Xanedana Pehlewî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Malbata Pehlewiyan[biguherîne]

Flag of Iran before 1979 Revolution (Pahlavi Dynasty).svg

Dîroka Îrana Pehlewî[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dîroka Îranê

Reza Şah Pehlewî[biguherîne]

Reza Şah Pehlewî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Reza Şah

Reza Şah dema hatiye ser rêvebirina dewletê, dewlet di halekê ne-navendî de bû. Hkûmeteke merkezî tune bû û li her derê kesekê bihêz ew der birêve dibir. Li Kurdistanê rêvebirin û nerazîbûna Simkoyê Şikak hebû li dijî desthilata Qacariyan, li Tebrîzê serhildanên Xiyabanî, li Gîlanê Xanê Biçûk û cengeliyan hwd. hebûn. Reza Şah ji ber van sedeman, artêşa xwe bihêz kir û ev rêvebirin û serhildanên herêmî jinav birin. Reza Şah Pehlewî dewleta xwe ber bi modernîzasyonekê ve dibir. Navên Erebî hemû kirine Farisî, navê dewletê guherand, her wisa paşnavê xwe jî ku îrana kevn tîne bîra mirov, wek pehlewî binav kir. Leşkeriya mecbûr ragihand û bi vê hêza dewletê mezintir lêhat.

Di dema Qacariyan de ji bilî pişka hikûmeta Îranê, şîrketa petrolê ji ewlehiya herêmê %3 pişk jî da bû eşîrên Bextiyarî û hindek eşîrên Ereban. Şah Reza ev pişka petrolê jî kir malê dewletê. Her wisa li sala 1932an de pişka Îranê ya petrolê her çend %16 be jî, li vê salê li gor salên din kêm pare hate dayîn bo Îranê. Ev jî bû sedema pirsgirêkê di navbera Şah Reza û Îngîlîzan de. Ji ber vê 28ê Gulana 1933ê de hevpeymaneke nû di navbera wan de hate destnîşan kirin. Bi vê hevpeymanê pişka Îranê bû %20 û her wisa hevpeyman ji 60 salên din jî hate dirêj kirin [1]. Her wisa navê şîrketê jî wek "Anglo-Iranian Oil Company" hate guherandin. Piştî dahatên dewletê zêde bûn; Reza Şah rê çêkirin, artêşa hewayî bi firokeyan bihêztir kir. Reza Şah ewqas ber bi modernîzasyonê ve çû ku heta peçe û cilûbergên dînî hemî qedexe kirin û kulavê fotr mecbûr kir.

Di desthilata Reza Pehlewî de reformên neteweyî jî dihatin kirin. Bo mînak li sala 1935ê de Ferhengîstan, akademiyeke zimanê Farisî hate vekirin ku armanca wê ew bû ku zimanê farisî ji zimanê erebî û biyanî were paqij kirin ji layê peyvan ve. Lê ev siyaset her çend destpê kiribe jî dewam nekir.

Mihemed Reza Pehlewî[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Muhemmed Reza Pehlewî
Mihemed Reza Pehlewî û malbata wî

Li sala 1935ê li Meşhedê Mollayekê Şîî li dijî Şahê Îranê weezek da û rûdanên bixwîn li vir derketin ji sed kesan bêhtir mirov li vî bajêrî dînî ji aliyê leşkerên şahî ve hatin kuştin. Van kuştina li dijî desthilata Îranê pirsgirêkên mezin ava kiribûn. Paşî Şerê Cîhanî yê Duyem jî destpê kiribû. Her çend Îran di vî şerî da bêteref xwe îlan kiribe jî, ji ber erdnigariya îranê ya stratejîk ji welatên şerker, Îran jî bû cihê hêznîşandanê. Li sala 1941ê İngilîzan başûrê Îranê, Sovyetan jî bakurê Îranê dagir kir. Dagirkirina Sovyetan bi alikariya Azerbaycana Sovyet re hatiye kirin. Bûrayê Heyder Eliyevê serokkomarê kevn yê Azerbaycanê Ezîz Eliyev serokê mîsyona Sovyetan bû ku wê çawan Azerbaycanê Îranê dagir bikin[2]. Jixwe ev bûyer ta niha jî tesîrê li têkiliyên Îran û Azerbaycanê dike. Wek dema Qacariyan, Îran dîsa bû sê parçe. Parçeyê navendî jî ji bo dewleta Îranê ma. Bi vê dagirkirinê Reza Şah ji kar hate dûrxistin.Hate sirgûnkirin li welatê Afrîkaya Başûr û li wir jî mir. Şûna wî, kurê wî Muhemmed Reza Pehlewî bû desthilatê nû yê Îranê. Lê di dema Muhemmed Reza da dewleta Îranê di bin tesîrên dewletên İngîlîzan û Sovyetan de bû. Tesîra Şah li ser hikûmetê kêm mabû. Rêvebirina dewletê ji bo hikûmet û meclîsê hêla bû.

