Xarmenaj

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xar
Xarmenaj

Xarmenaj yan jî xarmenaş, leyistokek bi xarên kevirî yên ku ji kevirê Dêrîşî bi kevirê hestem hatiye çêkirin dihê leyistin. Li gundên Bismilê û yên Stewrê gişan berî nuha 30 salî di zivistanê de li bestên rast yên ku tavê dibînin dihate leyistin.Ji dervî keç û jinan gundî giş bi mezin û zarokan rojên xwe yên çile bi granî bi vê leyistikê derbas dikirin.

Xarmenaj wiha dihê leyistin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşî çend kes ketibin leyistokê ewqas pereyên hesin lî dûv hev her yek bi qasî du metre ji hev dûr bi haweyekî qûçkirî dihê niçikandin û rêzkirin.Paşî ji ciyekî bi qasî sê metroyan dûrî pereyan ku jê re serek dihê gotin, xar bi tilîkan bi xwêr re dihê avêtin wan ku li wan ke ve û bi qulipîne. Kî perê kî biqulpîne wî pereyî dixwe berîka xwe.Ango dibe jê re. Kî xara xwe li serê xara kî xe wî dikuje, ango têk dibe; bi vî hawî jî pereyê qûçkirî ji kesê têkçûyî diçe.Kî têk biçe ji leystikê heyta careke din derdikeve û leystik bi yên mayî(nemirî) dom dike. Ji ber vê yekê jî leystikvan heyta ku derfet he be xarên xwe nayinin nêzî hev.Piştî ku pere giş hatin qulipandin,yan jî ji dervî yê dawî gişên leystikvanan kengî hatin kuştin,leystik bi dawî dibe.

Ev leyistok di salên dawî de hilat.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]