Here naverokê

Zimanê rûmenî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rûmenî yan jî zimanê romanyayî (bi rûmenî: limba română [ˈlimba roˈmɨnə]), an jî dakorûmenî, yek ji zimanên romanî yên ku şaxeka zimanên hind û ewropî ye. Ew di wê şaxê zimanên romanî de di bin zimanên romaniyên rohelat de tê bişûnkirin. Rûmenî zimanê fermî li Romanya û Moldovayê ye. Li Romanyayê ji 21,7 milyon kesî, 19,42 milyonên xwe (89,5 %) wek zimanê dayikî axêvêrên zimanê rûmenî ne. Li Moldovayê jî 3,99 milyon kes, der Transnîstriya ve 2,57 milyon kes wek zimanê dayikî bi rûmenî diaxive. Ji van her du welatan bêtir li dinê nêzî 8,01 kes wek zimanê zikmakî bi rûmenî deng dike û li wan 4 milyonên xwe li Ewropa û yên din jî bi gelemperî li cîranên Romanyayê û Moldovyayê diaxivin. Li welatên ku cîranê Romanya an Moldavyayê li Ûkraynayê 500.000, li Bulgaristanê 150.000, Serbistanê 600.000 û Mecaristanê jî 80.000 kes wek zimanê hindekeyan nêv xwe û di malbata xwe de diaxivin. Li her du welatên DYA û Kanadayê jî 3,58 milyon kesî ku bi rûmenî diaxive hê ne. Hîn li bêtir li Amerîkaya Başûr, Awistralya, Îsraêl, Tirkiye, Spanya û Îtalyayê nêzî 3 milyon kesên ku bi rûmenî diaxivin hene. Li dinê bi yekûn nêzî 30 milyon kesên ku rûmenî wek zimanê dayikî, 4 milyon kesên jî zimanê duyem diaxivin hene.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]