Here naverokê

Zimanê sumerî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sumerî
𒅴𒂠
Emegir

Lîsteyeke diyariyan, Adab (en), Sedsala 26an b.z.

Welatên lê tê axaftin Sumer û Akad
Dîroka pêkhatinê ~ 3000 b.z.
Herêm Mezopotamya
Dîroka mirîbûnê 2000 – 1800 b.z.
Malbata zimanî Zimanê îzolekirî
Awayên kevn
Sîstema nivîsê Nivîsa mîxî
Kodên zimanî
ISO 639-2 sux
ISO 639-3 sux

Zimanê sumerî (𒅴𒂠 Eme-gir15 "zimanê xwemalî")[1][2] zimanê zikmakî yê sumeriyan e ku di sala 4000 ê b.z. de li Başûrê Mezopotamyayê hatiye axavtin. Di destpêka sala 2000ê b.z. de zimanê akadî cihê zimanê axaftinê wergirtiye.[3] Zimanê sumeriyan li Mezopotamyayê heta sedsala 1em ê b.z. wekê zimanekî pîroz, wêjeyî, merasîmî û zanistî hatiye bikaranîn.[4] Sumerî heta sedsala 19an hatiye û piştre hatiye jibîr kirin. Berevajî zimanên din ên ku li Mezopotamyayê hatiye axaxtin, sumerî wekê zimanekî îzolekirî hatiye qebûl kirin.

Zimanê sumerî ji çepê ber bi rastê, ji jor ve tê xwendin lêbelê nivîsarên kevin ji jor ber bi jêr ve ji rastê ve ber bi çepê ve dihatin xwendin.

Tevî nemana zimanê sumerî, bandorek girîng li ser zimanên herêmê kiriye. Nivîsa mixî ku di destpêkê de ji bo zimanê sumerî dihat bikaranîn, ji aliyê gelek zimanên herêmî yên wekî akadî, elamitî, eblaîtî, hîtîtî, zimanê hûrî, luwî û ûrartuyî ve bi berfirehî hatiye pejirandin. Nivîsa mixî ya sumerî bi heman awayî bûye îlhama alfabeya farisiya kevin ku ji bo nivîsandina zimanê hevnav hatiye bikaranîn. Dibe ku tesîra herî mezin li ser zimamê akadî kiriye ku rêziman û ferhenga akadî bi girîngî ji zimanê sumerî bi bandor bibû.[5]

Dîroka lêkolînan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vebûn û xwendina nivîsên mîxî yên logosîlabîk ji nivîsara Behistunê hatiye ku nivîsareke mîxi ya sêzimani bû ku bi farisiya kevin, elamîtî û bi akadi hatiye nivisandin. (Bi heman awayî, vebûna têgihîștina hiyeroglîfên misirî kevirê Rosetta yê duzimanî [yewnani î misiri bi nivisa misiri bi du alfabeyan] transkripsiyona Jean-François Champollion a di sala 1822an de bû.)

Di sala 1838an de, Henry Rawlinson ku li ser xebata Georg Friedrich Grotefend a salan 1802an destpêkiriye bi bikaranîna zanîna xwe ya farisiya nûjen, dikare beşa farisiya kevin a nivîsên Behistunê deşîfre bike. Dema ku wî di sala 1843an de nivîsa mayî bi dest xistiye, bi 37 nîşanên ku wî ji farisiya kevin deşîfre kiribûn, ew û kesên din hêdî hêdî dikarin beşên elamîtî û akadî yên wê wergerînin.[6] Di vê navberê de, gelek nivîsên din ên mîxî ji kolandinên arkeolojîk derdiketin holê ku bi piranî bi zimanê akadî ya semîtîk bûn ku bi rêkûpêk hatibûn deşîfrekirin.

Lê belê heta sala 1850an, Edward Hincks ketiye gumanan ku nivîsa mîxî bi koka xwe nesemîtîk e. Zimanên semîtîk li gorî formên dengdar têne avakirin lê nivîsa mîxî dema ku ji aliyê fonetîkî ve dixebite, nivîseke kitekitî bû ku dengdêran bi dengdarên taybetî ve girêdida. Wekê din ti peyvên semîtîk nehatin dîtin ku nirxên kitekitî yên ku ji nîşanên taybetî re hatine dayîn rave bikin. Julius Oppert pêşniyar kiriye ku zimanekî nesemîtîkî li Mezopotamyayê beriya akadî hatiye û ku axaftvanên vî zimanî nivîsa mîxî pêşxistine.

Di sala 1855an de Rawlinson ragihandiye ku li deverên başûr ên Babîlê yên wekê Nîppur, Larsa û Uruk nivîsên nesemîtîkî hatine dîtin.

Di sala 1856an de, Hincks diyar kiriye ku zimanê newergerandî xwedî karakterê lêzêdekirinê ye. Hinek kes jê re dibêjin "skîtîk" û kesên din jî, bi awayekî tevlihev dibêjin "zimanê akadî". Di sala 1869an de, Oppert navê "sumerî" pêşniyar kiriye ku li ser bingeha sernavê "Padîşahê Sumer û Akadê" ku bi îdiaya ku ger Akad beşa semîtî ya padîşahiyê nîşan bide, Sumer dibe ku pêveka nesemîtî rave bike.

Lêkolîna serketî ya yekem a ku bi awayekî zanistî nivîsek duzimanî ya sumerî-akadî lêkolîn kiriye, lêkolîna Paul Haupt e ku di sala 1879an de Die sumerischen Familiengesetze (Qanûnên Malbata Sumerî) hatiye weşandin.[7]

Ernest de Sarzec di sala 1877an de dest bi kolandina cihê sumerî yê Tello (Girsuya kevnar, paytexta dewleta Lagaşê) kiriye û beşa yekem a Découvertes en Chaldée bi transkrîpsiyonên tabletên sumerî di sala 1884an de weşandiye. Zanîngeha Pensîlvanyayê di sala 1888an de dest bi kolandina cihê sumerî ya Nippûrê kiriye.

