Wîkîpediya:Pêşniyar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Wîkîpedîya Kurdî di Sala yekemîn de

Silav û hirmetên min ji Wîkîpedîya Kurdî, birayê gelekî hêja Erdal Ronahî û ji hemû Xebatkarên Wîkîpedîya Kurdî re. Ez gelekî bi Wîkîpedîya Kurdî keyfxweş û dilxweş im, ku Wîkîpedîya bi zimanê Kûrdî duhî bi serfirazî di roja 06.01.2005 an de kete sala xwe ya yekemîn. Jibona vê yekê Wîkîpedîya Kurdî û kesên ev êxistîn vê Rêya taze ji dil û can pîroz dikim. Ez ji hemî Xwîşk, Bira, Heval, Hevalbend û Arîkaran re her serkeftin û Serfirazî dixwazim. Wîkîpedîya bi zimanê Kurdî li hewe hemîyan pîroz dikim. Wîkîpedîya Kurdî ji me Kurdan re tiştekî gelekî mihime, ji zimanê me re mihime. Zimanê me serfîrazî û hemî tiştê meye. Em bes bi zimanê xwe mirovin, herkes bi zimanê xwe insan e. Bê ziman tunebûna miletekê tête be çavan. Insanê nekare zimanê xwe biparêze, hundabûna wî jî heye. Heger em zimanê xwe biparêzin, em dikarin bêjin ev ji me re serkeftin, aşîtî û azadî ye. Gelekî sipasî hewe dikim. Silavên dilovanî Hejaro