Wan (parêzgeh)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Parêzgeha Wanê
Koda parêzgehê: 65
Nexşeya navçeyan
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Serbajar Wan
Walî Münir Karaloğlu
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2011)
 - Gelhê bajaran
 - Gelhê gundan
1.096.397 kes
1.096.397 kes
0 kes
Rûerd 19.069 km2
Berbelavî 53,62 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 12 navçe
Hejmara bajarokan 20 bajarok
Hejmara gundan 575 gund
Agahiyên din
Dem UTC+2
Koda telefonê (+90) 432

Wan (bi tirkî: Van) parêzgeheke Tirkiye ye. Serbajarrê parêzgehê Wan e. Wan di nav parelelên 37° 43´ û 39° 26´ bakur û merîdyenên 42° 40´ û 44° 30´ rojhilat de ye. Navenda bajêr nêzî 1726 mitroyan ji sewiyeya avê bilindtir e. Hidûdên bajêr li bakur bi Agiriyê ve, li rojava bi Bedlîsê ve, li başûr bi Colemêrgê ve û li rojhilat jî bi Mako ve tê girêdan.

Parêzgeha Wanê ji 13 navçeyan pêk tê. 12ê mijdara 2012ê de bajarê Wanê wek bajarê mezin hate nas kirin û navenda bajarê Wanê bi sê navçeyan hate parve kirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serdema Ûrartûyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelê Ûrartûyan berî zayînê di navbera sedsala 9ê û sedsala 6ê li derdora Keleha Wanê, li bajarê ku bi navê Tûşba dewleta xwe ava kiribûn.

Serdema Medan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serdema Merwaniyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serdema Osmaniyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wan li sala 1548ê ket bin kontrola dewleta Osmaniyan.

Serdema Tirkiyeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erdhêja Ebexê (1976)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erdhêja Wanê (23.10.2011)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Siyaset û Rêvebirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wan di serdema Urartuyiyan li berbiniya Keleha Wanê hatibû avakirin. Di serdema Osmaniyan de jî her li wir bû. Li wê derê sûr hebûn û di nava sûran de jî bajarê Wanê hebû. Navê vê derê ''Şahestan'' bû. Her wisa bi zêdebûna nifûsa herêmê xelk hêdî hêdî li derveyê sûran jî xanî û tax ava kiribûn. Jixwe ji derveyê sûran re digotin ''bîstan''. Ermeniyan jî digot ''aygestan''. Her wisa ji aliyê waliyê Osmanî kar û barên herêmê birêve diçû.

Parêzgeha Wanê li Tirkiyeyê wek bajarê mezin tê tesnîf kirin. Xwedî 13 navçeyan e. 3 navçe ji wan li navenda Wanê ne. 10 navçeyên din jî li derdora Wanê ne.

Parêzgeha Wanê ji du aliyan ve tê rêvebirin. Wan li aliyekî rêvebirina navendî ku ji Enqere tê tayîn kirin û li aliyekî din jî rêvebirina xwecihî ji xelkê deverê tê tayîn kirin ve tê rêvebirin. Her wisa Wan di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de jî xwedî 8 parlamenteran e ku ev parlamenter ji bo rêvebirin û xizmetgozariya miletê Wanê li Enqere dixebitin.

Rêvebirina Navendî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêvebirina navendî li Enqerê tê aşkera kirin û çend salan carekê Walîyek û hinek qeymeqam tên şandin. Her hikûmet li gorî berjewendiyên xwe tayînan dike. Ti tevlîbûna gel di vê tayînê de nîne. Rêvebirina navendî ji aliyê walî tê meşandin. Walî di îdareya parêzgehê de serê hemû karmendên dewletê ye. Ji ber wê di her pirsgirêkê de biryara walî pirr girîng e. Waliyên parêzgeha Wanê; [1]

1-Zülfü Bey (1923-1924)

2-Süleyman Sabri Bey(1924-1925)

3-Osman Nuri Paşa(1925-1926)

4-Nuri Bey (1926-1927)

