Xedîce bint Xuweylid

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Xetice bint Xuweylid hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Navê Xedîce bi zimanê erebî

Xedîce bint Xuweylid (erebî : خَدِيجَةُ بِنْتِ خُوَيْلِدٌ‎, derdorê 555 - 619), jina Muhemmed Pêxember e, Dema hîna nebûbûye misilman navê wê Tahire bûye.

Di dîroka Îslamê de cihekî gellek girîng digre. Ew bi îffet û exlaqê xwe û bi paqijiya dilê xwe di nav pîrekên Mekeyê de gellek cuda ye. Ew bi van taybetiyên xwe yên xweş di dema nezaniyê de tê naskirin.

Xedîce di nav ereban de ji qewmê Qureyşê ye. Malbata wê di nav Mekkê de bi dewlemendî û bi camêriya xwe tên naskirin. Navê bavê wê Huweylîd, navê diya wê Fatime ye. Xedîce bi nifşa xwe him ji alî dê, him jî ji alî bav digihîje Muhemmed

Xedîce beriya bi Muhemmed re bizewice, du car zewicîbû. Pêşî bi Atîk kurê Ezîz re zewicîbû. Ji Atîk keçikekî wê çêbibû. Atîk demek paşê miribû. Piştê mirina Atîk Xedîce ji qebîla kurên Temîma bi Ebû Hale re zewicî. Ji Hale jî keçikek û kurek wê hatin dinyayê. Lê demek paşê ew jî mir. Û Xedîce jinebî ma. Piştê mirina Ebû Hale Xedîce êdî bi yekê re nezewicî. Pêşniyarên ku ji bo zewacê jê re dihatin vedigerand û nedipêjirand.

Wek em zanin; di dema nezaniyê de li Mekkê pîrekan pirr zordestî didît. Dema mêrê pîrekekî bimiriyana û pîrek jinebî bimana, êdî wî pîrekê û zarokên wê pirr zehmetî dikşandin û ji bo wan êdî jiyanek pirr bi êş dest pê dikir. Pirê caran nedihîştin wî pîrekê li gor daxwaza xwe bi yekê baş re bizewice. Wek eşyayekî dihat hesibandin. Pîrekekî ku mêrê wî bimriyana, ji malbata mêrê pîrekê kî wê bixwestana wê pê re bizewiciya. Yan jî wê weka karkiroxa di mala xwe de dihewand û karên xwe pê didan kirinê.

Lê rewşa Xedîce mîna wan pîrekên xizan nebû. Ew piştê her du mêrê xwe jî, neket bin destê yekê. Lewra him malbata Xedîce -wek apên wê- lê xwedî derketin û nehîştin Xedîce bibe bindestê yekê, him jî ji her du mêrên wê jî jê re mîratek baş mabû. Ji aliyek din jî jixwe . Xedîce pîrekekî pirr bi aqil û serwext bû û dikaribû ji heqê xwe derketa. Ji ber van sedeman Xedîce zehmetiyên ku pîrekên Meke yên xizan dikşand, nekişand û nedît.

Lê piştê mal û milk êdî li ser milên wê mabû, ew bi bazirganiyê re mijûl dibû. Mekke welatekî girtî bû. Aboriya gelê Mekkê ji du tiştan dihat. A yekemîn ji mala Xwedê (Kabe) dihat. A duyemîn jî ji bazirganiyê bû.

Gelên biyaniyên ku ji bo serlêdana Ke'bê dihatin Mekkê, Mekkiyan di wan demsalan de him li nava Mekkê him jî li derveyê Mekkê sûkan çêdikirin. Bi vî awayê him bazirganî dikirin him jî heciyan dihewandin. Di mehên din de jî qafileyên mezin kerwanê bazirganiyê bi hev re amade dikirin. Û ji bo bazirganiyê dişiyandin derveyê Mekkê wek Şam û Besra. Û li van deran malên xwe difirotin. Di van karwanên bazirganiyê de her malbat ji bo malên xwe serokek diyar dikirin û dianiyan serê karwanê. Wek Ebû Sufyan. Di pirê karwanê bazirganiyê de ew pêşengê qebîlan bû û gel di şopa wî de diçûn. Xedîce jî di van deman de bi vî karê mijûl dibû. Xedîce jî bi bazirganan re malên xwe dişiyand derveyê Mekkê. Xedîce dîsa dixwest ku malê xwe bi karwana ku diçû Şamê re bişîne. Ji bo vî karê mirovekî bi ewle digeriya ku, bi dilrehetî malên xwe emanetê wî mirovê bikirana.

Di wî demê de jî qala Muhemmed jê re hat kirin. Muhemmed di nava Mekkê de bi exlaqê xwe yê xweş, bi duristî û bi ewlebûniya xwe dihat naskirin.

