Xanedana Memlûk a Iraqê
Xuyakirin
Xanedana Memlûk a Iraqê | |
|---|---|
| Dewlet | Iraq |
| Paytext | |
| Dema avabûnê | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Xanedana Memlûk a Iraqê (erebî: مماليك العراق, lat. Mamālīk al-ʻIrāq) dewleteke xweser ê li Iraqê bû ku di bin desthildariya osmaniyan de bû. Xanedan ji aliyê memlûkên gurcî hatibû avakirin ku ji 1704 - 1831ê hikûm kiriye.[1]
Hiqûma elîta memlûkî ji gurcî û çerkezan pêk hatibûn ku statûya otonomî dibin desthildariya osmaniyan standibû. Osmaniyan di sala 1831an de rejîma memlûkiyan hilweşand û hêdî hêdî desthilatdariya xwe ya rasterast li ser Iraqê ferz kiriye ku dê heta Şerê Cîhanî yê Yekem bidome, her çend Memlûk li Iraqê hêzek civak-siyasî ya serdest berdewam bûn, ji ber ku piraniya karmendên îdarî yên li Bexdayê ji malên Memlûkî yên berê dihatin derxistin, an jî ji çînek netewa Memlûkan pêk dihat.[2]
Hikûmdar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Hesên Paşa (1704-1723)
- Ehmed Paşa (1723-1747)
- Sileyman Ebû Leyla (1749–1762)
- Omer Paşa (1762-1776)
- Ebdûllah Paşa (1776–1777)
- Sileymanê mezin (1780–1802)
- Elî elxahiya (1802–1807)
- Sileymanê biçûk (1807–1810)
- Seîd Paşa (1813-1816)
- Dawûd Paşa (1816-1831)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ A Military History of Modern Egypt: From the Ottoman Conquest to the Ramadan War, Andrew James McGregor, r. 57
- ^ Fattah, Hala Mundhir (1997). The Politics of Regional Trade in Iraq, Arabia, and the Gulf: 1745-1900. SUNY Press. r. 98. ISBN 9781438402376.