Here naverokê

Zelemele

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zelemele
Jidayikbûn1 nîsan 1975 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zelemele (jdb. 1ê nîsana 1975an, Dersîm, Bakurê Kurdistanê) stranbêjekî Dersîmî ye.

Bi Kirmanckî distrê. Navê wî yê rastî Memed Ali Güler e. Bavê wî helbestvan e û ji gundê Seyîn ê ye. Diya wî ji Axdad a Mamekiyê ye û ji bera Ûsivan e. Bi Dimilkî (Kirmanckî, Ginî, Zazakî, Zonê Ma, Şo bê) stranan distrê û awazgeriyê dike. Şêweyê muzîka wî rock, rap û awazên wekî blues e. Herwekî ew awazên folklorîk jî bi afirandêriyeke nûjen distrê. Ew bi xwe hin caran navê stîla muzîka xwe jî wekî "Zelemele" binavdike.

Niha li Almanya, bajarê Mainzê dijî. Ew ji aliyekê ve jî perwerdeya aborîzaniyê li zanîngeha Düsseldorfê dibîne. Ew bi muzîka xwe ya rengîn gelek tê hezkirin.

Albûmên Zelemele

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Şêle (2000)
  • Ameyme (2002)
  • Mûnzûr o (2006)

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]