Xaltîka pîvaz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Xaltîka pîvaz cure kutilkeke Serhedî ye. Navê xwe ji dîwanê digire û bi henekî (qerfî) ye. Kutilkeke (dolmeh) pîvazê ye. Navê xwarinê ya dirêjî, kutilka pîvazê ya bigoşt e. Helbet ev kutîlk ne tenê li Serhedê tê xwarin, li tevayiya herêmên Kurdistanê tê zanîn. Li hin herêman kutilka/dolmeha seriyên pîvazê jî dibêjin.

Berkeliya xaltikê (bo şeş kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 6 serî pîvaz (bila mezin bin)
  • Av (2-3 stekan)
  • Riz (kulmekê, bi qasî 50-50 gr)
  • Xwê (bi qasî nivê kevçiyê)
  • Bexdenûs (3-4 ta)
  • Hêliz (pîjinda, şiwît) 1-4 ta bi qasî 10 gr
  • Goştê kişandî yê kêmbezî (250 gr)
  • Îsota reş (hinekê bo pêwerkirinê, 1 gr)
  • Margarîn, kevçiyekê
  • 1 hêk
  • 3 kevçî ava lîmonê

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herdu seriyên pîvazan jêbikin (ji binî û serê), qalikên wan derînin, bişon. Quşxaneya xwe bînin, 2 stekan (qedeh) av, 1 kevçî xwê bikinê û bikelînin. Pîvazan bavêjin nava ava kelî, bi qasî 15 deqeyan bixaşînin.

Bi baldarî zîlkên nava pîvazê (cûcik) bi tiliyan dehf bidin, derînin. Ango nava wan derînin. Riza xwe bişon, bidarivînin. Ji wê navên pîvazê hinekê bînin, hûrbikin. Bexdenûs û hêlizê jî hûrbikin.

Pîvaz, riz, bexdenûs, goştê kişandî, xwêya ji ber maye, îsota reş, çaryeke stekanê av û rûnê tevlîhev bikin. Bi vê têkelê pîvazan dabigirin, tije bikin. Dolmehên xwe di nava quşxaneyê de rêz bikin. Ava xaşandinê bikelînin û rokin ser dolmehan. Heya hebên birincê dirêj û nermijî bûn, nêzîkî saetekê bikelînin.

Hêkê di nava badiyekê de bi ava lîmonê biçirpînin. Dolmehên xwe ji nava avê bigirin, têkin binika servîsê. Ji ava xwarinê hinekê berdin nava hêk û ava lîmonê ya we amade kiribû, germijî bikin. Viya berdin ser kutilkan, ava xwarinê jî bi ser dolmehan de bikin, hêlizê pêwerbikin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).