Ziyad Heleb
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | 10ê kanûna paşîn a 2026 |
| Navê rastî |
Ziyad Qedûr |
| Pîşe |
Ziyad Heleb yan jî bi navê jidayîkbûnê Ziyad Qedûr (jdb. 1988 Efrîn, Rojavayê Kurdîstanê – m. 10 kanûna paşîn 2026, Şêx Meqsûd, Heleb, Sûrî)[1] şervan û fermandarekî kurd bû ku di şerê li hemberî taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê de fermandariyê kiriye.[1][2]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ziyad Qedûr di sala 1988an de li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ziyad Qedûr Efrîna Rojavayê Kurdîstanê tevî şeş xwişk û birayên xwe ve di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Di temenê ciwaniya xwe de kesek xwedî helwesteke welatparêz bû ku di nav derdoreke ku xwedî hestên kurdewar ên xurtin, dimîne.[1]
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ziyad Heleb di 10ê kanûna paşîn a sala 2026an di êrîşên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê ku du taxên kurdnîşîn ên Helebê ne ku di bin êrîşên giran ên komên girêdayî hikûmeta demkî Şamê mabû û di heman demê de ji aliyê balafirên bê mirov in Tirkiyeyê ve hatiye bombebarankirin, jiyana xwe ji dest daye.[3][4][5]
Veşartin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cinazeyê Ziyad Heleb di 14ê kanûna paşîn a sala 2026an de li bi merasîmekê girseyî li Kobaniyê hatiye veşartin.[6]
Kariyera leşkerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ziyad Qedûr di sala 2011an de, bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê re, wekê şervanekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) beşdarê berxwedana Helebê dibe. Di navbera salên 2011 û 2015an de li hemberî êrîşên rejîma Baas û li hemberî komên çekdarên cûrbecûr ku êrîşî taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê a Helebê kirine, di şerê parastina taxê de cih girtiye.[1]
Li gel serkevtinên şervanî Ziyad Heleb bilind ê asta fermandariyê dibe û di şerê taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûdê û Eşrefiye fermandariya giştî ya Hêzên Hundirîn a Şex Meqsûd û Eşrefiyeyê kiriye.[1]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c d e "Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Ziyad Heleb bi ruhê fedaî şer kir û şehîd bû". ANF News. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2026.
- ^ "Asayîş: Fermandarê me Ziyad Heleb şehîd ket". rudaw.net. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2026.
- ^ "ASAYÎŞA HELEBÊ NASNAMEYA FERMANDAREKÎ XWE EŞKERE KIR". Channel8. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2026.
- ^ "Şehadeta Fermandar Ziyad Heleb hat ragihandin- Nû Bû". Rojnews.News - Kurmancî (bi îngilîziya kanadayî). 11 kanûna paşîn 2026. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2026.
- ^ "55 kesayet û rêxistinan li dijî êrişên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê daxuyanî dan". Rojnews.News - Kurmancî. 11 kanûna paşîn 2026. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2026.
- ^ "Cenazeyê Şehîd Ziyad Heleb li Kobanê bi girseyî hat pêşwazîkirin". ANF News. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2026.