Here naverokê

Xwepêşandanên nifşa Z li Nepalê 2025

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xwepêşandarên nepalî yên nifşê Z li ber ofîsa Bharatpur mahanagarpalika.
Di 8ê îlonê de li Chitwanê xwepêşandanên nifşê Z li dijî hikûmetê.

Xwepêşandanên nifşa Z li Nepalê xwepêşandaneke girseyî ye ku ji aliyê ciwanên nifşa Z li Nepalê hatiye destpêkirin ku bûye sedema ketina hikûmeta Nepalê.[1] Xwepêşandan di îlona 2025an de hatiye destpêkirin ku li seranserê Nepalê bûye sedema protesto û xwepêşandanên berfireh ku bi gelemperî wekê xwepêşandanên nifşa Z hatiye binavkirin ku bi giranî ji aliyê xwendekar û welatiyên ciwan ên nifşa Z ve hatiye organîzekirin.[2] Xwepêşandan piştî qedexekirina gelek platformên medyaya civakî yên populer, li seranserê welêt hatiye destpêkirin lê beriya van xwepêşandanan nerazîbûneke giran ên raya giştî li hemberê gendelîyên li welat, dewlemendiya rayedarên hikûmetê û malbatên wan hebûn û her wiha îdiayên birêvebirina xirab a fonên giştî ya li welat, hebûn. Tevger bi awayeke bilez berfireh dibe û mijarên berfirehtir ên wekê rêveberî, zelalî û berpirsiyariya siyasî di nav xwe de vegirtiye.[3][4][5][6] Xwepêşandan bi awayeke lez û bez bi tundûtûjiya li dijî karmendên giştî û serdegirtina avahiyên hikûmet û siyasî li seranserê welêt berfireh bûye.

Di 9ê Îlona 2025an de serokwezîr K. P. Sharma Olî û çend wezîrên hikûmetê îstifa kirine û Sushila Karki wekî serokwezîrê demkî yê Nepalê hate erkdar kirin. Piştî erkdarkirina hikûmeta demkî, di 13ê îlona 2025an xwepêşandan ên li seranserê welat radiweste.[7][8]

Di 4ê îlona sala 2025an de, ji ber ku di bin qaîdeyên nû yên Wezareta Ragihandin û Teknolojiya Agahdariyê ya Nepalê de nehatine bicîhanîn, hikûmeta Nepalê ferman daye ku 26 platformên medyaya civakî yên ku di nav de platformên wekê Facebook, X, YouTube, LinkedIn, Reddit, Signal û Snapchat hene, werin girtin.[5] Girîngiya qedexekirina platformên medyayê bi aborî û siyasî ya Nepalê ve girêdayî ye. Ji %33ê DGW (dahata giştî ya welat) ya Nepalê ji şandina pereyan tê ku bi sed hezaran kes bi destûrên derketina pereyan ku têne şandin qezenca xwe bidest dixistin. Li gel rêjeya bêkariya ciwanan a ku ji %20 ê nifûsa bêkariya welat pêk tîne, ev tê vê wateyê ku ev şandinên pereyan, malbatan li ser piyan dihêle û bi van şandina pereyan fatoreyên derhanînan têne dayîn lê di heman demê de nebûna veguherîna avahîsaziyê di aboriya navxweyî de ber bi modelek ku pêşî li kar digire nîşan dide ku ciwanan ber bi kar ên di qadên serhêl ve dibe.[9]

Rexnegir îdia dikin ku ev girtina platformên medyayên civakî ji ber trendeke medyaya civakî ya ku balê dikişîne ser nepotîzmê û balê dikişîne ser îmtiyazên neheq ên ku zarok û xizmên serokên siyasî yên bi bandor jê sûd werdigirin, hatiye destpêkirin.[10] Berî xwepêşandanan, dahata navincî ya nepaliyan a salane 1.400 dolarê amerîkî bû ku di heman demê de malbatên elîtên desthilatdar ên welêt dewlemendiya xwe li ser medyaya civakî nîşan didan.[11] Nîşandina jiyana dewlemend a ciwanên ku zarokên rêveberên hikûmetê bûn li ser medyaya civakî bi trenda "Zarokên Nepo" dihatin perwerdekirin. Ev parvekirin hêrseke mezin a raya giştî derxistiye holê, nemaze hirseke mezin ji aliyê bikarhênerên medyaya civakî ku rêjeya zêde ji nifşê Z pêk dihat, derketiye holê.[12] Temenê navîn ê nifûsa Nepalê 25 salî ye ku ev tê vê wateyê ku beşek mezin ji nifûsê di nav rêjeya nifşa Z de ye ku ew koma temenî ye ku herî zêde ye ku medyaya civakî bikar tînin. Ji ber vê yekê, bi piranî gundewarî, erdnîgariya dijwar û koçberiya zêde ya derveyî welêt, Nepal xwedî yek ji wan welatan e ku herî zêde medyaya civakî bikar tîne. Ji ber vê yekê sansûr kirina medyaya civakî dibe yek ji wan sedeman ku nifşê ciwan li dijî hikûmetê ku bi gendelîyan hatine tawanbarkirin rabin ser piyan.[13]

Li Katmanduyê, bi taybetî li Maitighar Mandala û li dora avahiya parlementoya federal, New Baneshwor, kombûnên mezin ên ku ji deh hezaran beşdaran pêk dihatin, çêdibin.[14][15] Ev xwepêşandan wekê mîtîngek aştiyane ji aliyê Hamî Nepal ve dihatin organîzekirin ku rêxistineke nehikûmiye ku malpera wî behsa projeyên alîkariyên erdhejê dikir.[16][17][18] Anîl Baniya yek ji organîzatorên xwepêşandanê ji Hami Nepalê bû îdia kiriye ku hikûmetê piştî ku yek ji organîzatorên xwepêşandanê, Megraj Giri dema ku kevir avêt kamerayên ewlehîyê hêzên hikûmetê bi tundî êrîşê xwepêşanderan kiriye. Baniya diyar kiriye ku kombûn ên ku wekê xwepêşandaneke aştiyane dest pê kiribû, ji aliyê "hêzên derve û kadroyên partiyên siyasî" ve hatiye piştgirî kirin lê dîsa jî divê hikûmet bi guleyên rastîn ên artêşê bersiva kevirên ku dihatin avêtin nedaya.[19]

