Here naverokê

Xeleka Valeriepierisê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Li ser rûyê Cîhanê Xeleka Valeriepierisê.

Xeleka Valeriepierisê an jî Çembera Valeriepierisê xelekeke erdnîgarî ye ku piraniya nifûsa li ser rûyê cîhanê di hindurê vê xelekê de dijîn.[1][2][3] Li gorî daneyên sala 2022an ji 8 milyar nifûsa tevahiya cîhanê 4.2 milyar mirov li Xeleka Valeriepierisê dijîn.[4] Têgeh ji nexşeyeke ku di sala 2013an de li Redditê hatiye weşandin û ji aliyê mamosteyekê Texas ESL ya bi navê Ken Myers ve hatiye çêkirin ku navê wî yê bikarhênerî ya li ser malperê li xelekê hatiye dayîn derketiye holê.[5] Xeleka orîjînal a Myers tenê ji %10 ji rûbera rûyê erdê ve ku bi berfirehiyeke li dora 4.000 kîlomêtre berfireh dibe ku navenda xelekê li Deryaya Çînê ya Başûr e.[1] Nexşeya xeleka Valeriepierisê hatiye weşandin populer dibe û di gelek dezgehên medyayî yên înternetê de hatiye weşandin.[6][7] Nexşeya orîjînal a Myers projeya Winkel tripel bikar tîne ku tê vê wateyê ku dora wî li gorî pêşnûmeyê nehatibû sererast kirin ku bi xeleka li ser rûxara qadekê re nagucav e.[8][9]

Di sala 2015an de profesorê singapûrî Danny Quah bi alîkariya stajyerekê bi navê Ken Teoh îdîaya orîjînal a Myers verast kiriye û her wiha xeleka nû ku pir piçûktir e ku navenda xelekê li bajarok a Mong Khet a Myanmarê ye ku berfirehiya xelekê 3.300 km ye, pêşkêş kiriye.[1] Di heman demê de Quah îdîa kiriye ku ev çembera herî piçûk e ku bi pîvanên nijdî û bi daneyên nûvekirî hatiye hilberandin û her weha aniye ziman ku li ser rûyê erdê xelekeke rastîn e.

Di sala 2022an de nexşeya xeleka orîjînal a Myers dîsa ji aliyê Riaz Shah ve ku profesoreke li Dibistana Karsaziya Navneteweyî ya Hultê bû hatiye ceribandin. Shah daneyên vê dawiyê ya ku ji Neteweyên Yekbûyî Perspektîfên Nifûsa Cîhanê hatine weşandin bikar aniye, texmîn kiriye ku di sala 2022an de ji 8 milyar nifûsa tevahiya cîhanê 4.2 milyar mirov di hindurê vê çemberê de dijîn.[4]

Ji ber ku sêyeka Xeleka Valeriepierisê ji okyanûsê pêk hatiye, xelek xwedî nifûseke giran e. Di heman demê de xelek deverên vala yê Sîbîrya, Mongolya vedigire ku welatê xwedî nifûsa herî kêm ên cîhanê ne û di heman de xelek Himalayan jî vedigire.[2]

  1. ^ a b c "Danny Quah – The world's tightest cluster of people | Maths@LSE". web.archive.org. 4 hezîran 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 hezîran 2023. Roja gihiştinê 6 adar 2025.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ a b Jennings, Ken (12 hezîran 2017). "More Than Half the World's Population Lives Inside This Circle". Condé Nast Traveler (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 adar 2025.
  3. ^ "A Small Circle in Asia Contains More Than Half the World's Population". HowStuffWorks (bi îngilîziya amerîkî). 1 kanûna paşîn 1970. Roja gihiştinê 6 adar 2025.
  4. ^ a b Shah, Riaz (10 çiriya paşîn 2022). "Half the world's population lives inside this circle". Medium (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 adar 2025.
  5. ^ "Reddit - Dive into anything". www.reddit.com. Roja gihiştinê 6 adar 2025.
  6. ^ Desjardins, Jeff (9 îlon 2016). "The Majority of the World's Population Lives in This Circle". Visual Capitalist (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 adar 2025.
  7. ^ Yglesias, Matthew (7 gulan 2013). "Everybody Lives in Asia". Slate (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 1091-2339. Roja gihiştinê 6 adar 2025.
  8. ^ Gonzalez, Robbie (6 gulan 2013). "More than half of the world's population lives inside this circle". Gizmodo (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 adar 2025.
  9. ^ "Tech in Asia - Connecting Asia's startup ecosystem". www.techinasia.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 adar 2025.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]