Zengila Zoma
| Zengila Zoma | |
|---|---|
| Dîmenek ji Guldexwînê li Baxçeya Qesra Charlottenburgê. | |
| Dabeşandina zanistî | |
| Cîhan: | Plantae |
| (ne aşkera ye): | Angiosperms |
| (ne aşkera ye): | Monocots |
| Kom: | Liliales |
| Famîle: | Liliaceae |
| Cins: | Fritillaria |
| Cure: | F. imperialis |
| Navê zanistî yê latînî | |
| Fritillaria imperialis L. | |
Guldexwîn, Zengila Zoma yan jî Şilêr' (bi îngilîzî: Fritillaria imperialis) cureyeke kulîlkên Kurdistanê ye ku bi taybetî li deverên bilind ên Bakurê Kurdistanê têne dîtin.[1][2] Guldexwîn hinek caran bi navên wekê gulşilêr, taca mîr, sernixwîn yan jî bi navê laleya kurdan hatiye binavkirin. Guldexwîn cureyekî riwekên kulîlkan e ku ji famîleya pîvaz, pîvok û sosinan (bi latînî: Liliaceae) e. Kulîlk li Bakurê Kurdistanê bi awayekî xwezayî li Dêrsim,[3] Avşîn, Şirnex, Semsûr û Colemêrgê şîn dibe. Guldexwîn li seranserê cîhanê li welatên Asyayê, ji Kurdistanê ber bi rojhilat ve heya li hinek deverên Îran, Efxanistan, Pakistan û li hinek deverên Hîmalayayan şîn dibe. Formên çolê bi gelemperî bi rengê pirteqalî an sor in. Navên hevpar û her wiha lêkera "imperialis", bi ravekirina rastîn "ya împarator" behsa xeleka mezin a kulîlkên zêrîn dike ku taca împaratorê rave dike.
Kulîlkên ku ber bi erdê ve ber bi erdê ve dinêrin, li ser wan pelên bi awayê tacê hene. Cureyên ku di xwezayê de şîn dibin zêdetir li deverên bilind ên ku ax zêde sist e û hewa hildide şîn dibin. Bi gelemperî li ser her şaxek şeş kulîlk hene. Kulîlk ji dema pişkivandinê ve bi awayeke ku ber bi jêr ve dinêrin mezin dibin. Riwek bi kulîlkên xwe yên ku berbi jêr ve dinêre navdar e.
Danasîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Guldexwîn bi qasî yek mêtre bilind dibe û pelên bi awayê lûtik û biriqandî li ser şaxê wê şîn dibe. Xelekeke gulên berbiçav ku ber bi jêr ve dinêre li serê şaxên wê cih digirin ku bi "taca" pelên piçûk ev gul têne sîper kirin ku navên Guldexwînên din ên cuda ji vê tacê tê. Forma çiyê bi gelemperî porteqalî û bi rengê sor e. Di forma çandiniyê de rengên cûrbicûr têne dîtin ku hema hema ji rengê sora rastîn û porteqalî bigire heya rengê zer di nav de hene.[4] Dema vekirina kulîlkan ji meha nîsanê despêdike heya meha gulanê berdewam dike.
Şînbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dema ku forma malê piştî ku dest bi kulîlkbûnê dike tê gubre kirin. Bi gelemperî gubreya şil dikare her deh û panzdeh rojan carekê ji bo nebatê re were dayîn. Çandiniya gulê bi gelemperî di demsalên payîzê de tê kirin.
Axa ku guldezwîn lê tê çandin divê bi zêdekirina torfê û gubreyê re pêwîste bi qasî 10 rojan berî çandiniyê were hewa kirin. Riwek wek tovpîvazê tê çandin û di dawiya sibatê an di destpêka adarê de şîn dibe.
Cûre û 'Maximea Lutea' ya bi kulîlka zer re her du cureyan Xelata Mîrata Baxçeyê ya Civata Baxçevaniyê ya Qraliyetê bi dest xistine.[5][6] Cureyên formên malê bi rengên sor, zer û porteqalî hene.
