Zanîngeha Rojava

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zanîngeha Rojava
WelatRojavayê Kurdistanê
DewletSûrî
ZimanKurdî, erebî, inglîzî
Dema avabûnê
  • 20 çiriya paşîn 2016 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperrojavauni.com/en/
https://facebook.com/Rojavauni
https://twitter.com/RojavaUniv
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zanîngeha Rojava (inglîzî: University of Rojava, erebî: جامعة روجآفا‎, suryaniya klasîk: ܒܝܬ ܨܘܒܐ ܕܪܘܓܐܦܐ‎), zanîngeheke nenaskirî ya Rojavayê Kurdistanê (Sûrî) ye. Zanîngeha Rojava di tîrmeha 2016an de hate avakirin. Li bernameya perwerdehiyê de bijîşkî, endezyarî, zanîstî, huner û zanîstên mirovî hene. Ji bilî vê, Zanîngeha Rojava ji bo perwerdehiya Dibistana Wêjeya kurdî[1][2] bernameyan pêşkêş dike. Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Paris 8a li Saint-Denis, Fransa, û Enstîtuya Lêkolînên Integral a Californiayê li San Franciscoyê re hevkariyek dom dike. Zanîngeha Rojava di tebaxê de, bo perwerdeya sala 2016–2017ê ji bo xwendekaran tomar vekir[3]. Di 20ê Sermawezê 2016 de[4] merasîmê vekirina zanîngeh hate avakirin.

Vekirina Zanîngeha Rojava li Rimêlan

Fakûlte û Peymangehên Rojava[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fakûlteya Bijîşkî-tib[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşa tendurustiya beşerî-mirovî giştî û xwendina xwe 6 salin û li bajarê Qamişlo ye

Fakûlteya Petrol-Petrokîmya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala 2016 hate damezrandin. Avahiya fakûlte û xewgeha xwe li Rimêlan e. Xwendina xwe pênc sal in.

Fakûlteya Çandinî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala 2016 hate damezrandîn. Avahiya xwe li Qamişlo ye. Xwendina xwe pênc sal in.

Fakûlteya Zanistên Perwerdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala 2016 hate damezrandins. Ji beşên menahic-mufredat û Mamostetiya Refê pêk tê. Avahiya xwe li Qamişlo ye. Xwendina xwe çar sal in.

Fakûlteya Avahîsaziya Ekolojîk û Endazyariya Avakirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala 2019 hate damezrandin. Avahiya xwe li Hesekê ye. Avahîsaziya Ekolojîk pênc sal in û Endazyariya Avakirinê wek peymangeh du sal in.

Fakûlteya Ziman û Zanistên Civakî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşên weke Ziman û Wêjeya Kurdî, Hunerên Bedew û Jineolojî ku salên 2016 û 2017 hatibûn damezrandin û beşê Wergêra Inglîzî ku sala 2019 hate damezrandin di sala xwendinê ya 2019-2020 di bin banê Fakûlteya Ziman û Zanistên Civakî de hatin rêxistin kirin. Ziman û Wêjeya Kurdî û Hûnerên Bedew çar sal in; Jineolojî û Wergêra Inglîzî du sal in. beşa Dîrok û Erdinîgarî 4 salin

Fakûlteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşên Endezyariya Mekatronîk, Endezyariya kompûter, Endezyariya Komînikasyon, Biyokîmya,Biyolojî,Kîmya û Bîrkarî digre nava xwe. Xwendin 4 salin

li bajarê Qamişlo ye

Fakûlteya Mafnasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

salên xwendinê 4 û li bajarê Qamişlo ye

Peymangeha Darayî û Rêveberî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala 2018 li Qamişlo hate damezrandin. Xwendina xwe du sal in. [5]

Peymangeha Bilind a Ragahandinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

xwendin 3 salin û li bajarê Qamişlo ye

Fakûlteya Zanistên Olî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşên zanista Êzidî û Xiristiyanî li Bajarê Qamişlo beşa zanista İslamî jî li Bajarê Hesekê ye

salên xwendinê .çar salin

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "'University of Rojava' to be opened". anfenglish.com. ANF. 4 tîrmeh 2016. Ji orîjînalê di 19 çiriya pêşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 tebax 2018.
  2. ^ Arafat, Hisham (17 nîsan 2017). "Kurds establish university in Rojava amid Syrian instability". www.kurdistan24.net. Kurdistan24. Ji orîjînalê di 18 tîrmeh 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 tebax 2018.
  3. ^ "Rojava university seeks to eliminate constraints on education in Syria's Kurdish region". aranews.net. ARA News. 15 tebax 2016. Ji orîjînalê di 28 tebax 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 tebax 2018.
  4. ^ "First university of Rojava opens in Qamishlo". www.anfenglish.com. ANF. 20 çiriya paşîn 2016. Ji orîjînalê di 24 çiriya paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 tebax 2018.
  5. ^ https://www.rojavauni.com/ku/derbare-me/