Ti kesî bi awayeke fermî serokatiyeke xwepêşandanan kiriye. Kesên ku beşdarê xwepêşandan bûne bi dilxwazî beşdarî xwepêşandanê bûne ku li dijî gendeliyê û qedexeya li ser medyaya civakî derkevin.[20] Dema ku xwepêşanderan hewl dan ku bikevin Parlamentoya Federal a Nepalê, xwepêşandan gur dibe û hêzên ewlehiyê bi gaza rondikrêj, topên avê, guleyên plastîk û fîşekên rastîn bersiv dane xwepêşandanan. Ofîsa rêveberiya Katmanduyê li hinek deverên paytextê yên nêzîkî avahiyên hikûmetê qedexeya derketina derve radigihîne lê vê yekê nekarî xwepêşanderan asteng bike ku niha ji ber serdegirtina tund cesaret girtibûn.[19]

Êvara 8ê îlonê hikûmetê qedexeya li ser platformên medyaya civakî radike û wezîrê karên hundir Ramesh Lekhak dest ji erka berdide.[21][22] Di heman rojê de li gelek bajarên mezin ên ku di nav de Kathmandu, Birgunj, Bhairahawa, Butwal, Pokhara, Itahari, û Damak hebûn, qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.[23] Lêbelê êdî daxwaza xwepêşandaran êdî ne tenê rakirina qedexeya medyaya civakî bû. Ji ber hewldana tepeserkirina xwepêşandanan ku bi êrîşên tundî û xwînî pêk dihatin, xwepêşandaran daxwaza hilweşandina tevahî ya hikûmetê dikirin.[19]

Di encama pevçûnên ku di 8ê îlonê pêk hatine herî kêm 19 kes hatin kuştin û 347 kes jî birîndar bûne.[20][24]

Piştî ku serokwezîr K.P. Sharma Oli fermanek da wezîrên Partiya Komunîst a Nepalê (Marksîst-Lenînîstên Yekgirtî) ku îstifa nekin, bi xwe îstifa dike û direve baregeheke leşkerî ya li Shivapuri a Budhanilkanthayê.[25] Agahiyên bi nakok hebûn ku têde hatibûn belavkirin ku serokkomar Ram Chandra Poudel jî îstifa kiriye lêbelê Artêşa Nepalê agahiyên di derbarê îstifakirina Poudel de derewand û di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku serokkomar li ser erka xwe ye.[26][27][28] Li gel van daxuyaniyan di roja 9ê îlonê de xwepêşandanên ciwanan li seranserê welêt berdewam kirin. Xwepêşanderan gelek avahiyên hikûmetê şewitandin ku nav van avahiyan de beşek ji Singha Durbar ku navenda îdarî ya Nepalê bû,[29] avahiya Dadgeha Bilind a Nepalê ya li kêleka vê avahiyê,[30] avahiya serokomar li Sital Niwas,[31][32][33] avahiya serokwezîr li Baluwatar û baregeha partiya komunîst hebûn.[34][35] Gelek raporan îdia kirine ku fermandarê artêşa nepalî Ashok Raj Sigdel şîretan li Oli kiriye ku îstifa bike ku artêş aştiyê vegerîne.[36]

Kiryarên tundûtûjî çend deverên girîng li Katmanduyê hedef digirin ku di nav wan de xanîyên serokwezîr û serokkomar û her wiha xanîyên çend wezîrên hikûmetê û endamên parlemanê hebûn ku ji aliyê xwepêşanderan ve hatine şewitandin.[37] Di nav avahiyên ku di 9ê îlonê de hatine şewitandin, avahiya parlamentoya Nepalê jî hebû.[38] Baregehên partiya komunîst û Kongreya Nepalê hatine desteserkirin alên partiyan hatin rakirin û hatine şewitandin.[39] Hêzên ewlehiyê, tevî Artêşa Nepalê, rê li ber veguhestina ewle ya siyasetmedaran ji deverên bandordar vekirin û wan ji bo Balafirgeha Navneteweyî ya Tribhuvan (TIA) veguheztin ku di heman demê de hewl dane ku bûyerên şewitandin û wêrankirinê yên ku her ku diçûn kontrol bikin.[40] Wezîrê çandinîyê Ram Nath Adhikari û wezîrê tenduristiyê Pradip Paudel ligel 21 parlamenterên ji Partiya Rastriya Swatantra û hemî parlamenterên Partiya Rastriya Prajatantra îstîfayên xwe ragihandin.[41] Di roja 9ê îlonê de çend endaman partiya Oli ji partiya xwe îstîfa kirin.[38] Xwepêşandaran ji bo ku revîna rayedarên hikûmetê asteng bikin çûn ber balafirgehê.[42] Balafirgeh ji aliyê Artêşa Nepalê ve hate girtin û hate desteserkirin. Ji ber ku bi sedan rêwî di balafirê de asê dimînin, tevlîhevîyeke çêdibe û ev yek bûye sedem ku pargîdaniyên hewayî ferman bidin karmendan ku hemî kesan di balafirgehê de biparêzin. Seferên navneteweyî yên plankirî ber bi Pokhara ve hatin veguheztin an jî hatin betalkirin.[43] Di destpêka êvarê de avahiya medyayê ya Kantipur ji aliyê xwepêşandaran ve hate şewitandin.[44] Portala nûçeyan a serhêl ji ber zirara li ser servera wê hate rawestandin ku ev yek jî wan neçar kir ku wekî alternatîvek nûçeyên xwe li ser Facebookê biweşînin.[45] Avahiyên din ên ku ji aliyê xwepêşandaran ve hatin şewitandin Otêla Hilton a nû li Katmanduyê û avahiya wezareta tenduristiyê li Ramshahpathê hebûn ku ya avakirina paşîn ji aliyê Louis Kahn ve hatibû sêwirandin.[46]

