YJŞ

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Yekîneyên Jinên Şengalê, navê wê yê kurt YJŞ’e ye. ji jinên Êzidî pêk tê ji bo parastina jinê û rizgarkirina Şingalê hatiye avakirin. Keçên Êzidî bi jinên ketine destê çekdarên DAÎŞ,ê bandor bûn li ser wê asasê ji bo ku tola wan hilînin hêza YJŞ,ê avakirinin. Ala Yekîneyên Jinên Şengal’ê bi van renga pêk tê: Li ser zemîna sor, derdora zemînê jî xeta kesk, di nîva wê de tîrêjên rojê bi rengê zer e. Li ser alê bi tipên zer Yekîneyên Jinên Şengalê nivisandiye. Pênaseya Yekîneyên Jinên Şengalê : YJŞ’e hêza parastina cewherî ye, ji bo parastina civak û jinên Êzidî, hatiya avakirin. Yekîneyên Jinên Şengalê xwe wek bersiva fermana 73’an û tola hemû Jinên ku di fermanê de hatine qirkirin û dil girtin pênase dike.

li gorî rêziknameya vê hêzê, Yekîneyên Jinên Şingalê ( YJŞ ): Wek hêza parastina cewherî ya Êzidxanê, paradigmaya cîvaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digire, di xeta parastina rewa de xwe rêxistin dike. Li dijî zihniyeta baviksalarî ya şaristaniya dewletparêz û modernîteya kapîtalist ku sîstema qirkirina civakê û jinê ye tekoşînê bingeh digire. Li diji hemû êrîşên li ser nirxên civakê, jinê, ol, baweri, çand û netewan tekoşîn dike.

http://plbmv-bev.llfrp.us4.gsr.awhoer.net/wp-content/uploads/2017/02/YJS-2.png[girêdan daimî miriye]

Konferansa Yekîneyên Jinên Şengalê :Cihê biryarê ya herî jore dû (2) sala carek bi delegeyên tevahî nunerên xebatê dicive. Pratîka pêvajoya di navbera her dû konferansa de dinirxîne, ji bo merheleya xebatê ya nû biryara digire, rêya taktîkî diyar dike.  Konferans Konseya Leşkerî ya YJŞ’ê hildibijêre, ger pewîst bibîne di rêziknamê de guhertin çêdike. Ger ku rewşekî awarte pêşbikeve, li gorî derfetan konferansê li gorî dema ku hatiye diyar kirin dibe ku pêşnekeve, dibe ku 6 meh pêş an ji paş de were li darxistin.
Konseya Leşkerî ya Yekîneyên Jinên Şengalê: Konseya Leşkerî ya YJŞ’ê ji 17 kesan pêktê, di konferansê de tê hilbijartin. Di navbera her dû konferansan de cihê biryar û rêvebirinê konseya leşkerî ye. Endamên Konseya Leşkerî, wekî delegeyên xwezayî beşdarî konferansê dibin. Ji kombûn û amadekariya konferansa berpirsyar e.
Konseya Leşkeri ya Yekîneyên Jinên Şengalê: di nava xwe de 5 kesan wek fermandariya biryargehê diyar dike. Fermandariya biryargehê xebatê pratîkî yê rojane kordîne dike û birêve dibe. Konseya Leşkerî ya YJŞ’ê mehê carek civina xwe pêktîne. Di çarçoveya xebatê xwe yê bingehîn de kar parve dike.
Di halên ku jimarê endamê Konseya Leşkerî de kêmbûn ( nexweşî, ji kar durxistin hwd.) çêbibe, ew erkê Konseya Leşkerî heye ku cihê wan dagire, tayin bike.

Ji çareserkirina sucên disiplînê Konseya Leşkerî berpirsiyar e. Li gora sucên hatine kirin komîsyonê lêpirsînê derdixe, li ser esasê encamê lêpirsînê biryar tê dayin.

