Ûrmiye

(Ji Wirmê hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Ûrmiye (cudakirin) binêre.
Ûrmiye
ارومیه
Ûrmiye li ser nexşeya Îran nîşan dide
Ûrmiye
Ûrmiye
Ûrmiye (Îran)
Kargêrî
Welat Rojhilatê Kurdistanê
Dûgel  Îran
Parêzgeh Ûrmiye
Navçe Ûrmiye
Nahiye Navend
Demografî
Navê nîştecihan ûrmiyeyî
Gelhe 963.738 (2011)
Erdnîgarî
Bilindayî 1.355
Koordînat 37°32′58″Bk 45°04′11″Rh / 37.54944°Bk 45.06972°Rh / 37.54944; 45.06972
Wêne
Wêne ya Ûrmiyeyê ji esmanê
Kitêbxaneya Zanîngeha Ûrmiyeyê

Ûrmiye[1], Wirmê[2] an Urmê[3] (bi farisî: اورمیه‎), bajarê herî mezin ê parêzgeha Azerbaycana Rojava ye ku yek ji parêzgehên Rojhilata Kurdistanê ye ku piştî sedsala 9an a berê zayînê bajarek Ûrartûyan û bajarek Manan bû di sedsala 8an a berê zayînê de jî yek bajarên Împaratoriya Medan bû. Nifûsa bajarê Ûrmiyê li derdora 970.000 ye. Xelkê Ûrmiyê bi zimanê kurdî kurmancî û bi zimanê tirkiya azerbaycanê diaxivin. Bajar ji çend herêmên cuda ên kurdnişîn û azernişîn pêk tê.

Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta niha gelek niqaş li ser vî navî hatine kirin. Hraç Martirosiyan (Hrach Martirosyan) di kitêba xwe bi navê Studies in Armenian Etymology di rûpela 681 de dibêje Ormî di zimanê Ermenî de wate divarê derûdora bajêr. Paşê dibêje ormi digel ὅρμος / hormos a Yewnanî bi wateya liman ya iskile, yek kok heye ku erdnîgarê jî vê peyt dike.

Ûrmiyê dîrokekî pir kevin heye. Pêşniyarê dîn ji bo koka navê Ûrmiyê ev in: Pourdavoud, Ûr- (bajerekî mîna di bêjeya Ûrşelîm, bajarê Silêman) û -miye (av); di zimanê Aramî de wate bajarê avan[çavkanî hewce ye]. Samuel Noah dibê ku orum digel ho-ru-um a di navê horumkoraka ya Sumêrê ku navê çiyayekî di Efsaneya loqalbanda padişahê Sumerê ye hevkok be[çavkanî hewce ye]. Minorsky, ji ber ku di hin nivîstekyên Sûryanî de ku li pal gola Ûrmiyê hatine dîtin navê Armaitî Urmaitî hatiye dibe ku ev nav Sûryanî be[çavkanî hewce ye]. Navê berê yê Ûrmiyê di serdema şah de Rizayiye bû ku ji navê Riza Şahê Pehlevî girtÎ bûn. Navê Ûrmiyê yê kevin di serdema Sasaniyan de Çîçist bû ye ku di nivîsteka Avestayê de jî hatiyê ku zadîgeha Pêxembera Zêrdeşt bû ye. Niha jî li kêlega Ûrmiyeyê gundek bi navê Çîçist heye.

Erdnîgar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji aliyê erdnîgariyê de, bajarê Ûrmiyeyê ji aliyê rojhilat ve digehe gola Ûrmiyê û ji aliyê rojava ve digehe bakurê Kurdistanê û ji bakur ve digehe bajarê Selmasê û ji aliyê başûr ve digehe bajarên Nexede û Şino yê.

Ûrmiye navenda parezgeha Azerbaycana Rojava (bi kurdî parêzgeha Ûrmiye) ye ku ji bajarên Mehabad, Xoy, Selmas, Makû, Çaldiran, Miyanduav, Bokan, Nexede, Şino, Pîranşar û Serdeştê pêk tê. "Menda-Avdî"

Dabeşkirina bexşê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Ûrmiye (bexş)

Gundistanên bexşê:

  • Merkezî (navend) (lمرکزی), gundistanên vê bexşê ev in:
    • Berandiz (باراندوز)
    • Berandizçaya Serî (باراندوزچای شمالی)
    • Berandizçaya Binî (باراندوزچای جنوبی)
    • Turkeman (ترکمان)
    • Bekşlûçay (بکشلوچای)
    • Dol (دول)
    • Nazlûya Binî (نازلوی جنوبی)
    • Başqela (باش قلعه)
    • Rozeçay (روضه چای)
Şaristana Ûrmiyeyê

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî Vladimir Minorsky, beriya zayînê di sala 2000an de Deşta Urmiyê gund û şaristaniyên Ûrmiye beşeke ji Mîrektiya Wanê bû. Vekolîna bermahiyên kevnar ên li nêzîkî Ûrmiyê bû sedema dîtina kelûpelên xwaringehê ku dîroka wan vedigere sedsala 20an a berî zayînê. Di demên kevnare de li aliyê rojavayê Gola Ûrmiyê jê re Gilzan dihate gotin û di sedsala 9an a berî zayînê de hikûmeteke serbixwe li wir desthilatdar bûye desthilatdar ku piştre tevlî Împeratoriya Ûrartûyan yan jî Împaratoriya Menanan bûye. Di sedsala 8an de berî zayînê, dever heya ku ew beşdarî Împeratoriya Medan bûye, jêrdestê Hikûmeta Asuzhan bû.

Suryaniyên ku ji ber êrîşa Tîmûr a Bexdayê rizgar dibin, ji bakurê Iraqê reviyabûn çiyayên Colemêrgê li rojavayê gola Ûrmiyê bicih dibin û ev herêm heta sedsala 19an wekê cih û warên wan dimîne.[4]

Di serdema sefewiyan de, tirkên osmanî yên cîran ku hevrikên sefewiyan bûn çend caran êrîşî bajêr kirin û çend caran bajêr dagirkirin lê di her dagirkirinê de sefewiyan carekê din dîsa bi serketî kontrola deverê bi dest dixin. Dema ku di sala 1622an de, di serdema şahê Sefewî Ebbas I (j.1588-1629) Qasem Sultan Efşar ku wekê waliyê Mûsilê hatibû tayînkirin, piştî demek kurt ji ber derketina nexweşiya webayê neçar dimîne ku dest ji wezîfeya xwe berde. Piştre diçe Rojhilata Kurdistanê û dibe damezrênerê civata Efşar a Ûrmiyê. Bajêr ji sala 1747am heya 1865an dibe paytexta Xenedana Ûrmiyeyê.

Di vî bajarî de yek ji pêşengên tevgera Kurdayetiyê Dr. Qasimlo hatiye dinê.

Demografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê êlên Begzade, Celalî, Dirî, Hinare, Herkî , Kirmanc, Kore Sunî, Seyîd û Evdoyî û Kardarî dijîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ronayî Onen û Samî Tan (2009). Hînker. Asta sêyemîn [sic]. Enstîtuya Kurdî, Stembol.
  2. ^ Ebdulla Xafor (1996). Cografyay Kurdistan. APEC
  3. ^ Gîwî Mukriyanî (1999/2010). Ferhengî Kurdistan. Kurdî-kurdî. Enstituya Kurdî ya Amedê
  4. ^ Skutsch, Carl (7 çiriya paşîn 2013). Encyclopedia of the World's Minorities (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-135-19388-1.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]