Guldexwîn bi hêsanî di nav axên ku bi awayeke baş hatiye drene kirin û li deverên ku tav dibîne dikare şîn bibe. Riwek li hemberê ziwabûnê dikare xwe biparêze û divê riwek di destpêka biharê de werin çandin.
Forma çiyê li zozanên zinarîn û li çolên ku bilindahiya wan ji 1250 heta 3000 mêtre ji asta deryayê bilind e dikare bijî.
Riwek di heman demê de bi berfirehî ji bo gulên xemilandinê tê çandin û hatiye ragihandin ku li Awistirya, Sîsîlya û li Washington a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi awayeke xwezayî ye şîn dibe.[7]
Morfolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gewde: Rast, stûr, heta mêtreyekê bilind dibe û bi pel e.
- Pel: Bi awayê rimêlê, pelên sertujik ji koka gewdeyê ber bi jor ve bi awayeke gurz li der dora koka qewdeyê şîn dibe.
- Gul: Li herî jora gewdeyê di bin pelên jorîn de dibişkivin û ber bi jêr ve dinêrin. Rengên gulan sor, zer û porteqalî ne.
Wêne
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Guldexwîn li baxçeyê botanîk, Almanya
-
'Rubra Maxima'
-
Guldexwîn li Rojhilata Kurdistanê
-
Guldexwîn li Rojhilata Kurdistanê
-
Dîmenek ji dîtina tevahiya nebatê
-
Forma malê Keukenhof, Lisse, Holenda.
-
Guldexwîn li Sêrt a Bakurê Kurdistanê.
-
Xêzeke ji John Edwards, di The British Herbal di sala 1769an de.
-
Guldexwîn Colemêrg, Bakurê Kurdistanê.
-
Guldexwîn li bakurê Baden-Württemberg, Almanya.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Kiani, Mahmoud; Mohammadi, Shirin; Babaei, Alireza; Sefidkon, Fatemeh; Naghavi, Mohamad Reza; Ranjbar, Mojtaba; Razavi, Seyed Ali; Saeidi, Keramatollah; Jafari, Hadi; Asgari, Davoud; Potter, Daniel (1 çiriya pêşîn 2017). "Iran supports a great share of biodiversity and floristic endemism for Fritillaria spp. (Liliaceae)". Plant Diversity. 39 (5): 245–262. doi:10.1016/j.pld.2017.09.002. ISSN 2468-2659. PMC 6112302. PMID 30159518.
{{cite journal}}: CS1 maint: PMC format (lînk) - ^ Pieroni, Andrea; Zahir, Hawre; Amin, Hawraz Ibrahim M.; Sõukand, Renata (27 çiriya paşîn 2019). "Where tulips and crocuses are popular food snacks: Kurdish traditional foraging reveals traces of mobile pastoralism in Southern Iraqi Kurdistan". Journal of Ethnobiology and Ethnomedicine. 15 (1): 59. doi:10.1186/s13002-019-0341-0. ISSN 1746-4269. PMC 6882212. PMID 31775812.
{{cite journal}}: CS1 maint: PMC format (lînk) CS1 maint: unflagged free DOI (lînk) - ^ "Çiyayên Dersimê bi Guldexwînan xemilî". ANF News. Roja gihiştinê 6 sibat 2025.
- ^ Linné, Carl von; Linné, Carl von; Salvius, Lars (1753). Caroli Linnaei ... Species plantarum :exhibentes plantas rite cognitas, ad genera relatas, cum differentiis specificis, nominibus trivialibus, synonymis selectis, locis natalibus, secundum systema sexuale digestas... Cild 1. Holmiae: Impensis Laurentii Salvii.
- ^ "Fritillaria imperialis | crown imperial Bulbs/RHS". www.rhs.org.uk (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 5 sibat 2025.
- ^ "Fritillaria imperialis 'Maxima Lutea' | crown imperial 'Maxima Lutea' Bulbs/RHS". www.rhs.org.uk (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 5 sibat 2025.
- ^ "Fritillaria imperialis [Meleagride imperiale] - Flora Italiana". luirig.altervista.org. Roja gihiştinê 5 sibat 2025.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Zengila Zoma de hene