Zilfiqar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wiha ye zilfiqar

Zilfiqar, zulfîqar cureyeke ji şûran e. Bi erebî ‏ ذو الفقار‎ / Ḏū ʾl-faqār e. Dibêjin şûrê Hêja Muhemmed Pêxember bûye û di şerê Bedrê de wekî xenîmet bidestxistiye.

Piştî mirina pêxember Hêja Muhemmed ev şûr ji Hêja Elî re maye. Niha wekî sîmboleke pîroz jî tê bikaranîn. Bi taybetî Hêja Elî ev şûr navdar kiriye.

Di hatine artêşên ereb-îslamê bo Kurdistanê de zilfiqar hatiye bikaranîn. Seranser Kurdistanê li dijî ereban şerên dijwar û xwînî rûdane ku nêzîkî 100 salan şer berdewamkiriye, heya ku kurdan dest ji ola zerdeştîtîyê kişandine.

Cureyên zilfiqarê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]