Karker û Komunîstên serbixwe yên li Nepalê Komîteya Kolana Karkerên Safalê ava kirin ku xwenîşandaran ji tundûtûjî û li hember kuştinên wekê 8ê îlonê biparêzin. Daxwazên wan girtina hikûmetê, bêçekkirina dewletê, desteserkirina milkê dijmin, çekdarkirina nifûsa Nepalî, hilweşandina parlamentoyê û hilbijartina meclîsên karkeran bûn.

Êrîş li hemberî çend serokên siyasî û xanîyên wan hatin kirin. Serokwezîrê berê Sher Bahadur Deuba û jina wî wezîra derve Arzu Rana Deuba, dema ku mala wan hat şewitandin birîndar bûn. Ew û hevjîna ji aliyê xwepêşanderan ve radestî polîsan hatin kirin.[47] Xanî û wesayîta cîgirê serokwezîr Prakash Man Singh hatin şewitandin, paşê jî mala serokkomarê berê Bidya Devi Bhandari li Bhangal, Katmanduyê hatiye şewitandin.[45][45] Mala serokwezîrê berê Jhala Nath Khanal jî hat şewitandin û jina wî Rajyalaxmi Chitrakar birîndar bû.[45] Her wiha mala Ramesh Lekhak a li Naikap a Kathmandu jî hat şewitandin.[48] Li navçeya Rupandehiyê, malên siyasetmedarên herêmî Bal Krishna Khand, Bhoj Prasad Shrestha û çend şaredaran hatine şewitandin.[45] Li navçeya Chitwanê jî xaniyê serokwezîrê berê Prachanda hate şewitandin û di heman rojê de jî mala keça wî Ganga Dahal jî li Lalitpurê hate şewitandin.[45] Berê sibê kesek di mala xwe de mirî hate dîtin. Li Hetaudayê çend ofîsên hikûmetê hatiye şewitandin.[45] Li parêzgeha Karnaliyê avahiya parlamentoyê û rezîdansa serokwezîr Yam Lal Kandel hatin şewitandin.[49][50] Li Biratnagar, paytexta parêzgeha Koşî, ofîsa navçeyê, dadgeha navçeyê û piştre jî avahiya serokwezîr û wezîrên kabîneyê hatine şewitandin.[51]

Girtîgeha navçeya Kailaliyê ji aliyê xwepêşanderan ve rastî êrîşê hatiye û girtî girtîgehê revîyane.[51] Rabî Lamîçhane ji Zindana Nakhu ya Katmanduyê hate berdan, paşê zindan hate şewitandin û hemî girtî ji girtîgehê reviyan.[52][53] Girtîgeha Kaskiyê jî hate şewitandin, di encamê de 773 girtî reviyan.[54] Li navçeya Banke pênc girtî piştî ku hêzên ewlehiyê di dema revîna girtîgeheke sererastkirina ciwanan de gule reşandin, hatin kuştin.[55] Li gel ofîsa Komîsyona Lêkolîna Zêdekarane ya Desthilatdarîyê, avahiya Daîreya Rêyan piştî şewitandina wê ji aliyê xwepêşanderan ve bi giranî zirar dîtiye.[51][56] Stasyona jêrîn a kabloya Chandragiri jî, digel Parka Dîjîtal a CG Electronics, Balambu û Qereqola Polîsan a Thankotê hatine şewitandin.[57]

Çend xwepêşander birîndar bûn. 33 kes li Nexweşxaneya Perwerdehiyê hatin dermankirin û 3 polîs li Koteshworê jiyana xwe jidest dane.[58][59]

Qedexekirina derketina kolanan li gelek bajaran hatine ragihandin ku di nav de bajarên wekê Kathmandu, Birgunj, Bhairahawa, Butwal, Pokhara, Itahari, û Damak hebûn.[60] Her wiha, polîs û hêzên çekdar dest bi lêgerîna xwepêşanderan mal bi mal li nêzî cihê xwepêşandanan kirin û her wiha serdegirtina Nexweşxaneya Xizmetguzariya Sivîl kirin ku xwepêşanderên birîndar û yên dimirin piştî ku ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin gulebarankirin an jî bi awayekî din hatin lêdan, wan birin wir.[61]

Ji ber bûyerên li welêt maça dostaniyê ya futbolê ya di navbera Nepal û Bangladeşê de hatiye betalkirin.[62]

Nemaze ji aliyê opozîsyona qraliyetê ya li dijî hikûmetên piştî şerê navxweyî yê Nepalî ve, gotûbêja li ser vegerandina monarşiyê ji nû ve derketin holê û padîşahê berê Gyanendra wekê "sembola berxwedanê ji bo kesên ku ji pergala siyasî ya heyî bêhêvî bûne" derket holê. Di destpêka salê de monarşîstan xwepêşandan lidarxistine û daxwaza vegerandinê kirine ku bi serdegirtineke dijwar bi dawî bûye ku bibû sedema mirina du kesan[51]. Seat li dora 10:00ê şevê bi peymana NPT, Artêşa Nepalê diyar kiriye ku ew ê di nebûna serokwezîr de "berpirsiyariya" welêt bigire ser xwe ku "qanûn û rêzik" welat werin parastin.[63][64] ji bo ku leşkeran piştî êvarê heta saetên serê sibê yên roja din li xalên ewlehiyan werin bicîh kirin, di daxuyaniya çapemeniyê de banga hevkariyê hatiye kirin. Piştre êvarê, serfermandarê artêşê Ashok Raj Sigdel ji bo hevdîtinan bang li komên serhildêr kiriye.[65]