Lîsteyeke Dabeşkirî ya Îdeografên Sumerî ji aliyê R. Brünnow ve di sala 1889an de hatiye weşandin.

Jimar û cûrbecûrîya balkêş a nirxên fonetîk ên ku nîşan dikarin di sumerî de hebin, bûye sedema rêyek ji bo têgihîştina ziman. Rojhilatnasekî li Parîsê, Joseph Halévy, ji sala 1874an û pê ve diyar kiriye ku sumerî ne zimanekî xwezayî ye û kodek veşartî ye (krîptolekt) û ji deh salan zêdetir asûrnasên pêşeng li ser vê mijarê nîqaş kirine. Ji sala 1885an pê ve, Friedrich Delitzsch ji bo deh salan argûmanên Halévy qebûl kiriye ku heta sala 1897an dev ji Halévy bernedaye.[8]

François Thureau-Dangin ku li Louvre li Parîsê dixebitî, di navbera salên 1898 û 1938an de bi weşanên xwe yên wekê weşana wî ya Les inscriptions de Sumer et d'Akkad a 1905an, xebatên girîng di deşîfre kirina sumerî de kiriye. Charles Fossey li Collège de France li Parîsê zanyarekî din ê berhemdar û pêbawer bû. Yek ji berhemên wî yên pêşeng Contribution au Dictionnaire sumérien–assyrien, Parîs 1905–1907, bingeha Glossar Sumerisch-Akkadisches a P ya Anton Deimel a sala 1934an (ferhenga sumerî û akadî ya Deimel) peyda dike.

Di sala 1908an de, Stephen Herbert Langdon di rûpelên Babyloniaca, kovareke ku ji aliyê Charles Virolleaud ve hatibû amade kirin de, di gotareke bi navê "ferhengên sumerî-asûrî" de ku pirtûkek nû ya aliyê li ser logogramên kêmdîtî yên Bruno Meissner nirxandibû, berfirehbûna bilez a zanîna ferhenga sumerî û akadî kurteber kiriye. Lêkolînerên paşê dîtin ku xebata Langdon, tevî transkrîpsiyonên tabletên wî, bi tevahî ne pêbawer in.

Di sala 1944an de, sumerolog Samuel Noah Kramer di Mîtolojiya Sumerî de kurteyek berfireh û xwendî ya şîrovekirina sumerî pêşkêş kiriye.[9]

Friedrich Delitzsch ferheng û rêzimana sumerî ya hînbûyî bi awayê Sumerisches Glossar û Grundzüge der sumerischen Grammatik weşandiye ku herdu jî di sala 1914an de derketine.[10] Xwendekarê Delitzsch, Arno Poebel, di sala 1923an de rêzimanek bi heman sernavê, Grundzüge der sumerischen Grammatik, weşandibû û ji bo 50 salan ev rêziman ji bo xwendekarên ku sumerî dixwînin bûye standardek. Kesayetiyek din a pir bi bandor ê di sumerolojiyê de di piraniya sedsala 20an de Adam Falkenstein bû ku rêzimana zimanê nivîsên Gudea çêkiriye.[11] Rêzimana Poebel di dawiyê de di sala 1984an de bi weşandina The Sumerian Language: An Introduction to its History and Grammatical Structure, ji hêla Marie-Louise Thomsen ve hate guhertin. Her çiqas di rêzimana sumerî de gelek xal hene ku piraniya sumerologên îro nerînên Thomsen li ser wan parve nekin jî, rêzimana Thomsen (bi gelemperî bi behskirina rexneyên ku ji aliyê Pascal Attinger ve di sala 1993an de di Elements de linguistique sumérienne: La construction de du11/e/di 'dire' de hatine pêşkêş kirin) xala destpêkê ya nîqaşên akademîk ên herî dawî yên rêzimana sumerî ye.

Li gorî rewşa piraniya zimanên nûjen an klasîk, heta di navbera sumerologên maqûl de jî, lihevkirineke kêm heye. Bi taybetî morfolojiya devkî bi germî tê nîqaşkirin. Bêyî wan lêkolînên ku li ser mijarê nikare wekê temam were hesibandin, ji xeynî rêzimanên giştî, gelek monograf û gotar li ser warên taybetî yên rêzimana sumerî hene.

Hewldana sereke ya sazûmanî ya leksîkî di zimanê sumerî de projeya Ferhenga Sumerî ya Pensîlvanyayê ye ku di sala 1974an de dest pê kiriye. Di sala 2004an de, PSD li ser înternetê wekî ePSD hatiye weşandin. Niha proje ji aliyê Steve Tinney ve tê çavdêrîkirin. Ji sala 2006an vir ve ew li ser înternetê nehatiye nûvekirin lê Tinney û hevkarên wî li ser çapek nû ya ePSD dixebitin ku pêşnûmeyeke xebatê ya wê li ser înternetê heye.

Ev tableta protoxwendekarî (nêzîkî 3100 – 2900 b.z.) dewr kirina perçeyek erdê tomar kiriye (Tablet li Muzexaneya Hunerê ya Walters, Baltimore ye)

Dîroka nivîsandina sumeriyan bi van dîrok û serdeman re hatiye dabeşkirin:

Sumeriya arkaîk, qonaxa yekem a nivîsên bi naveroka zimanî ye ku ji serdema Jemdet Nasr (Uruk III) e di sedsalên 31em û 30em berî zayînê dest pê dike. Serdema protowêjeyî ku sedsalên 35em û 30em b.z. vedigire, bi ser dikeve.

Têgîna "postsumerî" tê vê wateyê dema ku ziman ji aliyê babîliyan û asûriyan ve ji holê rabûbû û tenê ji bo mebestên dînî, hunerî û zanistî wekê zimanek lîturgîk û klasîk hatiye parastin. Winda bûna zimanê sumerî bi awayekî kevneşopî heta dawiya Xanedaniya Sêyem e.

