Xwerêveberî

Xwerêveberî[1] şiyana kesek an komekê ye ku hemî fonksiyonên pêwîst ên rêziknameyê bêyî destwerdana ji otorîteyekê derveyî dikare bicih bîne.[2] Ew dikare behsa tevgerekê kesane an jî şêweyekê sazûmanê bike, wekî yekîneyên malbatî, komên civakî, komên hevbendiyê, saziyên qanûnî, saziyên pîşesaziyê, dîn û saziyên siyasî yên pileyên cuda.[3] Xwerêveberî bi gelek têgehên felsefeyî û civakî-siyasî yên wekî xweserî, serxwebûnî, xwekontrolî, dîsîplîn, û serwerî ve girêdayî ye.[4]
Di çarçoveya dewletên neteweyî de, xwerêveberî wekî serweriya neteweyî tê binavkirin ku di hiqûqa navneteweyî de têgehekê girîng e. Di çarçoveya dabeşekê îdarî de, xakekê xwerêveberî wekî herêmekê xweser tê binavkirin.[5] Xwerêveberî bi çarçoveya siyasî ve jî tê girêdan ku tê de nifûs an demografî ji desthildariya kolonyalî, hikûmeta mutleq, keyîtiya serberdayî, an her hikûmetek ku dibîne ku wan bi têra xwe temsîl nake serbixwe bibe.[6] Ji ber vê yekê ew prensîbekê bingehîn a gelek demokrasî, komarî û hikûmetên neteweperestî e.
Binêre
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "xwerêveberî". Wîkîferheng. 24 gulan 2021.
- ^ Rasmussen 2011, rr. x–xi.
- ^ Esmark & Triantafillou 2009, rr. 29–30.
- ^ Rasmussen 2011, r. x.
- ^ Ghai & Woodman 2013, rr. 3–6.
- ^ Rasmussen 2011.