Zimanên germanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Zimanên germanî yek ji şaxên malbata zimanên hind û ewropî ye. Ew bi endamên xweyê 15 zimanan nêzî 500 mîlon zimanaxivên wek zikmakî, 700 milyonan jî wek zimanê duyem nav xwe de dihewirîne. Yek ji sedema herî girînga cihêbûna wan zimanan Guhêrîna Dengan a Pêşîn (bi almanî: Erste Lautverschiebung) e.

Zimanên germanî[biguherîne]

Îro heşt zimanêngermaniyên ku axivên xwe ser mîlonekî re ne hene.

  • Îngîlîzî Ew zimanê germanîyî ku li dinê herî belav buyî ye. 340 mîlon wek zimanê zikmekî û ser 180 mîlon kes re jî wek zimanê duyem an jî sêyem diaxivin.
  • Almanî nêzî 100 mîlon kes wek zimanê zikmekî, ji hêlê ser 80 mîlon kes re jî wek zimanê duyêm tê axaftin.
  • Holandî (22 mîlon)
  • Swêdî (9 mîlon)
  • Afrikaans (6 mîlon)
  • Danîmarkî (5,5 mîlon)
  • Norwêcî (5 mîlon) (Bokmål û Nynorsk)
  • Yîdî (3 mîlon)

Şitlên zimanê germaniyê rohelat-bakur û roava[biguherîne]

Zimanên germanî nav xwe de wek Roava, Bakur û Rohelat tên par vekirin. Îro erdnîgarî sînorê zimanên bakur û roava sînora Almanya û Danîmarka tê ditîn. Lê dîsa jî navbera wan her du şitlan de sînoreka eşkereyî tune ye û ew zimanan careke re, di cih de wernagerine zimanên şitlê din.

Zimanên di şitlê zimanên germanî yên roava de wiha ne: almanî, yîdî, luksembûrgî, pensîlwanî, holandî, afrikaans, îngîlîzî û frîzî.

Swêdî, danîmarkî, norwêcî, faroeî û îslandî.

Zimanên vê şitlê îro bi temamî mirine û li holê rabûne. zimanê gotî yek ji zimanên vê şitlê bûn.

Parve kirina zimanên germanî yên îro[biguherîne]

Şaxa zimanên germanî îro xwediyê 14 zimanên ku ji hêla 500 mîlon kes têne axaftin. Ewna gorî nêzikbûna xwe wiha têne parve kirin:

  • Germanî 14 ziman bi dorî 490 mîlon axivên xwe
    • Germaniya roava
      • Elmanî-holandî
        • Elmanî
          • Elmanî (100 mîlon zikmekÎ; 180 mîlon duyem)
          • Yîdî (3 mîlon)
          • Luksembûrgî (300.000)
          • Pensîlwanî (100.000)
          • Plautdietsch (500.000)
        • Holandî
          • Holandî (22 mîlon) (V holandî, flamî)
          • Afrikaans(6 mîlon zikmekî; 10 mîlon zimanê duyem)
      • Anglo-frîzî
        • Frîzî (720.000)
        • Înglîzî (340 mîlon; 510 mîlon zimanê duyem)
    • Germaniya bakur
      • Skandînavî
        • Danîmarkî (5,5 mîlon)
        • Swêdî (9 mîlon)
        • Norwêcî (5 mîlon) (bokmål û nynorsk)
      • Îslandî-faoreî
        • Îzlandî (250.000)
        • Faoreî (65.000)
    • Germaniya rohelat (mirine)

Girêdanên Derve[biguherîne]