Yıldız Tilbe
Yıldız Tilbe | |
|---|---|
| Jiyan | |
| Jidayikbûn | 16ê tîrmeha 1966an (59 salî) Îzmîr, Tirkiye |
| Amûr | stran, romî |
| biguhêre | |
Yıldız Tilbe (jdb. 16ê tîrmeha 1966an li Îzmîrê) sitranbêjeke muzîka popê ya navdar e ku bi eslê xwe kurd e.[1]
Bi serkevtinî hin awaz û teknîkên muzîka kurdî di muzîka tirkî de bi cih kiriye. Di malbateke kurd a xizan de jidayîk bûye. Di temenekê ciwan de mêrkiriye û bî maye. Piştî betalkirina marê di mercên awarte û dijwar de jiyaye. Wê madeyên raxwarinê (kokaîn û hwd) bi kar anîne[çavkanî hewce ye] û heya çend sal berê hêj jî terapiya wê didîtiye.[çavkanî hewce ye] Beriya ku navdar bibe bi keda dest-pê jiyaye. Sala 1991ê de di klûbekê de ji aliyê hunermenda navdar Sezen Aksuyê ve hatiye keşfkirin û di kadroya wê de cihgirtiye. [2]
Tilbe di bernameyên TV'yan de, eslê xwe wekî gelekên din înkar nekiriye û kurdbûna xwe aniye zimên. Herwiha soz daye ku beriya mirina xwe albûmekê xwerû bi kurdî amade dike. Lê heya niha xwe ji cîhana kurdan û hunermendên kurdan dûr girtiye. [3]
Dîskografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Album
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1994: Delikanlım
- 1995: Dillere Destan
- 1996: Aşkperest
- 1998: Salla Gitsin Dertlerini
- 2001: Gülüm
- 2002: Haberi Olsun
- 2003: Yürü Anca Gidersin
- 2004: Yıldız'dan Türküler
- 2004: Sevdiğime Hiç Pişman Olmadım
- 2005: Papatya Baharı
- 2006: Tanıdım Seni
- 2008: Güzel
- 2009: Aşk İnsanı Değiştirir
- 2010: Hastayım Sana
- 2011: Oynama [4]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ habervitrini. "NÎQAŞA KURD Û TIRKAN LI SER BERNAMEYA YILDIZ TILBE LI SER STAR TV". m.habervitrini.com (bi tirkî). Ji orîjînalê di 23 adar 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2025.
- ^ https://www.milliyet.com.tr/molatik/galeri/yildiz-tilbenin-dizileri-aratmayan-hayat-oykusu-90182/1
- ^ https://www.hurriyet.com.tr/haberleri/yildiz-tilbe-kimdir
- ^ https://www.discogs.com/artist/947963-Yıldız-Tilbe
| Ev gotara ji bo stranbêjeke/î kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |