Zimanê kurdî li gora Fûad Heme Xurşîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zimanê kurdî li gora Fûad Heme Xurşîd:

Fûad Heme Xurşîd, di xebata xwe ya bi navê Zimanî Kurdî, Dabeşbûnî Cografyayîy Diyalêktekanîy de lehceyên Kurdî bi vî awayî dabeş dike:

  1. Kurmanciya Bakurî
    1. Bayezîdî
    2. Hekarî
    3. Botanî
    4. Şemdînanî
    5. Behdînanî
    6. Zaravaya Rojava

  2. Kurmanciya Navîn
    1. Mukrî
    2. Soranî
    3. Erdelanî
    4. Silêmanî
    5. Germiyanî

  3. Kurmanciya Başûrî
    1. Lurrê Eslîn
    2. Bextiyarî
    3. Mamesanî
    4. Gohgilo
    5. Lek
    6. Kelhurr
    7. Lorî

Fûad Heme Xurşîdî, hem Lurriya Mezin hem jî ya Piçûk Kurdî qebûl kirine û ew di nav Kurmanciya Başûrî de hejmartiye.

  1. Kurdiya bakur yan jî lehceya Kurmancî
  2. Lehca Kurmanci ya ku li Kurdistana Navîn tê axaftin. Ji vê lehceyê re carina Kurdiya Başûrî (Kurmancîy Xwarû) yan jî bi şaşîtî "Soranî" jî tê gotin.
  3. Grûba Lehceyên Kurdî yên din ên ku li Kurdistana Başûrî tên axaftin: gellek şaxên vê grûbê yên bi navên Kermanşahî, Lekkî, Lurrî, Sencabî û Kelhurî hene ku ev ji alî qismek Kurdên nav hidûdên Îranê û Îraqê tên axaftin.(22)

1- Şêweyên Kurdiya Bakurî ev in:

  • Kurmanciya Rojava: Bi destpêka ji herêma Afrînê Kurdên Entabê, Qiriqxanê, Meraşê, Adiyamanê û Meletiyê, qezayên Ruhayê yên bi navê Surûc, Bîrecik û Xelfetiyê bi vê şîweyê diaxifin.
  • Rewendî: şêweya ku li erdên bakurê Gola Wanê dimînin tê axaftinê. Li rojhilatî ji herêma şikakan destpê dike, ta dighê cihên rex Çemê Erez, Kurmancên bi vê şêweyê diaxifin.
  • Şikakî: Li herêmên navbera Gola Urmiyê, şemdînan û Başkalê tê axaftin.
  • Hekarî: Hema ji başûrê şirnexê destpê dike û li nav hidûdê wilayeta Hekariyê tê axaftin. Berê ji ber ku ji Mîrîtiya Hekariyan re Mîrîtiya Mehmûdî dihat gotin, ji vê şêweyê re jî "Mahmûdî" dihat gotin.
  • Botî: Kurdên Cizîra ku li nav hidûdê Tirkiyê û Sûriyê ye yên wê herêma ku ji bakurê Zaxoyê destpê dike ji başûr û rojavaya şirnexê derbas dibe Eruhê digre nav xwe û ta başûrê Gola Wanê tê kêşan herêmên rojhilat û başûrê Bedlîsê, Sêrtê, ta Çemê Batmanê herêma Batmanê û rojhilatê Mêrdînê digre nav xwe, ji alî Kurmancên li ser vê axa fireh tê axaftin.
  • Bahdînî: şêweya Kurdên Zaxo, Amedî, Akre û Zêbarê û yên Dihokê
  • Sincarî: Kurdên Çiyayê Sincarî û yên şêxana bi vê şêweyê diaxifin.

Kurmanciya Navîn (yan jî Silivî-Kîkî-Milî) Li bajarê Diyarbekirê ji bilî rojhilat, li hemû herêmên Mêrdînê, ji Ruhayê heta peravê rojhilatê Çemê Ferêt Kurmanc bi vê şêweyê diaxifin. Kurmancên herêmên Elezîzê yên rojhilat û başûrî jî bi vê şêweyê diaxifin.

2- Kuriya Navîn (yan jî Soranî). Hidûdên vê lehceyê ji başûrê wî hidûdê ku me ji bo lehceya Kurmancî kêşa destpê dike, ber bi başûrî de dom dike ta digihe, Çemê Sîrwanê û Xaneqînê. Li başûrî, ji başûrê Çiyayên Hemrîn ber bi rojhilatî ve vedigere ta Çiyayê Sehend, Mesînabad, Bicar û Esedawayê diçe. Firehiya herêma wê ya başûrî jî diçe ta digihîje, ser rêka esasî ya Melayir. Kirmaşan, Qesrî şêrîn-Xaneqînê. (30)

Şêweyên Kurdiya Navîn ev in:

  • Soranî: Ji bilî herêma Zêbarê wilayeta zirt û hemû qezayên wê vê şêwê diaxifin.
  • Silêmanî (Yan jî Babanî): Silêmaniyê, Kerkukê, Kifriyê, Qeretepê, Tuz şiwanê û hin herêmên Xaneqînê digire nav xwe.
  • Mukrî: şêweya ku Kurdên şino, Nexede, sablaq,Miyandiwan, şahîndij, Saqiz, Bokan, turcan, Xane û Serdeştê pê diaxifin.
  • Şineyî: Li herêmên Sinê (Senendec), Bicar, Kengewer, Rewansar û bakurê Ciwanroyê tê axaftin.

3-Kurdiya Başûrî: Li bakurî ji rêya esasî ya Melayir-Kirmanşah-Qesrê şêrînê destpê dike ta digihê hidûdên herî başûr yên herêmên Kurdîaxêv şêweyên wê yên jêrîn in:

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]