Xatice

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Ayişe, Umolmoiminîn Ayişe keça Ebûbekirê Siddîqê xelîfê ewil ê Îslamê û navê dayka wê Umoroman keça Emirê Kenanî ji jinên mezine Sehabîye û devrana cahilîyetê de jina Ebdollayê kurê harisê Esedî bû û ji vî zarû hebûn û paşî mirina wî babê Ayişê kiribû. Di sala çarê piştî bêesetê beranberî sala 614ê zayinî li bajarê Mekê hate dinyayê. Evilîn keç bû ku ji dê û babekî misilman çêdibû. Di 6 saliya xve de yanî sala 620ê li hezretê Muhemed tê markirin. Çîrongekî din derbarê hezretê Ayişê heye ku dibê; berî wê zewacê hezretê Ebûbekir ev dabû kurê mûtem. Dema ku zanî pêxemberê xudê keça vî dixaze berxatira peymana xve û mutem nigeran bû ço mala van û bara wê peymanê de gel mutem û jina vî qisekir û evan gotine Ebûbekr em nigeranê wêhindêne ku keça te kurê me bike musilman û ber vê yekê em bi wê xizmatiyê razî ninin. Ebûbekr bi van qisa dibên keyfxveşbû û hate mal û keça xve da Muhemed bêguman heger ev meseleye rast be dibe berî Bêesetê çêbibe yanî çar sala berî teveluda Ayişê, her vekî eurf û eadetên me yên berê dema bab di meclisekê de dirûniştin xve re qisedikirin û bi kesekê ku kurek heba digotin heger me keçek hebe emê bidne kurê te û destê xve dinav meclisê de didan hev û keç û kurên nebûyi lihev mardikirin bi şehadeta wê cemeê û eva dibû zivaca fermî û zivirîn ji wê peymanê mumkin nebû, dibe eva jî tiştik ha be hegerne piştî teveluda Ayişê bavê wê nedikarî keça bisilman bide butperestekê, çuku dîn icaze nedida. Muhemed Ayişe xve re markir belê berku zarûbû nebire mala xve. Piştî Xedîcê di sala dehê piştî bêesetê emrêxudêkir du keçên bê dayik Fatime û Umokolsûm nemêrkirî û zarû dimala wê de mabûn û diheman sala ku Ayişe markirîde Sûdeya keça zeme ku sekranê kurê Emro mêrê wê miribû vekî jina dûyê anî nav zaryê xve. Piştî ku Ayişe dibe 11 salî di sala dûyê paşî hicretê yan sala 625ê zayinî Medîna munevere de diçe mala bext. Mala wê odek ji du odane ku tenişta mizgevtê de hatine avakirin. Jîyana van ji aliyê abûrî ve nebaşe berku hezretê Muhemed pêxemberê xudêye û jîyana teng û kêmas xvere bijartîye û feqîriyê ji xve re fexr dizane û heger jîyana vî ha neba derdê feqîr û xizana nedizanî û ber wê bû ku jîyana xizanî diceriband. Ayişe divê barê de hadibêje; gelik caran meh diborîn û mala mede agir nedihate hilkirin yanî me risqê germ nedixar. Pan û berfireh bûna ola Islamê û xenayimê şer musilman devlemend kirin belê revşa abûrîye mala Pêxember sade û bê tekeluf bû ber wê dengê jinên malavî derket û gotine pêxember mejî jîyanekî bi lezet û murefeh divêt. Di wê kêşmekêşa nav malê de ayeta Texeyor ji sûreta Ehzab aya 28 û29ê nazil bû di van ayetan de jinê Pêxember azad bûn yan Pêxember bi wê vezea sext ve qebûlkin û yan jî telaq vergirin û jînekî rihet hebin. Hezretê Ayişê û dûre hemî jinên wê yên din Pêxember û revşa vî ji xve re bijartin. Piştî Ayişê Pêxember di midetê neh salan de ku bihevre jîn çend jinên din jî xve re anîn vekî; hefze kiça Eumer(r), Zeyneb kiça Xozeyme, Umoselem, Zeyneb kiça Cehş, Coveyrîye keça haris, Reyhane