeleng ê PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Wî di sala 2001an de xelata Torgny Segerstedt wergirt.

(bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 9

Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo (jdb. 1948 − m. 9ê adara 1989an) hunermendekî kurd bû. Hunermendê kurd mehelmî ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948an de li Başûrê Rojavayê welat, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs mehelmîe. Di zarokatiya wî de malbata wî koçberî dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala 1959an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şûnda dest ji dibistanê ber didê.

Di salên xwe yê dibistanê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji bandora wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969an de dest bi dengbêjîtiyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala 1972an de bi hinek hevalên ji xwe rê bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike.

Mihemed Şêxo di sala 1973an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din rê saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran tê binçav kirin. Li ser wê yekê carek dîn berê xwe da Îraqê û di nav refên pêşmergeyan de cîhê xwe digre. Bi têkçûna serhildana ji Başûr rê ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xweyê muzîkê çend sala mamostetiyê jî dike. Demek şunda rejîma Îran ê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û derheqê wî da biryara binçavkirinê digre. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê herî baş li heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendiyek bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988an de gelek berheman diafirîne.

Mihemed Şêxo di 9ê adara 1989an de çû li ser mafeya xwe. Li Qamişlokê ji aliyê 70.000 kesî bêr bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 10

Çiyayê Elbrûs

Çiyayê Elbrûs (bi rûsî:Эльбрус), bi 5642 m bilindayî ve çiyayê herî bilind ê çiyayên Qefqasê û ê Rûsyayê ye. Çiyayê Elbrûs stratovolkaneke bi du bandevî ye.Di navbera van her du bandevan de 1500 m dûrayî heye.Di heman katî de jî Çiyayê Elbrûs, piranî bi qeşem ve rûgirtî ye. Her wiha ew bi qeşema 145 km²î nixamtî ye. Eger Qefqasan wek tixûbê Ewropayê bihatana qebûlkirin, Çiyayê Elbrûs niha çiyayê herî bilind ê Ewropayê dibûn.
Erdnîgarî: Elbrûs, 11 km li bakurê Gurcistanê û nêzîkî 270 km li bakurê rojavaya Tbîlîsî dur e. Gelek salan di mijara parzemînê de gengeşî hatiye kirin. Hin kes dibêjin ku Çiyayên Qefqasê di navber Asya û Ewropayê de tixûb e.Ji ber vê yekê Çiyayê Elbrûs, çiyayê herî bilind ê Ewropayê ye.Hin kes jî vê ramanê qebûl nakin. Di dîrokê de tixûbê Ewropa û Asyayê gelek caran guheriyaye. Ji ber vê yekê  bi hêsanî biryar nayê danîn.
Rapelikîna Yekem: Rapelikîna yekem a li bandeva Rojhelatê di 22yê tîrmeha sala 1829an de ji aliyê Killar Haçirov ve hatiye pêkanîn. Rapelikîna yekem a li bandeva Rojavayê jî di 28ê tîrmeha sala 1874an de ji aliyê Frederick Gardiner, Florence Crauford Grove, Horace Walker û Peter Knubel ve hatiye pêkanîn. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 11

Pîremêrd

Pîremêrd, helbestvan, rojnamevan û rexnegirê kurd bû. Navê Pîremêrdî yê rasteqînî, Tewfîq bûye. Ew li bajarê Silêmaniyê di sala 1867an de ji dayik bûye û çavên xwe li cîhana ronahî vekiriye. Ji aliyê malbata wî ve navê Tewfîq lê hatiye kirin. Piştî çendîn salan ji bo edakirina ferza Xweda çûye hecê. Ji ber vê yekê navê wî bûye "Hecî Tewfîq". Heçî navê "Pîremêr" û "Pîremêrd" nasnavê wî camêrî ye. Ev nasnav di jiyana wî de wisa cihê xwe girtiye ku bûye wekî navê hêmanî û her kes bi vî nasnavî wî camêrî dinase. Heya bi xwe jî, xwe bi heman nasnavî dide nasîn. Di giraniya antolojiyên wejeya kurdî de dîrokên wêjeya kurdî û pirtûkên din de jî bi vî nasnavî hatiye nivîsandin.

Pîremêrd, zarokatiya xwe di bajarê Silêmaniyê de derbas dike. Çanda xwe ya zarokatî ji malbata xwe û zarokên Silêmaniyê digire. Di temenê 6-7 saliya xwe de dest bi xwendina Qur'ana pîroz dike û di demeke kin de diqedîne. Dû re derbazî medreseyên Kurdistanê dibe û dest bi jiyana medreseyê û xwendina wê dike. Him pirtûkên kurdî him erebî û him jî pirtûkên farisî dixwîne. Her du zimanên din jî hîn dibe. Ji bo qenctirîn hînbûna van her du zimanan, diçe cem Mele Mihemedê pêşrewê mizgefta Hemze Axa. Li wir domekeke dirêj radiweste û dixwîne. Him xwendina medreseyê diqedîne û him jî zimanê erebî û farisî qenc hîn dibe. Di ber xwendina xwe re gelek helbestên hozanên kurd, ereb û faris jî di ber çavan re derbas dike û gelek rind hînî wêjeya wan jî dibe. Hindik jî be bi zimanê erebî û farisî jî helbest nivîsandine. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 12

Peykerê Kaweyê Hesinker li bajarê Îsfehanê

Newroz an jî Cejna Kurdan, cejna kurd û xelkên Îranê û gelek gelên din a biharê ye. Kurd her sal, şeva ku 20ê adarê bi 21ê adarê ve girê dide, agir dadidin û hatina buharê pîroz dikin. Di dîroka kurdan de jî, Newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Li gorî rîvayetê, Kawayê Hesinker, li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û agir dadide. Ji wê rojê ve ye her gelê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin.

"Nava Roaca" li gor zimanê qedîmavestayî Newroz e. Lê di kitêba Avestayê de ev tabîr “Nava Roaca” derbas nabe. Lê li gor zimannasan ku guherîbe, ew jî wiha çêbûye: Nava:new: û Roaca:roz:roj

Di zaravayê kirdkî de bi vî awayî Nava wek Newe û Roaaca jî wek Ruec hatiye guherîn. Di zaravayê kurmancî û soranî de bi vî awayî Nava wek Nû û Roaca jî wek Roc(j) hatiye guherîn. Lewra di zimanê hînd-ewropî de dengên z-c-j bi hev diguherin. Bi maneya xwe jî ev peyv wiha tê watedarkirin: Roja nû. Hin gel vî wek “sala nû” watedar dikin lê dibe ku tenê ev li gor nirxandina teqwîmî be. Ev peyv pêşî bi du peyvan “Nava Roaca” pêk hatiye lê piştre di demeke dirêj de li gor tebîeta zimên û civakê guheriye bûye peyvek; pêşî di pehlewî de Noroz, piştre di kurdî de bûye Newroz.

Dema îroyîn de Newroz bi taybetî di nav gelên rojhilata navîn de tê pîroz kirin. Ev jî gelek normal e. Lewra çanda gelekî, dema ku rengekê gerdûnî girt, êdî gelên ku wê çandê nêzî xwe dibînin, dipejirînin û li gor zimanê xwe û bîr û baweriyên xwe nav lê dikin û pîroz dikin. Bo mînak Newroz çanda gelê Kurd ên ku ji Medan bigire heya roja îroyîn dewam kiriye û vê cejna xwe ya netewî ji bo gelên din jî pêşkêş kirine. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 13

Qazî Mihemed

Qazî Mihemed (jdb. 1900 an 1901 − m. 30ê adara 1947an  li Mehabadê) dadwer, serokê partiya Komeleyê (nîsana 1945), sazkerê Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê û serokê Komara Mehabadê bû. Di heman katî de jî serokkomarê pêşîn yê Kurdan e.

Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim di sala 1900an de li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurrek û heft keçên wî hebûn. Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetaq Qazî di şerê navbera rûsan de jiyana xwe ji dest dide. Kalikê wî Şêx Elmeşayêx ji bo yekkirina kurdan, di sala 1930an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên kurd li hev dicivîne. Di 22ê kanûna paşîn a 1946an (2ê kanûna paşîna 1324an) de li meydana Çwar Çira Qazî Mihemed ragihand ku Komara Otonom a Kurdî (Komara Kurdistanê ya Mehabadê) hatibû sazkirin. Di kanûna pêşîn a 1946an de piştî têkçûyîna Komarê, di 30ê adara 1947an de Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li Çwar Çira ya Mehabadê hatin dardekirin.(bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 14

Peykerê Daryûs û serhildêran

Wergera nivîskên Bêstûnê, Şah Daryûs dibêje: Ev welatên ku di bin desthilatdariya min de ne, û bi rûmeta Ahûramazda ez bûme şahê wan: Persiya, Elam, Babîl, Asûrya, Erebiya, Mudraya (navê kevn ê Misirê), welatên li ba deryayê, Lîdya, Yewnanistan, Medya, Armîna, Kapadokya, Partiya, Zraka, Arya, Xwarezmiya, Baxtriya, Soxdiya, Gandara, Îskîtya, Satagiya, Araxosya û Maka; tevde bîst û sê welat.

Ev welatên ku di bin desthilatdariya min de (bêhtir...)

ArşîvGotara berê

Hefte: 15

Dilê mirov

Dil ango dilê mirov, bi eslê xwe dişibe pompeyekê ku ji masûlkeyan pêk tê.

Ji boy berdewamiya jiyanê, divê xurek, hormon û oksîjen, bigihîje hemû şane û xaneyên laş. Madeyên paşmayî yên wekî karbona dîoksîd, ure, av, xwêy jî divê ji xaneyan bên dûrxistin. Ango ji boy bicihanina erka xwe divê xwîn li her aliyê laş de bigere. Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike, lê xwîn bi tena serê xwe nikare biherike, pêdivî bi pompeyek heye. Pompeya laş dil e. Dil pesta xwînê berz dike bi vî awayê xwîn di nav lûleyên xwînê de bi lez diherike û belavê laş dibe. Ji boy gera xwînê, hêza sereke ji dil peyda dibe. Pêwendiya peyvên wekî, kardiyolojî, kardiyolog, eloktrokardiyografî, perîkardiyum, miyokardiyum, bi dil ve heye. Di zimanê Yewnanî de ji boy tiştên bi dil ve tekîldarin peyva “kardia” tê bikaranîn. Kardiyolojî: Beşek ji zanista bijîşkî ye, lêgerînên kardiyolojiyê li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e.

