Xezel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Xezel cureyekî helbestê ye.

Xezel, peyveke erebî ye. Di ferhengê de tê wateya "Ji jina re pevaxaftina dildarî"[çavkanî pêwîst e]. Ev cureya helbestê bi teşeyeke diyar hatine nivîsandin û taybetî jî ser mijara evînê, bedewiyê û meyê disekine. Xezel serî de nav ereban de derketiye holê. Paşê jî ev cureya helbestê derbasî îranîyan bûye. Mirov dikare bêje ku dema xezel derbasî îraniyan bûye kurdan jî ev cûre hildaye û helbestên xwe pê nivîsandin e.

Malikên xezelê[biguherîne]

Xezel bi malikan pêk tê. Malika yekem musarra ye. Ango malikên wî di navbera xwe de serwaye an jî hevdeng e. Malikên din jî, risteyên duyem re malika yekem serwaye. Malika xezelê a yekem re, malika destpêk an jî metla tête gotin. Malika dawî a xezelê re jî malika dawî an jî meqta tête gotin. Pirranî helbestvan navê xwe malika di dawî de bi kar anîne. Vê malika dawî a helbestvan navê xwe tê de nivîsandiye mexles an jî bernavk, malikê re jî malika bernavkê an jî mexlesxane tête gotin. Hemû helbestvan bernavkên xwe di xezelê de nanivîsin. Hinek xezel bê bernavkên. Malika xezelê a herî rind re –ciyê wê ku derê dibe bila bibe- şehmalik (Şah-beyt) tête gotin.

Di xezelê de ji bilî afirandina paşserwa a yekîtiya terma, navbera di malikan de yekîtiya xezelê hebe ji re xezela yek-ahenk tê gotin.

Di xezelê de ji bilî yekîtiyê, heman hêz, heman qîmet û bedewî jî ji malikan re heye. Ji wan xezelan re jî xezelên yek-avaz tê gotin.

Xezel ji aliyê teşeyê (ruxsarê) di gelek xalan de bi qesîdeyê re hevpar e. Herçiqas di wêjeya farisî û tirkî de hejmara malikê xezelan ji yên qesîdeyan kêmtir be jî, di wêjeya kurdî de bi qasî ku tê dîtin, hejmara malikên xezel û qesîdeyê nêzî hev in. Mirov dikare bêje ku di wêjeya kurdî de xezel bi giştî ji pênc-heft malikan heta bu derdora 20-30 malikan pêk tê.

Di xezelê de jî şemaya serwayê wekî ya qesîdeyê ye:


a -----------a malika metla


x ------------a


x -----------a


x -----------a


x -----------a malika meqta û mexlesê

Xezel jî di kategoriya helbestan de ne û di dîwanan de cih digirin. Lewra hem zimanê wan, hem jî mijarên wan giran in.

Mijara xezelê[biguherîne]

Mijara xezelê a sereke eşq e. Lê digel vê jî xezelên ku bi mijarên cuda jî hatine nivîsandin hene. Eger mijara xezelê tesewif be, ew xezela sûfiyane ye; eger hikmet û felsefe be, xezela hekîmane ye; eger xweştivîyê be, ew xezeleke şûxane ye; eger zewqên dinyayê be, ew xezeleke rindane ye; eger kêf û izdiraba ji eşqê be ew xezeleke aşiqane ye.

Ji bo mînak xezeleke şûxane a Melayê Cizîrî;


Mustef’ilun mustef’ilun mustef’ilun mustef’ilun

Çîn çîn kirin zilfên siya kesk etlesa dîba qeba ---a

Êdî nîşan nabin xuya têkil kirin lazim seba ---a


Min dî seba dayê seher madarê bedrê kir du ker ---x

Qews û qezeh jê hate der dîsa bi zûlfan ra teba ---a

…………

Selwa rewan zerrînwereq çîçek Melê dîn sed neseq --- x

‘’Yaqûtuha yehki’ş-şefeq yehkî ‘ûqûden kewkeba’’ --- a

                                              (Melayê Cizîrî, Dîwan)

Ji aliyê teşeyê ve jî hinek cureyên xezelê hene ku li jêrê em dê ji wan cih bidin xezela mustezad û xezela musemmet.


