Here naverokê

Zanîngeha Zaxoyê

Zanîngeha Zaxoyê
CihZaxo,  Kurdistan
Hejmar2.600
Dîrok2010
CureGelemperî
RektorLazgin Abdi Jamil
Malperuoz.edu.krd
Zanîngeha Zaxoyê li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Zanîngeha Zaxoyê
Zanîngeha Zaxoyê (Başûrê Kurdistanê)

Zanîngeha Zaxoyê ango Zankoya Zaxoyê, zaningeheke ku li bajarê Zaxoyê bi ser parêzgeha Duhokê ve ye.

Zanîngeha Zaxoyê di tîrmeha 2010an de hatiye damezrandin lê prosesa damezrandina wê digihê sala 2005an. Berî ku ev zaningeh bête damezrandin bi Zanîngeha Dihokê ve girêdayî bû ku li Zaxoyê wek Kolêja Perwerdehiyê û Kolêja Bazirganiyê hatibû vekirin.

Serokwezirê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema axaftina xwe ya serenoniya vekirina van her du kolêjên navbihurî got ku ev kolêj dê bibin bingeha zaningeheke serbixwe. Heta sala 2010an bi Zanîngeha Dihokê ve girêdayî perwerdehî dom kir. Di sala 2010an de ji bo ku li Zaxoyê zaningeheke bête damezrandin ji aliyê Serokatiya Lijneya Wezîran ve biryareke hate cibîcîkirin.[1]

  • Fakûlteya Zanistî
  • Fakûlteya Endezyariyê
  • Fakûlteya Zanistên Mirovatiyê
  • Fakûlteya Kargêrî û Aboriyê
  • Fakûlteya Perwerdehiyê
  1. Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2 kanûna paşîn 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]