Piştê ku Xedîce, Muhemmed bihîst xwest ku bi wî re peymanekî li ser bazirganiyê çêke. Muhemmed jî ji vî rewşê agahdar kir. Û pê re li ser vî mijarê axivî. Muhemmed vî pêşniyara Xedîce pêjirand û bi karwanê re çû alî Şamê. Muhemmed di vî bazirganiyê de gellek kar kir. Û bi qezencekî mezin vegeriya Mekkê. Xedîce ji vî qezencê para Muhemmed da û bi dilekî rehet wî şiyand. Li ser vî bazirganiyê bi bendê xwe Meysere re jî axivî. Lewra Meysere di vî rêwîtiyê de bi Muhemmed re bû. Û wî çi kiribû çi nekiribû tev dîtibû. Di vî rêwîtiyê de çi kiribûn hemî yek bi yek ji Xedîce re qal kir. Piştê ku Xedîce guhdariya Meysere jî kir meyla wî li ser Muhemmed ji berê pirtir çêbû. Jixwe roja ku wî dîtibû bi exlaq û rastiya wî, wî pirr ecibandibû. Ji ber vî yekê xwest ku bi Muhemmed re bizewice. Vî fikra xwe ji hevalê xwe Nesîbe re qal kir. Nesîbe bi vî agahiyê pirr kêfxweş bû. Lewra wî Xedîce pirr baş nas dikir. Û zanibû Muhemmed jî çiqas mirovekî baş e. Piştê Nesîbe bi vî fikra Xedîce agahdar bû jê re got "tu vî karê ji min re bihêle."

Nesîbe rabû û rast çû cem Muhemmed û pê re li ser fikra Xedîce axivî. Li ser vî yekê Muhemmed bi apên xwe re axivî. Apên wî, vî daxwazê pêjirandin û çûn keça Huveylîd, Xetîcê ji Muhemmed re xwestin. Pêncsed dîrhem qelenê Xedîce dan û daweta wan li gora adetên wî demê li mala Xedîce kirin. Tê ragihandin ku dema ew zewicîn Muhemmed bîst û pênc, Xedîce jî çil salî bû. Ji vî zewacê Qasim, Zeyneb, Ummu Kulsum, Ruqiye, Fatime û Ebdullah hatin dinyayê. Lê ji van zarokan her du kurên wân, hêj pirr biçûk bûn rehmet kirin. Bi mirina van zarokên xwe Xedîce pirr xemgîn bû. Lê bi piştgiriya mêrê xwe li piya sekinî û xemgîniya wî hinek kêm bû. Piştê zewacê, Xedîce êdî bi karên dervê re mijûl nedibû. Wan karên derve êdî Muhemmed dikir.

Gava Muhemmed bû çil salî jê re ji Rebbe aleman wehy hat û ew bi peywira pêxemberiyê hat erkdarkirin. Dema wehya yekemîn ji Muhemmed re hat ew pirr şaş bibû û tirsiyabû. Lewra hêj nû tiştekî wusa didît. Ji ber vî yekê bandorekî mezin li ser wî çêkiribû. Muhemmed piştê wehyê hat cem Xedîce û rewşa xwe jê re qal kir. Gava Xedîce li wî guhdarî kir bi dilekî rehet jê re wusa got: "Hey lawê apê min, qet xemgîn nebe û metirse. Bi sond dibêm, Xweda qet ewdekî mîna Te nade şermê. Lewra Tu qet derew napeyivî, emanetan diparêzî, bi merivên xwe re eleqedar dibî, cîranên xwe qet aciz nakî û bi xweşikî bi wan re rojên xwe derbas dikî. Ji xizanan re alîkarî dikî û deriyê mala xwe ji wan re vedikî. Û Tu di dema tengasiyê de alîkariya gelê xwe dikî."

Bi van gotinên Xedîce tirs û tengezariya Muhemmed hinek kêm bû û dilê wî rehet bû. Xedîce ji ola nû re bawerî anî û bû misliman. Ew di dîroka Îslamê de beriya hemî sehabeyên jin û mêr bûye misliman. Ango mislimanê yekemîn e. Û bi vî taybetiya xwe navê xwe di dîroka Îslamê da nivîsandiye.

Lê ji wî roj pê ve êdî rojên dijwar ji bo wan dest pê kirin. Lewra muşrîkên Mekkê ola nû nedipêjirandin. Û ji bo li ba gel jî neyê pêjirandin çi ji destê wan bihata dikirin.

An bi heqaretan an jî bi îşkenceyan mirovên bawermend aciz dikirin. Bi vî awayê dixwestin ku wan ji baweriya wan vegerînin.

