Xizan Şîlan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xizan Şîlan
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xizan Şîlan (z. 14'ê tîrmehê 1955 li gundê Yîncovê, gîredayî navçeya Cihanbeyliyê li perêzgeha Qonyê) helbestvanekî kurd e û helbestên wî pirtir di kovara Amidakurd de tê weşandin. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîseyê li Konyayê dixwîne.

Di wan sala de dest bi nivîsîna helbestan dike, di berde jî bi xebatên muzîkê dadikeve.

Di 1978 an de derdikeve derveyî welêt. Li Almanyayê 6 salan dimîne. Nivîsîna helbestan li wir jî domand. Di şev û şahiyên kurdan de stiran digot. Zimanê malê kurdî bû, lê cara pêşî kurdî nivîsîn li derveyî welêt dest pê dike. Paşê vedigere welêt.

Di sala 1987 an de tê Swêdê û îro li Stockholmê, herêma Bredäng bi cî dibe. Çar pirtûkên wî hatine belavkirin.

Sê pirtûk helbest in û yek jî roman e: Xem û Xeyal, Acıların Sokağı (roman), Nameyek Ji Rinda Min Re û Pêjnên Laşê Mirî.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]