5-Nurettin Bey

Rêvebirina Xwecihî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Siyaset li Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêkhateyên etnîkî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demografiya parêzgeha Wanê di serdema Împeratoriya Osmanî de ji Kurd û Ermenî'yan pêk dihat. Parêzgeha Wanê bi wextekê dirêj ji senceqên Hekarî û Wanê hatibû ava kirin lê car car ev herdu bajar jî dibûn senceqên Erziromê, car caran jî Wan dibû senceqa Hekarî'yê. Lê bi giştî Wan navenda parêzgeha Wanê bû û Hekarî jî senceqa Wanê bû. Bi dûçûna karmendê fransayî Vital Cuinet li sala 1890ê de gelheya Wanê 430 hezar kes bûn. 210 hezar kes ji wan kurd bûn, 92 hezar kes Nestorî, 80 hezar kes ermenî, 30 hezar û 500 kes tirk, 6 hezar Kildanî, 5 hezar û 400 kes Ezîdî û yên mayî jî çerkez, mitirb û latinî bûn. [2]

Piştî qelsbûna Împeratoriya Osmanî, wek her derê împeratoriyê li Wanê jî pevçûn û şerê navxweyî destpê kirin. Bi sedan salan netewên kurd, ermenî û gelên din bi awayekê aştiyane li herêmê dijîn. Lê piştî demek kin de ev herdu gelên herêmê bûn dijmnê hev. Li salên 1800ê ta 1914ê, dewletên Ewropayî bi hinceta gelên Nestorî û Ermenî ku her du gel jî Xiristiyanî bûn, ketin nava herêmê û bûn sedema xerabkirina gelên misliman û xrîstîyan. Li pêşiyê li herêma Hekarî ku senceqa Wanê bû têkiliyên kurd û nestoriyan xerab bûn û piştre jî li sala 1895ê li navenda Wanê li navbera kurd û ermenan de pêvçûn çêbûn. Di destpêka sala 1915ê de jî bi hevkarîya rûs û ermeniyan kurd ji deverê hatin dûrxistin. Di dawiye de jî li sala 1915ê ji aliyê hikûmeta tirk ve li dijî ermeniyan Zagona Tehcîrê hat derxistin. Bi vê qanûnê ermenî li sala 1918ê bi tevahî ji herêma Wanê hatin derxistin û sirgûn kirin.

Di serdema Şerê Cîhanî yê Yekem de nifûsa Wanê gelek kêm kir. Hem gelek kurd hatin kuştin û derxistin hem jî ermenî. Lê di dawiya şer de ji ber Şoreşa Îlonê li Rûsî, ermenî man tenê û gelek ji wan ermeniyan çûn Qefqasyayê. Ji aliyê dewleta Osmaniyan ve Heyder Beg wek walî hate tayîn kirin. Yekem karê Heyder Beg ew bû ku li Wanê nifûsê dîsa zêde bike ku ermenî nekevin herêmê. Piştî vê tayînê endazyariya nifûsê li herêmê detspê kir. Bi dûçûna Sinan Hakan, Kurhesinî yên li Wanê cara ewil li sala 1918ê bi pêşwazikirina Heyder Beg hatin Wanê. Her wiha li Qefqasyayê nifûseke zêde a kurdan hebû, piştî sirgûnkirina ermeniyan, kurd jî ji wir hatin sirgûn kirin. Eşîra Brukî (eşîr) yekem car li sala 1919ê ji Qefqazyayê hatin bo herêma Bazîd ê. Jixwe paşî jî ev eşîr bi taybetî li Wanê bicîh bû. Her wiha di heman demê eşîra Zîlan jî vê tarîxê hatin serhedê Kurdistanê [3]

Di serdemê şerê cîhanî de demografiya Wanê bi giştî hate guherandin. Neteweya ermeniyan ji herêmê hate jêbirin. Her wiha li Êrîvanê jî netewa kurd ji herêmê hate jêbirin. Li bakurê Wanê bi giştî eşîra Brukî hate bicîhkirin. Lê li başûrê Wanê jixwe nifûseke zêde a kurdan hebû. Eşîra ertoşî û pinyanişî xwedî nifûsek zêde bûn. Bi valabûna ermeniyan van eşîran ew cih tijî kirin. Her wisa di navbera Wan, Hekarî û Bedlîsê de jî veguherînin herêmî çêbûn.

