Here naverokê

Hezbanî (xanedan)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Xanedana Hecbaniyan hat beralîkirin)

Hezbanî (Hadhbani) (906-1080), xanedana kurdan a dîrokî ye. Hikumdariya Hezbaniyan li herêma Hewlêr, Mûsil, Ûrmiye, Rewandiz, Pîranşar û Sine.[1]

 Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê

Koka vê êlê ji aliyê Mûsilê, ji herêma Bahdînan bû ye, û gorê Ensîklopediya Îslamê ev êl di sedsala 11em de li herêma Şino, li Rojhilata Kurdistan a îro jî dima. Sedema vê ciguhirînê dubendiyek bi hikumdarê hemdaniyan Evdilê bin Hemdan rê di sedsala 10em de bûye.[2] Şaxekeke Hecbaniyan ji Şîno koçberiyê Qefkazê bû ye. Sê dewletên kurdan a Rewendî (Şikakî?), Şedadî û paşê jî Eyûbî, çimkî Eyûbî digijiyan Şedadiyan, bi eslê xwe Hezbanî bûn e. Tê zanîn ku Rewendî ên pêşiyên Şedadiyan, çi qas navê wan Erebî be jî, ezbeteke Hezbaniyan bûn. Her wiha malbata Eyûbiyan xwedî du nisbeyên (pêşnav) El-Hecbanî an jî Er-Reve(n)dî bû ye.[3]

  • Mihemedê kurê Bilal 906-943
  • Jafar lawê Shakkoya around 943 - 977, Selmas, Mûsil[4]
  • Mir Abu Hija Musk lawê Chako 977 - 1040
  • Abu Hidja lawê Rabib al Dawla c. 1040 Ûrmiye,
  • Mir Sharraf al-Din Isa lawê Musk c. 1045
  • Mir Salar lawê Musa c. 1046
  • Mir Abul Hasan Ali lawê Musk c. 1046–48
  • Mir Abu Ali al al-Hasan lawê Musk 1048–63
  • Mir Abu Hija II, Husain lawê Abi Ali Al-Hasan 1063-1080
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kurdistanê û diyaspora Kurdan de çend eşîrên piçûk an jî ezbetên eşîran bi navên Hecbanî hene. Li parêzgehên Tirkiyên Yozqatê û Qeyseriyê eşîreke (beşî asîmîle bûne) piçûk bi vî navê heye. Genzgaze kû ev di bingeha xwe de ezbeteke êla Reşvend be. Li Xoresanê jî ezbeteke êla Zaferanlû bi navê Hecbanî (an jî Hezbanlû) heye.[çavkanî hewce ye]

  1. ^ https://www.icollector.com/item.aspx?i=11120436
  2. ^ Minorsky: Kurds. EI1
  3. ^ Guest, Rhuvon: Life and works of Ibn er Rûmî, 'Ali ibn el 'Abbâs, Abû el Hasan. Luzac & co., 1944, rp. 124
  4. ^ https://enacademic.com/dic.nsf/enwiki/5052911[girêdan daimî miriye]