Zîndana Amedê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zîndana Amedê yan Girtîgeha Amedê girtîgeheke li navenda Amedê ye. Bi êşkenceyên dewleta tirk û bexwedana ciwanên kurd navdar bûye. Di dema êşkenceyan de ji aliyê Esat Oktay Yıldıran ve dihate birêvebirin ku wî jî ferman ji serkaniya artêşa tirk digirt.

Ev zîndan, bi taybetî piştî cûntaya leşkerî ya 12ê îlona 1980an ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hate îlankirin, bû navenda êşkenceya li dijî şoreşgeran. Li vê zîndanê desthilatdariya mîlîtarîst a tirk, li hemberî şoreşgerên kurd, her cûre êşkence dida meşandin û herwiha vê derê kiribû cîhê aşartîş (îtîraf) û radestiyê (teslîmiyetê).

Lê belê bi taybetî pêla berxwedanê ku bi şoreşgerê kurd endamê komîteya navendî ya PKKê Mazlum Dogan destpê kir, êdî bi Şeva Çaran û berxwedana 14ê tîrmehê li hemî zîndanê belav bû.

Piştî van berxwedanan êdî kiryarên teslîmgirtin û îtîrafkariyê yên desthilatdariya mîlîtarîst têk çû û zîndana Amedê bû kela berxwedanê. Zîndana Amedê piştî cûntaya leşkerî ya 12`ê îlonê bû akademiya şoreşgeran.

Navekî din ê Zîndana Amedê jî Akademiya Mazlum Dogan e. Ango mirov dikare bêje ku li rûyekî vê zîndanê êşkence, kuştin û her cûre kiryarên dervehî mirovatiyê û li rûyê din jî şeref, namûs, serberzî û berxwedana şoreşgeran.

Gelek şoreşgerên kurd ên weke Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek, Ferhat Kurtay, Mahmut Zengîn, Eşref Anyik, Necmî Oner, Akîf Yilmaz di encama berxwedaneke bêhempa de jiyana xwe jidest dan.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]