Zimanên hindû-aryan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Zimanên hindû-aryan tayek in ji Zimanên Hindû-Îranî ko destekeka Zimanên Hindû-Ewropayî ne. Ev navkirin hindekê ji Hindî an Aryanê bi tenê baştir e. Lê tevaya zimanên ko li Hindistanê dihên xebitandin ji vî tayê zimanên nîne. Bervajî jî rast e. Ji bo mînak Zimanê Mîtanî ko li Kurdistanê bûye û niha nemaye, ji vî tayê zimanan bûye.

Li goreyê berisandinên (xeminandinên, texmînkirinên) Summer Institute of Linguistics ya sala 2005ê, 209 guhartoyên zimanên hindû-aryan hene ko li goreyê mişeyî ya axivtinkeran ve pirhêşettirînên wan ev in: zimanê hindistanî (hindî û urdû nêzî 540 milyonan), zimanê bengalî (nêzî 200 milyonan), zimanê puncabî (nêzî 100 milyonan), marathî (nêzî 90 milyonan), zimanê guceratî (nêzî 45 milyonan), zimanê nêpalî (nêzî 40 milyonan) û zimanê sindhî (nêzî 20 milyonan). Tevaya xelklê ko wekî zimanekê zikmak bi yek ji zimanên vê destekê diaxivin nêzî 900 milyonan in.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)