Hêjayî gotinê ye ku di serdema Şerê Cîhanî yê Yekem de polîtikayên demografiyê yên Osmaniyan li ser milsimantiyê bû. Lê piştî Osmanî têk çû, ev poltîka veguherin Tirkkirinê. Li sala 1922yê de generalê tirk Kazım Karabekir di raporeke xwe de dibêje; ''Min ji bo derdora Behra Wanê teklîfek dabû ku divê li dijî tehdîda kurd û ermeniyan ji Rûsî penaberên tirk bên anîn. Ji hikûmetê bersiveke erênî ji min re hat.''[4] Êdî ji bo dewleta tirk, tirkkirina herêmê armanca yekem bû. Jixwe ew axa ermeniyan ku ketiye destê kurdan ji tirkan wek tehdîdek nû hate têgihîn. Piştî Serhildana Şêx Seîdê Pîranî jî ew yek li ber çavên rewşenbîrên tirkan zelal bû ku bêyî tirkkirina herêmê aştî nakeve herêmê. Ji ber van sedeman hêdî hêdî li herêmê nifûsa tirkan hate zêde kirin. Cara ewil li sala 1932yê ji herêmên Deryaya Reş tirk anîn navenda Wanê. Her wisa li sala 1965ê jî ji Trebzonê tirk anîn du gundên bi navê Emek û Donerdere li Qerqelî yê. Dîsa li 1982yê de ji aliyê dewleta tirkan ve 1150 tirkên kırgız yên ji Asyaya Navendî li gundê Ulupamir ku girêdayî Erdîş ê hatin bicih kirin. Her wisa gelek projeyên din jî yên dewletê hebûn ku tirkan li Wanê bicîh bikin lêbelê nehatin sepandin.

Pêkhateyên dînî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li parêzgeha Wanê bi giştî xelk baweriya xwe bi dînê Îslamê tîne. Wek mezheb jî Şafiî ne. Her wiha gelek cemeet û terîqet jî li herêmê hene.

Hêjayî gotinê ye ku 3 dêrên ermeniyan jî hene ku bi awayekê aktîf dixebitin. Lê li ser nûfusa wan hêj lêkolînek nehatiye kirin.

Eşîrên Herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

*Brukî (eşîr) : Ev eşîr li salên 1600ê ji Diyarbekir belavî herêmê bûne; hinek ji wan çûne Qefqasyayê, hinek jî çûne herêmên Xoy û Makû. Bi vî awayî bûne du bask. Bi destpêka Şerê Cîhanî yê Yekem jî bi alikariya dewleta Osmaniyan koçî herêma Wanê kirine. Bi vî awayî her du bask dîsa gehiştine hev. Niha li Wanê, Erziromê, Mûşê, Agiriyê, Bedlîsê hwd.. jimareke zêde ya Brûkiyan heye.

*Kurhesinî: Ev eşîr li sala 1919ê ji Îranê bi alîkariya Osmaniyan anîn Wanê. Bi giştî li Îranê dijîn. Ji bo binyata vê eşîrê gengeşî hêj jî dewam dikin. Ji ber ku çand û civaka vê eşîrê hem dişibe kurdan hem jî dişibe azeriyan. Bi dûçûna belgeyên fermî Kurhesinîyên li navenda Wanê dijîn bi azerîkî diaxivin. Kurhesiniyên li Qerqelî û Mehmûdî dijîn kurdî û azerîkî, kurhesiniyên nêzî hidûdê Îranê jî bi kurdî diaxivin. Her wisa hemû bi giştî ji mezheba Şafîî ne [5].

*Celalî (eşîr):

*Ertoşî

*Merzikî:

*Şemsîkan

*Pinyanişî

*Eşîrên Millî

*Heyderî (eşîr)

*Şikak

Nifûs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevayiya nifûsa herêmê (tevî gundan) 1.022.532 e.

