Xwepêşandanên li dijî hikûmetê li Tirkiyeyê 2025
Xwepêşandanên li dijî hikûmetê li Tirkiyeyê 2025 | |
---|---|
![]() | |
Dirûşm: Kurtuluş yok tek başına, ya hep beraber ya hiçbirimiz! ![]() | |
Dewlet | Tirkiye ![]() |
Li beşa îdarî | |
Dema destpêkirinê | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Xwepêşandanên li dijî hikûmetê li Tirkiyeyê yan jî xwepêşandana 19ê adarê xwepêşandaneke girseyî ye ku piştî girtina şaredarê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stembolê Ekrem İmamoğlu li gelek bajarên Tirkiyê hatiye destpêkirin. Ev xwepêşandanên ku ji aliyê gel ve di 19ê adara sala 2025an de hatiye destpêkirin ji ber pirsgirêkên civakî yên wekê azadiya derbirînê, sansura çapemeniyê û zêdebûna otorîterîzmê têne lidarxistin.
Xwepêşandan di despêkê de ji aliyê xwendekarên zanîngehan ve hatine destpêkirin ku piştre li gelek bajar û zanîngehan belav dibe. Li gorî dîmenên ku li ser medyayên civakî hatine parvekirin li hemberê xwepêşandanan gelek êrîş û tundûtijiya polîsan pêk tên ku bi gazên rondikrêj û ava şid êrîşê xwepêşandanan têne kirin. Navenda çalakiyan li ber deriyê Şaredariya Stenbol e. Ji ber ku medyaya Tirkîyê ji aliyê hikûmetê ve têne asteng kirin û nahêle ku xwepêşandandan bide nîşan, xwepêşandan li ser medyaya civakî têne parvekirin û têne organîze kirin. Di nav xwepêşandaran de hem kesên xwedî fikra rastgir û hem jî kesên xwedî fikra çepgir hene.
Paşperdeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştê hilbijartina herêmî ya sala 2019an de Ekrem İmamoğlu wekê şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stembolê hatiye hilbijartin. Piştê 25 salan ku şaredarî ji aliyê partiya desthilatdar a Partiya Dad û Geşedanê (AKP) dihate birêvebirin derbasî partiya opozîsyona Tirkiyeyê dibe û Ekrem İmamoğlu dibe şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stembolê. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2019 û sala 2024an de ku di vê hilbijartina dawî ya sala 2024an de Partiya Komarî ya Gel di nav de şaredariya bajarên Stembol û Enqereyê hebû şaredariyên gelek bajarên mezin ku ji piraniya bajarên pêk hatiye bidest dixe. Partiya Gel a Komarî di van herdû hilbijartinên heremî de li hemberê partiya desthilatdar a Recep Tayyip Erdoğan serketinên girîng bidestdixe.[1]
İmamoğlu di mehên beriya binçavkirina xwe de rexneyên xwe yên li ser rêveberiya Recep Tayyip Erdogan zêde kiribû û di encamê de gelek dozên hiqûqî li dijî wî hatibûn vekirin. Di 18ê adara sala 2025an de rojek berê girtina Ekrem İmamoğlu, rêveberiya Zanîngeha Stembolê dîplomaya wî ya zanîngehê ku 31 sal berê ji zanîngehê mezûn dibe betal dike.[2] Ger ev biryar ji aliyê dadgehan ve were pejirandin li gorî qanûnên heyî Ekrem İmamoğlu nikare beşdarê hilbijartinên serokomariyê bibe. Nêzîkî 100 kesên ku di nav wan de rojnameger û karsaz hebûn, bi îdîaya sûc ên têkildarî îhaleyên şaredariyê hatine sûcdarkirin û di 22ê adara sala 2025an de Ekrem İmamoğlu û kesên ku bi wî re hatibûn desteserkirin ji aliyê dadgehê ve hatine girtin.[3]
Xwepêşandan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]19ê adarê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di 19ê adara 2025an de serokê giştî yê Partiya Gel a Komarî Ozgur Ozel binçavkirina Ekrem İmamoğlu wekê "hewldana derbeyê ya li dijî serokkomarê paşerojê" binav kir û bang li komên mûxalîf kir ku li hemberî vê yekê bibin yek. Çend saet piştê binçavkirina imamoğlu zêdetirî sed xwepêşandar li nêzîkî Midûriyeta Polîsan a Stenbolê kom dibin. Xwepêşandaran sloganên li dijî hikûmeta Erdogan avêtin û bi dengekî bilind piştgirî dan şaredarê girtî. Xwepêşandaran ev bûyer wekê êrîşa li dijî proses û saziyên demokratîk ên li Tirkiyeyê bi nav kirin, hinekan jî weke “derbeya li dijî demokrasiyê” bi nav kirin û diyar kirin ku İmamoğlu bi pêvajoyên rewa yên demokratîk “4 caran Erdogan di hilbijartinan de têk biriye”. Xwepêşandarên din gotin ku ew bawer dikin ku binçavkirin dê piştgiriya gel ji bo İmamoğlu xurtir bike û destnîşan kirin ku heya ku biryar paşve neyê vegerandin ew çalakiyên xwe bidomînin. Di nav kesên ku beşdarî xwepêşandanan bûn de xebatkarên şaredariyê jî hebûn.[4] Li Saraçhaneyê bi deh hezaran xwepêşandar li dora Şaredariya Stenbolê kom dibin û Ozel di axaftina xwe de bang li girseyê kir ku piştgiriya xwe ya ji bo İmamoglu bidomînin û di axaftina xwe de got, "İmamoğlu serokê paşerojê yê Tirkiyeyê."[5] Hevjîna Ekrem İmamoglu Dilek İmamoğlu bang li alîgirên muxalefetê kir ku dengê xwe bilind bikin û wiha got: "Roja ku hikûmet li ser dijberên xwe biryarê bide, roja mirina demokrasiyê ye."[6]
