Here naverokê

Yom Kippur

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pîrozkirina Yom Kippur di sala 1724an de li Nürnberg

Yom Kippur (bi îbranî: יום כיפור \ יוֹם כִּפּוּר 'Roja Kefaretê', an jî Yom ha-Kippurim יום הכיפורים \ יוֹם הַכִּפּוּרִים) cejna herî pîroz a salnameya cihûyan e. Li gorî pergala salnameya cihûyan, ew di roja 10ê a meha Tişrî de - rojekê hişk a bêhndevan û rojîgirtinê - tê pîrozkirin. Di salnameya gregorî de, Yom Kippur her sal di mehên îlon an cotmehê de di tarîxên cuda de dikeve. Li gel cejna du-rojî ya sersalê Roş Haşana ku deh roj bêre pêk tê, Yom Kippur Rojên Pîroz yê Bilind ên cihûtiyê û dawiya deh rojên tobe û ramanê pêk tîne. Yom Kippur ji aliyê piraniya cihûyan ve, di nav de cihûyên ne dîndar jî, bi awayekî kêm-zêde hişk tê pîrozkirin.

Tarîxa Yom Kippur

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tarîxa ve rojê li gorî salnameya gregorî diguherê,[1] ji ber ku salnameya cihûyan her gav li gorî çerxa heyvê ji nû ve tê hesabkirin. Cejnên cihûyan di êvara roja diyarkirî de dest pê dikin. Yom Kippur di wan tarîxên li jêr tê pîrozkirin:

Destpêk di êvara pêşîn
Salnameya cihûtî Salnameya gregorî
5787 21ê îlona 2026an
5788 11ê cotmeha 2027an
5789 30ê îlona 2028an
5790 19ê îlona 2029an

Ji ber ku Cejna Qurbanê jî di roja 10em a mehê li gorî salnameya heyvê pêk tê, her 32 heta 33 salan carekê her du cejn di heman roja salnameyê de ji bo 2 heta 3 salan li pey hev dikevin.[2]

  1. ^ "Roja sersalê". www.timeanddate.de (bi almanî). Roja gihiştinê 4 nîsan 2026.
  2. ^ Writer, Staff. "Jews celebrate Yom Kippur, Muslims Eid al-Adha on same day". Akron Beacon Journal (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 nîsan 2026.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Yom Kippur de hene