Ofîsa dahatê ya şewitî li Chitwan, 9ê îlona 2025an

Roja 10ê îlonê serê sibê, hêzên Artêşa Nepalê li deverên krîtîk li taxan dewriye digeriyan. General Sigdel careke din xwepêşanderan teşwîq kir ku aştiyane bimînin di demekê de ku hikûmet hewl dide ku şer rawestîne.[66][67] Di navbera dora saet 10ê sibê ya 9ê îlonê û saet 10ê êvar a 10ê Îlonê de, artêşê ragihandiye ku 27 kes bi sûcên talankirin, şewitandin û "çalakiyên din ên wêranker û anarşîst" hatine binçavkirin.[68]

Li hinek deveran, çalakiyên xwepêşandaran di tevahiya şevê berdewam dike. Bi serdegirtina avahiyên hikûmetê û malên siyasetmedaran û vîdyoyek nîşan dide ku komek xwepêşandar çekan ji malan distînin ku di nav de çekeke GSG-522 û tifingek xencerî heye.[69] Leza nîvro pevçûnên kêm dibe. Komek xwepêşanderan dest bi paqijkirina kolana nêzîkî avahiya parlamentoyê kirin ku roja berê hatibû şewitandin. Di heman demê de gelek çekên artêşê ji aliyê xwepêşandaran ve hatin desteserkirin.[70] Di vîdyoyekê de tê dîtin ku di van de wesayîtên zirxî, tifingên L1A1 SLR, bombeyên destan ên Webley & Scott "Schermuly" ên 37 mm, tifingên INSAS 1B1, tifingên Lee-Enfield û tifingên Ishapore 1A1 hebûn.

Xwepêşandaran ji bo hilbijartina serokê demkî nîqaşan li ser platformên serhêl dane destpêkirin. Li dora saet 10:00ê şevê komê deng da û Sushila Karki hilbijart.[71] Balen Shah û Kul Man Ghising namzetên din bûn. Li gorî agahiyan, Balen telefona xwe hilnedaye.[72] Durga Prasai bi awayekî cuda bi serfermandarê artêşê re civiya ye lê ti encamek berbiçav bi dest nexistiye. Karki di hevpeyvînekê ku bi News18ê re kirîye amadebûna xwe ya qebûlkirina vê rolê piştrast kiriye.[73][74]

Li Pokharayê li Nayabazar û li Lakeside di hundirê xaniyekî şewitî de termên du kesan hatine dîtin.[69][75]

Polîsê Nepalê diyar kiriye ku ji 10ê îlonê ve, zêdetirî 13.500 girtî ji girtîgehan li seranserê welêt reviyane. Leşkeran 303 ji wan girtiyan girtin û radestî polîsan kirin. 73 tifing jî hatin vegerandin. Li navçeya Dhadingê du girtî dema ku hewl didan birevin ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin û heft ji wan jî birîndar bûn. Di heman demê de leşkeran hewldaneke revîna ji girtîgeha sereke ya Katmanduyê jî asteng kirin.[76]

Girtina Balafirgeha Kathmanduyê heya derengiya sibehê hate dirêjkirin lê di dawiyê de operasyon ji nû ve dest pê kirin.[70][75]

Rojnameya New York Times ragihand ku zêdetirî 100,000 welatiyan ji bo hilbijartina namzedekî ji bo serokê demkî, nermalava ragihandinê ya serhêl Discord bikar tînin. Servera ku wekê "Parlamentoya Nepalê" tê binavkirin, gihîştibû 145.000 endaman. Li gorî agahiyan xizmetkaran li ser Sushila Karki, seroka berê ya dadwera welêt biryar dabû û navê wê ji bo civînên bi artêşê re pêşniyar kiribû.[76]

Serê sibê civînek pêk hat ku serokkomar Poudel, general Sigdel û nûnerên nifşê Z tê de beşdar bûn. Civîn li baregeha artêşa Bhadrakali wekê beşek ji hewildanên ji bo hilbijartina serokê demkî hate lidarxistin. Li gorî çavkaniyan, koma nifşê Z hewl dide Sushila Karki wekê serokwezîra demkî bide naskirin. Navên din ên ku têne binçavkirin Balendra Shah, Kul Man Ghising û şaredarê Dharan, Harka Raj Rai bûn.[77]

Partiya Komunîst a Nepalê (Navenda Maoîst) piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanan ragihand û serokê partiyê Pushpa Kemal Dahal ji xwepêşanderan xwest ku di çarçoveya demokratîk de bixebitin.[78]

Di heman demê de li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Nepalê hejmara miriyan gihîşt 34 kesan, her wiha zêdetirî 1300 kes jî di şer û pevçûnên li seranserê welat birîndar bûne.[79]

Bertekên navxweyî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Siyasetmedarên nepalî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wezîrê berê yê Dadê Gobinda Bandi diyar kiriye ku qedexeya medyaya civakî li dijî destûr û azadiyên bingehîn e ku di nav de mafên ku ji aliyê destûra bingehîn a Nepalê û Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî (ICCPR) ve têne parastin, heye.[80]

Partiya Rastriya Prajatantra (RPP), ku yek ji hevkarê hikûmetê bû, qedexeya medyaya civakî û bersiva polîsan a li hember xwepêşandanan şermezar kiriye û her wiha daxwaza hilweşandina hikûmeta heyî kiriye.[81]

Di parvekirineke li ser Facebookê de, şaredarê Katmanduyê Balendra Shah diyar kiriye ku ew nikare ji ber sinorê temenê ku ji aliyê organîzatoran ve hatiye danîn beşdarî xwepêşandanan bibe. Lêbelê diyar kiriye ku girîng e ku guh bidin dengê xwepêşandaran.[82] Serok Ram Chandra Poudel û artêşa Nepalê banga aramî û diyaloga siyasî kirin.[83]