kiça Şemeûn, Omihebîbe keça Ebûsefyan, Sefîye kiça hoy bin Exteb, rizaya xudê li hemîyabe. Xedîcê emrê xudê kiribû û Sûde çend sala pêş wê de hatibû mala Muhemed10 jin û hevî bi hev re sax mabûn û bi hevre dijiyan û bi mêrekê re şirîk bûn. Ev jî vekî hemî jinên cihanê xudanê suriştekî insanî bûn û her yek ji van hezdikir zêdeter tev mêrê xve bimîne û bala vî bikişîne bal xve. Jîyana hevîtiyê tiştê hankî têdene û çikes nikare inkar bike. Digel wê hindê de ku ev daykê misilmanane û di nêzîkatiyê vehyê de jîyane belê hisadeta hevîtiyê hervisa gelvande jî maye û hinek caran bi van sedeman dilê mêrê xve hezretê Muhemed jî êşandine. Miriv dikare wê mijarê di quranê de di sûreta Tehrîmê de û di nav hedîsan de û di sîreta pêxember(s) de mêze bike. Ayişe tinê jinek bû ku Muhemed bi kiçînî xve re anî û yên din hemî bîjin bûn. Ayişe di gel wê hindê ku hestên jina hebûn dema basa Hevyên xve û van kesên ku nerizayetî digel van heyi dikir ji cadeya einsafê dernaçe û ji vaqieyetê dûrnakeve wekî dibara heyivên xwe de dibêje; xêyret û hisadeta min di bara Xedîcê nabe sedema wê ku ez wê heqîqetê ku ev bo Pêxember baştir bû û mal û canê xve fidayê Pêxember kir û Pêxemberiya vî tesdîqkir dema kafiran ev inkar dikir neynim ziman. Ya di fezîleta Zeynebê de dibêje; hergiz jinekî bateqvatir û dîndartir û rastbêjtir ji wê min nedît û dibara Coveyrê de ha dibêje: jinekî xvînşirîn bû heger kesekê bidîta dibû eaşiqê wê. Yan dibara nevisiya xve Fatmê de dibêje; hergiz min kesek baştir ji Fatimê nedît meger bavê wê. Ayişe di bara bedenî de civan û sipî pêst bû û pêxember digotê humêyra yanî (por sor) bejna wê normal bû, Evila xve de nazik û yêktav bû, piştî guşt girt dengê wê bilind û gir bû. Ayişe jinek alim, zana, muhendis, mufesir, edîb û dîrokzan bû. Midetê neh û deh salan ku hevsera Pêxember bû û di meclisan û sefer û hezerê de bi menbea vehyê re bû û nibûx û istiedada wê ya suriştî di ispartina van hemî zanistan bi hafiza xve bibû sedem ku dinav jinan de bêhevtabe.

Piştî Pêxember xelîfên vî di imûrên muhime memleketî de tev wê meşviret dikirin û xelkê musilman ji hemî cihan ji bo dîtina wê û pirsa meselên dînî qesta Medînê dikirin û ji fikra wê behredigirtin. Imam Sîyotî şaşiyên ku Ayişê ji eshaban girtî û diristiya van beyan kirî di kitêbekê de bi navê (Eynilisabet fîma Istedrekethû Ayişe Elesehabetê) xirî ser hev kirîye. 2210 hedîs ji Pêxemberê xudê rivayet kirine. Paşî Ebûhoreyre ku 5374 hedîs û Ebdullayê kurê Eumer ku 2638 hedîs rivayet kirine ev dikeve dereca sêyê û Ibn Ebas derca çarê bi 1660 hedîsan û Cabirê kurê Ebdulla bi 1540 hedîsan dikeve derca pêncê û seîdê Xidrî bi 1170 hedîsan dikeve dereca şeşê. Du bûyerên mezin ji bo Ayişê hatine pêş, yêk ji van mesela Ifkê (buxtan) û ya dûyê şerê Cemelê ye. Di sala şeşê hicrî 629ê zayinî de dema ku Ayişe du sal bû çobû mala Pêxember û sêzde, çarde salî bû her di ser revşa memûle Pêxember ku dema diço seferê û yan şerekê jinekî xve tev xve dibir. Wê carê di xezveya Benîmusteleq de nubeta çona Ayişê bû. Dema diçine şer û serê zivirînêde Ayişe bi qesta