Zimanê kurdî li gora Ziya Gökalp

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zimanê kurdî li gora Ziya Gökalp:

Di tehqîqa cara pêşîn a rapora xwe de Ziya Gökalp dibêje zimanê Bextiyarî dikare iltîhaqî Soranî û zimanê Kelhûrî jî iltîhaqî Gûranî bêkirin. Lê di tehqîqa cara dawîn de vê yekê tashîh dike û dinivîse ku

"bi şahidiya Şerefnamê tê famkirin ku zimanê Bextiyarî diçe ser Lurrî û zimanê Kalhurî jî diçe ser Soranî".(12)

Ziya Gökalp di tehqîqa xwe ya cara pêşîn de dinivîse ku

"Heke em zimanên Gûranî, Bextiyarî û Kelhurî veder kin (veqetînin) di destê me de çar zimanên serbixweyiya wan diyar, dimîne: Kurmancî, Soranî û Lurî" (13) Loma jî tê famkirin ku Kurd ne qewmek, lê çar qewm in û Kurdî jî dabeşî bi ser çar zimanên wiha dibe ku mensûbên van zimanan qet ji hev tê nagihên. Ev çar ziman ev in: Zimanê Kurmancî, Zimanê Soranî (Bahdînî, Kalhurî), Zimanê Lurî (Bextiyarî, Feylî)" (14)

Ziya Gökalp di wê xebata xwe ya binavkirî de wiha dinivîse:

"Xwediyên van herçar zimanan ji zimanên hev tê nagihên. Ji alî serf, nahw û luxet ve ferqeka mezin di navbera wan de heye. Ferqên navberê jî ne ferqên lehceyî, lê yên zimanî ne. her zimanek ji van her çaran ji alî zimannasî ve zimanê serbixwe ye. Her yek jî ji gelek lehceyan pêk tê. Tevî vê jî ev her çar ziman bi tevayî ne dûrî hev in jî. Hemî şaxên Kurdîyeka kevin in ku meriv dikare bi navê "Kurdiya Qedîm" bi nav bike. Têkiliyên navbera zimanên Neo-Latînî û Latînî çi bin, yên navbera Kurdiya Qedîm û van Kurdiyan jî ew in." (15)

Ziya Gökalpê ku lêkolînên wî li ser eşîrên Kurda ne li ser "lehceyên" Kurmancî jî radiweste: "Hê bi tetqîqeke ilmî nehatiye derxistin ku zimanê Kurmancî dabeşî bi ser oend lehceyan dibe. Lê gava Ehmedê Xanî di pirtûka xwe ya bi navê Mem û Zîn de behsa zaravayên ku bi kar tîne dike, di beyta jêrîn de navê sê zaravayan dijmêre. "Bohtî û Mehmedî û Silîvî Hin lal û hinik ji zêr û zîvî" (16) Li gorî vê, Ziya Gökalp jî Kurmancî bi navê Bohtî, Mehmedî û Silîvî dike sê beş û eşîr û herêmên ku bi van "zaravayan" diaxivin dihejmêre.

Zanayê Kurd Tewfîq Wehbî, di mesela lehceyên Kurdî de wekî Ely Bannister Soane difikire (17). Nivîskarê binavûdeng Alaeddîn Seccadî, di esera xwe ya bi navê Destûr û Ferhengî Zimanî Kurdî, Erebî û Farisî de, dibêje ku "di zimanê Kurdî de du zarava hene" û wiha didomîne: "Zaravaya 'Botan' a ku îro jê re 'Bahdînî' tê gotin. Kurdên Tirkiyê û Suriyê û yên qezayên Mûsilê bi vê lehceyê diaxivin. Ya duduyan jî lehceya 'Mukrî' ya ku îro jê re 'Soranî' tê gotin. Kurdên din, yanî Kurdên bakurê rojhilat û rojhilatê Iraqê û yên Erdelan û Mukriyan bi vê zaravayê diaxivin" (18)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]