Demografiya parêzgeha Wanê
(li gorî tüik)
Parêzgeha Wanê
Navçe Gelhe
2011
Gelhê serbajar
2011
Gelhê bajarok/gund
2011
Rûerd Berbelavî 2000-2011
zêdebûni
Bazîdaxa 67.367 15.198 52.169 1.742 km2 36,86 +19,27%
Bêgirî 51.460 14.267 37.193 1.100 km2 46,78 -5,91%
Elbak 64.216 13.855 50.361 2.599 km2 24,71 +15,57%
Erdîş 159.450 76.463 82.987 2.115 km2 75,39 +8,16%
Ertemêtan 24.677 12.629 12.048 270 km2 91,40 +37,06%
Mehmûdî 23.378 3.783 19.595 958 km2 24,40 +8,34%
Miks 17.491 3.287 14.204 576 km2 30,37 +4,14%
Payizava 39.645 5.352 34.293 4.118 km2 9,63 +6,50%
Qerqelî 75.324 11.476 63.848 1.392 km2 54,11 +25,77%
Şax 24.398 6.630 17.768 2.173 km2 11,23 +2,44%
Wan (navend) 445.915 353.419 92.496 1.938 km2 230,10 +56,76%
Westan 29.211 10.366 18.845 727 km2 25,92 -1,17%
Kom 1.022.532 526.725 495.807 19.069 km2 53,62 16,52%


Çand û huner.[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwarin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Taştêya Wanê

Li Wanê gelek xwarigehên ku xwarinên pir xwedî çêj û xwedî tamên pir cihê û bi lezet tên çêkirin hene. Her wiha eywanên ku taştêyên cur bi cur çêdikin jî pir in. Xwarinên Wanê bala mirovên biyanî gelek dikişînin ser xwe. Gelek deverên bajêr, ku wekî eywanên taştêdayînê hene, xwarinên xwezayî didin û bala mirovî dikişînin ser xwe.Xwarinên mîna to, hingivîn, nîvşk û penîrê bigiya û hwd. pir hene. Piraniya xwarinên Wanê xwezayî ne.

Turîstên ku têne bajarê Wanê,xwarinên Wanê yên kevin yên mîna qeylesêl, sengeser, dewîn, kiftên kurdan, şîle, keledoş[6] û masiyên tenûrê, bala wan dikişînine li ser xwe.

Dengbêjî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew kesên ku serpêhati, çîrokên evînî, serhildan û bûyerên dîrokî bi tenê dengê xwe ve bi kar tîne dengbêj e. Dengbêj bi dengê xwe ve “kilaman” bi kar tînin. Dengbêj gund bi gund bajar bi bajar bi sedsalan geriyane û çîrok vegotine. Bi van gotinên xwe re ji bo zindî mayîna zargotina kurdî xizmeteke bêhempa kirine. Di wanê de hê jî mala dengbêjan heye û xebatê dike.

Folklor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lehîstokên Wanê bi hereket û rîtmîk in. Îro bi qasî 30 lehîstok tên lîstin. Lehîstokên Wanê yên bi dahol û zirneyê bi nav û deng ev in: Dîngo, temîr, toycûn, narê, kirsê, hoycan, hirhir, nûrê, şevqo, meyrokê, sêpê û lorkê lehîstokên din yên xweş jî bi coşeke mezin ve tên lîstin.

Cilên Mêran : Şal û şepik e. Her wiha piştinî û xençerê didine pişta xwe û egal jî didine serê xwe. Cilên jinan; fistan û kiras e. Her wiha êlekên morîkirî li xwe dikin û kofî girêdidin serê xwe.