qezaya hacet ji karivan dûrdikeve û carkedin tê sivarê hûdecê xve dibe. Dema tê jor destê xve digerîne gerdenbenda xve nabîne carkedin bêy ku kes bizane dû devsa xve re diçe ku gerdeniya xve peydake. Kesê ku serê deva wê girtî fikir dike ku Ayişe hûdecê de rûniştîye. Karivan bêy Ayişê diherike û Ayişe cîde dimîne. Ayişe piştî çona karivan tê û ciyê karivande dirûnêt û nigehbanê dûrayi karivan Sefvanê kurê metelê Selimî tê û Ayişê cihê karivande dibîne. Deva xve dirazîne û Ayişê lê sivar dike û tîne ku bigehîne karivan dema ku tê û digehe karivan munafiq buxtanê lê dikiin û dibên tev mêrekî tenê şevê li çolê tê. Serdestê munafiqan Ebdullayê kurê Ubey wê şayieê ber belav dike. Pêxember mehekê hat û çoya Ayişê nake û Ayişe direng wê meselê dizane û diçemala babê xve. Pêxember dibara Ayişê de ji hemî kesên devr û berên wê û jinên xve pirsê dike û hemî xeyrî başiyê tiştik din ji vîre nabêjin. Heta piştî mehekê ku 10 ayetên sûreta Nûr di bara pakiya Ayişê de nazil dibin û bêgunehiya Ayişê sabit dibe. Serê Cemelê dema Ayişe bi xûnxaziya Eusman Zînûrîn tev Telhe û Zubêyr di Mekê re qesta Besrê dikin bi 30000 serbazan û ji aliyê din ve jî Eusmanê kurê henîf fermandarê Besrê ku bi destûra Elî û hêza Kûfêye bi 20000 serbazan ve ravestaye rûbirûyê hev dibin. Ayişe sipahê Kûfiya dişkîne û Elî mecbûr dibe desta ji Şamê bikşîne û berev Besrê hereket ke. Heger çi Elî û Ayişe herdu naxazin şer berfireh bît belê destê qatilên Eusman û munafiqan dikardeye û naxazin ku agirê şer bitemire, temirîna agirê şer dê risvayiya munafiqan tev xve bîne. Ber wê bû ku agirê şer geştir bû şehîdên herdu aliyan bêhed û hisab bûn heya ku Elî destûr da pêyê deva Ayişê bibrin û xelk ji dora wê dûrketin. Evî şerî nifaq û çendestegîyekî mezin êxiste nav Islamê Ku heta hetaye ev birîne xveş nabe. Desteyekê Ayişe neheq zanî û tavanbar kirin û desta din Elî û desta sêyê herdu alî neheq zanîn û tavanbarkirin û bû sebeba bêhurmetiya eshab û binemala pêxember. Di vî şerî de gelik eshabên mezin vekî; Telhe û Zubêyr hatin şehîdkirin. Ev şera ku binaya wê di sala 35ê hicrî de piştî kuştina Eusman hatibû danîn di sala 36ê de bi şikesta Ayişê bidavî hat û Ayişê qesta Mekê kir. Belê piştîhingê hate medînê û heta axira Eumrê xve li vir ma û bi kar û barên ferhengî û dînî mijûl bû. Hikûmeta Umeviyan hêdî hêdî dengên muxalifên sîyasîye xve temirandibûn û Islam berev dîktatorîyekî padişahîve diço. Heta Medînê da ku mekanekî emn bû çitişt bêyi destûra Mervan hakimê Umevîye Medînê nedihatekirin. Bo mînak Mervan izn neda Ku Imam hesen di hicra Ayişê de bê definkirin. Heger çi xve veysetkiribû û izn ji Ayişê vergirtibû ku bal bapîrê xve bê veşartin. Ne Ayişê karî tev Mervan dergîr be û ne Îmam hisên. Mecbûr bûn Îmam hesen di goristana Beqîeê de bispêrine axê. Ayişe paşî 66 saliyê di meha Remezana sala 58ê hicrî de beranber 679ê zayinî di Medînê de ço ser dilovaniya xve û di qebristana Beqîe de hate veşartin.

Çavkanî; Ayişe davûdi Naroyi, Ayişe Eyûb Gencî, tarîx Îran Zerînkûb, Islam der Îran Kerîm Kişaverz

Seyid Feysel Moctevî Sine 2008-06-14