Dewleta herî dawî ya bi piranî sumerî li Mezopotamyayê, di sala 2000an b.z. de ye, lêbelê ev dîrok bi texmînî ye. Ji ber ku gelek zanyar îdîa dikin ku sumer di wî dîrokê jixwe nema bûn. Hinek zanyarên din bawer dikin ku axaftina zimanê sumerî li Mezopotamya Başûr, ji sala 2100ê b.z. heta 1700ê b.z. berdewam kiriye.[12]

3200 û 3000 b.z.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her çend hatiye nîqaş kirin ku hinek rewşên nîşaneyên fonetîk û rastnivîsê hene ku her çiqas hê jî pir kêm in jî, sîstema nivîsandina pîktografîk a ku di serdema protonivîsandinê (3200 - 3000 b.z.) de tê bikar anîn ku di arkeolojiyê de bi serdemên Uruk III û Uruk IV re têkildar e ku hê jî ewqas sade bû ku heta niha jî hinek nakokî di navbera akademîk de hene ka gelo zimanê ku bi wê tê nivîsandin bi rastî sumerî ye an na.[13] Nivîsên ji vê serdemê bi piranî nivasrên îdarî ne û di heman demê de hejmarek lîsteyên nîşanan jî hene ku tê dîtin ji bo perwerdekirina nivîskaran hatine bikar anîn.[14]

3000 û 2500 b.z.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serdema din, sumerîya arkaîk (3000 BZ - 2500 b.z.), qonaxa yekem a nivîsên ku hêmanên rêzimanî nîşan didin e ku ji ber vê yekê nasnameya ziman teqez e ku hinek nivîsên îdarî û lîsteyên nîşanên ji serdema Urê (nêzîkî 2800 b.z.) vedihewînin. Nivîsên ji Şûruppak û Ebû Selabix ji 2600 heta 2500 b.z. (ku jê re Serdema Fara an Serdema Xanedaniya Destpêkê III tê gotin) yekem in ku cûrbecûr cureyên edebiyatê vedihewînin ku ne tenê nivîsên îdarî û lîsteyên nîşanan tê de hene, di heman demê de efsûn, nivîsên qanûnî û edebî jî (di nav de gotinên pêşiyan û guhertoyên destpêkê yên berhemên navdar, fermanên Şûruppak û sirûd hene) hatine nivîsandin. Lêbelê, rastnivîsa hêmanên rêzimanî bijarte dimîne ku ev jî şîrovekirin û analîza zimannasî ya van nivîsan dijwartir dike.[15]

2500 û 2200 b.z.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Yekem tableta duzimanî ya sumerî û akadî ya ku tê zanîn, ji serdema Rîmûş e. Tablet niha li Muzexaneya Louvre AO 5477. Nîvê jorîn bi zimanê sumerî ye û nîvê jêrîn jî wergera bi zimsnê akadî ye

Serdema sumerî ya kevin (2500–2350 b.z.) ya yekem e ku nivîsên zelalên başfêmkirî jê mane. Ew bi piranî bi beşa dawî ya Serdema Xanedaniya Destpêkê (ED IIIb) û bi taybetî bi Xanedaniya Yekem a Lagaşê re têkildar in ku piraniya nivîsên mayî ji wir tên. Ev nivîsar çavkanî nivîsarên girîng ên qraliyetê yên bi naveroka dîrokî û her weha tomarên îdarî yên berfireh dihewînin.[15] Carinan di qonaxa sumeriya kevin de serdema akadiya kevin jî (nêzîkî 2350 b.z. - nêzîkî 2200 b.z.) tê de heye ku di dema wê de Mezopotamya, tevî Sumeran, di bin desthilatdariya Împeratoriya akadî de bû yek.[16] Di vê demê de zimanê akadî wekê zimanê fermî yê sereke hatiye bikar anîn lê nivîsên bi sumerî (bi piranî nivîsên îdarî) jî berdewam dikirin.[15]

Qonaxa yekem a serdema neosumerî bi serdema serdestiya gutiyan li Mezopotamyayê re têkildar e ku çavkaniyên herî girîng ji Xanedaniya Duyem a xweser a Lagaşê tên, nemaze ji serdestiya Gudeayê ku nivîsarên padîşahî yên berfireh hilberandine. Qonaxa duyem bi yekbûna Mezopotamyayê di bin Xanedana Sêyem a Ur de re têkildar e ku çavdêriya "ronesansekê" di karanîna sumerî de li seranserê Mezopotamyayê kiriye û sumerî wekê zimanê nivîskî yê fermî yê yekane bikar aniye. Gelek nivîs hene ku ji her serdemeke berê mezintir in ku ji xeynê tomarên îdarî yên pir berfireh û hûrgulî, gelek nivîsên padîşahî, belgeyên yasayî, name û efsûn hene.[16] Tevî pozisyoneke serdest a sumerîya nivîskî di dema Xanedaniya Ur III de, ev yek cihê nîqaşê ye ku heta çi radeyê bi rastî dihat axavtin an jî li piraniya deverên împaratorîya xwe ji holê rabibû.[17] Ji aliyê hinek lêkolîneran ve hatiye şîrove kirin ku gelek nivîskar[18] û heta dadgeha padîşahî jî zimanê akadî wekê zimanê xwe yê sereke yê axavtinê bi kar anîne.[18] Ji aliyekî din ve, delîl hatine pêşkêşkirin ku nîşan didin zimanê sumerî wekî zimanê zikmakî berdewam kiriye û heta li Babîla Başûr, tevî Nîpûr û herêma li başûrê Nîpûrê, wekî zimanekî rojane yê serdest maye.[19][20]

