Wîkîpediya:Soranî/Frawartiş
Ev gotar bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin. Ji bo malpera soranî, binêre: Wîkîpediya Kurdiya Soranî. Ji bo lîsteya gotarên bi soranî-latînî jî binêre Gotara bi soranî. |
Frevertîş an Frortîş paş Diyako deselatî Madî girte dest u bo mawey 22 sal le nêwan salanî 655 u 633 hukmî gêra.
Le katî hatine ser textî Frawartiş, hozî skayî ke tîreyekî şerxir u cengawer bûn le dewruberî golî urmêda dejiyan. parsekanîş le başûr dejiyan. Frawartiş herdem hewlî deda ke snûrgey împiratorîî mad berbilawtir bika, ewe bû hêrşî birde ser parsekan u melbendekeyanî xste jêr deselatî xoy u qelemrewî împiratorîî madî berîntir kird. Belam ew le xuliyaî eweda bû ke hêrşîş berête ser împiratorîî aşûr u kotayî be zolm u stemî asûriyekan bênê u gelê netewe ke naçar bûn bac u pîtak u serane be asûriyekan biden le jêrî ew bêdadiyeda rizgar bikat.
Supayekî giranî ko kirdewe u berew neynewa paytextî aşûuriyekan kewte rê. Hewal geyşte aşûriyekan, ewan le pêşewe berperçî madekaniyan dayewe. Skayiyekanîş ke le dewruberî deriyaçey urmêda dejiyan u hawpeymanî aşûriyekan bûn, supayekî giraniyan le piştewe xsterê bo hêrşbirdine ser madekan u piştîwanî le aşûriyekan. Maweyekî dûrudrêj gelê şerî qurs u giran lew nêweda kira. Madekan kewtbûne gemaroy skayiyekan u aşûriyekanewe.
Le yekê lew şeraneda le salî 633î pêş zayîn Frawartiş kujra u dewletî mad kz bû u skayiyekan ke heliyan be lebar dezanî kewtine dagîrkirtin u talankirdinî melbendî madekan. Ewan nzîkey 28 sal heteran u teteraniyan le wilatî madda dekird u kewtbûne kuştubirî madekan.
Çavkanî
[çavkaniyê biguhêre]| Şahên Medê | ||||
|---|---|---|---|---|
| Deyoses (Deioces), 700-647 berî zayînê | Frawartiş (Phraortes), 647-625 berî zayînê | Kiyaksar (Cyaxares), 624-585 berî zayînê | Asteyax (Astyges), 585-549 berî zayînê | |