Zerika reş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hepatît B (Hepatitis B) an bi kurdî Zerika reş yek ji nexweşiyên mîkrobîk, bisaw ên kezebê ye.

Tê texmînkirin ku yekemîn nexweşiya bisaw a dinyayê ye li dora 350 Milyon kes bi vê nexweşiya kronîk ketine. Nexweşiyeke girîng û ziyanker e. Kezebê dixurifîne heya bigire pûç dike. Vîrusa bi heman navê ye, xwe di kezebê de bicihdike. Nexweşî bi riya xwînê, tûka dev, têkiliya cinsî hwd derbasî yekê din dibe. Li Tirkiyê ev nexweşî bi gelek peyda dibe û li Kurdistanê kêm e.

Hin sîmptomên Zerika reş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Madelihevketin
  • Rengê reş (an tarî) ê mîzê
  • Êş di jorê zikê de
  • Verêş
  • Îshel

Pirr kêm be jî ev vîrus dikare ziyanê bide mejî. Heger ehya 6 mangî sax nebû, bixetere ye. Dawiyê de dikare kezebê bi giştî birizîne û nexweş hewceyê kezebekê veguheztî bike. Li cem pitokên nûjidayîkbûyî gelek bixetere ye.

Di bijîşkiya gelêrî ya Kurdî de terapiya Zerika reş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev nexweşî li Kurdistanê baş tê naskirin. Ji kelandina koka marîjok, javîle, pelhewesê û hinde giyayên din dermanên ku asta antîkoran bilinddikin tên bikaranîn û sîstema parastinê tê alarmîzekirin. Ji binê zimanê nexweş, bi kêreke dezînfektekirî ji herdu demarên sereke pirr bi baldarî hinde xwîn tê berdan. Jê re "xwîna pîs" tê gotin. Nexweş ji civakê û endamên malbatê tê dûrxistin û pêşiya sawê tê girtin. Gorî biryara bijîşkê gelêrî derman tê bikaranîn û hin caran berdana xwîna pîs tê dubarekirin.

Terapiya Hepatît Byê di bijîşkiya nûjen de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Leukomî, bihêzkirina sîstema parastinê, veguhastina kezebê.