Yûsiv Berazî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Yûsif Berazî hat beralîkirin)

Yûsiv Berazî, "Bêbihar" (z. 1931 - m. 15 kanûna paşîn 2009), helbestvanekî kurd bû ku di 1931e de li gundê Gercê nêzîkî Helebê (Sûriya) ji dayik bûye[1].

Yûsiv kurê Elî Eliyê Şêxo ye, pêşî cîwarê bav û kalên me bajarê Kobanî bû, lê piştî fermana osmaniyan bav û kalên wi çûn bakurî bajarê Helebê li gundê Gercê (Tilcircê) bi cîwar bûn. Ew di sala 1931ê de li wî gundî ji dayik bû, di sala 1947an de jê bar kirin û li Minbicê bi cîwar bûn. Piştî heft salan, ango di sala 1954ê de hatin bajarê Serê Kaniyê. Berî ku ew bibe helbestvan dengê wi gelekî xweş bû, li tembûrê biziq dixist û bi heval û dostên re di civatên gelêrî de stran digot. Stranên wî wek ku ew gotî hew di şevbuhêrk û civatên gelêrî de bûn. Di wê çaxê de tomarkirin tunebû.

Çîroka wi bi helbestê re dûr û dirêj e, Berî ku ew têkevim warê stranê de, wi helbest hez kir, di rêya dan û standinê re jê re kar di kir. Seydayê nemir Cegerxwîn nas kir û têkiliyên wi pê re xurt bûn, dûv re têkiliyên wi bi mamoste Reşîdê Kurd re çêbûn. Wî jî hişt hînî rêzimana kurdî bibe. Mele Sîrac û Mele Reşîd hebûn, gelekên din jî hebûn, lê nayên bîra wi. Ew di riya van ciwamêran re gelek pirtûk xwendin, mîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, pirtûkên li ser pêlawaza, yên li ser dîroka kurdî û herwiha pirtûkên bi zimanê farisî jî.

Ji sala 1966-1979ê de, çi helbesta ku ew dinivîsand ji seydayê Cegerxwîn re dibir daku serrast bike.

Helbestên wî di nav stranbêjên kurd de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yûsiv Berazî gelek helbest dane stranbêjan, mîna hunermend Mehmud Ezîz, Mihemed Şêxo û Seîd Gabarî.

Mehmûd Ezîz Şakir, 1967[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hebs û zindan (gotin û awaz Bêbuhar)
  • Perwîn (gotin Rêncber awaz Bêbuhar)
  • Rabe ji xewê (gotin û awaz Bêbuhar)
  • Şînbû rîhan (gotin û awaz Bêbuhar)
  • Eman dilo (gotin û awaz Bêbuhar)
  • Gulîzar (gotin û awaz Bêbuhar)
  • Dilê min her bi ahîn e (gotin Bêbuhar û awaz mamosta Mihemed Elî Şakir)
  • Şêrîn tu cînara min î (gotin Bêbuhar û awaz Mihemed Elî Şakir)

Seîd Gabarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Koçê mi bar kir
  • Hat xweş buhar
  • Bê bext felek
  • Di tarî da

Mihemed Şêxo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hebs û zindan
  • Ez bûm ferar
  • Şêrîn tu cînara min î
  • Rabe ji xewê
  • Yarê şekir
  • Pismamo
  • Şeva tarî
  • Dayê (ez jî bi cî bim)
  • Dayka dilovan
  • Eman eman
  • Çibkim bi can
  • Derdan çi ez dil jar kirim
  • Koçê mi bar kir
  • Welat welat
  • Gulîzar
  • Eman dilo
  • Perwîn (gotincRêncber û awaz Bêbuhar)
  • Kûba û Vêtnam

Zubêr Salih û Mistefa Xalid[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hindek stranbêjin dî jî hene wî helbest tev awazan daye wan wek Zubêr Salih û Mistefa Xalid.

Mirina wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Helbestvan Bêbuhar di 15ê kanûna paşîn a 2009an li Serê Kaniyê çû ber dilovanya Xwedê.

Berhemên çapkirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Zindan helbest, 1988
  2. Bang hebest, 1997
  3. Raperîn helbest, 2002
  4. Serxwebûn helbest, 2006
  5. Pêşketin, ji weşanên Semakurd, 2008

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ amude.com 15.01.2009.