Zarema (kovar)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Zarema hat beralîkirin)

Kovara Zarema ya rexne û teorîyê, ku ji çar mehan carekê derdikeve, di Gulana 2014’an de dest bi weşanê kirîye û heta niha (Gulan 2016) heft hejmarên wê derketine. Zarema armanc dike ku zimanê Kurdî di qada zanistên civakî û rexneya wêje û hunerê de xurttir bike û hişmendîya rewşenbîrîya Kurdî kurdîfîze bike, ji binê serdestîya Tirkî û ji hişmendîya Tirkîyewî xelas bike û bi vî awayî perspektîfeke dij-mêtinger saz bike. Bi vê armancê hewil dide di navbera parçeyên Kurdistanê de bibe pireke danûstandina rewşenbîrî, lewma gelek nivîsên wê ji alîyê nivîskarên ji Rojhilat û Başûr der barê qadên curbecur, her wekî şano û sînemayê, rexneya wêjeyî û zanistên civakî de hatine nivîsîn.

Zarema bo nivîsên warê wêje û hunerê û hemû zanistên civakî vekirî ye. Li gel vê yekê, bo wergera ji zimanên biyanî bo Kurdî û ya di navbera zaravayên Kurdî (bi taybetî ji Soranî bo Kurmancî) de jî bûye zemîneke girîng. Ji teorîya wêjeyê heta bi qada dîrok, zargotin, şano, sînema, sosyolojîyê û hwd. gelek nivîs hatine wergerandin, lê ji nivîsên bi zaravayên ji bilî Kurmancî re jî vekirî ye.

Zarema di hin hejmaran de li ser babetekê dosyeyê amade dike, yan jî giranîyê dide ser babetekê. Heta niha wê bi navê Dij-mêtingerî (hej.2) û Feminîzmê (hej.4) du dosye amade kirine û di du hejmaran de jî giranî daye ser helbesta bi Kurdî ya nûjen (hej. 6-7). Ev rêbaza amadekirina dosyeyan, yan jî giranîya li ser babeteke taybet wê bidome da ku nivîskarî û xwînerîya Kurdî ji sînorên wêjeyê derbas bibe û di qadên cîyawaz de rê li ber fikr û ramanên nû xweş bike. Bi geşkirina rexneya wêjeyî û hunerî û sîyasî, Zarema hewil dide di Kurdî de uslûba analîzkirin, rexnekirin û dîyalogê bikemile.

Navê kovarê ji pirtûka Avestayê hatîye wergirtin, di zimanê Avestayî de wateya wê ‘bihar’ e, di zaravaya Dimilkî de tê wateya ‘dilê me’. Navenda kovarê li Diyarbekirê ye.

Nasnameya Kovarê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hejmara yekê ya kovara Zarema (gulan-tebax, 2014)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hejmara yekê ya Zaremayê di meha gulana 2014an de derket. Kovar ji 20 gotarên nivîskar û pisporên ziman û wêjeyê pêk tê. Kurtejiyaneke beşdarên hejmara yekê jî heye û bi tevahî 176 rûpelên wê hene. Piraniya gotaran bi kurmancî ne, lê yên bi zazakî û soranî jî hene.

Naveroka hejmara yekê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Herekol Azîzan, Zilamek û zimanek
  2. Jeff Kaufman, Vejandina zimanê ibranî
  3. Mihemed Şarman, Emê tu dikarî di tariyê de bi tirkî biaxivî?
  4. Amir Hassanpour, Hestiyê zimên tuneye lê dikare hestiyan bişkêne
  5. Roland Barthes, Rexne çi ye
  6. Fexriya Adsay, Fetisîna di nav pirtûkan de
  7. Hesenê Dewrêş, Di hin berhemên kurdî de şopên çanda devkî
  8. Ayhan Oztunç, Di romana Cemşîd Xan de bîr, melankolî û şîn
  9. Joanna Bochenska, Rastiya veşartî ya xwedayekî kolonyal li ser oryantalîzma Edward Said û gotinên gunehkar a Hesenê Metê hin raman
  10. Mîrza Baran, Serboriya kêmnivîskariya lehengekî; êş û azara (ne)nivîsandinê
  11. Ferzan Şêr, Di navbera mînorî û majoriyê de û jê wêdetir
  12. Mihemed Şarman û Fexriya Adsay, ’’Jibîrkirin mirin bi xwe ye’’, hevpeyivîn bi Mihemed Dide re
  13. Yilmaz Ozdil, Di navbera hebûn û nebûnê de sînemaya kurdî
  14. Burhan Yek, Ceribandina Nirxandinekê li ser xerabiya Bekoyê Ewan
  15. Abdullah Çelik, Kalaşîkof ser de tarîx, merg û xovîrra kerdiş
  16. Ebdulxaliq Yeqûbî, Rewtî gorrankarîy qailb û nawerrok le şî’irî Hacî Qadirî Koyî da
  17. Hesenê Dewrêş, ’’Tenê girî ne qedexe bû’, hevpeyivîn bi Bûbê Eser re
  18. Cebar Cemal Xerîb, Giryan
  19. Barzoo Eliassî, Rewşenbîrên çepgir û kurd: Edward Said, Hamid Dabashi û Tariq Ali
  20. Mihemed Şarman, Kaniya Fenteziyan

Hejmara duyem a kovara Zarema (îlon-kanûn, 2014)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hejmara sêyem a kovara Zarema (çile-nîsan, 2015)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hejmara çarem a kovara Zarema (gulan-tebax, 2015)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hejmara pêncem a kovara Zarema (îlon-kanûn, 2015)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hejmara şeşem a kovara Zarema (çile-nîsan, 2016)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hejmara heftem a kovara Zarema (gulan-tebax, 2016)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hejmara heştem a kovara Zarema (îlon-kanûn, 2016)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sernavê vê hejmarê: Sînemaya kurdî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]