Here naverokê

Zemberor

(Ji Zemberol hat beralîkirin)
Zemberor
Kuruçay
Gundê Zemberor
Zemberor li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Zemberor
Zemberor
Koordînat: 37°28′19″Bk 40°01′39″Rh / 37.47194°Bk 40.02750°Rh / 37.47194; 40.02750
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMêrdîn
NavçeDêrika Çiyayê Mazî
NahiyeNavend
Bilindahî
890 m (2920 ft)
Nifûs
 (2012)
114[1]
Koda postayê
47800
Koda telefonê(+90) 482
Map
biguhêreBelge

Zemberor (bi tirkî: Kuruçay) gundekî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya ser Mêrdînê ye.

Ev gundekî dîrokî ye. Dewlet nahêle tu kes li vî gundî lêkolînan bike. Heta niha li vî gundî mozaîkên dîrokî, qesr, kûzik û zêr hatine dîtin.

Pêşiya gund li deşta Mêrdînê dinihêre. Aliyê rojava Çiyayê Qerejdaxê ye. Li rojhilata Zemberolê Bixurê (bi tirkî: Derinsu) li bakurê wê Xerabreşkê û li rojavayê wê jî Tehtok hene. Gundê Bixurê û Xerabreşkê jî gundên gelekî dîrokî ne. Di navbera Zemberolê û Xerabreşkê de şikeftên dîrokî hene, mezelên kevnar ên ji demên dîrokî ve mane hene.

Sal Gelhe[2]
2012 114
2000 144
1990 135
  1. ^ tuik, 2012
  2. ^ Yerelent, Kuruçay, ji orîjînalê di 27 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2014