Yusuf Aslan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Yusuf Aslan
Jidayikbûn1947 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Yozgat Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin6 gulan 1972 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Altındağ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêDarxistin li ser wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêgoristana Karşıyakayê (Enqere) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Yusuf Aslan, di sala 1947an de li gundekî Yozgadê hate dinê. Hindekariya xwe ya navîn li dorhêleke oldar û antî-komînîst qedand. Di sala 1966an de ket ODTUyê. Hîna saleke wî neqediya bû tevlî kulûba ramanên sosyalîst a ODTUyê bû, di nava Dev-Genç de dest bi xebatan kir. Piştî vê demê destpêkê di dibistana amadekariyê de paşê jî li fakulteya Endezyartiyê de di rêxistina çalakiyên boykotê û dagirkirina ODTUyê de yek ji pêşengên zîrek bû.

Çalakiya ku destpêkê jê hate darizandin, şewitandina wesayeta sefîrê Amerîka û ajanê CIA Commer bû. Di sala 1969an de tevî hevalên xwe çû Filistînê. Li vê derê fêrî pîlotiya helîkopter û balafiran bû. Ji traktorê bigir heta helîkopterê hemû cûreyên wesayetan bi hostatiyeke mezin bi kar dianî. Di sala 1970yî de tevî Yusuf Aslan û Deniz Gezmiş dema diçû tevlî koma gerîla ya li çiyayên Nûrhakê bibe li Şarkişlaya Sêwasê birîndar hate girtin. Li dadgehên rêvebiriya awerte hate darizandin. Di 6ê gulana 1972an de tevî Deniz Gezmiş û Huseyîn Înan hate dardekirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]