Bijîşkên pisporiya wan li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e, wekî kardiyolog bi nav dibin.

Dil bi eslê xwe dişibe pompeyek, lê ev pompe ne ji hesin û plastîk, lê ji masûlkeyan pêk tê. Berevajiyê pompeyên mekanîk, dil pir dişixule û zûbizû xera nabe. Di rewşa asayî de dilê mirov di xulekek(deqe) de bi qasî 70 -75 car lê dide. Dilê mirov rojê 108000, salê ji 39 milyonê zêdetir lê dide. Di tevahiya jiyana 75 salî de dilê mirov 3.000.000.000 car lê dide. Bi her lêdanê, dil bi qasî 70mL xwîn pompe dike. Ango di xulekek de 5.25 lître, di rojek de 14 000 lître, di salê de 10 000 000 lître xwîn pompeyê lûleyên xwînê dike (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 16

Berçîs û Deqa sor a mezin

Berçîs, Perçîs an jî Jupîter, gerstêrka herî mezin a di rojbendê de ye. Li gorî durahiya ji rojê ew gerstêrka pêncem e. Ji ber pir mezin bûyîna wê û pêkhatiya wê ya ji gazê wek dêwê gazê jî tê binavkirin. Di pergala rojê de wekî wê, gerstêrkine ji gazê pêkhatî hene: Keywan, Ûranûs û Neptûn. Girseya Berçîsê nêzîkî 1.8986×1027 kg e û 318 qat ji erdê girantir e. Ev nirx, du qata girseya hemu gerstêrkên rojbendê ye. Berçîs bi çavan kare bê dîtin. Berçîs, li gorî sayiyê gerstêrka sêyem a rojbendê ye. Bi tenê heyv û Gelawêj ji wê sayîtir e. Herî kêm 67 peyka Berçîsê hene. Lê 55'ê ji wan biçûk in û berfirehiya wan ji 5 km'yê kêmtir in. 4 peykên wê yên herî mezin Io, Europa, Ganymede û Callisto ne. Ji vê çar peyka mezin re, ji ber ku ji aliyê Galileo Galilei ve hatine dîtin, wekî Peykên Galilei jî têne gotin. Ganymede peyka herî mezin a rojbendê ye. Her wiha eşkêla Ganymede'ê ji Tîrê mezintir e.

Atmosfera Berçîsê ya nêzê rûxara wê, ji sedî 88-92'yê wê ji Hîdrojen, ji sedî 8-12'ê wê ji helyûm û ji sedî 1'ê wê ji gazên din pêk tê. Atmosfera kêm pir germ dibe û pesto qasî ku helyûm dagerê şileyê, zêde ye. Li gerstêrkê carinan baran dibare. Berçîs, li gorî spektroskopiyê, wiha tê dîtin ku wekî Keywanê ji heman gazan pêk hatiye. Lê ji Neptûn û Ûranûsê cûda ye. Di van her du gerstêrkan de pir kêmtir hîdrojen û helyûm hene. Li ser pûxteya hundirî a nenasbar, pûxteyeke derveyî heye. Pûxteya derveyî a berçîşê stûr e û ji hîdrojena şileyî pêk hatiye. Pesto qasî ku hîdrojenê bipeyitîne, zêde ye lê bi saya tînê dihele.

Li ser rûxara berçîsê, gelek şerîtên hewrê yên wek berwar hene. Ji herêmên roniyê re dever(zone) û ji herêmên tarî re jî nehiye(belt) tê gotin. Dever û nahiyeyan tim û tim dikevin hevbandoriyê. Ev jî dibe sedema bahozên dijwar. Her wiha ku dîtina bayên bi leza 360 km/s'î belave ye. Digel vê yekê leza bahozên tropîkal yên herî mezin nezîkî 100 km/s e. Piraniya hewrên berçîsê ji amonyayê pêk tên. Dibe ku wekî hewrên dinyayê ji hilma avê pêk bên. Wesaîtên fezayî yên wekî Voyager 1, li ser gerstêrkê birûsk dîtine. Zanyaran raman dikin ku ew ji hilma avê pêk hatiye. Çunkî birûsk hewcetî pê hilma avê dibîne. Ev birûskên pir mezin, hezar qat ji yên dinyayê mezintir in. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 17

Hirçê Mezin

Hirçê Mezin an jî Termê Merxê komstêreke li nîvkada bakura ezmên dikeve ye. Ji ber heft stêrên wê yên geş ên bi şiklê xwe, mîna çoçikê wek Heftbira jî tê bi nav kirin. Ew yek ji komstêrên navdartirîn û dîtina wê hêsantirîn e. Ew yek ji 48 komstêrên Batlamyûs ku di pirtûka xwe ya bi navê El Macestî de qala wê hatiye kirin e.

Navê Arktîk a bona herêma li dor cemsera bakur ji peyva yewnaniya ἄρκτος (árktos) tê ku ew ji bona ku li bin Termê Merxê dimîne wiha tê binavkirin.

Stêra Mîzar stêra cêwiya ewilîn e ku bi teleskopê ji hêla Giovanni Riccioli di sala 1650an de hatiye kifşkirin e. Wêneyê stêra cêwiya ewilîn di sala 1857an de ji hêla G. P. Bond ve hatiye kişandin (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 18

Origami-crane.jpg

Orîgamî bi Japonkî pevgihana peyvên "orî"(ta kirin) û "gamî"(kaxiz) pêk tê û ji hunera takirina kaxizan re tê gotin. Her çiqas navê wî bi Japonkî bibe jî hin çavkanî angaşt dikin ku ew hunereke Çînî ye. Bi giştî bê bikaranîna meqes û zeliqandox, tenê bi takirin, nîgarên giyan an jî negiyanewer tê çêkirin. Cureyê ku meqes tê bikaranîn jê re Kîrîgamî tê gotin. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 19

Çend pirtûkên bi kurdî

Wêjeya kurdî an jî edebiyata kurdî ew wêje ye ku bi zaravayên hewramî, zazakî, kurmancî û soranî hatiye berhemandin. Di kurdî de du beşên bingehîn a wêjeya kurdî ên bi navê devkî û nivîskî hene. Wêjeya devkî berî nivîsê derketiye, hîn jî berdewam e û di navenda wê de helbest heye. Çîrok, stran, destan û hwd. hemû bi devkî ji nifşekî derbasî nifşê din dibûn. Wêjeya nivîskî jî li ser vê wêjeya devkî bilind bûye. Wêjeya kurdî a nivîskî di zaravayan de li demên cuda dest pê kiriye; li gorî zanyariyên destketî berî zaravayê hewramî, piştî kurmancî û dawiyê soranî û herî dawî jî dimilî bûne xwediyê wêjeya nivîskî. Niha di her çar zaravayan de wêje tê berhemandin. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 20

Berçîs û Deqa sor a mezin

Berçîs, Perçîs an jî Jupîter, gerstêrka herî mezin a di rojbendê de ye. Li gorî durahiya ji rojê ew gerstêrka pêncem e. Ji ber pir mezin bûyîna wê û pêkhatiya wê ya ji gazê wek dêwê gazê jî tê binavkirin. Di pergala rojê de wekî wê, gerstêrkine ji gazê pêkhatî hene: Keywan, Ûranûs û Neptûn. Girseya Berçîsê nêzîkî 1.8986×1027 kg e û 318 qat ji erdê girantir e. Ev nirx, du qata girseya hemu gerstêrkên rojbendê ye. Berçîs bi çavan kare bê dîtin. Berçîs, li gorî sayiyê gerstêrka sêyem a rojbendê ye. Bi tenê heyv û Gelawêj ji wê sayîtir e. Herî kêm 67 peyka Berçîsê hene. Lê 55'ê ji wan biçûk in û berfirehiya wan ji 5 km'yê kêmtir in. 4 peykên wê yên herî mezin Io, Europa, Ganymede û Callisto ne. Ji vê çar peyka mezin re, ji ber ku ji aliyê Galileo Galilei ve hatine dîtin, wekî Peykên Galilei jî têne gotin. Ganymede peyka herî mezin a rojbendê ye. Her wiha eşkêla Ganymede'ê ji Tîrê mezintir e.

Atmosfera Berçîsê ya nêzê rûxara wê, ji sedî 88-92'yê wê ji Hîdrojen, ji sedî 8-12'ê wê ji helyûm û ji sedî 1'ê wê ji gazên din pêk tê. Atmosfera kêm pir germ dibe û pesto qasî ku helyûm dagerê şileyê, zêde ye. Li gerstêrkê carinan baran dibare. Berçîs, li gorî spektroskopiyê, wiha tê dîtin ku wekî Keywanê ji heman gazan pêk hatiye. Lê ji Neptûn û Ûranûsê cûda ye. Di van her du gerstêrkan de pir kêmtir hîdrojen û helyûm hene. Li ser pûxteya hundirî a nenasbar, pûxteyeke derveyî heye. Pûxteya derveyî a berçîşê stûr e û ji hîdrojena şileyî pêk hatiye. Pesto qasî ku hîdrojenê bipeyitîne, zêde ye lê bi saya tînê dihele.

Li ser rûxara berçîsê, gelek şerîtên hewrê yên wek berwar hene. Ji herêmên roniyê re dever(zone) û ji herêmên tarî re jî nehiye(belt) tê gotin. Dever û nahiyeyan tim û tim dikevin hevbandoriyê. Ev jî dibe sedema bahozên dijwar. Her wiha ku dîtina bayên bi leza 360 km/s'î belave ye. Digel vê yekê leza bahozên tropîkal yên herî mezin nezîkî 100 km/s e. Piraniya hewrên berçîsê ji amonyayê pêk tên. Dibe ku wekî hewrên dinyayê ji hilma avê pêk bên. Wesaîtên fezayî yên wekî Voyager 1, li ser gerstêrkê birûsk dîtine. Zanyaran raman dikin ku ew ji hilma avê pêk hatiye. Çunkî birûsk hewcetî pê hilma avê dibîne. Ev birûskên pir mezin, hezar qat ji yên dinyayê mezintir in. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 21

Anîmasyonê motorê yê ku hatiye hêsankirin.