Li sala 1941ê de meclîsa 14emîn hate ava kirin. Di vê meclîsê de çar fraksiyonên sereke hebûn; Fraksiyona Azadî,fraksiyona eşaîrî, frksiyona îtîhadî millî û fraksiyona mîhan. Hêjayî gotinê ye ku serokê fraksiyona eşaîrî serokeşîrê kelhûran Ebbas Qubadiyan(Emîr Mexsûs) bû. Serkêşên îttîhadî millî jî Seyîd Muhemmed Tabatabayî û Seyîd Ehmed Behbehanî bûn. Hêjayî gotinê ye ku kesek jî hebû di meclîsê de girêdayi ti fraksiyonan nebû; Muhemmed Museddiq. [3]. Her wisa bi rêberiya Îrec Îskenderî partiyeke komûnîst hate ava kirin; Hizba Tudeh. Di dewra Reza Şah de kesên komûnîst dihatin zîndankirin. Îrec Îskenderî jî yek ji wan bû. Gelek partî û rêxistinên din jî hatin vekirin. Destilata Muhemmed Reza Şah di bin van şert û mercan da destpê kir.

3yê gulana 1943ê DYAyê bi awayeke fermî yekitiya axa Îranê daxuyand[4]. Evê pêngavê destê Îranê li dijî mixalîfan û Sovyetan bihêz kir.

Di şerê cîhanî yê duyem de di gulana 1945ê de Almanyayê xwe teslîmî kir û şerê li gel Almanyayê xelas. Tu hêceta İngilîzan, Amerîkiyan û Sovyetan nema ku li Îranê bimînin. Ji ber vê sedemê Sovyeta bi taybetî li Azerbaycanê û Kurdistanê xebatên siyasî kirin ku li van deran bimîne.Jixwe tîrmeha 1945ê de serokê Amerikayê Truman da xuya kirin ku ew hairin hêzên xwe ji Îranê vekêşe. Li sala 1945ê Sovyetan wek Îngîlîzan, li bakurê Îranê îmtiyaz ji hikûmeta Îranê xwast, her çend partiya Tudeh dijatiya xwe nîşanî Sovyetan da be jî, parastina wê yekê dikir ku dê Sovyet ji Îngîlîzan bêhtir pişkê bide Îranê. Her wisa bi piştgiriya Sovyetan li Azerbaycanê û Kurdistanê du herêmên xweser bi navên Komara Kurdistan û Hikûmeta Netewî ya Azerbaycanê hatin ava kirin. Tudehê piştgiriya van partiyan jî dikir ku herêmên xweser ava kirin. Dagirkirina Sovyetan bû sedema netewperestiya Îraniya û piştgiriya Tudehê bo Sovyetan jî bû sedema qedexekirina Tudehê di reşemeha 1049an de. Piştî qedexekirina Tudehê bayekê netewperestî li nav rêvebir û parlamenterên Îranê de derket. Gulana 1946an de Sovyet ji herêm vekişiyan û Îranê ev her du herêmên xweser serûbin kirin.

Li sala 1947ê de hilbijartinên giştî hatin kirin; Ehmed Qavam bû serokwezîrê nû. Lê ji ber dijatiya parlamenteran ji bo hevpeymana wî û Sovyetan, îstîfa kir. Şûna wî Îbrahîm Hakîmî bû serokwezîr. Li sala 1949ê de hilbijartineke din ya giştî hate kirin. General Razmara bû serokwezîrê nû. Cepheya Millî jî di vê hilbijartinê bihêztir bû.

Her wisa hêza Fedaiyên Îslamê jî her roja diçû zêdetir dibû. Ayetulah Seyîd Ebdulqasim Qaşanî jî têkildarî vê rêxistinê bû. Vê rêxistinê navê xwe bi sûîkastan anî rojevê. Dîrokzan Ahmed Kesrewî Tebrîzî bi kêran ji aliyê terefdarên wan hate kuştin. Gelek bûrokrat û zanayên din jî kuştin. Di dawiyê de serokwezîr Razmara jî bi hinceta piştgiriya imtiyazên Îngîlîzan bi sûîkastekê jiyana xwe ji dest da. Armanca Fedaiyên Îslamê dewleteke şerî bû. Her wisa dixwastin gelek burokrat ji wan bin. Bi vê mebestê gelek caran Museddiq jî tehdîd dikirin.

Reforma petrolê û operasyona Ajaxê[biguherîne]

Mihemed Musediq

Piştî van bûyeran Muhemmed Museddiq derket sehneya siyasî ya Îranê de. Museddiq dijî Îngîlîzan bû. Li sala 1952ê de petrola Îranê ya ku Îngîlîzan derdixist bi rêya meclîsê kir malê dewletê. Piştî vê pêngavê ji aliyê Şah ve wek serokwezîr hate tayîn kirin. Piştî vê hemleya wî derbeyeke leşkerî bi alikariya DYA û İngîlîzan çêbû û Museddiq ji kar hate dûr xistin. Ev buyer di dîrokê de wek Operasyon AJax tê binavkirin. Ev rûdane destpêka têkiliyên Îran û DYAyê ye jî. DYAyê îdîa dikir ku Museddiq piştgirê Sovyetan e û alikariya Tudehê dike. Lê ev tenê hêcet bû. Piştî vê derbeya leşkerî qedemên hereketên netewperest û komûnist şikest. Hêdî hêdî tevgerên Îslamî zêde dibûn.