2000 û 1600 b.z.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di serdema Babîliya Kevin de (nêzîkî 2000 – nêzîkî 1600 b.z.) zimanê akadî bi awayekî zelal hema hema li hemî axa xwe ya resen li cihê zimanê sumerî girtibû lê zimanê sumerî wekê zimanekî ayînî û klasîk ji bo armancên dînî, hunerî û zanistî hebûna xwe berdewam kiribû. Herwiha hatiye diyar kirin ku zimanê sumerî herî kêm li beşek piçûk a Mezopotamya Başûr (Nîpûr û derdora wê) heta dora sala 1900 berî zayînê û dibe ku heta dawiya sala 1700 berî zayînê jî wek zimanekî axaftinê berdewam kiriye.[18][19] Digel vê yekê bi awayeke diyar hatiye dîtin ku piraniya nivîskarên ku di vê demê de bi zimanê sumerî dinivîsin ne axavtvanên xwemalî bûn û xeletiyên ji ber zimanê wan ê dayikê ya akadî derketin holê eşkere dibin.[21] Ji ber vê sedemê ev serdem û her wiha dema mayî ya ku sumerî tê de hatiye nivîsandin carinan wekî serdema "piştsumerî" hatiye binav kirin.[22] Di serdema Isin-Larsa de (nêzîkî 2000 b.z. - nêzîkî 1750 b.z.) li dewletên cîgir ên Ur III yên ku bê guman semîtîaxiv bûn, zimanê nivîskî yê rêveberî, qanûn û nivîsên padîşahî bi zimanê sumerî berdewam kiriye. Lê belê Împeratoriya Babîl a Kevin bi piranî di nivîsan de zimanê akadî bikar aniye ku hinek caran jî guhertoyên sumerî lê zêde kiriye.[23]

Serdema Babîliya Kevin, bi taybetî beşa wê ya destpêkê de nivîsên wêjeyî yên sumerî yên pirjimar û cûrbecûr hilberandine ku di nav de evsane, destan, îlahî, dia, edebiyata şehrezayiyê û name habûn.[14] Bi rastî, hema hema hemî wêjeya dînî û şehrezayiyê ya sumerî ya parastî û piraniya destnivîsên mayî yên nivîsên edebî yên sumerî bi gelemperî dikarin ji wê demê ve werin dîrok kirin û ew pir caran wekê "serdema klasîk" a wêjeya sumerî hatiye dîtin.[24][25][26][13] Her çend ew dem wekê serdema klasîk a çand û zimanê Babîliyan hatibe dîtin, berevajî vê, nivîsên edebî yên li ser tabletên ku ji serdema Babîliya Kevin mane, li gorî nivîsên akadî pir zêdetir bi zimanê sumerî hatine nivîsandin.[27][28][25] Lêbelê carinan hatiye pêşniyar kirin ku gelek an piraniya van nivîsên "sumeriya babîliya kevin" dibe ku kopiyên berhemên ku di destpêkê de di serdema Ur III ya berê de an jî berê de hatine çêkirin bin û hinek kopiyên an perçeyên helbestên naskirî an celebên edebî bi rastî di tabletên ku bi koka neosumerî û sumeriya kevinin hatine dîtin.[29] Herwiha hinek ji lîsteyên leksîkî yên duzimanî yên yekem ên sumerî-akadî ji wê demê hatine parastin (her çend lîste bi gelemperî hê jî yekzimanî bûn û wergerên akadî heta dawiya serdema Babîlîya Navîn ne gelemperî bûn)[30] û her wiha nivîsên rêzimanî jî hene ku paradîgmayên di bingeh de duzimanî yên ku formên rêzimanî yên sumerî û hevwateyên wan ên akadî yên texmînkirî lîste dikin.[31]

1600 û 1000 b.z.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî serdema Babîliya Kevin an jî, li gorî hin kesan, heta sala 1700 b.z. bi karanîna çalak a zimanê sumerî kêm bû.[14][22] Nivîseran berdewam kirin ku nivîsên bi sumerî di asteke nermtir de binivîsin lê bi gelemperî bi wergerên akadî yên xêzikî û tenê beşek ji wêjeya ku di serdema Babîliya Kevin de dihat zanîn piştî dawiya wê li dora sala 1600 b.z. berdewam kiriye ku were kopî kirin.[14] Di serdema Babîliya Navîn de, bi qasî ji 1600 heta 1000 salê b.z., hikumdarên kasît[32][33] di gelek nivîsên xwe de bikaranîna sumerî berdewam kirine lê dixuyê ku zimanê akadî cihê sumerî girtiye ku wekê zimanê sereke yê nivîsên ku ji bo perwerdehiya nivîskaran dihatin bikar anîn[34] û sumeriya wan bi xwe formeke ku her ku diçe dibe zimaneke sûnî û diekev bin bandora zimanê akadî.[35][36] Di hinek rewşan de dibe ku nivîsek ji bo xwendina bi sumerî nehatibe armanckirin ku li cihê wê dibe ku ew wekê rêyek bi prestîj a "kodkirina" akadî bi rêya sumerograman hatiye bikar anîn.[35] Digel vê yekê, lêkolîna sumerî û kopîkirina nivîsên sumerî beşek yekgirtî ya perwerdehiya nivîsan û çanda wêjeyî ya Mezopotamya û civakên derdorê yên ku ji wê bandor bûne maye û wê ev rol heta windabûna kevneşopiya xwendin û nivîsandina mîxî bi xwe di destpêka serdema zayînî de parastiye.[37][33] Piştî serdema Babîliya Kevin, cureyên herî populer ên nivîsên sumerî efsûn, nivîsên ayînî û metelok bûn ku di nav nivîsên dirêjtir de, yên klasîk Lugal-e û An-gim e ku herî zêde hatine kopîkirin.[38]

Ji 29 nivîsarên padîşahî yên dawiya hezarsala duyem a berî zayînê, nîvê wan bi zimanê sumerî bûn ku wekê "sumeriya pola hîpersofîstîke" dihatin rave kirin.[39]