Termodînamîk, beşa fizîkê ya ku peywendiyên di navbera enerjiya tînê û enerjiya kînetîk de dinirxîne ye. Bi vegotineke hêsan termodînamîk, bi transfera enerjiyê ya ku ji cihekî heta ji cihekî din re berdewam dibe, pê têkildar dibe.Têgîna girîng a ku di vî pêvajoyê de tîn e.Tîn teşeyekî enerjiyê yê ku ji karekî mekanîk re lê tê ye.Têgîna Temodînamîkê bi Yewnanî, pevgihana peyvên thermos(tîn) û dynamic(enerjî) pêk hatiye. Ew bi têgînên fizîkî wekî enerjî, tîn, kar, entropî û ekserjî têkildar dibe. Termodînamîk her çiqas bi danûstendina enerjiyê têkildar bibe jî, bi leza van pêvajoyan têkildar nabe. Jiber vê yekê gava ku termodînamîk tê gotin asasî termodînamîka hevsengiyê tê alazkirin.Bi bûyerên ku bi dem ve girêdayî ye, termodînamîka ku ne di hevsengiyê de ye pê re têkildar dibe.

Di gelek sepanên Termodînamîkê de, dema ku yek an jî ji yekê pirtir guherbar wek westar tê pejirandin, guherbarên din li gorî vana çawan diguherê tê vekolandin.Bo nimûne mirov dikarê zagona gaza îdeal bide.

Di vî hevkêşeyê de R neguhera gaza gerdûnî ye. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 22

Kurteya Lîsteya Sor a 2006an a ji bo cureyan.

Lîsteya Sor a Cureyên bi Metirsiya Nemabûnê an jî Lîsteya Sor a IUCN li cîhanê ji bo zanyariya di derbarê ajal û riwekan de ya herî berfireh e. Di sala 1963'yan de hatiye damezrandin û IUCN kurtebira International Union for Conservation of Nature a bi îngilîzî ye ku bi kurdî Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê ye.
Lîsteya Sor a IUCN bi metirsiya nemabûna bi hezaran cure û binecureyan bi daneyên vebirî li hev kom dike û wan agahiyan diparêze. Daneyên van cureyan ji hemû aliyê cîhanê û herêman pêk tê. Mebesta Lîsteya Sor ew e ku cureyên li ber metirsiya windabûnê werin zanîn û bi raya giştî re ji bo parastinê werin parvekirin e. Lîsteya Sor alîkariya parastina cureyan dike. Lîsteya sor bi bingeheke hêzdar hatiye avakirin lewma di cîhanê de weke çavkaniya herî ewle tê zanîn.

Lîsteya Sor a 2006an bi 40.168 cure û 2.160 bincure, cureyên binê avê, bingelheyan hate weşandin. Ji van hemû cureyan 16.118 weke cureyên di bin metirsiyê de hatine ragihandin. Ji wan 7.725 ajal, 8.390 riwek û sê ji wan kuv bûn. Di vê weşanê de li ser weşana 2004an guhertin nehate kirin û 784 cureyên ji sala piştî zayînê (PZ) 1500î ve ji bo nemabûnê lîste hatiye çêkirin. Ev ji lîsteya 2000î 16 cure bêhtir in. Her sal cureyên nemabûyî tên dîtin an jî dibine fosîl û di nav kategoriya bê agahî de tên lîstekirin. Di sala 2002an de cureyên nemabûyî weke 759 hatiye ragihandin lê ev hejmar her sal zêde dibe. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 23

BBC

Damezirana weşanê ya Brîtanyayê an jî BBC (British Broadcasting Corporation), li Brîtanyayê dameziranekê weşanê ye ku bi desteka diravî ya dewletê dixebite. Ji damezirandina wê heta sala 1954an di warê televîzyonê de û heta sala 1972an jî di warê weşana radyoyê de ew şirketa sereke bû. Navenda wê li Londonê ye.

British Broadcasting Company di sala 1922an de wek şirketeke fermî hate damezirandin. Lê belê di sala 1925an de şirket hate tesfiyekirin û di sala 1927an de jî British Broadcasting Corporation ya ku wek sektora gelemperî hati bû damezirandin cihê wê girt. Lijneya kargêriyê ji aliyê fermandarê Keyaniya Yekbûyî ve tê pîşandan.  

Di navbera salên 1927 û 1938an de serperiştê giştî yê BBCyê John Reith kir. John Reith salên pêşîn ya damezranê de roleke girîng leyîstiye. Ew sala 1936an de xebatên weşanên televîzyonê ya pêşîn bi rê ve bir.

Di dema Şerê Cîhanî yê duyem de, weşanên televîzyonê ya BBCyê qut bû, di sala 1946an de ji nû ve dest pê kir. BBC weşanên xwe yên televîzyonê yên rengîn û bipergal wek pêşîn di sala 1967an de da destpêkirin. Heta sala 1954an ew di warê televîzyonê de sereke bû û heta sala 1972an jî di warê weşana radyoyê de serekebûna wê qediya. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 24

Bermahiyên Girê Mirazan

Girê Mirazan an Xirabreşk / Xerabreşkê (bi tirkî: Göbeklitepe, bi kurdî tê wateya: "Girê navikê"), cihekî arkeolojîk ê neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê XirabreşkêRihayê ye.

Dirêjiya vî girê destçêkirî 15 metre ye, tîreya wî nêzîkê 300 metre ye, û nêzîkî 760 metre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê dihundirîne. Li gorî arkeologê alman Klaus Schmidt, kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bû û ji hezarsala 10ê-8ê b.z. maye.

Di qonaxa yekem de, ya ku di dema Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (NABC, bi înglîzî: Pre-Pottery Neolithic A) de pêk hatiye, stûnên kevirî yên bi şiklê T-yê hatine çikandin—ev stûn megalîtên herî kevn ên dinyayê ne. Dîroka van megalîtan hatiye diyarkirin ku ji sala 9.500 b.z. mane û ev megalît 5.500 sal ji bajarên yekem ên Mezopotamyayê û 7.000 sal ji Stonehengeê mezintir in. Di qonaxa duyem de, ya ku di dema Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (NBBC, bi înglîzî: Pre-Pottery Neolithic B) de pêk hatiye, stûnên çikandî biçûktir in û li odeyên çargoşeyî yên bi zemînekî kirêc de radiweste.

Ji 200î zêdetir stûn nêzîkî di 20 çemberan de bi rêya lêkolînên jeofîzîkî hatine kişfkirin (heta gulana 2020an). Dirêjiya her stûnan nêzîkî 6 metre ye û giraniya wan digihîje 10 tonan. Li erdî, qulên taybet hatine kolandin û her stûn li wan qulan hatine rûniştandin.

Piştî dema Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (NBBC) Girê Mirazan hatiye terikandin. Hûrguliyên armanca avahiyê ne eşkere ne. Ji sala 1996an ve kolandin ji aliyê Înstîtûta Arkeolojiyê ya Alman ve berdewam dike, lê beşên mezin hîn jî nehatine kolandin. Girê Mirazan di 2018an de ji aliyê UNESCOyê ve wekî Kelepora Cîhanê hatiye destnîşankirin. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 25

Kurteya Lîsteya Sor a 2006an a ji bo cureyan.

Lîsteya Sor a Cureyên bi Metirsiya Nemabûnê an jî Lîsteya Sor a IUCN li cîhanê ji bo zanyariya di derbarê ajal û riwekan de ya herî berfireh e. Di sala 1963'yan de hatiye damezrandin û IUCN kurtebira International Union for Conservation of Nature a bi îngilîzî ye ku bi kurdî Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê ye.
Lîsteya Sor a IUCN bi metirsiya nemabûna bi hezaran cure û binecureyan bi daneyên vebirî li hev kom dike û wan agahiyan diparêze. Daneyên van cureyan ji hemû aliyê cîhanê û herêman pêk tê. Mebesta Lîsteya Sor ew e ku cureyên li ber metirsiya windabûnê werin zanîn û bi raya giştî re ji bo parastinê werin parvekirin e. Lîsteya Sor alîkariya parastina cureyan dike. Lîsteya sor bi bingeheke hêzdar hatiye avakirin lewma di cîhanê de weke çavkaniya herî ewle tê zanîn.

Lîsteya Sor a 2006an bi 40.168 cure û 2.160 bincure, cureyên binê avê, bingelheyan hate weşandin. Ji van hemû cureyan 16.118 weke cureyên di bin metirsiyê de hatine ragihandin. Ji wan 7.725 ajal, 8.390 riwek û sê ji wan kuv bûn. Di vê weşanê de li ser weşana 2004an guhertin nehate kirin û 784 cureyên ji sala piştî zayînê (PZ) 1500î ve ji bo nemabûnê lîste hatiye çêkirin. Ev ji lîsteya 2000î 16 cure bêhtir in. Her sal cureyên nemabûyî tên dîtin an jî dibine fosîl û di nav kategoriya bê agahî de tên lîstekirin. Di sala 2002an de cureyên nemabûyî weke 759 hatiye ragihandin lê ev hejmar her sal zêde dibe. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 26

Sifreyek ji Şingalê

Pêjgeha kurd, ji cure û dewlemendiya xwarinên kurdî re tê gotin.

Kurdistan mîratgirê şarezayiyên mezin e. Med, urartû, hurrî, sasanî, rom û gelekan bandora xwe hîştine. Mezopotamya ku parek axa Kurdistanê jî dikevê vê herêmê, wekî landika, dergûşiya mirovahiyê tê zanîn. Cara pêşîn li vir ajal hatine kedîkirin, mirovahî fêrî bikaranîna alavên jiyanê hêsantir dikin û cotyarî hatiye kirin.

Di xwarinên kurdî de pincarên biharê, berhemên şîr, savar, sebze û goşt cihekê girîng digirin. Bi dehan cureyên kufteyê tên xwarin. Bi taybetî parêzgehên herêma Tolhildanê, Meledî, Gurgum, Dîlok ji aliyê çêkirina kufteyan ve gelek navdar in.

Li Kurdistanê herwiha (bêhtir...)