Li ser vê yekê Parêzgeriya Stembolê hemî civînên gel li seranserê bajêr qedexe kir û hêzên ewlehiyê li derdora qereqolê barîkatan danîn. Yekîneyên polîs û wesayitên ava şid rêyên ku diçin navendê girtin. Tevî vê yekê jî bi hezaran xwepêşandar li ber avahiya Şaredariya Stenbolê xwepêşandan lidarxistin û gelekan sloganên wekê “İmamoğlu tu ne bi tenê yî” û "Erdogan, dîktator!" avêtin. Di navbera polîs û xwepêşanderan de gelek pevçûn derketin ku di nav wan de polîsan gaza rondikrêj avêt ser girseya ku li ber Zanîngeha Stenbolê xwepêşandan lidardixistin.[7]

Bi deh hezaran kes li ber navenda giştî ya CHPê ya Enqereyê li hev kombûn û bi parlamenterên CHPê re tevlî çalakiyê bûn. Hinek parlementerên CHPê piştî ku hewl dan ku pêvajoya qanûnî ya li meclisê asteng bikin, bi armanca protestoyê meşiyan. Xwendekarên Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn li kampusê meşek lidarxistin û îstifays hikûmetê xwestin. Piştî meşê gelek kesên xwestin ku biçin taxa Kizilayê, ji aliyê gelek barîkat û yekîneyên polîsan ên li ser rêya Eskîşehîrê ve hatin astengkirin û polîsan bi gaza rondikrêj êrîşê xwendekaran kirin.
20ê adarê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 20ê adarê ve li gelek bajar û navçeyên mezin xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Di serî de Stenbol, Enqere[8] û Îzmîr[9], Edene, Semsûr, Dîlok, Afyon, Axsaray, Amasya, Antalya, Artvin, Aydîn, Bolu, Şişli, Samsun, Manavgat, Ayvalık, Eskişehir, Mêrsîn, Muğla, Meletî, Didim, Denizli, Manisa, Qonye[10], Kirikkale, Karabük, Niğde, Qeyserî, Ordu, Erzirom, Trabzon û li Rîzeyê xwepêşandan hatin lidarxistin.[11] Hevserokên Giştî yên DEMê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan di pîrozbahiya Newroza li Wan û li Bidlîsê diyar kirin ku bûyerên vê dawiyê ne hiqûqî ye û derbeyek li dijî demokrasiyê ye.[12][13]

Di heman rojê de li gelek zanîngehan ku di nav wan de Zanîngeha Stenbolê,[14] Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê, Zanîngeha Teknîkî ya Yıldızê, Zanîngeha Yeditepeyê, Zanîngeha Marmarayê, Zanîngeha Tirkî-Almanî, Zanîngeha Galatasarayê, Zanîngeha Stenbolê ya Cerrahpaşayê, Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn a Stenbolê, Zanîngeha Havettepeyê, Zanîngeha Bahçeşehîrê, Zanîngeha Bîlgîyê, Zanîngeha Nehê Îlonê,[15] Zanîngeha Egeyê,[16] Zanîngeha Bîlkentê, Zanîngeha Kocaeliyê, Zanîngeha Anadolûyê, Zanîngeha Enqereyê, Zanîngeha Gaziyê, Zanîngeha Akdenîzê, Zanîngeha Mersînê, Zanîngeha Eskîşehir a Osmangaziyê, Zanîngeha Selçukê, Zaningeha Koçê, Zanîngeha Trakyayê, Zanîngeha Namık Kemal, Zanîngeha Aydîn ya Adnan Menderes,[17] Zanîngeha Sabanciyê, Zanîngeha Demokrasiyê ya Îzmîrê, Zanîngeha Teknîkî ya Gebzeyê, Zanîngeha Aboriyê ya Îzmîrê, Zanîngeha Muğla ya Sıtkı Koçmanê, Zanîngeha Kadir Hasê, Enstîtuya Teknolojiyê ya Îzmirê û li Zanîngeha Bosforê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Polîsan bi gaza rondikrêj, ava şid û hêza fizîkî êrîşê xwepêşandanên li zanîngehan kirin. Xwepêşandereke jin a li Zanîngeha Kocaeliyê ji ber lêdana polêsan pozê wê şikest û 6 kes hatin binçavkirin. Her wiha tundiya polîsan a di dema protestoyên li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn de bal kişandiye û hatiye îdîakirin ku guleyên plastîk ji aliyê polîsan ve hatine bikaranîn.[18] Ji ber boykotê li piraniya zanîngehan perwerdehiya xwendekaran hatine betalkirin. Kampusa Tandogan a li Zanîngeha Enqereyê bi barîkatên polîsan hatiye dorpêçkirin û ji bo hinek xwendekaran ketina kampusê hatiye qedexekirin, xwendevanên din jî bi kontrolkirina nasnameyan derbasê kampûsa zanîngehê dibin.[19]
Di xwepêşandaneke girseyî ya li ber Balyozxaneya Tirk a li Londonê de, endamên Partiya Karkerên Tirk û Navenda Piştevaniya Civaka Kurd a Tirkiyeyê pankartên şermezarkirina polîtîkayên sînordar ên dewleta tirk bilind kirin.