Ji van heqaret û îşkenceyan Hz. Mihemed û malbata Wî jî nesîbê xwe distendin. Jixwe muşrîk jî bi taybetî li ser wan disekiniyan.

Di van rojên teng de û ji serî heta dawî Xedîce alîkarê Muhemmed bû. Lewra ew ji Muhemmed pirr hez dikir û wî baş fam dikir. Di mala xwe de, bi axaftinên xwe yên xweş jê re dibû alîkar, ji aliyek din bi mal û dewlemendiya xwe jê re dibû alîkar û piştgir. Xeynê vana malê xwe di rêya tekoşîna Îslamê de bi kar dianiya. Bi van tevgerên xwe yên xweş ew him hezkirina Resûlûllah him jî hezkirin û riza Xwedayê aleman qezenc kiribû. Lewra Xedîce hêj li dinyayê bû mizgîna bihiştê û silava Xwedayê aleman bi qasidiya Cebraîl sitendibû.

Rojekî Cebraîl hat cem Resûlûllah û wusa got: "Ji Xedîce re silava Rebbê xwe bibêje." Li ser vî yekê Resûlûllah ji Hz. Xedîce re: "Ya Xedîce, viya Cebraîl e û ew ji te re silava Xwedê aniye." (Îbnî Hîşam)

Xedîce bi vî silavê Xwedê pirr kêfxweş bû û ew jî ji Rebbê xwe re silav şiyand. Xedîce her dem peywirên xwe yên Îslamî dianiya cih û ji bo ola Îslamê çi ji destê wê bihata dikir. Gava muşrîk li ser mislimanan boyqotê çêkirin, di wî demê de Xedîce malê xwe hemî ji bo pêwistiyên mislimanan xerc kir.

Ew boyqota li ser mislimanan sê sal berdewam kir. Misliman di vî demê de bi her awayê zehmetî kişandin. Piştê sê sal di dehsaliya pêxemberiyê de boyqot ji ser mislimanan hat helanîn. Lê piştê boyqotê mehkî şûn de umrê Xedîce jî bidawî bû û çû cem Rebbê xwe. Xedîce di dehsaliya pêxemberiyê de di şêst û pênc saliya xwe de çû ba rehma Xwedê.

Xedîce li cem Resûlê Xwedê pirr binirx bû. Gava mir, ji ber mirina wê him Resûlûllah him jî bawermendên din pirr xemgîn bûn û ji ber vî xemginiyê ji vî salê re gotin "Sala Xemgîniyê". Lewra cihê wê cuda bû. Ew bi îman û emelên xwe yên salih jî cuda bû. Bi her awayê alîkarê Resûlûllah bû, li pişta wî bû û Wî qet tenê nehiştibû. Her dem bi îman û sebr tevgerên xwe derxistibû holê. Bi van taybetiyên xwe yên xweş jî ew li cem Resûlûllah pirr binirx bû.

Ji ber van sedeman piştê mirina wê jî Resûlûllah her dem qala wê dikir û wê bi hesret û dilxweşî dianiya ziman. Carna wusa qala wî dikir ku vî qalkirina Resûlûllah xweşa Aîşe nediçû û ji van gotinan aciz dibû.

Rojekî Aîşe êdî tehamul nekir û ji Resûlûllah re wusa got: "Hûn her dem qala Xedîce dikin. Lê Xwedê piştê wê pîrekê ji wê ciwantir û xweşiktir daye we."

Li ser viya Resûlûllah wusa got: "Na Xwedê ji wê bixêrtir yekê nedaye min. Lewra ew gava her kes di nav kufrê de bû, ji min bawer kir. Dema kes min nedipêjirand, wê min pêjirand. Dema kes tiştekî nedida min, wê min bi malê xwe re hevpar kir. Û Xwedê ji wê ji min re zarokan îhsan kir."

Piştê vî bersivê êdî Aîşe tu car qala wê nekir. Xedîce bi îmana xwe û bi xebatên xweyên xweş di nava sehabeyên jin de gellek li pêş e ye. Lewra ew hêj nemiribû silavê Xwedayê aleman û mizgîna bihiştê sitendibû.

Resûlûllah (s.X.l.) wusa dibêje: "Xedîce di baweriya Xwedê û Muhemmed (s.X.l.) de hemî pîrekan derbas kiriye." (Feyz'ul Qadîr)

Dîsa Qasidê Xwedê wusa dibêje: "Ji pîrekên bihiştê yên herî bixêr Xedîce, Fatime, Meryem û Asiye ne" (Îbnî Îshaq) Xwedê wê bi rehma Xwe şa bike. Û me jî bi îman û emelên salih bigihijîne wê…