ArşîvGotara berê

Hefte: 27

Ibn Betûte yan jî Ebû Ebdula Muhemmed ibn Betûte (bi erebî: أبو عبد الله محمد بن بطوطة‎, lat. Abu Abdullah Muhammad ibn Battuta), jdb. 24ê sibata 1304an (703ê koçî) li Tence, Mexribê − m. 1368/1378 (770/780î koçî) li Mexribê, dadrês, qadî û gernasekî bi eslê xwe berberî ko di sedsala 14an de jiyabû. Ew wexta ko 21 salî bû çûbû Hecê li Mekeyê. Pîştî hecê ew dest bi gerê xwe dike û bi temamî çûna xwe ya dorê 120.000 km, di welatên misilmanan de bi dawî vedigere welatê xwe. Ew di pirtûka xwe ya bi navê "Ger" (bi erebî: تحفة النظار في غرائب الأمصار وعجائب الأسفار‎, Tuhfat an-nuzzar fi ghar'ib al-amsâr wa'ajâ'ib al-asfâr), bi kurtî Rihle (bi erebî: الرحلة‎) de ew serboriyên xwe dinivise.

Lê bo ko ji xeynî pirtûka wî, tu çavkaniyên ko qala serboriyên wî dikin tune ne hin caran mirov dikeve şibhê ka ew rast qala serboriyên ko di gera xwe de dînî dike, an ew yên ko bihîstînî an bixwe xeyal kirinî dikeye (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 28

Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî helbestvan, dîroknas, astronom, erdnas û fîlozofê mezin ê kurd e. Ehmedê Xanî di sala 1650 an 51ê de li bajarê Colemêrgê li gundê Xanê hatiye dinyayê, Di sala 1707an de li Bazîdê wefat kiriye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e, navê kalikê wî Eyaz e. Xanî ji eşîra "Xaniyan" e û bixwe qet ne zewicî ye. Jiyana Xanî di nav perwerdehiyê de derbas bûye, Xanî perwerdehiya xwe ya pêşîn ya li ser Quran û fiqihê li cem bavê xwe, ji Şêx Îlyas, digire, piştî xwendina li cem bavê diçe di medreseyên Bidlîs û Xelatê de dixwîne, xwendina xwe li Bexda, Şam, Heleb û di medreseyên Îranê de jî pêş ve dixe. Di medreseyên Îranê de hînê felsefeya îslamê, astronomî û fîlolojiyê dibe. Di medreseyên Sûriyê de jî hînî felsefeya yewnanê dibe. Xanî piştî demekî diçe bajarê Mekeyê heca xwe dike ji wê şûn de diçe Misirê jî digere û dizivire Bazîdê.

Xanî bi xwe di bin bandora fîlozofên weke Aristoteles, Farabî, Şihabedînê Suhrewerdî, Muhyedîn ibn Erebî, Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelekî fîlozofên din de dimîne û fikr û ramanê xwe ve rê li pêşiya fîlozofên dû xwe vekiriye.Ehmedê Xanî di dîroka kurd û Kurdistanê de bi nav û deng e. Derbarê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê kurdî de cihê wî cuda û pir girîng e. Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, piraniya pirtûkên xwe bi kurdî bi zaravayê kurmancî nivîsandine, Xanî bi taybetî ji bo ku zarokên kurda baş dîn û zimanê xwe hîn bibin pirtûkeke bi navê Nûbihara biçûkan dinivîse û nîvê pirtûkê jî dike ferhenga kurdî-erebî û ev ferhenga wî di dîroka kurdan de bûye ferhenga herî pêşîn û bi sed salan ve di Medreseyên Kurdistanê de hate xwendin.Xanî tevê kurdî, çar ziman (tirkî, erebî û farsî) dizanîbû.

Ehmedê Xanî ji bona perwerdehiya zarokên kurdan medrese jî vekiriye û li wir ders daye telebeyan. Di medresa Ehmedê Xanî de dersên olî fiqih û hedîs û dersên zanistê yên weke felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî, astronomî û hwd. dihatin dayin.Helbestvanê bi nav û deng Îsmaîlê Bazîdî û gelek wêjevanên kurd di bin bandora Xanî de mane. Ehmedê Xanî sala 1707an de li Bazîdê diçe ber rehma Xwedê û tirbeya wî li Bazîdê ye. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 29

Ebdulrehman Qasimlo

Ebdulrehman Qasimlo (z. 22'ê berfanbarê 1930 li Ûrmiyeyê – m. 13'ê tîrmehê 1989 li Viyanayê), siyasetmedar û rêberê Kurdistana Rojhilat bû. Qasimlo serokê PDK-Îran bû û li Viyanayê ji aliyê dewleta Îranê ve hat şehîdkirin.

Ebdulrehman Qasimlo 22ê berfanbarê sala 1930an li bajarê Ûrmiyê di malbateke dewlemend û navdar de ji dayik bû. Wî xwendina xwe ya serete û navendî li bajarê Ûrmiyê kir û pişt re ji bo dewamkirina xwendina xwe çû bajarê Tehranê. Ebdulrehman Qasimlo ji zarokatiyê de, bi hûrbîniyên xwe yên kûr, zû pê hesiya ku gelê wî di rewşeke kambax û dijwar de dijî. Herçend bavê wî Mihemed Axayê Wisuq yek ji dewlemend û feodalên herî mezin bû li herêma Ûrmiyê, wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê reş û rût cuda nedidît. Ew ji wan jî dûr neket û ji bona standina mafê wan heta canê xwe bexşî. Çalakiyên wî yên siyasî sala 1945'an, dema ku hê 15 salî bû, bi pêkanîna (Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê) li bajarê Ûrmiyê dest pê kir.

Piştî ku Komara canemerga Kurdistanê (Mehabad, 1946) bi hevkariya hêzên biyanî û xiyaneta Yekitiya Sovyeta (Sovyetistana berê) têk çû, Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Pişt re ew bû endamê fêrmî yê Hizbî Demokratî Kurdistan. Bi vî rengî wî arman û riya xwe ya dûr û dirêj hilbijart. Di kar û xebata siyasî de dayika kurd Mîna Qazî jî gelek hevkariya wan dikir û bi hemû îmkanên xwe yên maddî û manewî hevkariya HDK-I û ciwanên kurd dikir.

Ebdulrehman Qasimlo di temenê 18 saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû welatê Fransayê. Piştî demekê ji wir çû Çekoslovakya û piştî ku li zanistgeha Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî - civakî de stand, sala 1952'an di çaxê desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq de vegeriya Îranê. Li wir di xebata dijî emperyalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê de li rex hêzên opozîsyonên rijîma seltenetiya M. Reza Pehlewî cih girt. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû, lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xuyanî kirin ku Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatî ye. Yanî wî bi prensîp û terza xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kişand ser xwe. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 30

Harry Potter

Harry Potter rêzeromana fantazî ye ku ji hêla nivîskara brîtanî J. K. Rowling ve hatine nivîsandin. Roman jiyana ciwanê sêrbaz ê bi navê Harry Potter û hevalên wî Hermione Granger û Ron Weasley wekî kronîkî vedibêje ku hemû li Xwendingeha Cadûgerî û Sêrbaziyê ya Hogwartsê xwendekar in. Çîroka sereke bi tekoşîna Harryyî re têkildar e ku wî li ber Lord Voldemortê sêrbazê tariyê radibe ku dixwaze nemiriyê dest bixe, desthilatdariya sêrbaziyê ku wekî Wezareta Sêrbaziyê tê binavkirin, hilbiweşîne û hemû sêrbaz û Mugglean (mirovên ne-sêrbaz) li bin hêza xwe stûxwar bike.

Di 26ê hezîrana 1997an de ji weşandina romana yekem Harry Potter and the Philosopher's Stoneê vir ve, rêzeroman li seranserê cîhanê populerbûnek berbiçav pêk anî û pesnê rexnegir û serkeftinek bazirganî dest xist. Rêzepirtûk him bala xwendevanên mezin û him jî ya xwendevanên biçûk kişand ser xwe û êdî yek ji kevirên kevneşopî yên wêjeya mezinên ciwan tê hesibandin. Heta sibata 2018an, ji zêdetirî 500 mîlyon kopiya rêzeroman li çar aliyê cîhanê hate firotin û ketiye nav lîsteya pirtûkên ku di dîrokê de herî pir hatine firotin û li heştê zimanan hatine wergerandin. Çar pirtûkên dawî yên rêzeromanê li DYAyê di nav bîst û çar demjimêran a çapkirina xwe de nêzî yanzdeh mîlyon kopî firotin ku bi vê taybetiyê bûye yekemîn a lîsteya pîrtûkên ku zûtirîn hatine firotin.

Pirtûk di destpêkê de bi zimanê îngilîzî ji hêla du weşanxaneyên mezin ve hat weşandin, Bloomsbury li Keyaniya Yekbûyî û Scholastic Press li Dewletên Yekbûyî. Şanoya Harry Potter and the Cursed Child, li ser bingeha çîrokek e ku ji hêla Rowling ve hatibû nivîsandin, li Londonê di 30yê tîrmeha 2016an de li Palace Theaterê hat pêşandan, berhem ji hêla Little, Brown ve hate çapkirin. Fîlmên heft pirtûkên xwemalî di nav heşt beşan de bi heman navê ji hêla Warner Bros. Pictures ve hatin çêkirin, ku heta Sibata 2018an bûye sêyemîn rêzefîlma ku herî zêde dahatê dest xistiye. Di sala 2016an de, nirxa giştî ya takemafa Harry Potter wekî $25 mîlyar hatiye texmîn kirin ku bi vê jî Harry Potter dibe yek ji takemafên medyayê yên herî bilindtirîn yên hemî deman. (dûmahîk...)

ArşîvGotara berê

Hefte: 31

Fyodor Mîxaylovîç Dostoyevsk

Fyodor Mîxaylovîç Dostoyevskî (bi rûsî: Фёдор Миха́йлович Достое́вский, Fёdor Mihajlovič Dosto'evskij) (11ê çiriya paşîn a 1821an li Moskow - 9ê sibata 1881an) nivîskarekî rûsî ye. Di wêjeya cîhanê de wek kevirekî bingehîn hatiye pejarandin.