1. Xezela Mustezad[biguherîne]

Çawa ji navê wê tê fêmkirin xezela mustezad cureyek ji teşeya xezelê ye. Ferqa wê ji xezelê ew e ku li dawiya her risteyekî, risteyeke kurt tê zêdekirin. Ji xwe xezela mustezad tê wateya ‘’xezela lêzedekirî’’. Risteya zêde wekî ‘’zîyade’’ tê binavkirin. Kêşa vê ziyadeyê ji tef’ileyên pêşî û dawî yên kêşa risteya dirêj pêk tê. Bo nimûne di helbesta jêrîn de kêşa risteya dirêj Mef’ûlu mefa’îlu mefa’îlu fe’ûlun e. Ji ber wê kêşa ziyadeyê risteya kurt, dê Mef’ûlu Fe’ûlun be. Ji aliyê serwayê ve, çawa ku şemaya jêrîn de jî xuya dibe, risteya kurt bi risteya dirêj re hevbeş e.


a ----a -----------a ----a


x ----x -----------a ----a


x ----x -----------a ----a

Di wêjeya kurdî de helbestvanên wekî Ehmedê Xanî, Selim Silêman û Seydayê Licî bi vê teşeyê helbest nivîsandine. Di dîwana Seydayê Licî de du xezelên mustezad hene ku li jêrê wekî mînak em dê cih bidin yekê ji van.

Mef’ûlu mefa’îlu mefa’îlu fe’ûlun


Mefa’ûlu Fe’ûlun

Ellah çi ‘eceb narekî xeddar deranî --- a

Sohtî bi wî canî --- a

Neqqaşê ezel neqşê bedî’ek li wî danî --- a

Heyrî di dumanî --- a


Herçî ku ji’îşqê nebit ew me’denê enwar --- b

Hem mexzenê esrar --- b

Bê faîde dê her biçitin ‘ûmrê zemanî --- a

Meqsûdê nizanî --- a

…………… (Seydayê Licî, Dîwan)

2. Xezela Musemmet[biguherîne]

Xezela musemmet cureyek ji xezelê ye û hemû taybetiyên xezelê di xwe de dihewîne. Lê di xezelên musemmet de malikên xezelê di xwe de dihewîne. Lê di xezelên musemmet de malikên xezelê di nava xwe de jî bi serwa(qafiye) new ku dema mirov wan qafiyeyan li bin hev rêz bike, murebbayek derdikeve holê. Ji ber wê jî di van cure xezelan de pêwist e qalibên erûzê yên ku bibin çar parçe (murebba) bên bikaranîn. Ji xwe ji ber ku murebba cureyek ji musemmatan e, ji xezelên bi vî rengî re xezelên musemmet hatiye gotin. Li jêrê wekî nimûne em cih didin xezeleke bi vî cureyî.

Helbestvanên kurd ên cureya xezelê de helbest nivîsandine ev in: Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî, Seydayê Licî, Siyahpûş, Abdurahman Durre û hwd.


Fa’ilatun fa’ilatun fa’ilatun fa’ilatun


Dilberê îro seher avête cergê min du dox Yek li sîne, yek li dil da lew ji min tên ax û ox

Ah û oxên min ji dil tên lê ji ber tîra qizil tên Yan ji kovanên di kul tên jê dizêt her xûn û zox

Xûn ji dil cû cû rewan tê wek éeqîq û erxewan tê Lê ji dest selwa ciwan tê ew şepala şeng û şox

Ew şepala şx û şeng e kefira rom û freng e Da me ber cotek xedeng e zalimê kuştim bi dox

Zalimê kuştin şepalê nazikê qencê delalê Bûn hîcaba zilf û xalê êdek û ala û tox

Netrik û tayên bi reşî ê di zêr in pê ve weşî Min du fêris din di pêşî mirwet û însafî yox

Lew heriftim ez ji meylê şubhetê sehl û sûheylê Muhbet û işqa di Leylê ez kirim yekser pilox

Dest nehêlim ez ji dînê şibhê Ferhad û Şêrînê Wer ji ber ‘işq û evinê min di rê çit ev kilox

Şuhbeta çerx û sema tê wek Melê sed mubtela tê Zemzem û ava heyatê muşterî sed şex û şox (Melayê Cizîrî, Dîwan)

Çavkanî[biguherîne]

  1. Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Doç. Dr. Abddurahman Adak, Nûbihar, Stembol, 2013
  2. Örnekleriyle Türk Şiir Bilgisi, Cem Dîlçîn, TDK, Enqere, 2005