William Shockley

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
William Shockley

William Bradford Shockley (jdb. 13ê sibata 1910an li London; m. 12ê tebaxa 1989an  li Stanford) fîzîknasekî DYAyî ye. Di sala 1956î de Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Shockley, bi tevî John Bardeen û Walter Houser Brattain keşfa transîstorê kiriye. Li zanîngeha Stanford dersdarî kiriye. Lêkolîn, keşf û xebatên wê di warê teknîka elektronîkê de riya pêşketinan vekiriye. Sala 1963î bûye profesor. Sala 1951î dibe yek ji şêwirmendên bipêşxistina çekan ên artêşa Amerîkayê. Herwiha sala 1962î de dibe şêwirmendê serokatiya welêt.

Wî li ser çekan, fîzîka parçeyan, fotoelektron, zîvklorîd, fîzîka transîstoran, angaştên vakûmê hwd lêkolîn û xebat kiriye.

Ceribandineke Schokley a neyînî û rexne[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Herçendî ew ne pisporê fîzyolojîyê bû, li ser wê di sala 1963î de hin tişt got û weşand. Di wan de behsa nîjadên baş û nebaş dikir. Digot mirov bikaribe nîjadên "qels, nizm û nebaş" ji holê rake. Wî behsa xetereyên dahatûya gelheya DYAyê jî dikir û digot, ew ê rojekê were mirovên çermereş zêdebin. Gotinên wî wê demê gelek deng vedide û ew bi nîjadperestiyê tê rexnekirin. Gorî hinekan diviyabû Xelata Nobel ji wî bihatiba stendin ku ew li dijî mirovahiyê ye û xebat li ser çekên ku ziyanê didin genetîkê kiriye.

Xelat û paye[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • Medal for Merit, 1946
  • Morris Leibmann Memorial Prize, Institute of Radio Engineers, 1952
  • Oliver E. Buckley Solid State Physics Prize, American Physical Society, 1953
  • Cyrus B. Comstock Award, National Academy of Sciences, 1954
  • Xelata Nobel a fîzîkê, 1956
  • Holley Medal, the American Society of Mechanical Engineers 1963