Zelmay Xelîlzad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zelmay Xelîlzad
Navê rastî
زلمی خلیلزاد Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn22 adar 1951 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mazar-i-Sharif (Keyaniya EfxanistanêLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Efxanistan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
Meqam
  • United States Ambassador to the United Nations (2007–2009)
  • balyoz
  • United States Ambassador to Afghanistan (2004–2005) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Partiya Komarparêz Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Cheryl Benard Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Order of the Golden Fleece
  • Great Immigrants Award (2006) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zelmay Xelîlzad ( bi îngilîzî: Zalmay Mamozy Khalilzad ; jdb. 22ê adara 1951ê li Mezarê Şerif, Efxanistan) nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî ye. Ew bilindtirîn karbidestê misilman di dîroka Amerîkayê da ye û yek ji endamên hikûmeta GeorgeW. Bush û ji Partiya Komarî ya Emrîkayê ye. Berî niha jî ew balyozê WYE li Efxanistan û Îraqê bû. Ew yek ji siyasetmedarên tundrê yên Amerîkayê ye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew dinav malbateka Peştûn ji eşîra Kakar li bajarê Mezarê Şerîf li Efxanistanê hat dinyayê. Bavê wî ji ber xizaniyê mişextî Kabûla paytext bû û wî xwîndina xwe ya destpêkê û ya navîn li Kabulê qedandin. Jibo xwîndina dibistana berhevî anko dibistana bilind (high school), Zelmay bi rêya bernameyeka pêkveguhartina xwîndinkaran çû Amerîkayê.

Bekaliryos û magister li Zanîngeha Emrîkayî ya Beyrûtê xwîndin û PhD jî li Zanîngeha Şîkagoyê. Ew bî hevalekê Albert Wohlstetter ko dijberî ya nehêlana çekên navokî dikir.

Di Cotmeh 2021 de, CNN ragihand ku Zalmay Khalilzad, nûnerê sereke yê Dewletên Yekbûyî ji bo Efxanistanê, dê dev ji karê xwe li Efxanistanê berde, piştî bidawîbûna vekişîna hêzên Amerîkî li Efxanistanê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]