Hunerên destan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berrikên Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wanê hunerdestên jîndar ên herî navdar berik in. Li herêma Wanê berikên ku tên raçandin û vehûnandin spehiyatahî û bedewîtiya li ser berikan û peyamên ku berikên Wanê didin pir watedar in. Mirovên ku xwendin û nivîsandina wan neyî ku nikarin xwe bînin ziman, ew bi motîfan hest û hezkirinên xwe, evîn û xemgîniyên xwe, hêvî û daxwazên xwe li ser berikan bi nexişan tînin ziman. Her motîfên ku li ser berikan hatine nexişandin, peyamên watedar nîşanê mirovî didin. Her berikek mîna pirtûkekê peyamên dîrorkî ên wan demên kevin bi xwe re anîne roja me ya îroyên. Di her berikekê de bedewiyek û hestdariyek heye. Danûstandinên Waniyan ên bazirganî herî pir, kirîn û firotina berikan e. Li Wanê bi sedan sal e ku zîv jî cihekî girîng digire. Bazirganiya zîv bêrawestan hêjî li Wanê berderwam e. Ji ber vê sedemê ji zîv tiştên mîna guhar, xezêm, gustîl, xemilandinên li ser êlekên mêran, qutiyên tutinê, bazinkên stur û zirav ên destê jinan, bazikên cixare kişandinê û hwd. Ji Wanê cur bi cur zîvên nexişkirî ji bo bazirganiyê dibin bajar û welatên din jî.

Ji ber ku mirovên herêmê sewalvaniyê ve mijûl bûne, bandoreke dorfireh bi kar anîna amûrên raqandinê hatiye kirin. Mirovan bi armanca pêdiviyên xwe, berikên ku raçandine di malên xwe de merşik, mînder, balîf, xurcik, cuhal, dergûş, tûrên erzaq û hwd. bi kar anîne. Deziyên ku ji bo çêkirina stûkal hatiye bi kar anîn tevahî rîs e. Di raçandinê de boyaxên xwezayî û deziyên bi teşiyê ve hatiye badan hatiye bikarînan. Rengên hatine bikaranîn, lacîwerd, bordo, qehwehî û xwezayî û spiyê Wanê ye.

Berikên Wan û herêma Wanê ku têne raçandin li gel estetîka delaliyê peyamên girîng jî dide. Mirovan bi motîfan hest, daxwaz, xemgînî, hezkirin û evînên xwe yên ku nehatine vegotin jî nexşandine.

Mirov li rastî bordûrên yek rêz û du rêz jî tê. Çend motîfên ku hatine bîkaranîn ev in: Piyêgur, dûvpişk, heste, çûk, benbêdeng, şaxberan, çavken, destlienewq, serberanî ne. Berikên ku herî zêde tên çêkirin; Gulsarya, nehreng, xalidbeg, şaxnêrî û lûleper in.

Gore honandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gore honandin yek ji karên sereke ye. Gelemperî ji bo têrî pêdiviyan tê çêkirin û di nava hunerên destkariyê de herî zêde tê hilberandin. Goreyên me bi temamiya wan hirîne û bi 5 şîşan ve tên honandin. Ev goreyên bi motîfên rengîn ve tên nexşandin her wiha îfadeyeke hestekî ye. Her çend gundan ev kar ji bo têrî pêdiviyan tê çêkirin jî, ev amûreke mirovên me yên nikarin hest û ramenên xwe îfade bikin bû. Rengên goreyan jî tiştên din îfade dikin.

Hunera Seramîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Daringa sereke ya hilberina seramîkê ax e. Hilberîna seramîkê di erdnîgariya Anatoliyê de 8000 salan berî niha dest pêkiriye û di nava pêvajoyê de pêş ve çûye û xezîneyeke çandê pêk aniye. Nimûneyên herî xweşik ên hunera seramîkê di Wana ku yek ji parçeya Anadoliyê ye de hatiye dîtin. Dibe ku em destpêka hunera seramîkê ya li Wanê bigihînin Hûriyên ku li vir jiyane. Hûriyan bi aliyi seramiki ve nimûneyên pir xweşik pêk anîne. Pê heriya biav û spî ve dererûyên cêran rûkirine û fonek reş li ser kirine. Ev fon ji şêweyên geometrîkî û nemûşên lawiran jî çêkirine. Heta beriya demek kin de jî di gund Bardaxçiyê de kargehên qewaqan de qewaq hatin çêkirin. Hê jî di kargeha şaredariya Wanê de hilberîna tiştên diyariyê tên çêkirin.

