Xîlok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Xîlok navê şîraniyeke pêjgeha kurd e. Li Amedê nav daye lê li gelek herêmên Kurdistanê tê zanîn û xwarin. Romiyan (tirk) bi navê deve tabani türk tatlisi, kirine markayeke tirkî û girtine bin parastina înstîtuta patentê ya tirk.

Ferhengok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xîlok, kevirê hûrik ê pan
  • Xîlok, di zimanê kolanê de (argo) bo mirovên hinekê gêj
  • Xîlok, di wateya paniya hêştirê de ye
  • Xil, kil, ji cihê xwe pekîn
  • Xilorîk, berfa morîkî, cure savarek
  • Nanê xilt, nanê ku girikî bûye, qurçimiye yan ser wê dilm girtiye, dilmbûyî, nanê sedîman bûye
  • Xilt, koremişk, xiltê kor, stêvlok, kosnig
  • Xilt, sexte, erzan
  • Xilte, cehf, pop, armûşk
  • Xilte, girikîbûyî

Berkeliya (melzemeyê) xîloka Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 hêk
  • 1/2 SA (stekana-qedeha avê) av
  • 2-3 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê zeytê
  • 1/2 pîvan doşaviya qedayîfa rêsî
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) karbonat
  • 1 KÇ xwê (solin)
  • 3 SA ard (arvan)
  • 2 SA rûnê zeytê (bo qelandinê)

Bo hundirê wê;

  • 150 gr kakilê gûzê
  • 1 KÇ darçîn
  • 1 KX şekirê toz

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Melzemeyan di nava ardê de bistrên. Hevîr 30 deqeyan bidin rawestandin. Pirr tenik vebikin, gûzê pê werbikin. Wekî bexçikê çar goşeyan bi ser de bipêçin.

Di rûnbirêşkê de rûn biqijilînin, bi kefgîrê hevîrê bikin nava rûn, biqijilînin. Paşê berdin nava doşaviya sar. 5 deqeyan nav de bihêlin. Dikarin li binikên servîsê parve bikin.