Li Almanyayê bi çalakiyên girseyî yên li Berlîn û Stuttgartê ji aliyê dîasporaya tirk ve hatiye organîzekirin, bang hate kirin ku dewletên Ewropayê li dijî zextên hikûmetê yên li Tirkiyeyê zêdetir gavan bavêjin.[20]
21ê adarê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xwepêşandan li gelek bajarên ku di nav de Stenbol, Îzmîr û Enqereyê zêde dibin[21] û li bajarên din ên wekş Qonya, Nîgde, Trabzon û Edeneyê belav dibe.[22][23]
22ê adarê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 22ê adarê de xwepêşandanên li seranserê Tirkiyeyê berdewam kirin. Berdewamiya binçavkirina İmamoğlu seferberiyên li dijî hikûmetê ku beriya niha li bajarên mezin berdewam kiribûn, zêde dibin. Xwepêşandan ji aliyê partiyên opozisyonê, sendîkayên karkeran, komên mafên sivîl û hemwelatiyên asayî ve hatin birêvebirin, hemiyan nerazîbûna xwe li hember kiryarên otorîter ên hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan diyar kirine. Ev xwepêşandan di rojên berê de hatin destpêkirin lê di 22ê adarê de xwepêşandan gihişte asta herî qerebalix. Di xwepêşandanan de xwepêşanderan daxwaza serbestberdana Ekrem İmamoğlu kirin û daxwaza rawestandina tevdbîrên hikûmetê kirin ku ew nedemokratîk dibînin.[24]
Stenbol dibe navenda xwepêşandanên mezin û li navçeyên wekê Saraçhane, Beşîktaş, Kadıkoy û li Şîşliyê gel derdikevin qadan. Lê belê li Qada Taksîmê ku cihekî dîrokî ye, ji aliyê hêzên polîsan ve hatiye astengkirin û nehiştin ku li wir xwepêşandan çêbin. Tevî vê yekê jî xwepêşanderan li deverên din pankart hilgirtin û dirûşmên "Susma, sustukça, sira sana gelecek" ("Bêdeng nemînin, hûn çiqas bê deng bin wê dora we be!"), "Hükümet istifa!" ("Hikûmet, îstifa bike!"), "Hak, hukuk, adalet!" ("Maf, hiqûq, edalet!"), hinek xwepêşandarên din jî bi lêdana potan ji balkonên xwe beşdarê xwepêşandanê bûn.[25]
Tevî xwepêşandana pir aştiyane ya xwepêşaran, dema ku hêzên ewlehiyê hewl dan ku girseyê belav bikin, tengezarî zû zêde bûn, hêzên dewletê bi hinceta kombûnên neqanûnî û tevliheviya giştî êrîşê xwepêşaran kirin û ev jî dibe sedema tengezariya di navbera xwepêşandar û polîsan. Bersiva polîsan bi tundî bû ku gaza rondikrêj, guleyên lastîkî û ava şid li dijî xwepêşanderên ku nexwestin derkevin bikar anîn. Li Kembera Bozdoxanê ku bi hezaran kes li dijî hişyariyên dewletê kom bûn, pevçûnên dijwar qewimîn.[26] Gelek kes bi avêtina şûşeyên plastîk, bi sloganên li dijî hikûmetê û bilindkirina alayên partiyên opozîsyonê, bi taybetî nî bilindkirina alayên Partiya Gel a Komarî (CHP) bersiv dane êrîşên polîsan.[27] Li Îzmîrê, di vîdyoyên ku li ser medya civakî hatine parvekirin tenê dîtin ku polês xwepêşandaran bincav dikin û bi tundî êrîşê xwepêşaran dikin.[28]
Li gelek bajar û li paytext Enqereyê xwepêşandan hatin lidarxistin û girseya gel û nûnerên CHPê ji bo daxwaza edaletê xwestin li Enqereyê ber bi meclisê Tirkiyeyê ve bimeşin.[29] Polîsan rêyên serekeyên ku ber bi meclisê ve diçûn girtin û nehiştin ku xwepêşandar bigihêjin avahiya parlamentoyê ku bi giranî ji aliyê yekeyên din ên polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Li Îzmîrê ku sêyemîn bajarê herî mezin e, bi hezaran kes herikîn qada Lozanê û dest bi meşa ber bi Alsancakê ve kirin. Di heman demê de xwepêşandaran guh nedan qedexeya xwepêşandanên ku ji bo 5 rojan ji aliyê Parêzgeriya Îzmîrê hatibû destpêkirin.[30]
Bi zêdebûna xwepêşandanan re, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ragihand ku di pevçûnên şevê din de herî kêm 343 kes ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin. Wezaretê îdia kir ku hêzên ewlehiyê li gorî qanûnên nîzama giştî tevdigerin, bi hinceta ku hinek xwepêşander "reftarên provokatîf û tundûtûjiyê" dikin ku mudaxeleya polîsan ferz dike. Lêbelê rêberên opozîsyonê û rêxistinên mafên mirovan hikûmet bi zora zêde tawanbar kirin û dane zanîn ku gelek ji wan kesên hatine girtin xwenîşandarên aştiyane bûn ku mafê xwe yê destûrî ji bo kombûna azad bikar tînin. Li Qada Guvenpark a Enqereyê û di operasyonên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye pêkanîn de 41 xwepêşanderên ku di nav wan de parêzer jî hebûn hatin binçavkirin û ji van 41 kesan ji bo 31 kesan biryara girtinê hatiye dayîn. Ji 22 xwepêşandarên xwendekar ên ku hatibûn binçavkirin, 7 xwendekarên keç ji aliyê polêsan ve bi zorê hatine tazîkirin.[31]