Zîvkarî û sewat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wanê ji hûnerdestên zîvkarî, beşeke girîg pêk tîne. Ji ber vê zînet bi piranî zîv in. Jinên li ser kirasên xwe Hebên zêr ku li gerdena xwe ve dikin, ewladiye ne ? Ev zînetên gilover yên zêrîn ên wekîgogê, gava kur dizewice bi bûkê ve dikin û ev kevneşopî wisa berdewam dike. Kemberên zîv ên nexşebendiya bi sewat jî zînetên ewladiye yên hêja ne. Ev zînetekê wisa ye ku hemû malbatên dewlemend bi bûkên xwe ve dikin. Gerdanî, bazinên zirav û stûr, gustil, guhar û girêdekên por zîv in. Ji bilî hebên zêr ên kevin, mirov rastî zînetên din nayê.

Kapok li ser êlek ên mêran, tebeqayên tûtinê, darcixare û gûstîlên wan jî ji zîvî ne. Tabaqayên rojane mezin û stûr in, yên rojên taybet tên bikaranîn jî, hinek biçûktir, zirav û nexşandî ne.

Sewat; daringa wê ya bingehîn li ser mineya bi zîv e û ev jî bi teknîkeke nexşîn li ser lewheyayeke zîvîn ku pêşiyê hatiye amadekirin û bi nicikandinê pêk tê. Di van salên dawî de, bi vekirina atolyeyan zîvkarî pêşketiye. Zînetên zîv ên ku Wanê tên çêkirin ji bajarên curbicur û welatên biyanî re jî tên şandin

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wan di nav parelelên 37° 43´ û 39° 26´ bakur û merîdyenên 42° 40´ û 44° 30´ rojhilat de ye. Navenda bajêr nêzî 1726 mitroyan ji sewiyeya avê bilindtir e. Hidûdên bajêr li bakur bi Agiriyê ve, li rojava bi Bedlîsê ve, li başûr bi Colemêrgê ve û li rojhilat jî bi Mako ve tê girêdan.

Pivana erdê wî 19.069 km² ye. Ji wî erdî % 53,4 wî ji çiyan, % 13,7 ji deştan û % 32,9 jî ji platoyan pêk tê.

Çiyayên Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bilindahiya erdê herêmê nakeve bin 1.500 m'yî. Bajar bi çiyayên volkanîk hatiye dorpêçkirin. Çiyayê bilindtirîn Îspîriz e (3.668 m), Tendûrek (3.542 m), Pîraşît (3.200 m), Şevlî (2.900 m), Norkuh (2.800 m), Başêtê Mihenda, Artos û Sîpanê Xelatê (4.058 m).

Wan bi çiyayên derdora xwe Artos, Piraşît û bi Çiyayê Reş ve derfetê trek-kîng û çiyahilkêşiyê pêşkêşî dildayê werzîşa xwezayê dike.

Deşt, zozan û gelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zozanên herêmê di navbera çiyayan de bicihbûne. Bilindbûna wan digihîjin heta 2.450 m yî.

Çem û gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemê Bendêmahî ji çiyayê Tendurek dertê. Çemê herî mezin yê herêmê ye. Diherêke gola Wanê. Çemê Xoşabê, Mamedik û Çemê Zîlan jî çemên din yê herêmê ne.

Germava Hasan Evdal, ku 30 km’yan ji dûrî Ercîşê ye, ji bo nexweşî û geştiyarên tendurustiyê hêjayi dîtinê ye.

Gola Wanê an jî Behra Wanê, gola herî mezin ya Kurdistanê ye (3.713 km²). Golê din yê herêmê Erçek, Qazgol, Sorgol, Siphan, Keşîş û Xidirmenteş in.

Navçeya Miksê ya Wanê, ji bo ku bibe navenda raftîngê rojbiroj pêş dikeve. Dildayên raftîngê yên ku ji çar aliyên dinê tên vê derê, di nav avên har û dijwar de kêf dikin.

Şeqên erdhêjê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cihên Geryanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kelheyên Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji kelheyên li Wanê xuya dike ku dîroka vê bajarê gelek kûr e. Kela herî nas a parezgehê bêguman Kelheya Wanê ye. Herwiha, Kela Xoşabê, Kela Aspeşînê, Kela Ayanisê, Kelax, Kela Zernekê û Kelheyên Anzafa Jor û Jêr bermahiyên bêhempa yên Wanê ne.