Fermandariya biryargeha YJŞ’ê ji hemû sewq û îdareya YJŞ’ê berpirsiyar e. Terfî-tayin dike û Konseya Leşkerî agahdar dike. Bi sîstema  civîn û tekmilê rojane dixebite. Ji 15 rojan carekê civîna xwe ya ku hemû xebatan dinirxîne pêktîne. Ji hemû qadên xebatê rapor digre, talîmatên pêwîst ji rêveberiyan re radigihine.

Xebatên Girêdayi Konseya Leşkerî

Fermandariya Akademiyan: Polîtîka û bernameyên perwerda xweser yê Yekîneyên Jinên Şengalê diyar dike. Li ser esasê vê bernameyê xebatên perwerdê rêxistin dike û dimeşîne. Tekmîlê akademiyan digire, perspektîf û talîmatê pewîst pêşkêş dike. Akademiyên di bin binesaziya fermandariya akademiyan de evin:

Akademiya Şehîd Xanê: Şervanên nû yê kû tevlî YJŞ’ê bûne perwerdeya xwe ya bingehîn ya xweser dibînin, li ser esasê bîrdozî û leşkerî perwerda xwe bi rêxistin dike. Akademiya Şehîd Bêrîvan Şengal: Akademiya Fermandariyê, kadroyên xwe di felsefeya Rêber Apo de, di çarçoveya îdeolojiya rizgariya jin de kûr dike û li ser esasê zanistiya parastina rewa xwe perwerde dike. Li ser bîr û baweriya Êzidayetî û kevneşopiya civaka neolitîk ya civaka Êzidî xwe serwext dike.

Komîteya Têkiliyên Gel: Xebatên rêxistinî dimeşîne, di nava gel de li ser esasê parastina cewherî jinan perwerde û rêxistin dike. Ji bo hişmendiya jinan were çêkirin, giraniya xwe dide ser perwerdê û rêxistinkirina jinan. Li gorî pêwîstiyan birîmên xwe yê xebatê rêxistin dike.

Arşiv-Sicil: Ji qeydkirina sicîlê hemû endaman û arşîvkirina xebatan û ji parastina wê berpirsyar e.

Çapemenî: Li ser esasê propaganda- ajitasyon û rojevkirina jinan kar û xebat dimeşîne û ji xebatên weşanê berpirsyar e.

Muxabere:Ji ragihandina bi tendirust û ewle ya di navbera yekîne û fermandariya de berpirsyar e.

Konseya Leşkeri li gori pêwistiyan saziyê xwe rêxistin dike. (birdozî, teknîkî,lojistîk,cebilxane, tendirustî hwd)


Xebitîna Hundirîn

Yekîneyên Jinên Şengalê hemû xebatê xwe li ser esasê xebitîna hundirîn dimeşîne.

Disîplîna emir talîmat: Di Yekîneyên Jinên Şengalê de navendparêziya demokratîk esase. Navendparezî bi talîmatan tê pêkanîn, aliyê demokratîk jî, bi rêya konferans, civîn, tekmîl, rapor pêşkêşkirin, pêşniyar û nêrîn girtin û di cihên pêwîst de bi rêya dengdayinê pêktê. Di her astê de fermande bi rêya emir û talîmatan hêzên girêdayi xwe rêvedibe û erka xwe ya fermandarî bi cih tîne.

Emir: Ji bo bi cih anîna erk, fermana kurt û cewherî ye.

Talîmat: Ji bo bi cih anîna erkekê berfireh û mezin, wê erk çawa pêk bê ferman û perspektîf di nava xwe de dihewîne ye.

b) Disîplîna tekmîl-rapor: Derheqê xebatan de nizama agahdarkirina fermandariya jorîn e. Tekmîl: Derheqê xebatan yan jî erkekê de agahiya kûrt û cewherî ya ji qedemeya fermande ya berpirsyar re tê dayin.

