Xaneya B

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Li ser rûyê xaneyên B de wergirên taybet heye.

Xaneya B an jî lîmfexaneya B cureyek xirokên spî ye. Bergiriya taybet a derdanî bi navbeynkariya lîmfexaneyên B tê dabînkirin[1]. Xaneyên B jî wekî mîna hemû xaneyên xwînê di moxê hestî de tê berhemkirin. Lîmfexaneyên B bi navbeynkariya xwînê belavê laş dibe, lê di nav endamên lîmfê yên wekî sipil, lîmfegirê û şileya lîmfê de hê pirtir in[2]. Di laşê balîndeyan de kîsikek heye navê wî bi îngilîzî: bursa of Fabricius e. Wateya “bursa” kîsik e, “Fabricius” jî ji paşnavê zanyarê Hieronymus Fabricius ê hatiye girtin[3]. Di laşê balîndeyan de hemû xaneyên xwînê di nav moxê hestî de tê berhemkirin û di nav plazmaya xwînê de belavî laş dibin. Lîmfexaneyên B jî di moxê hestî de tê dirûstkirin[4], lê geşbûn û peresandina lîmfexaneyên B di nav kîsikê bursa Fabriciusê de rû dide[1]. Zanyar cara ewil geşbûna lîmfexaneyên B yê li vî endamê de kifş kirine loma navê lîmfexaneyê kirine lîmfexaneya B, ango pîta B ji navê kîsike bursa Fabricius a balîndeyan tê. Ji xeynî balîndeyan tu ajal kîsika bursa Fabriciusê lixwe nagire[2].

Pêkhateya xaneya B[biguherîne]

Berevajiyê Xaneyên T, xaneyên B dikarin raste rast jî hokara nexweşiyê binasin[4]. Ev naskirin bi navbeynkariya dijeten ên serbest an ji bi wergirên li ser rûyê xaneyê pêk tê. Li ser rûyê xaneyên B yê de ji boy naskirina hokarên nexweşiyê, wergir hene. Ev wergiran wekî wergirên xaneya B ( bi îngilîzî: B-cell receptors (BCRs) ) tê binavkirin[4]. Pêkhateya wergirên xaneya B û dijetenên serbest heman yek e. Anko wergirên xaneya B jî dijeten e[1]. Wergirên xaneya B ji cotek zincîrên giran û cotek zincîrên sivik pêk tê. Herdu zincîr bi bendên dusulfîdî ve bi hevre girêdayî ne. Şikilê wergiran dişibe pîta Y yê. Serekî herdu zincîrên giran di nav parzûna xaneyê de dirêj dibin. Serê din ên zincîrên giran ber bi derveyî xaneyê dirêj dibin û bi zincîrên sivik ve giridayî ne. Ev beş cihê girêdana dijepeydaker e.

Çalakbûna xaneya B[biguherîne]

Gavên rêbaza çalakbûna xaneyên B bi alîkariya T alîkar

Heke hokara nexweşiyê bikeve nav xwînê an jî navbera şileya şaneyan, bergiriya derdanî bi du awayê rû dide. Rêbaza yekem lîmfexaneya B rastê rast bi navbeynkariya wergirên ser rûyê xwe, xwe bi dijepeydaker ve girê dide. Rêbaza duyem jî bi navbeynkariya lîmfexaneya T alîkar a çalak, Lîmexaneya B çalak dibe[1].

Gavên rêbaza çalakbûna xaneyên B bi alîkariya T alîkar[biguherîne]

Xaneya B bi alîkariya wergirên ser rûyê xwe ji dijepeydakerê agahdar dibe. Xaneya B xwe bi dijepeydaker (hokara nexweşiyê) ve girê dide û hokara nexweşiyê dadiqurtîne. Hin pirtikên dijepeydakerê li ser parzûna xaneya xwe de bi molekula MHC II ve girê dide. Bi vî awayê xaneya B, ji boy xaneya T alîkar, dibe xaneya diyarkirina dijepeydaker. Xaneya T alîkar bi navbeynakiya wergirên xwe ji xaneya diyarkirina dijepeydaker (Xaneya B) ve agahdar dibe û xwe bi vî xaneyê ve girê dide. Xaneya T alîkar sîtokîn (înterlukîn) der dide. Xaneya B ji ber bandora sîtokînan dest bi dabeşbûnê dike[4].

Cureyên xaneya B[biguherîne]

Hejmara lîmfexaneyên B bi dabeşbûna mîtozî zêde dibe. Bi dabeşbûnê, du cureyên lîmfexaneyên B çê dibe.

Xaneya plazma[biguherîne]

Piraniya xaneyên nû dibin xaneya plazma (plazmaxane) û dijeten der didin. Dijeten molekulên proteînî ne, loma plazma xane gelek zêde ji retîkûlûma endoplazmî ya girûzî di nav sîtoplazmaya xwe de digirin[1]. Dijeten xwe li ser rûyê hokara nexweşiyê(dijepeydaker) de girê didin û bi hin rêbazan bergiriya derdanî dabîn dikin. Temenê plazmaxaneyan kin e, bi qasê rojek e[5] .

Xaneya B bîrker[biguherîne]

Hinek ji xaneyên nû jî dibin xaneya bîrker (xaneya B bîrker). Piştî tunekirina dijepeydakeran û saxbûnê, xaneyên bîrker ji boy demek dûr û dirêj di nav laş de dijîn û hêdî bi hêdî dijeten der didin[5]. Heke heman cure dijepeydaker cara duyem tûşî laş bibe, vê gavê xaneyên bîrker bersîvdana bergiriya duyemî dabîn dikin. Ji ber hebûna lîmfexaneyên B yên bîrker, bersîvdana bergiriya duyemî leztir û hêztir dibe[2].

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b c d e Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 p934
  2. a b c Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  3. bursa of Fabricius. (n.d.) American Heritage® Dictionary of the English Language, Fifth Edition. (2011). Retrieved February 2 2019 from [1]
  4. a b c d OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 https://openstax.org/details/books/microbiology]
  5. a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.