Coka Menua[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Coka Menua
Nivîstekeke Menua (mînakek)

Coka Menua an jî Coka Semîramîs-Şamranê, 50 km ji başurê deşta Payizava ku ava zelal tîne deşta Wanê, paytexta ûrartûyî jî ku li wê derê ye û xakên ku têre derbas dibe jî zîndewar dike. Li derdora cokê baxçeyên hilawîstî ku Key Menua (810-786'an berî zayînê) ji bo hevsera xwe Tariria, di hêla Kadembastiya îro, bi awayekî banoke çêkiriye, hêmanî baxçeyên hilawîstî yên keybanûya asur Semîramîs ku ji heft bedewiyên cîhanê yek jî ew tê hesibandin dîtiye û bi awayekî efsanewî hatiye jiyandin.

Taybetiyeke din a coka Menua ev e ku, li ser dîwarên piştevan û cihên nêzî coke bi giştî panzdeh nîvîstekên avahî yên bi bizmar hatine bicihkirin.

Dêrên Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wanê gelek dêrên dîrokî hene, wek

Dêra Axtamarê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Axtamar
Dîmenek ji dêra Axtamarê

Girava Axtirmanê 47 km’yan dûrî Wanê û 7 km’yan jî dûrî navçeya Westanê ye. Dêr 4 km dûrî bejayiyê ye. Mirov bi keştiyên motorî bi 20 deqîqeyan xwe digihîne giravê. Dêra Girava Axtirmanê di salên 915 û 921'an ên piştî zayînê de ji aliyê avahîsaz û keşîş Manuel ve di dema key Gagîkê yekem de hatiye avakirin.

Navenda dêrê bi qubekî û xaç jî bi şêweya keta çar belgî hatiye çêkirin. Bilindahiya qubeyê jî ji erdî 20,40 metro ye. Li der dora dêrê kevirên pirpişandî û mijarên olî û rojane yên ku ji Tewrat û Încîlê hatî wergirtin û sehneyên nêçîrvaniyê hene.

Avahiyên li dêrê di sala 1113'an de bûne keşîşxane û heta salên 1895'an de jî ev der di herême de bûye navenda patrîkxaneya ermeniyan. Di dawiya sedsala 13'an de şapek li aliyê rojhilatê dêrê di sala 1296'an de jî şapela (kapela) aliyê rojavayê başûr hatiye çêkirin. Têketina dêrê û Birca Çanê di destpêka sedsala 19'an de jamatun jî di sala 1763'an de hatiye çêkirin.

Çîroka navê Axtamar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keçikeke xweşik a bi navê Tamara ya keşeyekî hebûye. Dilê Tamarayê dikeve şivanekî li qerexa golê dijî. Şivan û Tamara hin rojên hefteyê tên li cem hev û bi hev re diaxivin. Xort her carê bi alîkariya ronahiya ku Tamarayê nîşan dida dihate cem Tamarayê. Xort her carê vê ronahiyê dişopîne û derdikeve giravê. Rojekî bi awayekî bavê Tamarayê li vê têkiliyê dihese. Bavê Tamarayê bi pêkutiyan ji Tamarayê her tiştî hîn dibe û Tamarayê di odeyekî de heps dike. Piştre jî hatina xort raçev dike. Dema xort tê bavê Tamarayê ronahiyê vêdixe û ew xort jî ber bi ronahiyê melevaniyê dike. Lê belê bavê Tamarayê her tim cihê ronahiyê diguhure û li cihekî sabit namîne. Di dawiyê de bavê Tamarayê ronahiyê li cihekî datîne û xort jî ber bi ronahiyê ve melevaniyê dike. Lê belê ji ber westa xwe ji hal dikeve û di vê navberê de bavê Tamarayê bi ber û daran êrişî xort dike. Her çiqas xort dixwaze jî nikare paşve bireve û li wir noqê binê avê dibe. Xort di nefesa xwe ya dawî de dibêje Ax… Tamara û bi nalenal noqê binê avê dibe. Ev çîrok jî ji wê rojê heta roja îro tê vegotin.