Parêzgeriya Stenbolê ragihandiye ku çûn û hatina Stenbolê hatiye qedexekirin û wiha got: “Kes, kom û wesayîtên ji navçeyên parêzgeha me yan parêzgehên cîran ku bi rêya bikaranîna rêya parêzgeha me îhtîmal e bi awayekî ferdî yan jî bi awayekî komî tevlî kiryarên neqanûnî bibin, rê nadin ku derbasî parêzgeha me bibin û derkevin.”[32]
23ê adarê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Serokê Giştî yê RTUKê Ebubekir Şahîn qenalên televîzyonan tehdît kir û li ser Xê û got, eger li dijî qanûnê weşanê bikin û gel bixin kolanan, dibe ku heta rawestandina weşanê û bi betalkirina lîsansên wan qenal bêne cezakirin.[33] Di encamê de hinek qenalên wekê SZC TV û Halk TV weşana xwe ya zindî ya mitîng û xwepêşandanên li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin (piranî Saraçhane) dane sekinandin.[34] Li hemberê vê yekê bi milyonan kes dîmenên xwepêşandanan bi awayeke hemdem li hesabên medyaya civakî yên Îmamoglû û CHPê hatin weşandin ku xwepêşandandan ji aliyê bi milyonan kesan ve hatiye temaşekirin.[35] Weşanên zindî yên bi rêya medyayên civakî bi awayeke hemdem gihişte 4,3 milyon kesan. Piştî bangên li ser medyaya civakî ya ji bo boykotkirina marqeyên girêdayî AKPê û her wiha karsazên biçûk ên ku alîkariya xwepêşanderan red kirin û tiştan nedifirotin wan, serokê giştî yê CHPê Özgür Özel van marqeyan û şîrketên medyayê hişyar kir û anî ziman dê ew ji aliyê gel ve werin boykot kirin.[36]
Li gorî demjimêra herêmî Ekrem İmamoğlu saet di 12:20 şevê de bi biryara dadgehê hate girtin.[37] Dadgeha Cezayê ya Stenbolê biryara girtina wî bi tawana gendelî û bi tawana ji bo bi hevkariya bi kurdan re ku ji bo hilbijartinan li bajaran hatibûn kirin hate girtin.[38] Îmamoglû van îdiayên gendeliyê red kir, got ev îdia bêbingehin û girtina xwe wekê biryareke siyasî bi nav kir.[39]
Li gorî saeta herêmî saet di 10:49an de, piştî ku piraniya dengên hilbijartinên seretayî hatin jimartin, CHPê li Xê ragihand ku berbijarê wan ê serokomariyê ji bo hilbijartina serokomariyê ya pêşerojê Ekrem Îmamoglu ye.[40]
Di heman rojê de li Vallettayê ji aliyê welatiyên tirk ên li Maltayê ve li dijî girtina İmamoğlu çalakiyeke hate lidarxistin.[41]
24ê adarê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wezîrê karên hundir Alî Yerlîkaya diyar kir ku polêsên tirk ji destpêka xwepêşandanên 19ê adarê vir ve hezar û 133 kes desteser kirine. Di nav kesên ku hatine desteserkirin de wênegirekî Agence France-Presse û 9 rojnamevanên tirk jî hene ku li gelek bajaran xwepêşandan dişopandin ku sedema girtina wan ne diyar bû.[42][43] Di heman demê wezîrê karên hundir îdîa kiriye ku di çalakiyan de 123 polês birîndar bûne.[44]
Xê diyar kiriye ku ew li dijî gelek biryarên dadgeha rayedarên tirk ên ji bo blokekirina zêdetirî 700 hesabên li dijî hikûmetê ku di nav wan de gelek saziyên nûçeyan, rojnamevan û siyasetmedarên li Tirkiyeyê hene, nerazîbûna xwe nîşan dane.[45]
Opozisyona Tirkiyê banga boykotkirina şîrketên xwediyên şîrketan nêzîkî hikûmetê ne û qenalên televîzyonên ku dîmenên xwepêşandanan sansûr dikin.[46][47]