Fyodor Dostoyevskî di 11ê çiriya paşîn sala 1821an de li Moskowê ji dayîk dibe. Di vê demê de bavê wî li vir di nexweşxaneya hejaran de bijîşk e. Li hêleke hewşa vê nexweşxaneyê xaniyekî biçûk ji bo malbata Dostoyevskiyan amade dibe. Dostoyevskî ji xwe mezintir birayekî xwe î bi navê Mîxayîl heye û wek xwişk û birayên malê, heft kes in. Dayika Dostoyevskî ji malbateke dewlemend e, biaqil, dilovan û xwînşêrîn e. Lê bavê wî merivekî hişk, çikûs û bi cireke nexweş e. Di malê de her tiştî bi ya xwe dike û daxwaza dilê wî her li ser wê yekê ye ku bibe zengînekî malmezin û xwediyê erd û wargehan. Heta derekê vê daxwaza xwe bi cih tîne û li rojhilata Moskowê, tev du gundan bi qasî du sed koleyan bi dest xwe dixîne. Bi alîkariya vê hebûna bavê xwe Dostoyevskî di duwanzdeh saliya xwe de dest bi xwendingeha dewletê dike û piştî wê jî li Petersburgê dest bi xwendingeha avahîzaniya leşkerî dike. (dûmahîk…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 32

Bendava Derbendîxanê

Bendava Derbendîxanê (bi soranî: بەنداوی دەربەندیخان‎, lat. Bendawî Derbendîxan), bendaveke çendmebestî ye ku li ser çemê Sîrwanê yê li parêzgeha Silêmaniyê hatiye çêkirin. Cureya wê bendava axî(axebendaw) ye û di navbera salên 1954-1961an de hatiye çêkirin. Mebesta bendavê avdanî, hilberandina wizeya hîdroelektrîkî û rekreasyon(betlane) e. Bendav û santrala wizeyê ya bi 249 MWî, ji ber nerind çêkirin û xemsarî, di nav salan de gelek car hatin veherandin. Rindkirina santralê di sala 2007an de dest pê kiriye û di sala 2013an de jî dawî lê hatiye.

Piştî sêwirandina bendavê ya ji aliyê Şirketa Endezyariyê Harza ya DYA'yî ve çêkirina bendavê di sala 1956an de dest pê kir. Deryaçeya bendavê(rezervuar) jî di sala 1961an de dest pê kir û di heman salî de çêkirina bendavê qediya. Piştî tijekirina rezervuarê, çend problem derketin holê. Di sala 1967an de hezazekê çêbû. Ev hezaz bû sedema xûziyeke nêzîkî 100 metreyî û ev çewtî her gav di bin veherandinê de ye.

Di navbera salên 1983-1985an de santrala wizeyê ya bendavê ji aliyê şirketên alman(Polensky & Zöllner) û Japon(Mitsui) ve hate veguhertin. Jeneratorên 83 MWî bi 2 jeneratorên bendavê yên bi 800 kWî re hate guhirandin. Piştî kemijîna bûyerên siyasî, ew di sala 1990an de kete navberê. Digel vê yekê, du jenerator xweş neşixûlîn û turbîn jî li dûçarî kavîtasyonan man. Ji ber şerê Îran û Iraqê, di sala 1988an de rêherk hatin rakirin û di navbera salên 1989 û 1990an de deriyên rêherkê yên nû hate sazkirin. Santrala wizeyê di sala 1990an de bi bombebarankirinê gelek xesar çêbû. Di sala 2007an de ji aliyê Banka cîhanê ve ji bo veherandina bendavên dûkan û derbendîxan, nêzîkî 40 milyon dolar hate şandin. Vehera Bendava Derbendîxan 18.85 milyon dolar girt û di sala 2013an de tewaw bû. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 33

Pêvajoya fotosentezê

Giyandarên ku xwediyê klorofîl in, bi bikaranîna enerjiya roniyê, pêkhatiyên lebatî (organîk) tînin holê. Ji vê bûyerê re jî fotosentez tê gotin. Giyandarên ku bi vê bûyerê adan pêktînin, ji wan re organîzmayên fotosentetîk tên gotin û piraniya vê komê jî ji plankton û riwekan pêk tên.

Organîzmayên fotosentetîk, bi alîkariya enerjiya roniyê enerjiyê depo dikin û karin pêkhatiyên lebatî çê bikin. Riwek jî wekî giyandarên din, enerjiyê ku ji bo jiyana xwe berdewam bikin, ji enerjiya kîmyasal a madeyên organîk peyde dikin. Ji bo vê jî ew bi bikaranîna karbondîoksît û roniya rojê, adanên xwe yên lebatî sentez dikin.Eger cihê ku riwek lê re ye, roniya rojê tune be, riwek nikarin fotosentez bikin. Ji ber vê yekê navê vê bûyerê wek fotosentez (photo synthesis) yanê bi riya roniyê sentezkirin, tê binavkirin. Her giyandarê ku li serzemîn^ê dijîn, enerjiyê ku ji bo çalakiyên metabolîzmayê pêwîst e, ji ser sê riyan ve peyde dikin. Fotosentez fealiyetekê gewiran (anabolîzma) e.

Pel, navenda hilberana adan a riwekan in. Li hundirê şaneyên ku pêlên riwekan pêk tînin,parçeyên ku wekî kloroplast tên binavkirin, hene. Di hundirê van kloroplastan de klorofîl hene. Erka klorofîlê jî girtina roniyê ye. Kloroplast wekî panelekê tîrêjên rojê tevî hev dike û wekî kolektor jî van tîrêjên rojê dadigerînê enerjiyê. Bi vê enerjiyê jî ew adan pêk tînin. Ev adanên ku hatine hilberandin, ji pelan ji beşên din ên riwekê yê ku divê bên xweyîkirin re, tên birin. Korbondîoksîtê ku ji hewayê tê girtin, bi bikaranîna enerjiya rojê ji devtî û karbonhîdratan re tê dagerandin. Oksîjenê ku piştî bikaranîna karbonê yê ku ji karbondîoksîtê (CO2) hatibûn girtin, li hewayê tê berdan. Heke riwek paşî hewcedarî pê enerjiyê bibin, van karbonhîdratan bi kar tînin. Giyandarên ku bi van riwekan xweyî dibin, hewcedariya xwe ya enerjiyê ji karbonhîdratên ku di riwekan de ne,  têrî pê dikin. Bi fotosentezê her sal nêzîkî 200-500 milyar ton CO2 dikeve veguheriyê. Ji ber vê yekê bi fotosentezê karbondîoksît û av dadigerin karbonhîdratan. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 34

Firehiya Dewleta Eyûbiyan
Selahedînê Eyûbî

Malbata Eyûbiyan li hawîrdorî Îranê (rojava û bakûrê Îrana îro) dima. Ew malbateke kurd bûn, ji êla Rewadiyan bû. Ji vê êlê Şadî bi herdû kurên xwe re Esededîn Şêrko û Necmedîn Eyûb ji gundê Ecdankanê çûne Bexdayê û ji wir jî piştre çûn li Tikrîtê bicihbûn. Şadî li Tikrîtê mir û herdû kurên wî çûn ketine xizmeta Mucehededînê Gîtanî de. Gîtanî dît, ko Eyûb jîr û zane ye, rabû ew kire destkarê Tekrîtê. Sala 1136 li Tekrîtê Selahedîn bû. Bav û apê Selahedîn çûne cem Îmadedîn Zengî xwediyê Mûsilê. Wî gelekî guh da wan û Eyûb kire waliyê Belbekê.

Piştî mirina Îmadedîn Eyûb bi maltaba xwe ve çû Şamê û xwe gehande Nûredîn kurê Îmadedînê Zengî xwediyê Helebê. Nûredînê Zengî Hims û Rehba dane Eyûb û ew kire mîrekî mazin, Şêrko jî rêkire Misrê, da şerê melek Mensûr bike, yê destdirêjî şawîrê kiribû. Şêrko biraziyê xwe Selahedîn jî bixwe re bir. Şêrko ji ber mêranî û rastiya xwe bûbû destê siltan Nûredîn, yê rastê. Şêrko piştî demekê vegera welatê Şamê, ji hingî ve êdî rola Selahedinî siyasî destpê kir û berz bû. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 35

Mîrê Xerza, Xerzan, Bakurê Kurdistanê îro li vê erdnîgariyê yên Komara Tirkiyeyê li Başûrê Rojhilatê Anatolyayê bi navê a navçeya dîrokî li nav sînorên e. Navê kevnare yê bajarokê Yanarsu yê navçeya Kurtalan a girêdayî parêzgeha Sêrtê wekî Xerzan tê zanîn. Di derheqê demên kevin de li herêma Xerzan agahiyên me zehf tune. Ev nav belkî ji bajarê kevnare yê Erzenê tê, ku li perava başûrê çemê Beşîr, 20 km dûrî navçeya Kurtalan, parêzgeha Sêrtê ya îroyîn, hatî damezrandin.

Lêkolîn nîşan didin ku dîrokên Kurdên Xerza de, du Mîrektiyê Xerzan hatiye avakirin. Yek ji van pismamê Mîrê Bedlîsê ne û têkiliya xwe ya bi fermanan û navenda Hezo rawestandin '. Ev Mîrektî li Qabilcewz û Hezo cih digire û em ê bi kurtasî agahdariya xwe bidin wan der ku ew Xerzan di destên xwe de digirtine. Lê Mîrektiya Xerzanê ya duyem û duyemîn nijadên Mîrê Hekariya ne. Belgeyên Osmanî de ji bo Mîrê Xerzayê yekemîn "Ferwerdarên Hezo" gotine û Mîrê Xerza yê yekemîn wusa hatine nas kirin. Lê belê ji bo Mîrê Xerza yê duyem re gotine Begê Zoqê yan ji Mîrê Zoqê, ku gelê Xerza ew nas dikirin û piraniya navendên navdar ji bo gelê Xerza Mîrê Zoqê hatine dîtin.

Mîrê Zoqê, neviya Mîrê Hekariya ne. XVII. Di dawiya sedsalê de, serokatiya Seîd Beg de Mîrektiya Hekariya hiştin û li başûrê Xerzanê bicîh bûn, ku gelek serdema koçberên wê serdemê bûn. Dema Seîd Beg tê Xerzan ku li ser rêzgirtina ji ber ku wî, bi cih girtina wî re gelê xerza gotin Bêgkendê. Seîd Beg pêşî başûrê Xerzanê de Mîrîtiya xwe demezrand. Paşê dema keleha Zoqê girtin Seîd Beg û Begê Bêgkendê Mîrektiya Xerza yê duyem damezrandin.

(dûmahîk...)

ArşîvGotara berê

Hefte: 36

Nemabûyî ango Extinct

Nemabûna cureyekî, di biyolojî û ekolojiyê de tê wateya bi dawîbûna hebûna cureyê, lewma biyosfer biçûk dibe. Cureyek bi mirina endamê/a dawî, dibe nemabûyî. Kurtebira EX ku navneteweyî ye, ji peyva extinct tê.