Piştî rêvebirinên meclîsê, bi vê derbeya leşkerî rêvebirin ket destê Şahê îranê. Şah Muhemmed Reza êdî bi dilê xwe reform kirin. Li sala 1957ê de bi alikariya Mossad û CIAyê Savak hate ava kirin. Şoreşa Sipî da destpê kirin. Reforma axê kir. Hindî reform hatibin kirin jî ji bo ferqa tebeqeyên civakê nebû çareserî. Di navbera feqîr û zengînan de gelek ferq hebûn.

Şoreşa sipî[biguherîne]

Li sala 1963yê Şahê Îranê paketeke reformê îlan kir. Bi dûçûna wê paketê ax û zevîyên di bin kontrola mollayên Şîî de xist nav malên dewletê.

Di navbera hereketên Îslamî de jî hêdî hêdî cûdabîn zêde bûn. Piştî salên 1960an du fraksitonên serekê yên Îslamî navdar bûn. Fikrên Elî Şerîetî di navbera zana û rewşenbîrên ciwan de her roja diçû zêde dibû. Şerîetî wek îslamparêzên din ne dijê sosyalîzmê bû; bilakis fikrên wî têkeliya Îslama şîî û sosyalîzm bû. Yekemîn pirtuka wî li ser Ebû Zer bû. Di pirtukê de Ebû Zerî wek mislimanekê sosyalîst dide nasîn.Her wisa ulema û dîndarên Îranê her rexne dikir ku mislimanan pê dîn bêhiş dikin. Hetta dijberê bikaranîna peyvên Ayetulah û Huccetul Îslam jî bû. Hêjayî gotinê ye ku gelek terefdar û piştgirên wî bi navê Micahîdên Gel rêxistineke gerîla ava kirin. Berî şoreşa Îslamê li sala 1977ê li Brîtanya bi awayeke gumanbar mir. Li aliyê din di navbera ulema û dîndarên Îranê de fikrên Ayetula Xumênî dibişkivîn. Bi nêrîna Xumênî divêt heta Mehdî tê dewlet di destê muctehîdan de be. Ev fikrên xwe jî bi pirtuka bi navê Velâyeti Fakih yâ Hukûmeti İslamî weşand.

Li sala 1971ê de ji aligirên partiya Tudeh û Cepheya Millî rêxistineke bi navê Fedaiyên Gel hate ava kirin. Micahidên Gel û Fedaiyên Gel gelek caran bi hevra çalakî li dijî malbata Şah û burokratên Şah re lidardixist.

Di adara 1975ê de du partiyên sereke yên meclîsê bi fermana Şah Muhemmed Reza hatin girtin. Şûna van her du partiyan; Hizbi Ristehîz (Hizba Vejîn) hate damezrandin. Bi vê partiyê Şah dixwast Îraniyan bike yekdeng. Lê ev bi dilê Şah birêve neçû. Li gelek cihan nerazîbûnên dijî vê partiyê li kolanan peyda bû. Bi taybetî di nav molla û xwendevanên wan de nerazîbûn zêde bûn. Li gelek cihan şer derketin. Kuştî û brîndar peyda bûn. Li Abadanê jî agir bi saloneke sînemayê ket û di encamê de nêzîkî 400 karkeran jiyana xwe ji dest da. Ev jî bû sebeba nerazîbûnên mezin. Çepgir û dîndarên Îranê bi hevra çalakî lidarxistin, şerên aktîf di navbera wan û leşkerên Şahî de derketin. Di van çalakiyan de rola Ayetulahê Mezin Şerîetedarî gelek mezin bû. Piştî van bûyeran 1ê reşemeha 1979ê Ayetula Xumênî vegeriya welat. Mixalîfan derbeya mezin li meydana Jale li leşkerên Îranê da. Fedaiyên Gel û Micahîdên Gel li vê meydanê li gel mihafizên qesra Şah şer kir. Di encamê de leşker binketin û vegeriyan[5]. Şah Muhemmed Reza ji welat reviya û di radyoya Tehranê da ev deng belav bû: Ev der dengê Îranê ye, dengê Îrana rasteqîn, dengê Şoreşa Îslamî...[6].

Çavkanî[biguherîne]

  1. http://www.academia.edu/8891882/Anglo_Persian_Oil_Companyden_British_Petroleuma_İngilterenin_İrandaki_Petrol_Macerası
  2. Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r:40
  3. Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:138
  4. Soğuk savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r:65
  5. Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:211
  6. Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:212