Kumbetên Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kumbetên Wanê jî bi nav û deng in, wek kumbeta Zortûl a Ercîşê, kumbeta Xatûn Paşayê Qadem a Erdîşê, kumbeta Silêman Beg a Xoşabê û kumbetên Gundê Qubika li Bazîdaxayê.

Pirên Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sûlava Bargiriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vê sûlavê di nav navçeyên Wanê de cihekî girîng daye navçeya Bargiriyê. Li ser ava ku ji Çiyayê Tendûrekê derdikeve û Bendava Mahî ye. Sûlav 10 km’yan ji navçeyê dûr e. Ava ku ji newal diherike ev sûlav pêk aniye.

Li ser Sûlava Bargiriyê pireya hilawîstok heye û vê pirê di gel hêşinahî û xweşiyên xwezayî ev der kiriye cihekî jênager.

Sûlava Kanîspiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev sûlav di nav sînorê Şaxê de ye û 75 km’yan ji Wanê û 5 km’yan jî dûrî Şaxê ye. Ji zinarên ku bi qasî 100 m.’yan bilind diherike û heta rêya bejayî tê. Ava sûlavê ji meha Gulên dertê heta meha Êlûnê diherike. Ev sûlav hêjayî dîtinê ye.

Navenda Kaşê ya Westanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navçeyên Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navçeyên Wanê
Nav Navên din Gund Bajar/Bajarok Nahiye
Ebex Ebex 64 1 1
Bêgirî 38 2 1
Elbak 63 1 2
Erdîş 85 3 3
Ertemêtan 12 2 1
Mehmûdî 23 1 1
Miks 16 1 1
Payizava 72 1 4
Qerqelî 53 2 2
Şax 27 1 2
Wan (navend) 91 3 3
Westan 30 2 1
Kom 574 20 22


Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Nüfus, Etnisite, Tarih ve Toplum; Dünyada Van - Ercan Çağlayan

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Görev Yapmış Valiler". Van Valiliği. 17 nîsan 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 nîsan 2024. Roja gihiştinê 17 nîsan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ Çağlayan, Ercan (11.04.2024). Nüfus, Etnisite, Tarih ve Toplum;Dünyada Van [Nifûs, Etnîsîte, Dîrok û Civak; Di Dinyayê de Wan] (bi tirkî) (Çapa 1). Stenbol: Weşanên İletişim. r. 53. {{cite book}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= û |sal= / |tarîx= li hev nayê (alîkarî)
  3. ^ Çağlayan, Ercan (11.04.2024). Nüfus, Etnisite, Tarih ve Toplum;Dünyada Van [Nifûs, Etnîsîte, Dîrok û Civak; Di Dinyayê de Wan] (bi tirkî) (Çapa 1). Stenbol: Weşanên İletişim (roja weşandinê 2019). rr. 81–82. {{cite book}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= û |sal= / |tarîx= li hev nayê (alîkarî)
  4. ^ Çağlayan, Ercan (11.04.2024). Nüfus, Etnisite, Tarih ve Toplum;Dünyada Van [Nifûs, Etnîsîte, Dîrok û Civak; Di Dinyayê de Wan] (bi tirkî) (Çapa 1). Stenbol: Weşanên İletişim. r. 91. {{cite book}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= û |sal= / |tarîx= li hev nayê (alîkarî)
  5. ^ Çağlayan, Ercan (11.04.2024). Nüfus, Etnisite, Tarih ve Toplum;Dünyada Van [Nifûs, Etnîsîte, Dîrok û Civak; Di Dinyayê de Wan] (bi tirkî) (Çapa 1). Stenbol: Weşanên İletişim. r. 111. {{cite book}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= û |sal= / |tarîx= li hev nayê (alîkarî)
  6. ^ http://www.bayanlar.biz/resimler/Keledos-Yemegi-Tarifi.jpg. {{cite news}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî); Parametreya nenas |Dîrok= tê tine hesibandin (|dîrok= tê pêşniyazkirin) (alîkarî)[girêdan daimî miriye]
  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).
  • Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.