Zend-Avesta

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Zend-Avesta, bi kurdî: "Zendawest"[çavkanî pêwîst e], pirtûka pîroz a zerdeştiyê ye.

Serpêhatiya Zerdeşt[biguherîne]

Zerdeşt, gelek tişt hatina serê wî. Dema ku wî hizrên xwe haniya ser ziman, êdî rastî hin bertekne jî hatiya di dema xwe de. JI ber vê yekê, ji Kurdistanê(wê demê: Mediya), jê diçê û heta bi herêmên din yên Îranê û Ji wir jî heta ku xwe digihijinê Hindistanê jî. Li Hindistanê jî, demekê dimêne û piştre êdî divegerihê welat. Dema ku divegerihê welat, hingî keyê welêt, tê gotin haspê wî nexweş ketiya. Zerdeşt, dibêjin haspê wî yê ku ew pirr hijê dike baş dike û di rabike xwe, êdî piştre, ew jî tê afûkirin.

Serpêhatiya Zend Avesta[biguherîne]

Di vê pirtûkê da awa, zagon û felsefa fîlozof û pêxember Zerdeşt hene. Tê qebûlkirin ku Avesta berî zayinê di sala 699an de hatiye nivisandin. Li gor gotinên di derbarê wê yên li Herême botan û wan deran de, tê gotin ku li ser 18 hazar ayarê sawal hatibû nivîsandin. Hin gotin jî, di wan de tê gotin ku ev 18 hezar ne 18 hezar bû, lê 14 hezar bû.

Di dema Mediya de, Medî, xwediyê pirtûkxaneyaka pirr mazin bûn. Bi sadsalen nivîsarên ku hatibûbûna nivîsandin têde bûn. ew pirtûkxane heta hatina Îskenderê Mekedonî ku kurd jê re ji ber wan kirinên wê yên xadar ku jê re gotina "îskenderê Zûrqarneyn", ew pirtûkxane dijî. Lê di dema hatina wî de, ew hingî, hemûkî dide şawitandin û Welatê Mediya bi serûbin dike. Hingî, xalkê Medî kurd û xalkên din yên ku bi wan re dijîn, diçin û xwe li çiyayê Zagrosan digirin. Li wir jî, Îskenderê Mekedonî dike ku leşkerên xwe bişêne bi ser wan de. Lê çi dikin û nakin, nikarin bikevina hundurê Zagrosan de. Ew, ne ketina zagrosan de, êdî weke cihekî ku "lê îskender têkçûya" di dîrokê de cih û war digirê. Nivîskarê Abdusamet Yigit, di nivîsa xwe ya bi navê "hatina Îskenderê Zûrqarneyn ya li Kurdistanê" de, weha di derbarê vê rewşê de dihêne ser ziman:

" .. .Tevî weqas pêşketin û pêşveçûnê, wê demên piştre biafir in. Ew pêşketin û pêşveçûn, wê bi heyîna xwe re bala pirr kesî bikişêne. Wê bala Îskenderê Mekedonî jî bikişêne. Di dema ku Îskenderê mekedonî ê bi seferî hate Kurdistanê û di wê demê de Kurdan ji ber kirinên wî xadar ku mohra xwe li dîrokê xistin, paşnavê "zûrqerneyn"tiyê pêve kirin û piştre jêre gotin "Îskenderê Zûrqerneyn", di dema hatina xwe de bi pirtûkxaneyên wan yên ku hebûn dana ber êqir û şawitandin. Hate î ro jî, ku bahse wê dihê kirin, bi dilêşîyekê bahs dihê kirin. Wek dihê zanîn gotina "qern" di wate nifşekê de dihê gotin. Lê dema qern dihê gotin, hingî bi kirineka ku jê acêbmayî dihê kirin. Bi vê yekê re, ev gotin dihê gotin.Ev gotin, wê dema ku dihêne ser ziman, li wate xwe lêkerîyeka ye bi kirinên ku baş û an jî ne baş ew ti carî ku divêt ku newina ji bîrkirin re dihê ser ziman. Bi vê yekê re, xwediyê wate û lêkerîyeka ku lê dihê lêkirin re xwediyê teybetiyeka kirinî e bi dîrokê re jî ya. Bi paşnavê îskenderê mekedonî ve pêvekirin kirin jî, her weha di hasabê ku ti carî divêt ku ew kirin newina jibîrkirin de hatiya pêvekirin. .."

