Zimanê volapük
Volapük an jî volapuk (peyv tê wateya "zimanê cîhanê"; ji vol, cîhan û pük, ziman) zimanekî çêkirî ye yê ku di sala 1879-1880î de ji hêla keşîşê katolîk ê alman Johann Martin Schleyer ve hatiye çêkirin.
Çavkaniyên bêjeyên vî zimanê bastûrî yê alîkar li îngîlîzî, almanî, fransî û latînî ye. Vî zimanê çêkirî berê balkêşa mirovan kişandiye û bi sedan mirov hînî volapük bûne û gelek kovar û pirtûk pê derketine. Lê bi derketina zimanekî çêkirî yê nû yê bi navê esperanto ve cihê xwe berdaye wî zimanî.
Volapük jî yek ji zimanên projeya Wîkîpedyayê ye.
Alfabeya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li alfabeya volapükê 27 tîp hene:
Aa Ää Bb Cc Dd Ee Ff Gg Hh Ii Jj Kk Ll Mm Nn Oo Öö Pp Rr Ss Tt Uu Üü Vv Xx Yy Zz
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Wîkîpedyayên tirkî û îngilîzî.
- Flenef bevünetik Volapüka / International Friendship of The World Language]