Zêwe, Mirgewer

Ji bo maneyên din, li Zêwe binêre.
Zêwe
Kargêrî
Welat Rojhilata Kurdistanê
Dûgel  Îran
Parêzgeh Azerbaycana Rojhilat
Şaristan Wirmê
Navçe Sîlvana
Gundistan Mirgewer
Demografî
Gelhe 987 kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°14′44″Bk 44°54′7″Rh / 37.24556°Bk 44.90194°Rh / 37.24556; 44.90194
Bilindayî 1515 m
Zêwe li ser nexşeya Îran nîşan dide
Zêwe
Zêwe
Zêwe (Îran)

Zêwe navê yek ji gundên gundistana Mirgewera li navçeya Sîlvanayê ye. Sîlvana girêdayî şaristana Wirmê ye.

Ev gund wekî “Mêvan bajarok”ek "مهمان شهر زیوه" ji bo penaberên Barzanî ji aliyê “Rêxistina Bilinda Navneteweyî ya Penaperan” "کمیساریای عالی پناهندگان سازمان ملل" hat çêkirin. Gundê zêwe di salên şerê Îraqê di dehsala 1980’an de bi destê Seddam hat bombebaran kirin. Idrîs barzanî kurê Mela Mistefa Barzanî jî di Ordîgeha Zêwe di sala 1982’an de dinya hêla bo zindiyan.

Hejmara rûniştvanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor serjimariya giştî ya mirovan û malan a Îranê ku di sala 2006'an de hat encam dan, hejmara rûniştvanên gundê Zêwe 987 kes e. Herwisa hejmara malbatên vî gundî 188 e.

Bibîne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]