Li gorî nêrîna giştî ya di cîhana zanistî de, sumerî zimanek veqetandî ye ku têkiliya wî bi tu zimanê naskirî re tuneye û zimanekî îzolekirî ye.[40][41] Tevî ku lêkolînên amator û profesyonel ji bo sazkirina têkiliyan bi malbatên zimanên cihêreng re hatine kirin lê ev lêkolîn bi gelemperî hêj nehatine pejirandin.[41]

Ji destpêka sedsala 20an ve, ji dema ku deşîfrekirin dest pê kiriye, zanyar hewl dane ku Sumerî bi gelek zimanan ve girêbidin. Ji ber prestîja wê wekî yekem zimanê nivîskî yê pejirandî, pêşniyarên ji bo nêzîkbûna zimanî pir caran xwedî rengek neteweyî ne.[42] Hewldanên bêserketiyên ji bo girêdana sumerî bi rêzek komên pir cuda yên wekê hind û ewropî, awistroasyayî, dravîdî û bolgarî hatine kirin. Herwiha, pêşniyarên dûr û dirêj hewl dane ku sumerî di nav makromalbatên berfireh de bihewînin, ku pir caran îzolekirinên din ên girîng ên wekî baskî an malbatên piçûk ên wekî koreyî jî di nav de ne.[43][44] Ev hemî hewlên bi vî rengê di nav zimannas, sumerolog, an asûrologên nûjen de hema hema ti piştgirîyek nabînin û bi gelemperî ji ber nepêşrastkirina wan wekî teoriyên nerast têne dîtin.[42]

Her wiha hatiye pêşniyarkirin ku zimanê sumerî ji zimanekî kreol ê pêşdîrokî yê dereng çêbûye. Lêbelê ji xeynê çend taybetmendiyên tîpolojîk ku ti delîlên dawîn nayên dîtin ku vê nêrînê piştgirî bikin. Hîpotezek berbelavtir malbateke zimanên protofiratî diafirîne ku li Mezopotamyayê beriya sumerî ye û bandorek herêmî li ser zimanê kiriye, nemaze di forma peyvên pirkite de ku "nesumerî" xuya dikin - wan bi guman dike ku peyvên deynkirî ne û nayên şopandin ku ew bi ti malbateke din a zimanî ya naskirî ve werin girêdan. Li ser girêdana vî zimanê substratum ê hîpotetîk, an jî ji bo van zimanan, spekulasyon kêm in û ji ber vê yekê çêtirîn e ku ziman bi ti zimanmalbatê re neyê girêdan.[45]

Her çend ev ji aliyê raya sereke ve neyê pejirandin ku sumerî wekî zimanekî îzole qebûl dike, lêkolînerên din bi texmîna yek zimanekî binî re bi nakok in û dibêjin ku hinek ziman hene ku bi zimanê sumerî re têkildar e.[46] Pêşniyarek têkildar ji aliyê Gordon Whittaker ve ev e ku zimanê nivîsên protowêjeyî yên ji serdema urukê ya dereng (nêzîkî 3350–3100 b.z.) di rastiyê de şaxek zû ya windabûyî ya zimanê hind û ewropî ye ku ew jê re "eupratîk" dibêje ku bi rengekî demek dirêj berî demjimêra pejirandî ji bo belavbûna hind û ewropî li Rojavayê Asyayê derketiye holê.[47]

Cûreyên zimanê sumerî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cûreya standard a sumeriyan emegir (𒅴𒂠 eme-Gir₁₅) bû. Cihêrengiyeke berbiçav yan jî sosyolekt, emesal (𒅴𒊩 eme-sal) bû. Dibe ji bo ku wekî "zimanê bedew" yan "dengê bilind-vegirtin:" (Rubio 2007, p. 1369), bên şîrovekirin. Cûreyên din ên ji bo devokan yan qeydan eme-galam ji bo "zimanê bilind", eme-si-sa ji bo "zimanê rast", eme-te-na ji bo "zimanê zirav" û hwd.[48]

Emesal, di hinek nivîsên edebiyatê de bi taybetî ji aliyê karakterên jin ve hatine bikaranîn (dibe ku bi zimanên jinan an cûrbecûr zimanên ku di hinek çandan de hene yan jî hebûne, wek mînak di nav Çûkçî û Garifuna de, were berhev kirin). Bi awayekî din jî Emesal di hinek celebên stranên kultê de serdest e, mîna stranên ku ji aliyê kahînên Galayê ve têne gotin. Taybetmendiyê din ên cûreya Emesal ev bû ku bi piranî fonolojîk bû.[49]

Pergala nivîsandinê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Tableteke nivîsa sumerî ya forma bizmarî.

Sumerî yek ji wan zimanên yekem e ku hatiye nivîsîn. Ji ber awayên nîşanên ku li ser lewheyên keliya şil, bi awayê bizmarê hatine xuliqandin, ji sîstema nivîsandina ku ji bo xwendina zimanê Sumerî hatiye bikar anîn jê re "Nivîsa Bizmarî" tê gotin.

Di qonaxên destpêkê yên nivîsandina sumeriyan de nîşaneyên berçav ên ku wateya xwe bi awayekî kevneşopî bi formeke zimanî ve girê didin, hatin bikaranîn. Ew bi awayekî şematîk sembolekê, tiştekî rastîn an jî fîgûrekê temsîl dikin. Mînakeke vê qonaxê di tableta Kiş de hatiye dîtin. Lêbelê, bi demê re, nivîsandina sumerî ji nîşanên fîgûrî veguheste îşaretên dirêjtir. Di sala 2600ê b.z. de logogram pirtir belav bûn û forma bizmarî derkete holê.

