Xereşîk

Xereşîk
Açıkyol
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Wan
Navçe Bêgirî
Nahiye Bêgirî (navend)
Demografî
Demonîm Xereşîkî, xelkê Xereşîkê
Gelhe (2012) 679[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 38°58′17″Bk 43°42′45″Rh / 38.97139°Bk 43.71250°Rh / 38.97139; 43.71250
Bilindayî 1.667 m
Koda postayê 65500
Koda telefonê (+90) 432
Xereşîk li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Xereşîk
Xereşîk
Xereşîk (Tirkiye)
Map

Xereşîk (1946: Hareşik[2]; bi tirkî: Açıkyol), gundekî Bêgirî, Bakurê Kurdistanê ye.

Xereşîk berpala çiyayê Hecî Xelil de ye. Ev gunda di navbera gundê Îswêran û Komisê de ne. Her wiha ev gund li ser rêya ku ji Wanê û Erdîşê tê diçe Bêgirî-Çildêran û Bazîdê ye. Du heb zozanê vî gundî hene. Gundekî beroj e, hêşînahî û dar tê de hene. 7 km durê Bêgirî ye û 3 km dûrê behra Wanê ye. Niştecihên vî gundê debara xwe bi cotkarî û sewalkariyê dikin.

Vî gundî navê xwe kîjan demê ji kîjan zimanî hildaye hêj nayê zanîn. Ji ber ku li ser navê vî gundî lêkolîn nehatiye kirin. Di vî gundê de beriya Şerê Cîhanî yê yekem ermen rudiniştin. Kurd pêşiyê Mêlixa ku di nav sînorên vî gundî ye jiyane. Piştê ermen koç kirine çûne, xanî û malên xwe di Xereşîkê de çêdikin li wir cih dibin.

Malbatên Xereşîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdên ku tên ewil li Mêlixê (Mêlux) pişt re di Xereşîkê cih dibin malbata Koço ye. Pişt re xizm û pismamê wan tên cih dibin û gund mezin dibe.

Eşîr û êl[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eşîra ku pêşiyê hatiye vî gundî êla Kalkiyan e. Navê vê eşîrê bi Şikakiyan ve girêdayî ye. Ev eşîr ji di nav konfederasyona Evdoyiyan de ye. Eşîra Şikakî serdema Şerê Cîhanî ya yekem de eşîreke mezin ya Kurdistanê ye. Ev eşîr piranî li rojhilata Tirkiyê di Kurdistanê de herêma Serhedê li rojava bakûr a Îranê derdora bajarê Salmasê de ne. Lê ev eşîr di navbera Îran û Tirkiyê hatiye du perçe kirin. Dîsa jî serî de çûyin û hatinên vî eşîrê di navbera Îran û Tirkiyê pir bûne. Di serdema Şerê Cîhanî ya yekem û piştê vî şerê pêşengiya eşîra Şikakiyan Simko Axayê Şikakî yê Elîxanê Cazê kiriye. Di roja me ye îroyîn de têkiliyên vî eşîrî di navbera Îran û Tirkiyê gelek sist bûne. Eşîra ku ewil hatiye vî gundê Xereşîkê Kalkî ne û ev eşîr mêjû nayê zanîn lê ji Cizîrê ji herêma Botan koç kirine hatine aliyê Bakurê Rojhilata Kurdistanê cih bûne. Êla Kalkiyan li Tirkiyê bi taybet Ercîş, Bêgirî û Agirîyê wekî eşîrtî hebûna xwe didomînin.

Bavikên vê malbatê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Îngî ( Engî)
  2. Mistefa, Simo
  3. Mistefa-Hecî Resûl-Ewlo (Eylo), Kasim- (Koço, Selmo)...
  4. Simo-(Mîrza Ûsip, Şewêş Axa)-H.İsan...

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2012
  2. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.