Radyoya Êrîvanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Xebatkarên Radyoya Êrîvanê hat beralîkirin)
Nîşana Rodyoya Erîvanê

Radyoya Erîvanê beşa Kurdî bi xebat û keftûleftên giran ên kesên wekî Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Xelîl Muradov di sala 1955an da dest bi weşana xwe kir. Bi taybetî keda Xelîl Muradov şayanî pesindanê ye, ji ber ku ew 24 salan (ji 1957an heta 1981ê) serokatiya radyoyê kiriye û hemû sitiran, awaz, miqam û pîêsên kurdî di dema wî da û bi serokatiya wî hatine qeydkirin. Eznîva Reşîd, ku jina Xelîl Muradov e, piştî bêjer ango spîkeriya 24 salan (ji sala 1955an da, ango ji destpêkê)di sala 1982’an de ji ber temendirêjiya xwe dest ji karê radyoyê dikişîne. Ango, Eznîva Reşîd yekem bêjera kurdan e li cihanê.

Di dema Xelîl Muradov da radyo dibe deng, bilûr û awaza bi sedan dengbêj û sazbendên navdar ên wekî Gerabetê Xaço, Şeroyê Biro, Seîdê Şamedîn, Reşîdê Baso, Memê Xudo, Zadîna Şekir, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Memoyê Silo, Şibliyê Çaçan, Xana Zazê, Asa Evdile, Belga Qado, Hovhannes Badalyan, Aram Dîkran, Feyzoyê Riza, Egîdê Cimo, Xelîlê Evdile û Şamilê Beko hwd...

Radyoya Erîvanê beşa Kurdî niha di bin berpirsiyariya Keremê Seyad û xebatên kur û keça wî Tîtal Kerem û Leyla Kerem, Sîma Semend û carcaran jî bi xebata Cemîla Celîlê dimeşe. Weşana Radyoyê li gorî saeta herêmî ya Tirkiyeyê di navbera 18:45 – 19:15’an de tê kirin. Keremê Seyad radigihîne ku heta salên 90’î ji radyoyê saetek û nîv weşan dihate kirin lê ji ber sedemên aborî ev pêşî bûye saetek niha daketiye nîv saetî. Seyad dibêje ku ne bi tenê dema weşana Kurdî, her wiha weşana zimanên din û zimanê ermenî bixwe jî kêm bûye.

Radyoya Neteweyî ya Ermenîstanê de zimanê Kurdî û Tirkî jî di nav de, bi 12 zimanan weşan tê kirin. Li gorî pîvan û zagonên dema Yekîtiya Sovyetê û piştî hilweşînê, niha jî li gorî zagonên Ermenistanê mafê her neteweyî heye ku bi zimanê xwe bibe xwedî radyo. Xebatkarên Radiyoya Yêrîvan

Lîsteya Xebatkaran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Radiyoya Êrîvanê de bi dehan kurmancan kar û xebatan kirine. Enstîtuya Çandê ya Alman û Kurdan (Deutsch-Kurdischen-Kulturinstitut) piştî belavkirina Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê li ser platformên dijîtal, hunermend Cewad Merwanî weke nota, gotin û analîzên wan stranan di çar cildan de weke pirtûk ligel DVDyekê belav kir. [1] Cewadê Merwanî herwiha da zanîn ku wan zêdeyî 42 stranên Kurdî berhev kirine.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]