Gelek ajal berî hebûna mirovan li ser rûyê erdê nema bûne (mînak: dînezor). Lê di lîsteya Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê de tenê cureyên di dema nêzîk de nemabûne hene (Dodo, Gurê Tazmanyayê, Rûviyê Falklandê hwd.)

Bi giştî hinga endamê/a dawî yê/ya cureyekê mir, ew dem weke dema nemabûna cureyê tê qebûlkirin, lê hin caran endamên ku dikarin berdewamiya cureyê pêk bînin berî dema nemabûnê xilas dibin. Mînak, bi tenê cureyê nêr ê kûsiyên Girava Pîntayê maye. Lewma ev kîso nikare bi tenê berdewamiya cureya xwe pêk bîne. Hin caran mirov nizanin ka cureyek nemabûye yan na. (Mînak: Yûnisên Çînê yên Robaran ) Di rewşa wisa de ew cure weke bi bilindtirîn xetereya nemabûnê têne lîstekirin. Herwiha hin caran cureyên ku weke nemabûyî dihatin pejirandin, dibe ku were guhertin. Ji ber ku gengaz e, endamên wê cureyê werin dîtin. Mînak, takahe weke nemabûyî dihate pejirandin, lê piştre bi lêgerîneke berfireh hate dîtin ku ev ajal li Nû Zelendayê hê hene. Hinga rewşa wisa pêk hat, ew cure bi dabeşandina Lazarus tê lîstekirin. (dûmahîk…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 37

Ebdulrehman Qasimlo

Ebdulrehman Qasimlo (jdb. 22ê kanûna pêşîn a 1930an li Ûrmiyeyê – m. 13ê tîrmeha 1989an  li Viyanayê), siyasetmedar û rêberê Kurdistana Rojhilat bû. Qasimlo serokê PDK-Îran bû û li Viyanayê ji aliyê dewleta Îranê ve hate kuştin.

Ebdulrehman Qasimlo 22ê kanûna pêşîn sala 1930an li bajarê Ûrmiyê di malbateke dewlemend û navdar de ji dayik bû. Wî xwendina xwe ya serete û navendî li bajarê Ûrmiyê kir û pişt re ji bo dewamkirina xwendina xwe çû bajarê Tehranê. Ebdulrehman Qasimlo ji zarokatiyê de, bi hûrbîniyên xwe yên kûr, zû pê hesiya ku gelê wî di rewşeke kambax û dijwar de dijî. Herçend bavê wî Mihemed Axayê Wisuq yek ji dewlemend û feodalên herî mezin bû li herêma Ûrmiyê, wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê reş û rût cuda nedidît. Ew ji wan jî dûr neket û ji bona standina mafê wan heta canê xwe bexşî. Çalakiyên wî yên siyasî sala 1945an, dema ku hê 15 salî bû, bi pêkanîna (Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê) li bajarê Ûrmiyê dest pê kir.

Piştî ku Komara canemerga Kurdistanê (Mehabad, 1946) bi hevkariya hêzên biyanî û xiyaneta Yekitiya Sovyeta (Sovyetistana berê) têk çû, Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Pişt re ew bû endamê fêrmî yê Hizbî Demokratî Kurdistan. Bi vî rengî wî arman û riya xwe ya dûr û dirêj hilbijart. Di kar û xebata siyasî de dayika kurd Mîna Qazî jî gelek hevkariya wan dikir û bi hemû îmkanên xwe yên maddî û manewî hevkariya HDK-I û ciwanên kurd dikir.

Ebdulrehman Qasimlo di temenê 18 saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû welatê Fransayê. Piştî demekê ji wir çû Çekoslovakya û piştî ku li zanistgeha Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî - civakî de stand, sala 1952an di çaxê desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq de vegeriya Îranê. Li wir di xebata dijî emperyalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê de li rex hêzên opozîsyonên rijîma seltenetiya M. Reza Pehlewî cih girt. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû, lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xuyanî kirin ku Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatî ye. Yanî wî bi prensîp û terza xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kişand ser xwe. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 38

Tac Mehel

Hindistan (hindî: भारत गणराज्य Bhārat Gaṇarājya) welatek e li başûrê rojavayê Asyayê. Hindistan piştî Çînê, ji aliyê gelheya xwe ve duyem mezintirîn welatê cîhanê ye. Ew herwiha duyemîn welat e bi berfirehiya xwe ya zemînî ve. Li başûrê wê Okyanûsa Hindî, li başûr rojava Deryaya Erebî, li başûr rojhilat Kendava Bengalê, li bakur rojhilat Bûtan, Çîn û Nepal, li rojhilat Bangladeş û Myanmar hene, herwiha tixûbên wê li rojava bi Pakistan re hene.

Aboriya Hindistanê di cîhanê de (bêhtir...)

ArşîvGotara berê

Hefte: 39

Telpê stêrê

Stêr an stêrk ew e, ku ji hêza xwe wek goyekî ja gazê ronahî dide, di hundirê wê de reaksiyona atomî pêk tê û tîrêj jê peyda dibin. Bi gelemperî di hundirê wê de hîdrogen di bin pestan û zora reaksiyona atomî de dibe hêliyûm. Radeya germahî û ronahiya wan li gor mezinahiya wan e. Roja me jî stêrkek e û ji ber ku ji me ve pir nêzîk e, ji ber wê jî ewqas mezin û ronahî xuya dike. Ji bilî heyv û exteran, her çavkaniyeke ronahiyê li ezmanan stêrkeke rojîn e. Heya bi dûrbîn û têlêskopan jî mezin xuya nake, ji ber ku ew pir dûr in. Stêrka here ji me ve nêzîk piştî roja me, jêre Proxima Centawrî dibêjin. Ew ji me ve 270.000 car ji roja me dûrtir e (serinc: Roja me ji zemînê ve 149.600.000 km dûr e). Stêrk bi awakî giştî ji gazên hîdrogen û hêliyom û beşekî biçûk ji hin gazên din pêktên. Gaz ji hevdu direvin, lê belê bi hêza giranahiyê bi hev ve tên girtin. Bi vî awayî stêrk têkuz dimîne. Nava wê kana şiyanê (energiyê) ye: Di her bîstekê de bi milyonan ton ji hîdrogen vediguhêze û dibe hêliyom. Stêrkên mezin bi 100 carî ji roja me mestir in. Gava stêrk hên bêtir mezin be, hîngê nikare têkuz bimîne û dibe ku ji hev bişele. Ew stêrkên mezin ronahiya wan gelek xurt e û pir germ in. Ji lewre, rengê ronahiya wan şîn e. Stêrkên ku bi mezinahiya xwe mîna roja me ne, ji stêrkên navîn tên hejmartin û rengê ronahiya wan zer e. Stêrkên biçûktir rengê sorê dagerî didin. Stêrkên hên biçûktir, ku mezinahiya wan tenê 1/20 ji mezinahiya roja me, germahiya wan nizim e û nema dikarin rêksiyona atomî pêkbînin. Ji wan re biçûkên mor dibêjin. Piraniya stêrkan ne bitenê, lê belê bi cot yan jî bi kom pêktên. Ji lewre, şêweyên têvel yên stêrkan hene.(bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 40

Bendava Derbendîxanê

Bendava Derbendîxanê (bi soranî: بەنداوی دەربەندیخان‎, lat. Bendawî Derbendîxan), bendaveke çendmebestî ye ku li ser çemê Sîrwanê yê li parêzgeha Silêmaniyê hatiye çêkirin. Cureya wê bendava axî(axebendaw) ye û di navbera salên 1954-1961an de hatiye çêkirin. Mebesta bendavê avdanî, hilberandina wizeya hîdroelektrîkî û rekreasyon(betlane) e. Bendav û santrala wizeyê ya bi 249 MWî, ji ber nerind çêkirin û xemsarî, di nav salan de gelek car hatin veherandin. Rindkirina santralê di sala 2007an de dest pê kiriye û di sala 2013an de jî dawî lê hatiye.

Piştî sêwirandina bendavê ya ji aliyê Şirketa Endezyariyê Harza ya DYA'yî ve çêkirina bendavê di sala 1956an de dest pê kir. Deryaçeya bendavê(rezervuar) jî di sala 1961an de dest pê kir û di heman salî de çêkirina bendavê qediya. Piştî tijekirina rezervuarê, çend problem derketin holê. Di sala 1967an de hezazekê çêbû. Ev hezaz bû sedema xûziyeke nêzîkî 100 metreyî û ev çewtî her gav di bin veherandinê de ye.

Di navbera salên 1983-1985an de santrala wizeyê ya bendavê ji aliyê şirketên alman(Polensky & Zöllner) û Japon(Mitsui) ve hate veguhertin. Jeneratorên 83 MWî bi 2 jeneratorên bendavê yên bi 800 kWî re hate guhirandin. Piştî kemijîna bûyerên siyasî, ew di sala 1990an de kete navberê. Digel vê yekê, du jenerator xweş neşixûlîn û turbîn jî li dûçarî kavîtasyonan man. Ji ber şerê Îran û Iraqê, di sala 1988an de rêherk hatin rakirin û di navbera salên 1989 û 1990an de deriyên rêherkê yên nû hate sazkirin. Santrala wizeyê di sala 1990an de bi bombebarankirinê gelek xesar çêbû. Di sala 2007an de ji aliyê Banka cîhanê ve ji bo veherandina bendavên dûkan û derbendîxan, nêzîkî 40 milyon dolar hate şandin. Vehera Bendava Derbendîxan 18.85 milyon dolar girt û di sala 2013an de tewaw bû. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 41

Komstêra Oryonê

Oryon, an jî Termê Mezin komstêreke dikevê ser ekwatora ezmên û li tevahiya dinê xwiya dibe. Ew yek ji komstêrên herî zelal û balkêş a di ezmana şevê de ye. Navê wê ji navê nêçîrvanekî mîtolojiya yewnan, Orion, tê. Di komstêra Oryonê de Kemera Oryonê ya balkêş heye. Ew sê stêrên di rêzeke de, yên bi çar stêrkên li dor hemahema eynî dûrahiyê li dor rêz dibin û bi vî awayî bedena nêçîrvan pêktînin. Jêr kemerê re rêzeke sê stêrên biçûk ên şûrê nêçîrvan pêk tînin hene.

Oryon ji meha çiriya pêşîn heta meha sibatê bi şevan li ezmên, him li nîvkureya bakur, him jî li nîvkureya başûr, bi hêsanî dikare bê dîtin.