Rapor: Derheqê encamê xebatên demdirêj û fireh de, tevî şirove ji qedemeya fermandariya jorîn re wek agahî tê pêşkêş kirin. Rapor bi disîplîn tê pêşkêş kirin, her wiha dema pêwîst hat dîtin, her şervan an jî rêveber dikare ji qedemeya Fermandariya jorîn re, ji Fermandariya Biryargehê re rapor binîvisine.

Di dema hat diyar kirin de, rêxistinbuna jêrîn bi awayekî disîplîn tekmîl nede, rapor amade neke û negihijine cihê pewîst wekî ku erka xwe ya bingehîn pêk ne aniye tê hesibandin.

c-)Civîn: Civîn, platforma rêveberiya YJŞ’ê û yekîneyên wê, di demên diyar de û gava pewîstî hat dîtin xebatê xwe dinirxîne, pirsgirêkên xwe yê rêxistinî çareser dike, rexne û rexnedan dide, pêşniyar û biryaran digire. Civîn ji aliyê dîvana hatiye erêkirin ve di çarçoveya madeyên rojevê tê meşandin. Di civinê de mafê her kesî heye ku di çarçoveya rojevan de nêrînên xwe û fikrên xwe bine ziman. Encama civinê ji rêveberiya xwe ya jorîn re tê pêşkêşkirin.

d-) Rexne rexnedan: Di nava xebatê de kêmaniyên derketine derdixine holê û mekanîzma bihurandina kêmaniyan e. Di YJŞ’ê de, ferd, sazî û di rêxistinan de li hemberî kêmaniyên tê jiyankirin di fermiyetê de rexneyên pêşdikevin wekî tekoşîna rêxistinî tê dest girtin. Ji aliyê din her şervan û fermandarê YJŞ’ê li hemberî kêmaniyên derdikevin xwe berpirsiyar dibîne û nêzîkatiya rexnedanê wekî nêzikbûneke exlaqî qebûl dike.

e-) Disîplina xebatê, YJŞ wekî her rêxîstinbûna leşkerî disîplîn wekî rêgez û prensîba bingehîn digire dest. Disîplîn daneheva hemû quralên leşkerî ye. Berpirsiyariya fermandar û şervanan heye ku quralên reziknameyê be kemanî bi cih bine. Ji bo wê disîplîna cewherî esas tê girtin. Di çareserkîrina pirsgirekên disîplîne di serî da Konseya Leşkerî û fermandarên YJŞ’ê berpirsiyarin.

f-) Tayîn-Terfî: Ji bo pêwîstiya fermandariya YJŞ’ê bê bersivandin xebata vesazkirin, rotasyon û cih guhertinê ye. Ji bo ev xebat encamgir be divê kes di armanca YJŞ’ê de kilîtbûyî be, tecrûbe û performansa xwe ya leşkerî hebe, azweriya xwe ya têkoşînê hebe, dirûst be û têkiliyên xwe bi şervanan re xurt be. Van taybetmendiyana referans tê girtin û dîsa tayîn û terfî yê fermandariyê li ser van esasan tê meşandin:

Tayîn û terfiyên giştî ji aliyê Konseya Leşkerî ya YJŞ’ê ve tê kirin. Li gorî pêwîstiyan tayîn û terfiyên taxim û li ser taximan bi erêkirina Fermandariya biryargehê tê kirin. Fermandarê tîmê di nava yekîneyê de tê diyar kirin û pêşkeşî fermandariya jorîn tê kirin. Ji erk girtin wekî rêbaza herî dawî tê dîtin. Hê bêhtir hêz dayin, tecrûbe dayin û li ser esasê rexnedanê dîsa teşwîq kirin esas tê girtin. Di rêwşên ku rêgez tên binpêkirin û hewldana xwe sererastkirinê nayê nîşandayin de ji erk girtin pêktê. Ji erk girtin bi erêkirina Fermandariya biryargehê tê kirin. Fermandarê ku avahî wê naxwaze ji erk tê girtin û rewşa wê ji aliyê Konseya Leşkerî ve tê nirxandin.

 Disîplîna Yekîneyan: Hemû yekîne di çarçoveya esasên hatiye diyarkirin de tê rêxistinkirin.

