Wolfgang Ketterle
Wolfgang Ketterle (* 21'ê kewçêrê 1957 li Heidelberg) fîzîknasekî Alman e. Sala 2001'î bi tevî Eric A. Cornell û Carl E. Wieman Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Jînenîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Li Eppelheim a nêzîkî Heidelbergê hatiye jiyanê. Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî li Bunsengymnasium, di sala 1976'î dest bi perwerdeya fîzîkê li zanîngeha Ruprecht-Karls-Universitätê dike. Dema dîploma xwe digire diçe Münchenê, zanîngeha teknîkê. Berê xwe dide fîzîka angaştî û teza xwe li ser materyalên nebirêkûpêk dide. Dûv re li Max-Planck-Institut, li ser optîka qûantan dixebite.
Li Zanîngeha Ludwig-Maximilian bi Herbert Walther ve di sala 1986'î de dest bi lêkolînên li ser Spektroskopiya helyûmhîdrîd û molekûla oksîjenê ya sê-atomî dike.
Sala 1990'î mijara xebatên xwe diguherîne û koçberê DYAyê dibe û li wir hema dikeve koma Dave Pritchard û xebata cemedkirina lazeran dike.
Ketterle evînmarî bûye (zewiciye) û xwedî sê zarokan e.
Xebat û paye[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Cîhana elementa Helyûmhîdrîdê (HeH), rohnî kiriye. Ew jî yek ji kedkarê Kondensasyona Bose-Einstein e.
Xelat û paye[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- 1996 David and Lucile Packard Fellowship
- 1997 Xelata Civaka fîzîkê ya DYAyê
- 1997 Xelata Gustav-Hertz, a Civaka fîzîkê ya Alman
- 1998 Discover Magazine Award ji bo xebatên teknîkî
- 1999 Xelata Fritz-London bo fîzîka germahiyên extrem
- 1999 Xelata Dannie-Heineman, a Akademiya zanistiyê ya Göttingen
- 2000 Benjamin-Franklin-Medaille für Physik
- 2001 Xelata Nobel a fîzîkê
- 2002 Payeya mezin a Bundesverdienstkreuz, bi tevî stêrk û nîşaneya serdil a BRDê
- 2004 MIT Killian Award