Komîsyona Neteweyî ya Mafên Mirovan bang li rayedarên nepalî kiriye ku hêza zêde bikar neynin û "di birêvebirina xwepêşandanan de xweragir nîşan bidin".[84]

Koleja Endezyariyê ya Katmanduyê ku yek ji xwendekarên wan ên endezyariya sivîl, Sulov Raj Shrestha ji aliyê polîsan ve hat kuştin, li ser Facebookê daxuyaniyeke belavkiriye û di daxuyaniya xwe de ji bo xwendevanê xwe parvekirina "Em şînê digirin, em protesto dikin, em şermezar dikin.... Sulov....neteweya te, te bêhêvî kiriye...." parvekirine.[85]

Bangawaziyên navnetewî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hikûmetên biyanî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî raporan aloziyên li Nepalê bandor li çalakiyên li ser sinorê Hindistan û Nepalê jî kiriye. Çavkaniyên herêmî destnîşan kirine ku bazar bêdeng bûne û ev yek bûye sedema sekinandina aborî ya mezintir ên li herêmên cîran. Demek kurt piştî van fikaran, Navenda Operasyonên Awarte ya Dewleta Maharashtra (SEOC) di 9ê îlonê de hişyariyek rêwîtiyê weşandiye û ji welatiyên Hindistanê xwestiye ku heta agahdariyek din rêwîtîyan nekin. Di heman demê xetên alîkariyê yên awarte çêkirin û hem jî hevwelatiyên hindî û hem jî ji hevwelatîyên nepalî yên li Nepalê xwestine ku li cîhê xwe bimînin.[86] Di berê sibeha 10ê îlonê de pargîdaniyên wekê Air India, IndiGo, SpiceJet û çend şîrketên din ên xetên hewayî yên Hindistanê bi fermî hemî geştên xwe yên li Balefirgeha Navneteweyî ya Kathmanduyê betal kirin.[86] Piştî ku di heman rojê de balafirgeh ji nû ve hate vekirin, IndiGo geştên xwe ji nû ve daye destpêkirin.[87] Lêbelê, çavkaniyên ji hundirê TIAyê ragihandine ku balafirgeh hêj jî rawestiyaye û ji rayedaran li ser jinûve vekirina balafirgehê agahî kêm in.[88]

Wezareta Karên Derve ya Hindistanê diyar kiriye ku ew xwepêşandanan ji nêz ve dişopîne, xemgîniya xwe ji bo qurbaniyan anî ziman û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwestiye. Her wiha ji bo birîndaran şifayên bilez xwestiye û ji welatiyên Hindistanê yên li Nepalê xwestiye ku fermanên qedexeya derketina derve û rênimayên ewlehiyê bişopînin.[89][90][91]

Wezareta Karên Derve ya Bangladeşê diyar kiriye ku ew rewşa li Nepalê ji nêz ve dişopînin, di heman demê de sersaxî ji malbatên kuştiyan re xwest û ji birîndaran re jî derbasiyê dixwazin. Herwiha wezaretê diyar kir ku ew hêvî dikin ku "diyalogeke aştiyane û avaker" di navbera "hemî aliyên peywendîdar" ên li welêt de ji bo çareserkirina her cûre nakokiyan pêk were.[92]

Saziyên navneteweyî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, Stéphane Dujarric, gotiye ku sekreterê giştî "ji ber windakirina jiyana mirovan pir xemgîn e" û bang li rayedaran dike ku pabendî qanûna navneteweyî ya mafên mirovan bin û ji xwepêşandaran jî xwest ku rêzê li can û mal û milkê xwe bigirin.[93]

Rêxistinên mafên mirovan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêxistina Efûya ya Navneteweyî di 8ê îlonê de bêdengiyan şermezar kiriye û daxwaza lêpirsîneke serbixwe û hesabpirsînê kiriye. Wê banga aramkirina aloziyê kir û di heman demê de ji rayedaran xwest ku di bikaranîna hêzê de "xwe ragirbikin". Rêxistinê piştgirî da mafên xwepêşandaran ku bi aştiyane xwepêşandan bikin û ji hikûmetê xwest ku guh bide "daxwazên rewa yên ciwanan ji bo bidawîkirina gendeliyê" ku azadiyên sivîl ji nû ve ava bike.[94]

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan di derbarê xwepêşandanan de daxuyaniyek neda lê di raporeke nûçeyan ê di 9ê îlonê de hinek çalakî pêşniyar kiriye. Di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku hikûmeta nepalî "xwedî qutkirina azadiya serhêl" e ku ev yek bûye sedema nerazîbûna zêde yê di nav nifûsa ciwan de. Bi balkişandina ser rakirina qedexeyê û tundûtûjiya polîsên mîlîtarîst a berbelav, hate pêşniyar kirin ku "rayedarên nepalî divê bi lez û bez û bi awayeke bêalî lêkolîn li ser bikaranîna tundûtûjîya polîsan bikin û hemî kesên berpirsiyarê vê ye ne, bêyî ku pile çi be, bi awayekî guncaw ceza bikin an jî werin darizandin." Rêveberê rêxistinê ya Asyayê, Meenakshi Ganguly tekez kiriye ku gulebaranên polîsan "bêrêziya tirsnak a rêveberiyê ji bo jiyana welatiyên xwe dide nîşan" û diyar kiriye ku tevgera hikûmetê tepeserkirina rexneyan dide nîşan. Her wiha wî prensîbên bingehîn ên NY li ser bikaranîna hêz û çekan û şopandina Komîteya Mafên Mirovan a NY destnîşan kiriye ku bikaranîna cebilxaneya rastîn ên ji aliyê hikûmetê ve li dijî qanûnê bû.[95]