"Weke Theodosius, Îskenderê Zûrqerneyn jî dihê herêmê û li herêmê serwerîyeka wî ye bi hêzê wî diafirê dibe. Lê ew jî, nikarê xwe bigirê. Mirovên herêmê, zanebûna wan heya û pirr li serbestî û azadiya xwe dihizirin. Çend, ku weke Roma, Îskenderê Zûrqerneyn jî, xwedîyê hêzeka mazzin bûya jî, nebûya xwediyê demeka demdirêj li herêmê xwedî serdestî û serwerî. Dema ku Îskenderê Zûrqerneyn dihê Kurdistanê, ji aliyekî dikeviyê de û li aliyê dî ve derdikeve. Lê dîsa, ew nabê xwedî serwerî û serdestî li Kurdistanê. Kurd, dema ku hêzên wan yên biadil û sazûman in têk diçin, êdî yên ku sax difilitin jî, digihina hevdû û bi hev re xwe disipêrina çiyayên Zagrosan. Îskenderê Zûrqerneyn, li wir dixwezê ku herê bi ser wan de. Bi hêzên xwe re diçê ku herê Zagrosan. Lê ew, li Zagrosan li ber hêzên Kurdan ên ku sax filitîna, têne bertêkçûnê. Kur dikin û nakin, nikarin herina wir û mirovên di Zagrosan de bidest bixin. Li wir, cara pêşî vîna Îskenderê Zûrqerneyn weke ku derbeyê dixwe. Piştre bi wê deronîyê, bê ku ti ancamê li Zagrosan bidest bixe di vegerihê. Kurdan, ji ber wê hirsa wî ye bidest xistinê û zilmdariya wî, navê "Zûrqerneyn" lêkirin. Êdî wan jê re got,"Îskenderê Zûrqerneyn". Piştre jî hertimî ku ew hate bi bîr hanîn, bi vî navî di nav Kurdan de hate bi bîr hanîn. Van dem û sefer û şer û pevçûnên ku li herêmê bûn, herêm, hanînina ber kevilkirinê. Piştre jî, wê ev rewş berdewam bikin. Ku mirov, î ro jî, li heremê dinerê, mirov hin hêrîşna bi heman awayê dibîne. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku ew ser du hezar salan re ya herêm, bi şer û pevçûnan re ya. ...."

Îskenderê Mekedonî, li Kurdistanê li welatê Mediya bi sernakeve. Lê xuruxandinaka mazin jî pêk tênet. Ji ber vê yekê, ji bo ku ew di her deme ku hat bibîr hanîn, ew kirinên jî, bên bîra mirov, êdî kurdan jê re gotiya "îskenderê Zûrqarneyn."

Navaroka Zend Avesta[biguherîne]

Pêşketinên ku dana çêkirin[biguherîne]

Herêmên ku li wan pêşketiya û bandûra wê bûya[biguherîne]

Zerdeştî, olên ku piştî wê re derketina ên weke Filahiyê û Misilmantiyê bixwe jî, bandûra wî û hizrên wî lê bûya. Çend ku di demekê hizrên wî hatina qadaxakirin jî, piştre di sadsale 17 min, Şahî Sefewî bixwe, wê kifş dike ku bandûra hizrên wî bûya û hizrên ne xirab in, êdî bidest berhevkirina nivîsên wî dike. Ji bo ku ew Zend Avesta, carek din, lev dide hevdû,Komekê dide ava kirin û ew li nivîsên wî digirihin.

Zerdeştî, ji Kurdistanê mirov bigirê heta digihijê Hindistanê û hwd, di qadaka mazin de bicih dibe. Heta Roja me jî, hê jî, li Hindistanê, komeka ku li gor wî û bawermendiya wî dijî heya. Hê Zerdeşt, weke pêxemberê xwe dibîne.

Çavkanî[biguherîne]

Nivîsa ku jê hatiya girtin ev a: Hatina Îskenderiyê Zûrqarneyn ya li Kurdistanê