Disîplîna Tîm: Ji fermanderek tîmê û ji 2-4 şervanan pêktê. Disîplîna Taxim: Ji fermandarek taxim û ji 2 tîman pêktê. Fermandarê tîma yekemîn alîkarê fermandarê taximê ye. Disîplîna a Boluk: Ji fermandarek boluk û ji 2 taximan pêktê. Fermandarê taxima yekemîn alîkarê fermandarê bolukê ye. Disîplîna Tabûr: Ji fermandarek tabûr û ji 2 bolukan pêktê. Fermandarê boluka yekemîn alîkarê fermandarê tabûrê ye. Yekîneyên Asayîşê: Ji bo kontrol kirina ketin û derketina cihûwaran yekîneyên taybet in. Disîplîna yekîneyê li gorî pêwîstiyan tê diyarkirin. YJŞ’e di nava civakê de, ji bona parastina civak û jinan, birîmên xwe yê parastinê, asayîş û komên ewlekarî ava dike. Kesên ku di nava van birîm û komîteyan de cih digrin li hember Yekîneyên Jinên Şengalê berpirsiyarin.


Pîvanê Şervantiya Yekîneyên Jinên Şengalê

Di serî de Jinên Êzîdî ê ku amadene xwe ji bo Êzidxanê feda bikin, li gel jinên Êzidî jinên ku ji ol û netewên cûdane ji rêziknameya YJŞ’ê qebûl kiribe wekî şervan tên qebûl kirin. Tevlîbûna Yekîneyên Jinên Şengalê li ser esasê dildariyê ye. Pêwîste ji perwerdeya YJŞ’ê ya bingehîn derbas bibe û di dawiya perwerdê de sonda xwe xwendibe. Pêwîste rêzîknama YJŞ ‘ê qebûl bike û bipejirîne. YJŞ’e şervanê ji 18 salî jêrtir naxe nav şer. Di esasê armanca YJŞ’ê de ji her cure vesazkirin û erk girtinê re amade ye. Li dijî rakirina hemû cûreyên êrîşên li ser jin û civaka Êzidî, yekîneyên profesiyonel tên avakirin. Ev yekîne ji yekîneyên pispor yên YJŞ’ê pêk tê. Cewherê Êzidayetî û paradîgmaya Rêber Apo di milên wê yên felsefî, çandî, zanistî û exlaqî dana jiyan kirin esas digre. 2-) Taybetmendiyê Şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê

Li ser bingeha azadiya jin civaka demokratîk esas digire. Girêdanî û dilsoziya xwe bi bawerî, çand, dîrok û hemû nirxên civaka Êzidî heye. Pêwîstiyên civaka exlaqî û polîtîk bi cih tîne. Ji bo mîsyona ku ji YJŞ’ê girtiye bi cih bîne fedakar, zîrek û bi disîplîn e. Di şerê parastinê yê pêşdikeve de wêrek, bêtirs û berxwedêr e. Hemberî hemû gelan, baweriyan, çandî û zimanan bi rêzdar û xweşbîniye. Girîngî nade madiyatê, manewiyata xwe xurt e. Ji cinsê xwe hezdike, bi rêgezê îdeolojiya azadiya jin bawerdike. Hişmendiya xwe ya civaka cinsiyet parêzî heye û li gori vê tekoşin dide. Bi zilam re nakeve uzlaşmê tekoşina cins esas digre. Li hemberî her cûreyên êrîşên ku li ser jinê pêşdikevin û li hemberî paşverutiyê di jin de heyi bi rêgezên îdeolojiya rizgariya jin de tekoşîn dike. Li hember êrîşên paşveru di civakê de parastina jin esas digre û jiyana wê digre bin ewlehîyê. Di jiyanê de xwedî seknek azadîxwaz bi rêgez, dilnizim, kedkar, parvekirî û durûste, hemû xweşikbûna di dilê xwe de dicivînê de ji bo hevalên xwe dibe çavkaniya hêvî,moral û kêyfxweşiyê ye. Hişmendiya xwe ya dîroka berxwedaniya jinan bi giştî û jinên Êzidî heye. Hişmendiya xwe ya dîroka Êzidxan û Kurdistanê heye, sedem û encama 73’ê fermanên hatiye jiyîn derxistiye zanabûnê. 3-) Mafên Şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê

Mafê xwe ya perwerdê heye. Mafe xwe ya tevlîbûna civîna yekîneya xwe heye. Mafê xwe ya rexne û rexnedayinê heye. Mafê xwe ya rapor nivîsandinê heye. Derheqê xwe, yekîniyê xwe, xebatên YJŞ’ê de mafê xwe ya peşniyarê heye. Mafê xwe ya bijartin û hilbijartinê heye.

Mijarên ku di YJŞ  de Suc Têne Hesibandin

Di rêziknameya YBŞ’ê de madeyên ku ji bona suc derbasdibin ji bo Yekîneyên Jinên Şengalê jî derbasdarin. Endamên ku axa xwe, çanda xwe, zimanê xwe, baweriya xwe neparêze, li ser van mijaran ev endam tên perwerde kirin û tên îqnakirin. Ger ev nêzîkatiyên xwe dubare û israr bike, rewşa van kesan ji aliyê Konseya Leşkerî ve tê nirxandin. Kesên ku li ser axa Êzidxanê tehdidên ku tê çêkirin bibine û ne tevlîbûna şer de israr bike û derdorê xwe bandor bike suc e. Jiyana ku esas tê girtin paqijbûn, durustî, exlaqî, bawerîxwaziyê ye. Çanda xirakirin, berjewendiyê xwe ya şexsî de israr kirin, di bin navê bawerî de bi zilam re parvekirin û pêkanînê xweseriyê îhlal kirin, wekî suc tê hesibandin. Siriyeta xebat û civînê rêxîstinî ne parastin, li derveyi resmiyetê parvekirin û belavkirin suc e.


Soza Endamtiya Yekîneyên Jinên Şengalê: (ev soz ji bo şervanê Êzidî yên nû tevlîdibin derbazdare)

Ez ê hemû baweriya xwe ya Tawusê Melek û rastiya Êzidayetiyê, Laleşa Nuranî, wargeha muqaddes Şengalê û hemu axên Êzidiyan biparêzim. Di bingeha azadiya jin, ez ê civaka azad û demokratik esas bigirim; hemberî hemû ol, çand, ziman û netewa bi rêzdarbim. Li dijî hemû êrîşên ji derve û hundir parastina rewa esas bigrim. Divê çarçovê de ji Rêber APO re, ji şehîdên Kurdistanê û şehîdên 73 fermanan re, ji hevalên xwe yên têkoşînê re sond dixwim.


Hukmên Giştî: Yekîneyên Jinên Şengalê di nava Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de xweser xwe rêxistin dike. Ji erk û armancê wê, xwe berpîrsiyar dibîne û li ser vê esasê xwe rêxistin dike. Di tevahî kar û xebatên YBŞ’ê de temsîliyeta xwe dibîne, tevlîbûna xwe çêdike û erkên xwe bi cih tîne. Yekîneyên Jinên Şengalê, Meclisa Jinên Êzidî li Şengal, wek îradeya xwe ya siyasî qebûl dike û di nava Meclisê de temsîliyetê xwe dîbine. Di Yekîneyên Jinên Şengalê de Îtîfaq

  Yekîneyên Jinên Şengalê bi her dewlet û rêxistinên ku nasnameyê YJŞ’ê nasdike, li hemberî wan bi rêzdare,di çarçovê prensîbên xwe, dikare hevdîtin û îtîfaqan bike.
   Yekîneyên Jinên Şengalê li gorî armanca xwe, li ser esasê rêgez û prensîban, bi tanzîm û kesayet û hêzên parastinê cewherî yê jin re, dikare îtifaqan pêşbixe.