Federasyona Navneteweyî ya Mafên Mirovan û Rêxistina Cîhanî ya Dijî Îşkenceyê daxuyaniyek hevbeş weşandine û serdegirtina xwepêşandanên aştiyane yên 9ê îlonê şermezar kirine. Daxwaz ji hikûmetê kiriye ku "di cih de hemî cureyên binpêkirin û hovîtiya rayedaran li dijî xwepêşanderan rawestîne," piştrast bike ku rakirina qedexeyê bi rêyên qanûnî mayînde ye û bi parastina "rêzgirtina ji bo mafên bingehîn ên gelê xwe, hem serhêl û hem jî neserhêl" statuya xwe ya wekî dewletpartî li hember Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) û Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî (ICCPR) biparêze.[96]

  1. ^ Delhi, Arjuna Keshvani-Ham (8 îlon 2025). "Nepal protests: 20 dead in Gen Z riots over social media ban". www.thetimes.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 îlon 2025.
  2. ^ "Why GenZ has taken over the streets in Nepal". www.bbc.com (bi îngilîziya brîtanî). 10 îlon 2025. Roja gihiştinê 10 îlon 2025.
  3. ^ "Gen Z protest in Kathmandu against corruption and ban on social media platforms" (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 îlon 2025.
  4. ^ Online, T. H. T. (8 îlon 2025). "Gen Z youths stage protest at Maitighar against corruption, social media ban". The Himalayan Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 îlon 2025.
  5. ^ a b "Nepal blocks Facebook, X, YouTube and others for failing to register with the government". AP News (bi îngilîzî). 4 îlon 2025. Roja gihiştinê 10 îlon 2025.
  6. ^ Ellis-Petersen, Hannah; correspondent, Hannah Ellis-Petersen South Asia (8 îlon 2025). "At least 19 killed in 'gen Z' protests against Nepal's social media ban". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 10 îlon 2025.
  7. ^ ABE, Bankole (13 îlon 2025). "Nepal calm as first female prime minister takes charge after deadly protests". The ICIR- Latest News, Politics, Governance, Elections, Investigation, Factcheck, Covid-19 (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 15 îlon 2025.
  8. ^ "सुशीला कार्की ने नेपाल के अंतरिम प्रधानमंत्री के तौर पर शपथ ली, भारत से है पुराना नाता". BBC News हिंदी (bi hindî). 11 îlon 2025. Roja gihiştinê 15 îlon 2025.
  9. ^ "Nepal's Gen-Z uprising is about jobs, dignity – and a broken development model".
  10. ^ "A "Nepo Kid" Trend Amid Gen Z-Led Protests Against Nepal's Social Media Ban". NDTV (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 îlon 2025.
  11. ^ Kharel, Samik. "'They murdered young people': Nepal's Gen Z anger explodes after 19 killed". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 îlon 2025.
  12. ^ "Why Nepal Banned Social Media, And Why That's Not Only Trigger For Protests". NDTV (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 îlon 2025.
  13. ^ "Nepal's parliament set on fire after PM resigns over anti-corruption protests". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 10 îlon 2025.
  14. ^ Das, Pankaj (8 îlon 2025). "Nepal Gen Z protesters defy curfew day after government lifts social media ban". India Today (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
  15. ^ Online, T. H. T. (8 îlon 2025). "Death toll climbs to 14 in Gen Z protests in Kathmandu". The Himalayan Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
  16. ^ Sharma, Subham TiwariAakash (9 îlon 2025). "How Discord became control room for Nepal's Gen Z protests". India Today (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
  17. ^ "All about Sudan Gurung, the activist behind Nepal's Gen Z protests against social media ban - BusinessToday". Business Today (bi îngilîzî). 9 îlon 2025. Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
  18. ^ "Hami Nepal | For the People, By the People". www.haminepal.org. Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
  19. ^ a b c Kharel, Samik. "'They murdered young people': Nepal's Gen Z anger explodes after 19 killed". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
  20. ^ a b "Nepal: 19 dead in Gen Z protests at corruption and social media ban". www.bbc.com (bi îngilîziya brîtanî). 8 îlon 2025. Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
  21. ^ "Nepal Gen Z Protest Live Updates: Gen-Z proposes ex-chief justice Sushila Karki as interim PM". The Indian Express (bi îngilîzî). 10 îlon 2025. Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
  22. ^ "Nepal home minister resigns after Gen-Z protests over social media ban leave 19 dead". Firstpost (bi îngilîziya amerîkî). 8 îlon 2025. Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
  23. ^ Desk, India Today World (8 îlon 2025). "Nepal Gen Z Protest highlights: Nepal Army takes control of Kathmandu airport". India Today (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
  24. ^ Online, T. H. T. (8 îlon 2025). "Updated: 19 dead, over 300 injured in Gen Z protests nationwide". The Himalayan Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
  25. ^ "Nepal PM KP Oli resigns after violent anti-corruption protests sparked by social media ban". Hindustan Times (bi îngilîzî). 9 îlon 2025. Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  26. ^ "Nepalese President's Resignation: New Statement Made in Kathmandu". Ukrainian National News (UNN) (bi îngilîzî). 9 îlon 2025. Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  27. ^ "MSN". www.msn.com. Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  28. ^ "Nepal Army confirms President Ram Chandra Poudel has not resigned, warns protesters against taking 'unfair advantage'". The Week (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  29. ^ "सिंहदरबारमा दन्कियो आगो (तस्वीरहरू)". Online Khabar (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  30. ^ "सर्वोच्च अदालतमा आगजनी, दनदनी बलिरहेका छन् मुद्दाका महत्वपूर्ण कागजात". Online Khabar (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  31. ^ Setopati, सेतोपाटी संवाददाता ::. "राष्ट्रपति भवन पनि आगो लगाए प्रदर्शनकारीले". Setopati (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.{{cite web}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk)