Forma arkaîk, di her rewşê de, bi formên berê yên pêşformê re hevbeş bû. Lêkolînerên wekî Rosengarten (1967) 468 nîşanên ku di sumeriya pêşsargonî ya li bajarê Lagashê hatiye bikaranîn, navnîş kirine.

Dema ku axêverên sumeran li dor sala 1900ê berî zayînê winda bûn, zimanê wan ji aliyê akadiyan ve berdewam bû. Bi kêmbûna axêverên zikmakî yên sûmerî re zimanê sumerî berdewam kir û wekî zimanê navgînek vegotina edebî û çandî hate bikaranîn.

Nivîsa sumerî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev nivîs, li dora 2400ê b.z. de behsa destpêka şerekî di navbera bajar-dewletên Lagaş û Umanê dike.

Konî ya Enmetena, Padişahê Lagash, Odeya 236 Çavkanî AO 3004, Muzexaneya Louvre, Parîs
I.1–7 𒀭𒂗𒆤 𒈗 𒆳𒆳𒊏 𒀊𒁀 𒀭𒀭𒌷𒉈𒆤 𒅗 𒄀𒈾𒉌𒋫 𒀭𒊩𒌆𒄈𒋢 𒀭𒇋𒁉 𒆠 𒂊𒉈𒋩
den-lil2 lugal kur-kur-ra ab-ba dig̃ir-dig̃ir-re2-ne-ke4 inim gi-na-ni-ta dnin-g̃ir2-su dšara2-bi ki e-ne-sur
"Enlil, padîşahê hemî welatan, bavê hemî xwedayan, bi fermana xweya hişk, sînorê di navbera Ningirsu û Šara de danî."
8–12 𒈨𒁲 𒈗𒆧𒆠𒆤 𒅗 𒀭𒅗𒁲𒈾𒋫 𒂠 𒃷 𒁉𒊏 𒆠𒁀 𒈾 𒉈𒆕
me-silim lugal kiški-ke4 inim dištaran-na-ta eš2 gana2 be2-ra ki-ba na bi2-ru2
"Mesilim, padîşahê Kiš, bi fermana Itaran, zevî pîvand û nîşanek li wir danî."
13–17 𒍑 𒉺𒋼𒋛 𒄑𒆵𒆠𒆤 𒉆 𒅗𒈠 𒋛𒀀𒋛𒀀𒂠 𒂊𒀝
uš ensi2 ummaki-ke4 nam inim-ma diri-diri-še3 e-ak
"Rêveberî Umma Ush, bi rengek nedîtî tevgeriya."
18–21 𒈾𒆕𒀀𒁉 𒉌𒉻 𒂔 𒉢𒁓𒆷𒆠𒂠 𒉌𒁺
na-ru2-a-bi i3-pad edin lagaški-še3 i3-g̃en
"Wî ew nîşan hilweşand û ber bi deşta Lagaşê ve meşiya."
22–27 𒀭𒊩𒌆𒄈𒋢 𒌨𒊕 𒀭𒂗𒆤𒇲𒆤 𒅗 𒋛𒁲𒉌𒋫 𒄑𒆵𒆠𒁕 𒁮𒄩𒊏 𒂊𒁕𒀝
dnin-g̃ir2-su ur-sag den-lil2-la2-ke4 inim si-sa2-ni-ta ummaki-da dam-ḫa-ra e-da-ak
"Ningirsu, şervanê Enlil, bi emrê xwe yê dadmend, bi Umma re şer kir."
28–31 𒅗 𒀭𒂗𒆤𒇲𒋫 𒊓 𒌋 𒃲 𒉈𒌋 𒅖𒇯𒋺𒁉 𒂔𒈾𒆠 𒁀𒉌𒍑𒍑
inim den-lil2-la2-ta sa šu4 gal bi2-šu4 SAḪAR.DU6.TAKA4-bi eden-na ki ba-ni-us2-us2
"Li ser fermana Enlil, wî tora xweya şer a mezin avêt ser wî û li ser deştê gom li ser hev kir."
32–38 𒂍𒀭𒈾𒁺 𒉺𒋼𒋛 𒉢𒁓𒆷𒆠 𒉺𒄑𒉋𒂵 𒂗𒋼𒈨𒈾 𒉺𒋼𒋛 𒉢𒁓𒆷𒆠𒅗𒆤
e2-an-na-tum2 ensi2 lagaški pa-bil3-ga en-mete-na ensi2 lagaški-ka-ke4
"Eannatum, rêveberê Lagash, apê Entemena, rêveberê Lagaš"
39–42 𒂗𒀉𒆗𒇷 𒉺𒋼𒋛 𒄑𒆵𒆠𒁕 𒆠 𒂊𒁕𒋩
en-a2-kal-le ensi2 ummaki-da ki e-da-sur
"Sînorê Enakaleyê, bi serwerê Umanê re sererast kir"

Formên fonolojîk û morfolojîk ên texmînkirî bi rêzê ve di navbera xêzên xêzkirî // û kemberên pêçayî {} de ne û nivîsa zelal ji bo transkrîpsiyona asûrî ya standard a sumerî tê bikar anîn. Piraniya mînakên jêrîn nehatine ceribandin. Di heman demê de ji bîr nekin ku mîna piraniya ortografiyên din ên pêşmodern, rastnivîsa mîxî ya sumerî pir guherbar e ku ji ber vê yekê transkrîpsiyon û mînakên mîxî bi gelemperî tenê yek an jî herî zêde çend formên grafîkî yên hevpar ji gelek formên grafîkî yên ku dibe ku çêbibin nîşan didin. Ji xeynî ku mînakek rastîn ji serdemek din were bikar anîn, di dîroka sumerî de, pratîkên rastnivîsînê jî bi girîngî guherîne ku mînakên di gotarê de dê rastnivîsên herî zelal ên ku ji aliyê fonetîkî ve hatine îspatkirin, bikar bînin ku bi gelemperî tê wateya rastnivîsên serdema Babîliya Kevin an serdema Ur III.