Di mehên gulan û hezîranê de Oryon bi roj li ezmên e û ne dîtbar e (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 42

Sûretê Java

Java zimanekî bernamekirinê ye ku di 25ê gulana sala 1995an de hatiye çêkirin. Bernameyên ku bi Javayê hatine nivîsandin dikarin li gelek deveran bê guhertin bişuxilin. Gelek tiştên di Javayê de ji C (zimanê bernamekirinê) hatine deqene însan karibin hêsanîtir wê bi'elimin. Java di dinyayê de zimanê bernamekirinê yê herî naskirî ye. Hedefeke Javayê hiştina şuxilandina bernameya di hemû sîsteman de ye, yanî divê bernameyeke Javayê di her sîstemê de bi eynî şiklî û xurt bişuxile. Şiklê ku ev pê çêdibe ew e; bê pêşî koda bernameyê tê xistin bytecode, ev şiklekî weke bernameyeke ku tenê programa Javayê dikare bixwêne ye. Dûvre jî programa Javayê ji bonî her sîstemê tê çêkirin, û program bytecodê dixwêne û dixe koda ji bonî wê kompûterê û dişuxilîne. (bêhtir…)

Nimûneya kodê
public class Program {
	public static void main(String[] args) {
		System.out.println("Merheba, dinya!");
	}
}


ArşîvGotara berê

Hefte: 43

Beirut

Beirut komek amerîkî ye ku bi eslê xwe projeya muzîka solo ya Zach Condonê Santa Feyî bû. Muzîka Beirut hêmanên indie-rock û muzîka cîhanî li hev tîne. Performansa pêşîn a komê di gulana 2006an de li New Yorkê pêk hat, ji bo piştgiriya albûma xwe ya pêşîn, Gulag Orkestar.

Condon navê komê ji paytexta Libnanê wergirtiye, ji ber dîroka bajêr a pevçûnê û çandên wê yên cuda. Beirut, konsera xwe ya yekem a li Lubnanê di sala 2014an de li Festîvala Navneteweyî Byblosê pêk anî.

Zach Condon di 13ê Sibata 1986an de, li Albuquerqueya New Mexicoyê hat dinê. Ew li Newport News, Virginia û Santa Feyê mezin bû. Condon di xortaniya xwe de bi komeke cazê re li borîjenê da û caz bandorek mezin li ser wî kir.

Condon beşdarî Xwendingeha Bilind a Santa Feyê bû, heya 17 saliya xwe tê de domand. Li saloneke sînemayê xebitî a ku fîlmên navnetewî dida temaşekirin û ev baldariya wî kişand li ser Fellini, stranên Sîcîlyayî û muzîka Balkanî.

Condon ji bo demek kurt beşdarî zanîngehê bû, berî ku di 17 saliya xwe de ligel birayê xwe yê mezin Ryan biçe Ewropayê. Lêgerîn û naskirina Condon a muzîka cîhanê dengê melodîk a Beirut pêş ve bir. Birayê biçûk a Zach, Ross Condon di koma Total Slacker a Brooklynî de lê da. (dûmahîk...)

ArşîvGotara berê

Hefte: 44

Dilê mirov

Dil ango dilê mirov, bi eslê xwe dişibe pompeyekê ku ji masûlkeyan pêk tê.

Ji boy berdewamiya jiyanê, divê xurek, hormon û oksîjen, bigihîje hemû şane û xaneyên laş. Madeyên paşmayî yên wekî karbona dîoksîd, ure, av, xwêy jî divê ji xaneyan bên dûrxistin. Ango ji boy bicihanina erka xwe divê xwîn li her aliyê laş de bigere. Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike, lê xwîn bi tena serê xwe nikare biherike, pêdivî bi pompeyek heye. Pompeya laş dil e. Dil pesta xwînê berz dike bi vî awayê xwîn di nav lûleyên xwînê de bi lez diherike û belavê laş dibe. Ji boy gera xwînê, hêza sereke ji dil peyda dibe. Pêwendiya peyvên wekî, kardiyolojî, kardiyolog, eloktrokardiyografî, perîkardiyum, miyokardiyum, bi dil ve heye. Di zimanê Yewnanî de ji boy tiştên bi dil ve tekîldarin peyva “kardia” tê bikaranîn. Kardiyolojî: Beşek ji zanista bijîşkî ye, lêgerînên kardiyolojiyê li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e.

Bijîşkên pisporiya wan li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e, wekî kardiyolog bi nav dibin.

Dil bi eslê xwe dişibe pompeyek, lê ev pompe ne ji hesin û plastîk, lê ji masûlkeyan pêk tê. Berevajiyê pompeyên mekanîk, dil pir dişixule û zûbizû xera nabe. Di rewşa asayî de dilê mirov di xulekek(deqe) de bi qasî 70 -75 car lê dide. Dilê mirov rojê 108000, salê ji 39 milyonê zêdetir lê dide. Di tevahiya jiyana 75 salî de dilê mirov 3.000.000.000 car lê dide. Bi her lêdanê, dil bi qasî 70mL xwîn pompe dike. Ango di xulekek de 5.25 lître, di rojek de 14 000 lître, di salê de 10 000 000 lître xwîn pompeyê lûleyên xwînê dike (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 45

Mîrgehên Kurd di 1885an de (navên nexşeyê bi îngilîzî ne)

Mîrektîya Botan yek ji mezintirîn Mîrên Kurd e ku di navbera salên 1338-1855 de Mîrîtî kirine û di nav axa Bakurê Kurdistanê de hatî ye nas kirin . Navçeya îdarî ku navçe Dih navçeyên Cizîr, Şirnex û Sêrtê digire navê wê herêmê Botan e . Kurdên Bûhtî , ku navê wî Mîrektîyê ne, di navbera parêzgeha Hekarî ya nûjen û Mûsilê de dijîn . Jî Bûhtî Kurdan, li ber çavên hin dîrokzanên ku bi eslê xwe Merwanî damezrînerê ji xanedana Kurdên Humeydî bi têkildarî dîbinîn. Di xebata xwe ya bi navê Şerefname ku ji hêla dîrokzanê Kurd Şerefxanê Bedlîsî ve ku di sedsala 16-an de jiyaye nivîsandiye; "Ew diyar dike ku Mîrektîya Botan navê xwe ji eşîra Bûhtî girtî ye, ku ew aşîr bi cesaret û şerê xwe tê zanîn". Lê Mîrektîya Botan tenê ne li ser eşîra Bûhtîya bû. Digel eşîra Bohtî, eşîretên Dumbılî, Nûkî, Mehmûdî, Şêx Taranî, Masakî, Raşkî, Pînkan, Dalam, Bîasturaî, Şîruyan, Dûdêran di nav êlên eşîrên Botan de bûn. Herêma Botan li 14 deveran hate dabeş kirin, ku her yek ji navenda xwe û qesra xwe ve girêdayî bû. Fermanên Botan, bi navê Mîrê Azîzan an Begîtîya Azîziye jî tête zanîn, dibe ku xwe li bingeha Xalid bin Welîd binasin da ku di serdemên xwe yên klasîk de ji eşîrên di nav herêmê de sererast bibin. Di heman demê de, sedemên fermanên Botanê ku bi navê Mîrê Azîzan têne zanîn ji ber navê Îzzeddînê Bûhtî, damezrênerê vê mîrîtî ye. Di dema Şerê Çardiran de di navbera hêzên Osmanî û Safewî di 1514 de, Mîrektîya Botan li tenişta Osmanî bû. Mîrektîya Botanê ji vê dîrokê heya niha hebûna xwe wekî banek hukumeta Împeratoriya Osmanî domand. Mîrektîya Botan, ku di heyama Bedirxan Beg de serdema herî geş bû, paşê 19. ss Reformên navendîparêz û siyasetên çewt ên ku di sedsala 18-an de di Împeratoriya Osmanî de pêk hatin, di 1855-an de jî di dema serhildana Bedirxan Beg de serhildana dijî ÎMîrektîya Osmanî di serdema Êzdînşêr Beg de hate qewirandin.

(bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 46

Pîza

Pêjgeha Ewropayê, yan bi gotineke din pêjgeha rojavayî, binavkirineke giştî ya ji bo xwarin û vexwarin, çand, teknîk, dab û nêrîtên pêjgeha parzemîna Ewropayê ye.

Sînorên Ewropayê û pêjgeha Ewropayê hevûdu nagirin, lewra ev binavkirin ji bo hêsankirinê ye, mirov nikare pêjgehan bi sînorên welatan ên fermî re bisînor bike. Bo mînak bakurê Amerîkayê jî bi giranî ji pêjgeha Ewropayê dixwe lê herçendî parçeyeke axa Tirkiyeyê di Ewropayê de ye, pêjgeha Tirkiyeyê gelek cuda ye. Herwiha ya Rûsyayê jî.

Bingeha xwarin vexwarinên ewropayî jî Asya ye. Pêjgeha Asyayê kevintirîn û dewlemendtirîn e. Gelek hevparî hene. Bi pêşketina teknîkên aşpêjiyê ve, fastfood, bikaranîna xurdemeniyên di fabrîkan de hatine hilberîn û hêsan, xwe didin pêş. Bi taybetî li Ewropa û bakurê Amerîkayê wisa ye (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 47

Trîton

Trîton, peyka herî mezin a gerstêrka Neptûnê ye. Di 10ê çiriya pêşîn a sala 1846an de ji aliyê stêrnasê îngilîz William Lassell ve hatiye vedîtin. Trîton, xwediyê rêgeke rikeber e. Yanî ew li gorî rêgeha gerstêrka ku pê re girêdayî ye, bi bereka vajî ve viz dibe. Eşkêla wê 2.700 km ye û di rojbendê de heftemîn peyka herî mezin e. Rûxara Trîtonê piranî ji nîtrojena qerisî, qeşaya avî, lajwerd û zinaran pêk hatiye. Pûxteya Trîtonê ji sedî 70yê girseya tevdeyiya wê pêk tîne. Trîton, xwediyê tîriyeke 2,061 g/cm³'î ye û nêzîkî %15-35ê wê ji qeşeya avî tê. Girseya wê jî 21.400.000.000.000.000.000.000 kg, yanî 21.400 katrilyon e.