25ê adarê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 25ê adarê de, dadger biryara girtina 7 rojnamevanan daye ku di nav wan de rojnamevanê Agence France-Presse Yasîn Akgul jî hebû ku ji aliyê rayedaran ve bi beşdarbûna mîtîngeke neqanûnî hatine sûcdarkirin.[48][49] Li gorî belgeya dadgehê, ew bi îdiaya "Di dema xwepêşandanê de tevî hişyarkirinê jî belav nebûne" hatine sûcdarkirin.[50] Agence France Presse banga serbestberdana rojnamevanê xwe kir.[51][52] Biryara dadgeh a ku rojnamevan dide girtin ji aliyê Rojnamegerên Sinornenas ve wekê "skandal" hatiye binavkirin û Sendîkaya Wêne-Rojnamegerên Tirkiyeyê jî vê girtinê wekê "derqanûnî, bêwijdanî binavkirine û diyar kirine ku ev yek nayê qebûlkirin".[53]
Di heman demê xwepêşandaran diyar kirin ku tevî hemî girtinên girseyî ew ê li dijî hikumetê çalakiyên xwe bidomînin.[50] Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya diyar kiriye ku di hefteya dawî de hezar û 418 kes hatine binçavkirin.[53] Wî di parvekirinekê li ser X gotiye: "Tu tawîz ji wan kesên ku hewla terorkirina kolanan, êrişî nirxên me yên neteweyî û exlaqî û polîsên me dikin, nayê dayîn" ku di vê daxuyaniya xwe de biryara êrîşên berdewam ên li dijî xwepêşadar daye.[53] Di heman demê de wî eşkere kiriye ku di xwepêşandanan de hezar û 418 kes hatine desteserkirin û heta niha 979 kes hatine girtin û 478 kes jî dê îro sewqê dezgehên dadwerî bên kirin.[54]
Di heman rojê de parêzgerê Enqereyê qedexeya kombûnên li Enqereyê heta 1ê nîsanê dirêj kiriye.[55]
26ê adarê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel li Girtîgeha Sîlîvriyê ya li rojavayê Stenbolê bi Ekrem Îmamoglu re 2 saetan hevdîtinek pêk anî. Wî Îmamoglû û du siyasetmedarên din ên girtî yên CHPê weke "sê şêrên li hundir binavkiriye û aniye ziman ku ew bi xwe, bi malbatên xwe û bi hevkarên xwe serbilind in û netirsin". Piştî hevdîtinê Ozel got ku ew ê li şûna Îmamoglu kesekî şaredarê Şaredariya Stenbolê erkdar bikin.[56][57] Piştî kombun a meclîsa Şaredariya Stenbolê, Nûrî Aslan ku di meclîsa ji 314 kesan pêk tê de 177 deng bi dest xistiye, wekê şaredarê nû ya Stenbolê hatiye hilbijartin.[57][58]
Di 26ê mehê de ji aliyê sendîkayan û komên xwendekaran ve hinek girtinên din jî hatin ragihandin lê ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve hêjmarên rojane nehatiye parvekirin.
27 û 28ê adarê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]BBCyê ragihandiye ku nûçegihanê wan Mark Lowen ji ber ku roja borî xwepêşandanên Stenbolê dişopand hatibû binçavkirin, ji Tirkiyê hatiye dersinorkirin.[59] Di heman rojê de dadgehê Yasîn Akgul û 6 rojnamevanên din ên ku di şopandina xwepêşandanan de hatibûn girtin serbest berda û RTUKê jî bi hinceta ku di şopandina xwepêşandanan de tehrîk kiriye, 10 roj cezayê qedexeya weşanê li ser televîzyona Sözcüyê birî ye.[60]
Ji destpêka çalakiyan heta 27ê adarê 1.879 kes hatin binçavkirin û 260 kes jî hatine girtin.[61][62][63]
Parêzerê Ekrem İmamoğlu di saetên destpêkê yên 28ê adarê de ji aliyê rayedarên tirk ve hatibû binçavkirin.[64] Di heman demê de parêzgerê İmamoğlu careke din dîsa di heman rojê de hatiye berdan. Ekrem İmamoğlu li ser hesabê xwe yê Xê wiha got: "Wekê ku darbeya demokrasiyê têr nekiriye, mexdûrên vê derbeyê jî nikarin xwe biparêzin."[65] Li gorî Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê, 2 rojnamevanên din ên ku xwepêşandanan dişopînin, Elîf Bayburt ku di Ajansa Nûçeyan a Etkinê de dixebitiya û Nîsa Sûda Demîrel jî nûçegîhanê malpera nûçeyan a Evrenselê ye di 28ê adarê de hatine girtin.[66][67][68]
29ê adarê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Maltepeya Stembolê ji aliyê CHPê ve mîtîngeke girseyî ya qerebalix hatiye lidarxistin.[69][70] Serokê giştî yê CHPê Özgür Özel diyar kiriye ku 2,2 milyon kes tevlî beşdarî mîtîngê bûne. Di mîtîngê de peyama İmamoğlu ji girseyê re hatiye xwendin û İmamoğlu di peyama xwe de wiha gotiye:[71][72]
Tirsa min tineye, hûn li pişt min û li kêleka min in. Tirsa min tineye ji ber ku gel yekgirtî ye. Gel li dijî zaliman bi hev re ye. Çiqas bixwazin dikarin min bixin girtîgehê û min bidin dadgeh kirin, gel nîşan daye ku hemî kêmîn û planan bişkînin.
— Ekrem İmamoğlu, 2025
Di heman rojê de, di hevpeyvînekê bi rojnameya Le Monde ya fransî, Özgür Özel dibêje ku ew plan dike ku mîtîngên şemiyê li bajarên seranserê Tirkiyeyê bike heftane û mîtîngên din jî her roja çarşemê li Stembolê werin lidarxistin.[73]
Wezîrê karên navxweyî Ali Yerlikaya, diyar kir ku ji destpêka çalakiyan heta niha nêzîkî 1.900 kes hatine binçavkirin û diyar kiriye ku ji 27ê adarê û vir ve 260 girtî li dadgehan têne darizandin.[74] Li Stenbolê piranî di serdegirtinên pêşwext de herî kêm 511 xwendekar hatine binçavkirin û 275 kes ku bi piranî ji xwendevanan pêk hatiye hatine girtin. Li gorî parêzerê tirk Ferhat Güzel, hejmara binçavkiriyan “dibe ku gelek zêdetir” be.[75] Li Antalyayê xwepêşandereke ku cil û bergên Pikachu li xwe kiribû di dema ku ji ber êrîşên polêsan direve dîmenên wî hatiye girtin û ev dîmen ji gelek medyayên xwemalî û biyanî ve hatiye parvekirin.[76][77]
30 û 31ê adarê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Serokê giştî yê CHPê Ozgur Ozel bang li gel kir ku mal û xizmetên şîrketên nêzîkî serokomarê hemdem Recep Tayyip Erdogan boykot bikin.[70] Wezîrê karên hundir Ali Yerlikaya jî diyar kiriye ku ji destpêka xwepêşandanan heta niha 1.879 kes hatine binçavkirin û 260 kes ji aliyê hikûmeta wî ve hatine girtin.[78]
Ji ber betlaneya cejna qurbanê kêmbûna xwepêşanan berdewam kiriye. Xwendekarên Enstîtuya Teknolojiyê ya Îzmîrê di roja yekem a cejnê (30ê adarê) de meşek li dar xistine. Xwendekarên ku ji Göztepeyê heta Karabağlarê meşiyane bi pankart, slogan û bi alayan xwepêşandan lidarxistine. Xwendekarên ku çalakiya rûniştinê pêk anîne daxuyanî dane çapemeniyê û diyar kirine ku ew ê li ber zexta rejîmê serî netewînin û banga berdewamkirina boykota aborî kirine.[79]
1ê nîsanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Serokê giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ku hevalbendê Recep Tayyip Erdogan e, diyar kiriye ku ger xwepêşandan berdewam bikin, dibe ku ji aliyê alîgirên hikûmetê ve bertek bêne nîşandan. Herwiha CHP jî bi wê yekê tohmetbar kir ku “nerehetiyan ji bo bêîstîqrara hikûmetê bikar tîne”.[80] Hatiye ragihandin ku ji destpêka xwepêşandanan heta 1ê nîsanê zêdetirî 2 hezar kes hatine binçavkirin.[81]
Serdozgeriya Komarê ya Stembolê di derbarê kesên ku li ser medyaya civakî "banga boykotê" kirine de lêpirsîn daye destpêkirin.[82]
Bertek
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ekrem İmamoğlu tevî binçavkirina xwe, li hemberî vê yekê daxuyaniyeke li ser medyaya civakî weşand û diyar kir ku ew li dijî zextan serî netewîne û weke muxalefeteke girîng a li dijî rêveberiya heyî ya Tirkiyeyê, dê li ber xwe bidin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ ""Protesters say Istanbul mayor detention is a blow to democracy"". Reuters.
- ^ "Türkiye: Massive escalation in ongoing crackdown including arrest of Istanbul mayor". Amnesty International (bi îngilîzî). 19 adar 2025. Roja gihiştinê 24 adar 2025.
- ^ ""Turkey detains Erdogan's main rival in what opposition calls 'coup'"".
- ^ ""Protesters say Istanbul mayor detention is a blow to democracy"".
- ^ "Protests in Turkey as Imamoglu, key Erdogan rival, is arrested - AL-Monitor: The Middle Eastʼs leading independent news source since 2012". www.al-monitor.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 adar 2025.
- ^ "Ekrem Imamoglu: Protests erupt in Turkey after Erdogan rival arrested". www.bbc.com (bi îngilîziya brîtanî). 19 adar 2025. Roja gihiştinê 24 adar 2025.
- ^ Kuyper, McKinnon de (19 adar 2025). "Video: Protesters Clash With Police in Turkey Over Istanbul Mayor Arrest". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 24 adar 2025.
- ^ ""Girseya ku operasyonên binçavkirinê yên li Enqereyê protesto kirin heta ber avahiya Parlamenta kevin meşiyan"".
- ^ ""Gelê Îzmîrê li dijî desteserkirina vîna xwe li kolanan bû"".
- ^ "Li Konyayê binçavkirina Ekrem Îmamoglû hat protestokirin". Ensonhaber (bi tirkî). 20 adar 2025. Roja gihiştinê 25 adar 2025.
- ^ "Strana ku Erdogan hêrs bike li Rîzeyê: Bala xwe bidin gotinan! Li kolanê deng veda". Halk TV (bi tirkî). 22 adar 2025. Roja gihiştinê 25 adar 2025.
- ^ "Bakirhan: Operasyona li dijî Îmamoglû siyasî ye, divê di heyama ku behsa aştiyê tê kirin de dest ji van operasyonan berdin". demparti.org.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 adar 2025.
- ^ "Hatimogullari: Dibêjin bi vê operasyonê kurdên li Stenbolê dijîn nikarin bikevin rêveberiya Stenbolê; Em tu carî vê qebûl nakin". demparti.org.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 adar 2025.
- ^ "İstanbul Üniversitesi öğrencilerinin protestoları sürüyor – DW – 20.03.2025". dw.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 adar 2025.
- ^ "Dokuz Eylül Üniversitesi'nde öğrenci eylemi: 10 gözaltı". 24 Saat Gazetesi (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 adar 2025.
- ^ "Ege Üniversitesi'nde İmamoğlu gerginliği: Öğrenciler karşı karşıya!". www.gercekizmir.com. Roja gihiştinê 25 adar 2025.
- ^ "Aydın'da üst düzey önlem! - Manşet Aydın". www.mansetaydin.com. Roja gihiştinê 25 adar 2025.
- ^ Gök, Fazlı (20 adar 2025). "ODTÜ'de polis protestolara biber gazı sıktı - Diken" (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 adar 2025.
- ^ "Ankara Üniversitesi öğrencilerinin Güvenpark'a gitmesine izin verildi - Evrensel". www.evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 adar 2025.
- ^ Yeniposta (20 adar 2025). "Almanya'da, Türkiye'deki demokrasi mücadelesine destek büyüyor". YeniPosta (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 adar 2025.
- ^ ""Tense protests grow in Turkey over Istanbul mayor's detention"".
- ^ "Konya'da Ekrem İmamoğlu'na destek eylemi". ankahaber.net. Roja gihiştinê 25 adar 2025.
- ^ "Niğde İmamoğlu için sokakta!". Tele1 Gerçekleri İzleyin (bi tirkî). 21 adar 2025. Roja gihiştinê 25 adar 2025.
- ^ admin (22 adar 2025). ""Enough is enough," say the Turks who are increasing in the protests - Show of force by Erdogan". ProtoThema English (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 adar 2025.
- ^ Yackley, Ayla Jean (22 adar 2025). "Turkey detains hundreds of protesters as demonstrations over mayor's arrest intensify". Financial Times. Roja gihiştinê 26 adar 2025.
- ^ "Saraçhane'den Taksim'e yürümek isteyenlere Bozdoğan Kemeri'nde yine biber gazlı polis müdahalesi". ankahaber.net. Roja gihiştinê 26 adar 2025.
- ^ Press, Associated (22 adar 2025). "Prosecutors request formal arrest of Istanbul mayor and top challenger to Turkey's Erdogan". WSLS (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 adar 2025.
- ^ Halktv (22 adar 2025), İzmir’de, genç kadını darp eden kişinin Hayati K. olduğu ortaya çıktı: Şirket işine son verdi!, roja gihiştinê 26 adar 2025
- ^ Oksijen, Gazete (21 adar 2025). "CHP milletvekilleri TBMM'den Birinci Meclis'e yürüdü" (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 adar 2025.
- ^ ""Thousands of people in İzmir marched to Alsancak, disregarding the governor's ban"".
- ^ "Ankara'daki 'İmamoğlu' eylemlerinde 41 gözaltı: 7 kadın öğrenciye çıplak arama!" (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 adar 2025.
- ^ "T.C. İstanbul Valiliği - Basın Açıklaması (2025-23)". www.istanbul.gov.tr. Roja gihiştinê 26 adar 2025.
- ^ "Serokê RTUKê qenalan tehdît kir".
- ^ Odatv (23 adar 2025). "RTÜK uyardı: Eylem yayınları kesildi". Odatv (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 adar 2025.
- ^ "Tirkiyeyê jî ev dît: RTUK'ê gef xwar, kanal weşana zindî qut kirin, Tirkiyeyê li ser medyaya civakî li mîtîngê temaşe kir!". 10haber.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 adar 2025.
- ^ "Özgür Özel banga boykotkirina medyaya navdendî kir". Halk TV (bi tirkî). 23 adar 2025. Roja gihiştinê 27 adar 2025.
- ^ ""Turkish court jails Istanbul mayor pending trial"".
- ^ "Turkish court orders Erdogan rival jailed pending trial on corruption charges as protests grow". AP News (bi îngilîzî). 23 adar 2025. Roja gihiştinê 27 adar 2025.
- ^ "Türkei: U-Haft für Erdogan-Rivale Imamoglu! Eskaliert nun die Gewalt?". bild.de (bi almanî). Roja gihiştinê 27 adar 2025.
- ^ ""CHP on X: ""Yolumuz uzun, heyecanımız yüksek, gençliğimiz var!" #Başlıyoruz" / X"".
- ^ Galdes, Marc (23 adar 2025). "Watch: Turkish residents hold Valletta protest over Opposition leader's arrest". Times of Malta (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 27 adar 2025.
- ^ ""Turkey detains more than 1,000 in protests since Istanbul mayor's arrest, minister says"".
- ^ "Turkey: Erdogan calls protests a 'movement of violence' – DW – 03/24/2025". dw.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 adar 2025.
- ^ "Turkey protests: 1,133 detained amid unrest over president's main rival being jailed". Sky News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 adar 2025.
- ^ "Turkey detains journalists as protests grow over the jailing of key Erdogan rival". AP News (bi îngilîzî). 24 adar 2025. Roja gihiştinê 27 adar 2025.
- ^ "Turquie: l'opposition appelle au boycott de médias et de marques jugés pro-gouvernementaux". RFI (bi fransizî). 25 adar 2025. Roja gihiştinê 27 adar 2025.
- ^ "Turquie : l'opposition appelle au boycott des médias pro-Erdogan". France 24 (bi fransizî). 25 adar 2025. Roja gihiştinê 27 adar 2025.
- ^ LIBERATION; AFP. "Turquie : un juge ordonne l'incarcération de sept journalistes dont un photographe de l'AFP". Libération (bi fransizî). Roja gihiştinê 28 adar 2025.
- ^ "Manifestations en Turquie: le gouvernement accentue la répression et fustige des «provocateurs»". RFI (bi fransizî). 25 adar 2025. Roja gihiştinê 28 adar 2025.
- ^ a b ""Turks say they will carry on with protests as Erdogan says 'show' will end"".
- ^ "« Il ne manifestait pas » : l'AFP appelle la Turquie à libérer son photographe incarcéré". Le HuffPost (bi fransizî). 25 adar 2025. Roja gihiştinê 28 adar 2025.
- ^ "En Turquie, la contestation se poursuit pour le huitième jour consécutif". l'Opinion (bi fransizî). 26 adar 2025. Roja gihiştinê 28 adar 2025.
- ^ a b c Michaelson, Ruth (25 adar 2025). "Eight journalists covering anti-government protests held in Turkey". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 28 adar 2025.
- ^ ""The number of detained protesters in Turkey has exceeded 1,400"".
- ^ "Contestation en Turquie : l'interdiction des rassemblements à Ankara prolongée jusqu'au 1er avril, sept journalistes incarcérés". Franceinfo (bi fransizî). 25 adar 2025. Roja gihiştinê 28 adar 2025.
- ^ "Turkey's opposition leader visits jailed Erdogan challenger Istanbul Mayor Ekrem Imamoglu". AP News (bi îngilîzî). 25 adar 2025. Roja gihiştinê 28 adar 2025.
- ^ a b "Turkey's opposition elects interim Istanbul mayor after jailing | Reu…". archive.is. 26 adar 2025. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 adar 2025. Roja gihiştinê 28 adar 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Istanbul elects Aslan interim mayor amid ongoing protests over Imamoglu". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 adar 2025.
- ^ "BBC reporter arrested and deported from Turkey". www.bbc.com (bi îngilîziya brîtanî). 27 adar 2025. Roja gihiştinê 28 adar 2025.
- ^ "Turkish court frees AFP journalist as police crack down on protests". France 24 (bi îngilîzî). 27 adar 2025. Roja gihiştinê 28 adar 2025.
- ^ "Yerlikaya'dan protesto açıklaması: Bin 879 gözaltı, 260 tutuklama". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 28 adar 2025.
- ^ "Turquie: le pouvoir tente d'éteindre la contestation". Courrier international (bi fransizî). Roja gihiştinê 28 adar 2025.
- ^ "Police use force to break up protests at a university in Turkey's capital". AP News (bi îngilîzî). 27 adar 2025. Roja gihiştinê 28 adar 2025.
- ^ ""Parêzerê Şaredarê İmamoğlu, Pehlîvan hat binçavkirin". tr.euronews.com. Roja gihiştinê 28 adar 2025.
- ^ "Turkey detains lawyer of jailed Istanbul mayor, main opposition party…". archive.is. 28 adar 2025. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 adar 2025. Roja gihiştinê 30 adar 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "En Turquie, l'avocat du maire d'Istanbul, Ekrem Imamoglu, a été libéré" (bi fransizî). 28 adar 2025. Roja gihiştinê 30 adar 2025.
- ^ LIBERATION; AFP. "Turquie : l'avocat du maire d'Istanbul à son tour arrêté". Libération (bi fransizî). Roja gihiştinê 30 adar 2025.
- ^ "Two Turkish journalists detained as protests over İmamoğlu's arrest continue". www.euronews.com. Roja gihiştinê 30 adar 2025.
- ^ "Turkey protests: Pro-democracy demonstrators return to Istanbul's streets for huge rally". www.bbc.com (bi îngilîziya brîtanî). 29 adar 2025. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ a b Michaelson, Ruth (30 adar 2025). "Turkish opposition leader calls for weekly rallies and deeper economic boycott". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ "Large crowds rally in Istanbul over jailing of Erdogan's main rival |…". archive.ph. 29 adar 2025. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 adar 2025. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Turkey: Hundreds of thousands join growing Istanbul protest – DW – 03/29/2025". dw.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ "Hundreds of thousands demonstrate in Istanbul to defend democracy" (bi îngilîzî). 29 adar 2025. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ "Large crowds rally in Istanbul over jailing of Erdogan's main rival |…". archive.is. 29 adar 2025. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 adar 2025. Roja gihiştinê 30 adar 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Turkey opposition calls mass rally in Istanbul". Al Arabiya English (bi îngilîzî). 29 adar 2025. Roja gihiştinê 30 adar 2025.
- ^ Şimşek, Dilara. "Bûyera Çalakvan Pikachu çi ye? Çima Pikachu bûye rojev?". Onedio (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 adar 2025.
- ^ "Pikachu electrifies Turkey protests, makes the world take note". India Today (bi îngilîzî). 28 adar 2025. Roja gihiştinê 30 adar 2025.
- ^ Minute, Turkish (30 adar 2025). "Turkey's opposition pushes for early elections as protests continue". Turkish Minute (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ "Xwepêşandanên İmamoğlu berdewam dikin… Xwendekarên Îzmîrê di Cejna Remezanê de bertek nîşan dan: Em ê serî li ber darê rejîma kêfî natewînin". ankahaber.net. Roja gihiştinê 1 nîsan 2025.
- ^ Minute, Turkish (1 nîsan 2025). "Protesters risk clash with gov't loyalists: Erdoğan ally". Turkish Minute (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 2 nîsan 2025.
- ^ ""Young Turks drive protests against Erdogan as new generation seeks change"".
- ^ "Serdozgeriya Komarê ya Stembolê derbarê 'boykota aborî' de lêpirsîn da destpêkirin". tr.euronews.com. Roja gihiştinê 2 nîsan 2025.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre] Li Wikimedia Commons medyayên di warê Xwepêşandanên li dijî hikûmetê li Tirkiyeyê 2025 de hene