Zanîna îro a li ser fonolojiya sumerî ji ber nebûna axêveran, veguhestina bi rêya fîltreya fonolojiya akadî û zehmetiyên ku ji ber nivîsandina mîxî derdikevin, xelet û netemam in. Wekê ku I. M. Diakonoff dibêje, "dema ku em hewl didin avahiya morfofonolojîk a zimanê sumerî bibînin, divê em her tim di hişê xwe de bigirin ku em rasterast bi zimanekî re eleqedar nabin lê em wî ji pergalek nivîsandinê ya minemonîk a pir ne temam ji nû ve ava dikin ku bi bingehîn ne armanca wê pêşkêşkirina morfofonemîkê bû".[50]

Tê texmînkirin ku sumeriya destpêkê herî kêm konsonantên (dengdar) ku di tabloya jêrîn de hatine rêzkirin hene. Konsonantên di nav kevanêyan de ji aliyê hinek zanyaran ve li ser bingeha delîlên nerasterast têne ji nû ve hatine çêkirin; ger ew hebûne, ew li dora serdema Ur III di dawiya hezarsala 3an a berî zayînê de winda bûne.

Fonemên dengdarên sumerî
Bilabîal Alveolar Postalveolar Velar Glottal
Di poz de m ⟨m⟩ n ⟨n⟩ ŋ ⟨g̃⟩
Plozîv Rast p ⟨b⟩ t ⟨d⟩ k ⟨g⟩ ( ʔ )
Aspîre kirî pʰ ⟨p⟩ tʰ ⟨t⟩ kʰ ⟨k⟩
Firîkatîv s ⟨s⟩ ʃ ⟨š⟩ x ⟨ḫ~h⟩ ( h )
Afrîkat Rast t͡s ⟨z⟩
Aspîre kirî t͡sʰ? ⟨ř~dr⟩
Nêzîkî l ⟨l⟩ ( j )
Dîk ɾ ⟨r⟩

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ "epsd2/sux/emegir[Sumerian]". oracc.iaas.upenn.edu (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 7 tîrmeh 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 tîrmeh 2021.
  2. ^ "Sumerian language". etcsl.orinst.ox.ac.uk (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 25 tîrmeh 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 tîrmeh 2021.
  3. ^ Woods C. 2006 “Bilingualism, Scribal Learning, and the Death of Sumerian.” In S.L. Sanders (ed) Margins of Writing, Origins of Culture: 91-120 Chicago
  4. ^ Joan Oates (1979). Babylon [Revised Edition] Thames and Hudston, Ltd. 1986 p. 30, 52–53.
  5. ^ Hasselbach, Rebecca (2020). A companion to ancient Near Eastern languages. Blackwell companions to the ancient world (Çapa 1). Hoboken (N.J.): Wiley. ISBN 978-1-119-19380-7.
  6. ^ Cathcart, K. J. (1 kanûna paşîn 1970). "The Earliest Contributions to the Decipherment of Sumerian and Akkadian". Cuneiform Digital Library Journal (bi îngilîziya amerîkî). 2011 (1). ISSN 1540-8779.
  7. ^ Verlag von Veit & Comp, in Leipzig. De Gruyter. 31 kanûna pêşîn 1894. rr. 61–64. ISBN 978-3-11-267386-7.
  8. ^ Prince, J. Dyneley (1904). "The Vocabulary of Sumerian". Journal of the American Oriental Society. 25: 49. doi:10.2307/592549. ISSN 0003-0279.
  9. ^ Archive, Internet Sacred Text. "Sumerian Mythology Index". Internet Sacred Text Archive (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2025.
  10. ^ The Beginnings of the Drama. Routledge. 2 îlon 2003. rr. 283–297. ISBN 978-0-203-39273-7.
  11. ^ 2 Comparative-historical grammar. Edinburgh University Press. 31 kanûna pêşîn 2024. rr. 6–18. ISBN 978-1-4744-7003-2.
  12. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 29 nîsan 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 nîsan 2013. Roja gihiştinê 16 îlon 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  13. ^ a b Sánchez Quintana, F.; Rubio Rubio, F.E.; González, M.T. (2009). "Caso 6". Radiología. 51 (2): 210–211. doi:10.1016/j.rx.2007.01.001. ISSN 0033-8338.
  14. ^ a b c d Klaas Jagersma, Pieter (27 nîsan 2010). "Managing reputation equity". Business Strategy Series. 11 (3): 139–144. doi:10.1108/17515631011043796. ISSN 1751-5637.
  15. ^ a b c Schriftenverzeichnis Joachim Krecher. Penn State University Press. 20 adar 2015. rr. vii–xiv. ISBN 978-1-57506-355-3.
  16. ^ a b Thomsen II, Roszel C; Paytas, Antoinette D (2001). "US ENCRYPTION EXPORT REGULATION". Computer Law & Security Report. 17 (1): 11–16. doi:10.1016/s0267-3649(01)00103-0. ISSN 0267-3649.
  17. ^ "Michalowski, P., 2006: "The Lives of the Sumerian Language", in S.L. Sanders (ed.), Margins of Writing, Origins of Cultures, Chicago, 159–184" (PDF).
  18. ^ a b c Jagersma, Ben. The 10 Day Bach: A Net Zero Home (Thesis). Victoria University of Wellington Library.
  19. ^ a b Jiménez, Enrique; Sallaberger, Walther (edîtor). Cuneiform Artefacts from Iraq. Harrassowitz Verlag.
  20. ^ Sommerfeld, Walter (3 sibat 2021). Old Akkadian. BRILL. rr. 513–663. ISBN 978-90-04-44521-5.
  21. ^ "Black, J.A. and G. Zólyomi (2007). The study of diachronic and synchronic variation in Sumerian. pp. 10–14" (PDF).
  22. ^ a b Thomsen, Hanne Kargaard; Hoest, Viggo (2001). "Employees' Perception of the Learning Organization". Management Learning. 32 (4): 469–491. doi:10.1177/1350507601324004. ISSN 1350-5076.
  23. ^ Boyd, E. Andrew (2007). How It All Works. New York: Palgrave Macmillan US. rr. 43–56. ISBN 978-1-349-36959-1.
  24. ^ "Titelei". Elenchos. 37 (1–2): 1–2. 1 kanûna pêşîn 2016. doi:10.1515/elen-2016-frontmatter371-2. ISSN 2037-7177.
  25. ^ a b Viano, Cristina (2016). "Avant-propos". Philosophie antique. 16: 7–8. doi:10.4000/philosant.575. ISSN 1634-4561.
  26. ^ Ebeling, Jarle. "DCSL entries across time". dcsl.orinst.ox.ac.uk. Ji orîjînalê di 16 îlon 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2025.
  27. ^ "George III: America's last king". Choice Reviews Online. 45 (04): 45–2239-45-2239. 1 kanûna pêşîn 2007. doi:10.5860/choice.45-2239. ISSN 0009-4978.
  28. ^ Castronovo, Salvatore; Hansen, Barbara; Thomsen, William (11 çiriya pêşîn 2001). "Detroit People Mover Reconstruction". Automated People Movers. Reston, VA: American Society of Civil Engineers: 1–17. doi:10.1061/40582(2001)80.
  29. ^ Jensen (19 çiriya paşîn 2009). "Splicing, cis genetic variation and disease". Biochemical Society Transactions. 37 (6): 1311–1315. doi:10.1042/bst0371311. ISSN 0300-5127.
  30. ^ de Jesus Rubio, Jose; Aviles, Carlos; Coello, Raymundo; Cruz, Jose Francisco; Rivero, Hector (2009). "Pattern recognition of eye movements". 2009 IEEE Workshop on Evolving and Self-Developing Intelligent Systems. IEEE: 40–42. doi:10.1109/esdis.2009.4938997.
  31. ^ "Zimanê sumerî" (PDF).
  32. ^ "Introduction to the Corpus of Sumerian Kassite Texts". oracc.museum.upenn.edu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2025.
  33. ^ a b Romanello, Matteo; Hengchen, Simon (10 îlon 2021). "Détecter la réutilisation de texte avec Passim". Programming Historian en français (3). doi:10.46430/phfr0018. ISSN 2631-9462.
  34. ^ Griffiths, Andrew (1 gulan 2007). "It's a banker". ITNOW. 49 (3): 12–13. doi:10.1093/itnow/bwl131. ISSN 1746-5710.
  35. ^ a b "Dialogues: Book III". Sulpicius Severus: The Complete Works: 230–250. 2016. doi:10.5040/9780809170531.0012.
  36. ^ Veldhuis, Niek (2008). "Kurigalzu's Statue Inscription". Journal of Cuneiform Studies. 60 (1): 25–51. doi:10.1086/jcs25608620. ISSN 0022-0256.
  37. ^ Wagensonner, Klaus (18 gulan 2018). Sumerian in the Middle Assyrian Period. MPRL – Studies (bi îngilîzî). Berlin: Max-Planck-Gesellschaft zur Förderung der Wissenschaften. ISBN 978-3-945561-13-3.
  38. ^ Thomsen, Ingrid K. (2001). "Recovery of nitrogen from composted and anaerobically stored manure labelled with 15N". European Journal of Agronomy. 15 (1): 31–41. doi:10.1016/s1161-0301(01)00096-x. ISSN 1161-0301.
  39. ^ "Digital Collections | Yale Library". library.yale.edu. Roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2025.
  40. ^ Crawford, Harriet (29 tebax 2013). The Sumerian World (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-136-21912-2.
  41. ^ a b Kaye, Alan S. (30 hezîran 1997). Phonologies of Asia and Africa: (including the Caucasus) (bi îngilîzî). Eisenbrauns. ISBN 978-1-57506-019-4.
  42. ^ a b "The Cambridge Encyclopedia of the World's Ancient Languages". Reference Reviews. 18 (7): 31–32. 1 çiriya pêşîn 2004. doi:10.1108/09504120410559654. ISSN 0950-4125.
  43. ^ "From the Mother Tongue to the Second Mother Tongue". Language Learning and the Mother Tongue: 91–120. 30 hezîran 2022. doi:10.1017/9781009029124.006.
  44. ^ Old Tamil. Routledge. 15 nîsan 2015. rr. 93–117. ISBN 978-0-203-42435-3.
  45. ^ Santangelo, Paolo, edîtor (6 sibat 2005). "RIVISTA DEGLI STUDI ORIENTALI". MING QING YANJIU. 13 (1): 171. doi:10.1163/24684791-90000444. ISSN 1724-8574.
  46. ^ Rubio, Gonzalo (1999). "On the Alleged "Pre-Sumerian Substratum"". Journal of Cuneiform Studies. 51: 1–16. doi:10.2307/1359726. ISSN 0022-0256.
  47. ^ "science.org" (PDF). ghostarchive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 çiriya pêşîn 2022. Roja gihiştinê 14 çiriya paşîn 2025.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  48. ^ Auroux, Sylvain; Koerner, E. F. K.; Niederehe, Hans-Josef; Versteegh, Kees (14 tîrmeh 2008). History of the Language Sciences / Geschichte der Sprachwissenschaften / Histoire des sciences du langage. 1. Teilband (bi îngilîzî). Walter de Gruyter. ISBN 978-3-11-019400-5.
  49. ^ Kaye, Alan S. (1 kanûna paşîn 2007). Morphologies of Asia and Africa (bi îngilîzî). Eisenbrauns. ISBN 978-1-57506-109-2.
  50. ^ "Wayback Machine" (PDF). oi.uchicago.edu. Roja gihiştinê 18 çiriya paşîn 2025.