  32. ^ Online, T. H. T. (9 îlon 2025). "Gen Z protesters set fire at President's Office". The Himalayan Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  33. ^ "Gen Z protests: President's residence set ablaze - English.MakaluKhabar.com" (bi îngilîziya amerîkî). 9 îlon 2025. Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  34. ^ "प्रधानमन्त्री निवास बालुवाटारमा पनि आगजनी (तस्बिरहरु)". www.ratopati.com (bi Nepali). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.{{cite web}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)
  35. ^ "What's next for Nepal? KP Sharma Oli resigns after violent Gen Z protests, parliament torched; question mark over next government". The Times of India. 9 îlon 2025. ISSN 0971-8257. Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  36. ^ "2025 Nepalese Gen Z protests". Wikipedia (bi îngilîzî). 12 îlon 2025.
  37. ^ Mohamed, Edna. "Nepal protesters set parliament building on fire after PM Oli resigns". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  38. ^ a b "Nepal's parliament set on fire after PM resigns over anti-corruption protests". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  39. ^ "Houses of Nepal PM Oli, other top leaders torched as unrest escalates - The Shillong Times" (bi îngilîziya amerîkî). 9 îlon 2025. Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  40. ^ "Nepal Gen Z Protests Explode: Residences of PM and President Set on Fire". coastaldigest.com - The Trusted News Portal of India (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  41. ^ Times, Nepali (9 îlon 2025). "Kathmandu burns despite PM resignation". nepalitimes.com. Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  42. ^ "2025 Nepalese Gen Z protests". Wikipedia (bi îngilîzî). 12 îlon 2025.
  43. ^ "2025 Nepalese Gen Z protests". Wikipedia (bi îngilîzî). 12 îlon 2025.
  44. ^ "Nepals Kantipur TV headquarters set on fire". The Tribune (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  45. ^ a b c d e f g "2025 Nepalese Gen Z protests". Wikipedia (bi îngilîzî). 12 îlon 2025.
  46. ^ "Hilton hotel charred, minister chased into river: Shocking videos show extent of Nepal chaos". Hindustan Times (bi îngilîzî). 10 îlon 2025. Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  47. ^ Setopati, सेतोपाटी संवाददाता ::. "देउवा दम्पतीलाई कुटपिट र लछारपछार गरेर सुरक्षाकर्मीको जिम्मा लगाए प्रदर्शनकारीले". Setopati (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.{{cite web}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk)
  48. ^ Online, T. H. T. (9 îlon 2025). "Protesters set fire to former Home Minister Ramesh Lekhak's residence". The Himalayan Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  49. ^ "कर्णालीका मुख्यमन्त्री कँडेलको सरकारी र निजी निवासमा आगजनी र तोडफोड". www.ratopati.com (bi Nepali). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.{{cite web}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)
  50. ^ "जेनजीले लगाए कर्णाली प्रदेशसभा भवनमा आगो". www.ratopati.com (bi Nepali). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.{{cite web}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)
  51. ^ a b c d "2025 Nepalese Gen Z protests". Wikipedia (bi îngilîzî). 12 îlon 2025.
  52. ^ Setopati, सेतोपाटी संवाददाता ::. "नख्खु जेलमा आगलागी, भागे कैदी". Setopati (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.{{cite web}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk)
  53. ^ Setopati, सेतोपाटी संवाददाता ::. "रविलाई नख्खु जेलबाट निकाले प्रदर्शनकारीले". Setopati (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.{{cite web}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk)
  54. ^ Setopati, सेतोपाटी संवाददाता ::. "कास्की कारागारबाट आन्दोलनकारीले निकाले ७७३ कैदीबन्दी". Setopati (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.{{cite web}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk)
  55. ^ "Nepal: Army patrols Kathmandu as Gen Z claims protests were 'hijacked'". www.bbc.com (bi îngilîziya brîtanî). 10 îlon 2025. Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  56. ^ "अख्तियारको केन्द्रीय कार्यालयमा आगजनी". Online Khabar (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  57. ^ Online, T. H. T. (9 îlon 2025). "Chandragiri Cable Car Station Torched as Gen Z Protests Escalate". The Himalayan Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  58. ^ "मंगलबारको प्रदर्शनका ३३ घाइते त्रिवि शिक्षण अस्पतालमा भर्ना". Online Khabar (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  59. ^ "प्रदर्शनकारीको आक्रमणबाट कोटेश्वरमा ३ जना प्रहरीको मृत्यु". www.ratopati.com (bi Nepali). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.{{cite web}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)
  60. ^ Desk, India Today World (8 îlon 2025). "Nepal Gen Z Protest highlights: Nepal Army takes control of Kathmandu airport". India Today (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  61. ^ Kharel, Samik. "'They murdered young people': Nepal's Gen Z anger explodes after 19 killed". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  62. ^ "ANFA | Nepal's second friendly against Bangladesh called off". www.the-anfa.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  63. ^ "Nepal Army takes charge of security following violent protests in the country". The Economic Times. 10 îlon 2025. ISSN 0013-0389. Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  64. ^ "Troops Deployed After Day of Violent Protests in Nepal" (bi îngilîzî). 9 îlon 2025. Roja gihiştinê 12 îlon 2025.
  65. ^ "प्रधानसेनापतिद्वारा आन्दोलनरत समूहलाई वार्ताका लागि आह्वान". www.ratopati.com (bi Nepali). Roja gihiştinê 12 îlon 2025.{{cite web}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)
  66. ^ "Nepal GenZ Protest Live Updates: Nepal's 'Anti-Corruption Icon' Justice Sushila Karki Emerges Top Contender For Interim Chief". Times Now (bi îngilîzî). 10 îlon 2025. Roja gihiştinê 13 îlon 2025.
  67. ^ "Nepal Army chief Ashok Raj Sigdel addresses nation amid protests". Khabarhub (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 îlon 2025.
  68. ^ Online, T. H. T. (10 îlon 2025). "Nepali Army reports arrests, loot recovery". The Himalayan Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 îlon 2025.
  69. ^ a b "Nepal: Army patrols Kathmandu as Gen Z claims protests were 'hijacked'". www.bbc.com (bi îngilîziya brîtanî). 10 îlon 2025. Roja gihiştinê 13 îlon 2025.
  70. ^ a b "पोखरामा जेनजी प्रदर्शनका क्रममा आगजनी हुँदा २ जनाको मृत्यु". www.ratopati.com (bi Nepali). Roja gihiştinê 13 îlon 2025.{{cite web}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)
  71. ^ "Update from Alex Travelli" (bi îngilîzî). 10 îlon 2025. Roja gihiştinê 13 îlon 2025.
  72. ^ Setopati, युनिक श्रेष्ठ ::. "अन्तरिम सरकारको नेतृत्वमा जेन–जी युवाहरूले प्रस्ताव गरे सुशीला कार्कीको नाम". Setopati (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 îlon 2025.{{cite web}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk)
  73. ^ Setopati, सेतोपाटी संवाददाता ::. "धादिङ कारागारबाट कैदी भाग्न खोजेपछि सेनाले चलायो गोली, २ जनाको मृत्यु". Setopati (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 îlon 2025.{{cite web}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk)
  74. ^ "As Nepal's army tries to restore order, capital's residents ask what's next". AP News (bi îngilîzî). 10 îlon 2025. Roja gihiştinê 13 îlon 2025.
  75. ^ a b Online, T. H. T. (10 îlon 2025). "TIA closure extended until further notice". The Himalayan Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 îlon 2025.
  76. ^ a b "Nepal's Social Media Ban Backfires as Politics Moves to a Chat Room" (bi îngilîzî). 11 îlon 2025. Roja gihiştinê 13 îlon 2025.
  77. ^ "Nepal Protest Highlights: SC, banks in Kathmandu to reopen in phases after suffering heavy damage during Gen Z-led protests". The Indian Express (bi îngilîzî). 12 îlon 2025. Roja gihiştinê 13 îlon 2025.
  78. ^ Online, T. H. T. (11 îlon 2025). "Maoist Centre extends support to Gen Z Protests, demands judicial probe". The Himalayan Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 îlon 2025.
  79. ^ "Nepal protest Sept 11 highlights: 34 dead so far, violent stir calms down but curfew extended". Hindustan Times (bi îngilîzî). 11 îlon 2025. Roja gihiştinê 13 îlon 2025.
  80. ^ Delhi, Arjuna Keshvani-Ham (8 îlon 2025). "Nepal protests: 20 dead in Gen Z riots over social media ban". www.thetimes.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 îlon 2025.
  81. ^ "राप्रपाले भन्यो- सरकारको उपादेयता सकियो, तत्काल विघटन हुनुपर्छ". Online Khabar (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 îlon 2025.
  82. ^ "2025 Nepalese Gen Z protests". Wikipedia (bi îngilîzî). 14 îlon 2025.
  83. ^ "Protests against Nepal's social-media ban grow more violent as demonstrators set buildings on fire". AP News (bi îngilîzî). 9 îlon 2025. Roja gihiştinê 14 îlon 2025.
  84. ^ "National Human Rights Commission urges restraint as 14 dead in Gen Z protests". kathmandupost.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 îlon 2025.
  85. ^ Kharel, Samik. "'They murdered young people': Nepal's Gen Z anger explodes after 19 killed". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 îlon 2025.
  86. ^ a b "Nepal GenZ Protest Live Updates: Nepal's 'Anti-Corruption Icon' Justice Sushila Karki Emerges Top Contender For Interim Chief". Times Now (bi îngilîzî). 10 îlon 2025. Roja gihiştinê 14 îlon 2025.
  87. ^ "IndiGo resumes flight operations to and from Kathmandu after airport reopening". The Economic Times. 10 îlon 2025. ISSN 0013-0389. Roja gihiştinê 14 îlon 2025.
  88. ^ "Passengers Stranded At Nepal's Tribhuvan International Airport Even After Operations Resume". News18 (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 îlon 2025.
  89. ^ "Nepal Protest: নেপালের পরিস্থিতি নিয়ে বিজ্ঞপ্তি জারি ভারতের" (bi îngilîziya amerîkî). 9 îlon 2025. Roja gihiştinê 14 îlon 2025.
  90. ^ Bureau, The Hindu (9 îlon 2025). "MP requests centre's intervention to bring back Indians stuck in Nepal". The Hindu (bi Indian English). ISSN 0971-751X. Roja gihiştinê 14 îlon 2025.
  91. ^ "Nepal turmoil adds strain to India's neighbourhood diplomacy". www.bbc.com (bi îngilîziya brîtanî). 11 îlon 2025. Roja gihiştinê 14 îlon 2025.
  92. ^ প্রতিবেদক, নিজস্ব (9 îlon 2025). "নেপালের পরিস্থিতি নিবিড়ভাবে পর্যবেক্ষণ করছে বাংলাদেশ". dhakapost.com (bi Bengali). Roja gihiştinê 14 îlon 2025.
  93. ^ "Statement attributable to the Spokesperson for the Secretary-General – on Nepal | United Nations Secretary-General". www.un.org. Roja gihiştinê 14 îlon 2025.
  94. ^ "Accountability for deadly crackdown on 'Gen Z' protests against social media ban in Nepal". Amnesty International (bi îngilîzî). 8 îlon 2025. Roja gihiştinê 14 îlon 2025.
  95. ^ "Nepal: Police Fire on 'Gen Z' Protest | Human Rights Watch" (bi îngilîzî). 9 îlon 2025. Roja gihiştinê 14 îlon 2025.
  96. ^ "Nepal: Call for accountability over protest crackdown, urging an end to digital repression and police misuse of force". International Federation for Human Rights (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 îlon 2025.