Wilhelm Röntgen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Wilhelm Conrad Röntgen hat beralîkirin)
Wilhelm Conrad Röntgen

Wilhelm Conrad Röntgen (jdb. 27ê adara 1845an li Lennep, îro taxeke bajarê Remscheid; m. 10ê sibata 1923an li München) fîzîknas û kaşîfekî Alman bû.

Wî bo cara pêşîn bandora pêlên radyoaktîv ên nediyar pêderxistiye û pêleke bi nameyê wî tê binavkirin xistiye xizmeta bijîşkiyê. Pêla ku bi navê wî tê binavkirin ji wî re di sala 1901î de Xelata Nobel a fîzîkê tîne. Îro li seranser cîhanê di pişkîna nexweşan de Röntgen tê bikaranîn.

Bi xwe perwerdeya endazyariya makîneyan dîtiye. Wî xwandina xwe ya bilind li ser fîzîkê kiriye û di sala 1900î de wekî profesorê fîzîkê li zanîngeha Müchenê dest bi kar kiriye. Li ser angaştên wî piştî mirina wî makîneya ku tîrêjên Röntgen dineqşîne ser du-dîmeniyê tê çêkirin û bikaranîn.