Wiha tê ramandin ku trîton yek ji beşenên kembera Kuiper e û beriya milyon salan ketiye golka miqnatisî ya Neptûnê. Ew beşena herî sar a di rojbendê de ye. Germahiya rûxara trîtonê ji aliyê Voyager 2 ve wek -235 ° C (-391 ° F) hate tomarkirin. Herçiqas rûxara wê sar bibe jî ew ji hêla jeolojîkî ve karîger e. Car caran bûyerên wekî hejek, volkan û gayzeran diqewime. Holka miqnatisî ya bi xwe ya Trîtonê heye.

Sedema ramandina trîtonê ya wek beşena girtî, rêgeha wê ya bêhempa a di rojbendê de ye. Ew li gorî Neptûnê, di hêla vajî de doş dibe. Piraniya peykên Keywan û Ûranûsê jî wekî trîtonê beşena girtî ne. Lê van peykan, li gorî trîtonê pir biçûk in. Her wiha ku herî mezinê wan a bi navê Phoebe, li gorî girseyê, nêzîkî ji sedî 0.03yê trîtonê tê. Hem xwediyê rêgeheke rikeber(retrograd) e û hem jî têr baş berxwar e. Trîton wekî heyva me, bi tenê rûyekê xwe nîşan dide: bi girêdayî pêlgirtî ve li derdora Neptûnê doş dibe. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 48

Kurdistana Sor

Kurdên Azerbaycanê navê yek ji komên diyasporayên kurdên li Qefqasyayê ye.

Dîroknas dibêjin ku hebûna kurdên li Azerbaycanê digihêje heta 9emîn sedsalê. Li gorî vê yekê eşîrên kurd ên koçer di sedsala 9em de xwe li herêma di nava Qerebax û Zengezur de bi cih kirine. Di wê demê de 600 malbatên kurd di bin pêşgirtina Mihemmed Sefî Siltan de ji împeratoriya îranî koçî xanişîna Qerebaxê dikin. Herwiha, komeke din a kurd di sala 1885an de ji Împeratoriya Osmanî koçî heman herêmê kirine. Îhtîmal e ku ev kom bi awayeke fireh li herêmê belaw bûne (bi taybetî li Laçîn, Kelbajar û Qubadlî) û bi vî havî pirraniya kurdên ku îro li Azerbaycanê dijîn ji wan pêk tê.

Wek kurdên Xorasanê, kurdên Azerbaycanê jî misilmanên şiî ne. Ji ber ola hevpar a di nava gelê azerî û kurdên Azerbaycanê de û ji ber hin perçeyên wekhev ên hunerê gelheya kurd a li Azerbaycanê zû rastî asîmîlasyonê bûn. Lewra pirraniya wan di dawiya sedsala 19. de asîmîle bûn. Îstatîkên ji sala 1886an nîşan didin ku gelek kurdên li Cebrayil, Araş û Ciwanşêr zimanê azeriyê weke zimanê yekemîn/zikmakî bikaranîne. Piştî yekemîn jimariya gelheyê ya sovyeta sala 1926an, ji 37.200 kurdên Azerbaycanê tenê 3.100 (8%) bi kurdî axivîn (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 49

Şehriyar Cemşîdî

Şehriyar Cemşîdî (bi farisî: شهریار جمشیدی‎, bi soranî: شەهریار جەمشیدی‎) (z. 1971) lêder û bestekarê ribabê yê kurdê Îranê ye. Pêwendiya wî piranî li ser muzîka kurdî û Îranê ye .

Şehriyar di malbata kurdî de li Kirmanşanê ji dayîk bûye. Ji ber sînorkirinên Şoreşa Îranê ya 1978ê, nepêkan bû ku heta 17 saliya xwe muzîkê bixwîne. Berî ku li Zanîngeha Tehranê ya Hunerê bixwîne li bin çavdêriya Mehmûd Merati du sal waneyên muzîkê yên taybet xwendine. Di Tehranê de, wî ji mamosteyên cuda, mîna Ehmed Pejman, Houshang Kamkar, Ardeshir Kamkar û Taghi Binesh waneyên xwe xwendin û xebatên muzîkê berdewam kir. Herî wekî din wî li bin çavdêriya ribabjenê kurd ê navdar Mucteba Mîrzadeî jî xebitî.

Cemşîdî di nav 2000 de li Farabi Hallê bi Bahman Rajabi re -komên mîna Chakad Ensemble têde ne-, bi rêberiya Alireza Javaheri re xebitî. Wî di 2003 de Dilan Ensemble ava kir, di 2015an de li çend bajarên Îranî û welatên din performansa xwe pêşkeş kir, wekî Hall Roudaki Tehran, Festîvala Tirgan, High-Fest Festival li Êrîvanê, û di 2018an de li Zanîngeha McMasterê.

Weke ribabjenekî tenê, beşdarî "Konferansa Ewlekariya Navneteweyî ji bo Muzîka Jixweberî" bû, li Château-d'Œxê, Swîsreyê û Zanîngeha Wilfrid Laurier li Kanadayê; Konferansa Pêwendiyê ya Ontario, di sala 2018 de Konferansa 33em a Civaka Navneteweyî bo Perwerdehiya Muzîkê ya li Baku, Azerbaycanê. (dûmahîk...)

ArşîvGotara berê

Hefte: 50

Parçeyên hesin

Hesin (bi latînî: Ferrum) metaleke kîmyewî ye ku hejmara wê ya atomî 26 e. Sembola wê Fe ye. Hesin yek ji metalên koma lajwerdên derbasiyê ye. Hesin lajwerda herî pirr li cîhanê tê dîtin e. Herwiha di qafika erdê de lajwerda herî zêde ya çaremîn e. Ji ber ku di navenda erdê de wilqas gelek hesin heye, tê texmînkirin ku rola hesin li ser qada manyetîk a cîhanê gelek e.

Lajwerda hesin, ji cewherên hesin tê çêkirin û li xwezayê bi awayê elementî ne gelek e. Ji ber ku mirov hesinê lajwerdî bi dest bixe pêwîst e reaksiyonên lêvegerker (îng:reducer) di nava cewherên hesin de pêk werin. Hesin bi pirranî ji bo çêkirina, amêjena (îng:alloy) bi karbon ango polayê tê bikaranîn. (dûmahîk…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 51

hin amûrên giştî yên ku heta domahiya serdema bronzê hatine çêkirin.

Serdema bronzê an jî Serdema tûncê, navê demekê ye ku mirov ji amêjena bronzê amûr çêdikirin. Bronz bi asas awêteya pîl û sifirê ye. Kereseyên wekî kevir û darîn jî ji bo amûran dihatin bikaranîn belam bronz hem ji bo birîn û qesifandinê ji din çêtir bûn û dirûvdan (şekildan) jî hêsantir bû.Serdema bronzê li her cih bi heman demê de nebûn. Çunkî hawîş ji hev dûr bûn û di navbera wan de têkilî hê çênebû bûn. Serdema bronzê li rojavaya Ewropayê di navbera salên 2000 û 800 a beriya zayînê de dom kir. Belam serdema bronzê li Mezopotamyayê di beriya zayînê sala 3300an de dest pê kiri bû.

Bastannas, wiha difikirin ku mirov di serdema bronzê de ji berê tertîptir bûn. Çunkî çêkirina amûrên metal pir zor bû û hewcetî pê hin hunerwerî dibûn. Ev mirovên ku xwediyê van hunerweriyan bûn, ji mirovên din girîngtir dibûn. Ev amûrên metal ên nû hate firotin an jî standin û bi vî awayî bazirganî di navbera mirovan de hate kirin.

Piştî çêkirina amûrên hesin, dawî li serdema bronzê hat û serdema hesinê dest pê kir. Sedema destpêkirina serdema hesinê ev bû ku dîtina pîl ji dîtina hesinê zortir bû. Sedema din jî amûrên sifir pir nerm bû û sûdmend nebûn. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 52

Sûdana Başûr

Komara Sûdana Başûr, welatekî Afrîka ye û li baniya tejaneya çemê Nîlê dimîne. Li rojhilatê wê Etiyopya, li rojava Komara Afrîkaya Navend, li bakur Sûdan û li başûr jî Kongoya Demokratîk, Ûganda û Kenya heye. Paytext û bajarê wê yê herî mezin Cuba ye.

Ji ber sedemên pevçûnên etnîk û olî yên navxweyî biryar hate dayîn ku welatê Sûdanê bibe du beş. Lewma di sala 2005an de piştî şerê duyem ê naxweyî Başûrê Sûdanê bû herêmeke xweser. Piştî referanduma 11ê kanûna paşîn a 2011an biryara serxwebûnê hate dayîn. Herî dawî 9ê tîrmeha 2011an Sûdana Başûr bû welatê 193an ku endamê Neteweyên Yekbûyî ye (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

Hefte: 53

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi kurtasî DYA (bi îngilîzî: United States of America), welatekî li Amerîkaya Bakur e. DYA ji 50 dewletan pêk tê. 48 dewlet di navbera Kanada û Meksîkê de ne. Alaska li bakurê Kanadayê, Hawaî jî di Okyanûsa Mezin de dimîne.

Axa DYAyê ya îro berê di bin destê amerîkiyên resen de bû (ji wan re tê gotin çermesor lê ev ne rast e). Çermesorên vir ji gellek eşîran pêk dihat in, bi gellek zimanan diaxivîn û çandên wan cûrbecûr û ji hev cuda bûn. Îro pir zêde tişt ji çanda wan nemaye[çavkanî pêwîst e. Di sedsalên 16 û 17an de ewropî hêdî hêdî li vir bi cih bûn. Bi piranî îngilîz û frans (freng, fransiz) li bakur bi cih bûn û çandek pir cuda anîn vir. 13 koloniyên Brîtanyayê di 4 tîrmeha 1776an de li dijî Brîtanyaya Mezin serxwebûniya xwe îlan kirin. Di sala 1787an de jî DYAyê îlan kirin. Ev herdu tekstên îlankirinê bûye avakerê nasnama amerîkî. Di sedsala 20an de DYA bû hêzeke pir mezin a cîhanê. Bi taybetî jî piştî Şerê cîhanî yê duyem, ji aliyê leşkerî, aborî, polîtîk û çandî ve bû yek ji dewletên herî xurt ên cîhanê. DYA hetanî belavbûna Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst serkêşiya Şerê Sar ê li dijî Yekitiya Sovyetan dikir. Piştî belavbûna Sovyetan DYA bi serê xwe bû hêza herî mezin a leşkerî ya Cîhanê. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê